25 Şubat 2010 Perşembe Saat 12:03
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
“Ziman û têgîn
kevirên bingehin ên hesîla xîmê bîr û pêşketina hişmendiya civakê ne. Heta
mirov nebe xwediyê van keviran, mirov nikare tu çalakiyek civakî lİ dar bix e.
Ev rêgezên bingehîn ên hebûna xweparastin û pêşvebirina hemû neteweya ne. Wekî netewe û gelê kurd, em jî xwedî zimanekî
herî kevnare yê vê axa Mezepoyamyayê ne. Zimanekî ku jiyan pê hati avakirin,
zimanekî ku civakbûyîn pê çêbûyî. Zimanê pêşvebirin û zanyariya civakbûyînê,
zimanê raza(sira) xwezayê ye. Bi kurtasî dîroka zimanê kurdî, dîroka jiyan
afirandin, civakîbûyîn, çand û sincê (ehlaqê) civaka ramyarî(polîtîk) û rêgeza
jiyana kolektîf e. Ji xwe tiştên ku mirov kirîn mirov jî, ev hîmên bingehîn in.
Mixabin ev 85 sal
in ku ev zimanê civakbûyîn û hebûna gelê Mezepotamya yê herî bingehîn hatiye
qedexekirin. Êdî bikaranîna zimanê jiyana birûmet, di nava zagonên
desthiladaran de, wekî tewanekî(sûcekî) mirovahiyê hate bi cîhkirin. Çavkaniya
jiyan û hebûna xwezayî bi demê re wergeriya çavkanî û sedema komkujî, qirkirin
û nijadkujiyên li ser gelê kurd. Li ser vê axa pîroz dîroka sedsalên 20-21’an
şahîdiya bi hezaran bûyerên wiha kir û dike. Belê, ne tenê dîrok, dem û wext
jî, şahîdiya rastiya vî tewanê dijmirovahiyê, yê ku mafê mirovan ê herî xwezayî
wekî sedema kuştin û qetilkirina wan nîşan dide, kir. Her wiha çiya, newal,
zinar, dar, ber, çem û lawirên vê xaka dayik jî, şahidî ji vî tewanê
dijmirovahî yê ku li ser kurdan hatî kirin û hîna jî tê kirin, kir û dike. Ew şaristaniya nûjenparêz(modernîte) ku navê
pêşketinê lê hatî kirin, tenê bû bîrek ku hebûna pîroz ya vê axê dadiqurtîne.
Erê, şaristaniya ku bi talankirina nirxên civakê xwe gihandiye pergaleke serwer
û bi bîrdoziya netewedewletê, hemû nirxên civaka sincî-ramyarî(ehlak-polîtîk)
binpêkirin. Bîrdoziya netewdewletê, bîrdoziya yek al, yek welat, yek netewe û
yek ziman bi demê re xwe gihande feraseta yek desthiladarî û hebûna yek tebaqa
ku ji çand û sincê(exlaqê) civaka ramyarî(polîtîk) qut bûye. Ev, komkuji û
tinekirineke ku li ser hemû nirxên mirovahî û civakbûyîna ku ji hezaran salan û
vir ve bi ked, xwîn û xwêdana mirovahiyê hatiye avakirin e. Ev
rûxandin(tahribat), ne tenê li ser vîna gelan a ramyarî hate meşandin, her wisa
bi awayekî herî rûxîner li ser çand û zimanê gel û neteweyan jî hate kirin. Ji
van gel û neteweyan ê herî zêde ji van
ramyariyan(ramyarîyan) re hatiye gorîkirin(qurbankirin) û hê jî bi awayekî herî
hovane tê gorîkirin netewe û gelê kurd e. Em dizanin civakeke ku ziman û hizra
xwe winda kiribe, ew civak an xilas bûye an jî bûye tiştek din. Lewre, “hebûna
çandî bi ziman re pêkan e. Çand nîşaneya zîndîbûna gelan û dewlemendiya
têkoşîna jiyana wan e. Ew jî encex dikare bi zimanê dayîkê bê ravekirin û xwe
bidomîne. Lê mixabin, dema ku em vedigerin û li rabirduya xwe dinihêrin, em
dibînin ku her çiqas wekî gel û civak em xilas nebibin jî, lê pir aliyên me
bûne tiştekî din. Ango em bişivîne, helyane û şibiyane tiştekî din.
Ji ber ku li ser
kurdistanê herî kêm bi qasî şer û terorê, bişaftina bi darê zorê jî risteke
wêrankar lîstiye. Ev şêwazekî serweriya hişmendiya pergala şaristaniyê ye. Heta
mirov dikare vê angaşt (idea) bike ku pergala desthilat û neyarên kurdan heta
roja îro jî di ramyariyên(politukayên) xwe yên înkar û tunekirinê de, bi qasî
ku encam ji şerên herî dijwar negirtin, ji ramyariyên bişaftinê girtine. Bi
kuştin û komkujiyên fizikî re kîna kurda zêde kirin. Yek kuştin, deh ketin ser
şopa wan lê belê dema ku yek kes helandin û şibandin xwe kesekî din nekete
cihê wî/ê û tola vê yekê ranekir. Berovajî vê pir kesên din jî çavlêkirin û ew
jî di nava wê ramyariyê de bişivîn, heliyan û windabûn. Ev
karesat(trajedî), heta roja me ye îro
jî, bi berfirehî xwe didomîn e.
Li ser vê
erdnîgariyê şerê herî dijwar di navbera çand û zimanan de hatin jiyankirin.
Ramyariyên(politukayên) bişaftinê yên ku bi darê zorê li ser çanda kurdan tên
meşandin jî parçeyek ji vî şerî ne. Şêwazekî vî şerî jî wekî çanda desthiladar,
çand û zimanê xwe li ser herkes, gel û neteweyan ferz dike û tenê zimanê xwe,
anku zimanê serdestan wekî zimanê sûdwergirtin, xwendin, nivîsandin,
karpeydakirin, felsefe, ramyarî(siyasetê), aborî, mafê jiyanê bidestxistin û
hwd, dide sepandin. Bi vê xefka bêbingeh û ji hemû rastiyên felsefî, civakî û
zanyarî dûr, dixwazin çand û zimanê me li ber dilê me sar bikin, li ber çavên me biçûk bikin, bikin tiştekî
wisa ku li cihê mirov pê serbilind û serfiraz be, mirov pê serşor û ser tewyayî
be li cihê ku mirov pê şanaz û bextewer be, mirov pê jixwe şerm û fedî bike
li cihê ku mirov bi çarlepkî dest bavêjê, pêşbixîne û mezin bike mirov jê
bireve û weke çivîkeke bê per û bask xwe bavêje himêz û bextê dagirker,
mêtinger û dijminê çand, ziman, netewe û gelê xwe. Wê jî wekî gavavetina
medeniyetê û serbilindiyê bi me bidin pejirandin.
Kes û civakên ku
bi çandeke dervî çanda xwe jiyankirine,
hemû hebûna xwe jî winda kirine. Rêber APO di vê mijarê de wiha dibêje:
“Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, hêmanekî herî giring e.
Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandî ye… Ji
nijadkujiya fîzîkî jî xeternaktir e.
Wekî ku tê zanîn
şoreşa destpêkê ya mirovahiyê şoreşa ziman e, ev jî berhema dayîka pîroz e. Di
vê mijarê de rêber APO wiha dibêje: “Vê guncaw be ku mirov ji vê şoreşa mezin a
destpêkê re bibêje “ŞOREŞA ZİMAN . Lewre di vê erdnîgariyê de tu şoreşekê bi
qasî vê şoreşê suxre (xizmet) ji civakbûyînê re nekiriye. Her roj têgînek pîroz
(riwek û lawirên nêçîrê yên ku nû tên vedîtin) tê çêkirin, mirov dikevin
pergalek nêzî pergala malbatiyê (cara yekem di stargehan de dibin xwedî
jiyaneke bi ewle),û di çar demsalan de bi awayekî herê mengî tê jiyankirin.
Dema ev pêvajoyane hemû dibin têgîn zimanê hevpar ê civakên berfireh derdikeve,
ya rastir cara yekemîn “NASNAMEYA ku civakan ji hev cihê dike çêdibe.
Lê mixabin, li
qadên ku etnîsîteya yekemîn a ku nasname lê çêbûyî îro tevkujiya nasnamê lê tê
jiyankirin. Ji ber vê ye ku demekê miletê necib navê ereban bû. Tirkîtî
rastîyeke bextewariyê bû. Farisî esîlzadeyiya herî mezin a dîrokê bû. Heta
derketina îslamê zimanê sûryanî wekî zimanê di çav de û li Rojhilata Navîn bi
bandor wekî zimanê mîmariyê bû. Lê belê bi derketina îslamê re li Rojhilata
Navîn zimanê erebî bû zimanê herî bi bandor ê wêje û zanistê. Di rastiyê de
hetanî wê rojê erebî zimanê bedewiyan(koçer) bû. Ango zimanê çolê yê talan,
kuştin û paşvemayînê bû. Bi demê re bû zimanekî mengî (ideal) ji bo Rojhilata
Navîn û civakên ku di nav vê çandê de dihatin helandin. Ev ziman li kurdistanê
jî bû zimanê kurdê noker (işbirlikçi). Bi taybet jî bi rêka oldarên sexte ên
wekî şêx, mela û ew tabeqeyên jorîn ku bi neyarên kurdan re hevkarî kirin re li
ser civaka me wekî zimanekî zanistê û pêşketinê hate ferz kirin. Êdî wisa bû ku
bi demê re di bin navê ne navên axretî ne, navên kurdî ji neçarî cihê xwe ji
navên erebî, tirkî û farisî re hiştin û hêdî hêdî li ser zimanan winda bûn.
Lê, li hemberî vê
yekê afirîner û parêzvanên zimanê kurdî dayîkên pîroz, çîrokbêj, hunermend û
helbesvanên kurd serî netewandin û her tim berxwedayîneke bêhempa dan. Vê
berxwedana pîroz heta van salên dawî jî nehişt zimanê serdest û dagirkeran
bikeve nava mal û civaka kurd de. Ango zimanê civaka me wekî zimanê ku bi destê
dayîka pîroz bi nazenînî û hunerwarane hatî honandin û xemilandin hebûna xwe
wekî zimanê civaka sincî-ramyarî(ehlak-polîtîk) yê jiyana kolektîf parast. Di
vê mijarê de îro, em hemû jî deyndarê wan dayîkên pîroz û kesên bi rûmet ku ev
ziman, çand û nirxên mirovahî yên pîroz ku li ser vê erdnîgarîyê teşegirtî
parastîne xwedî lê derketîne ne. Heke ew zanyar, feylesof, dîrokzan, dengbêj û
wêjevanên kurda ên wekî Babê Tahir Uryanî, Meleyê Cizîrî, Feqê Teyra, Ehmedê
Xanî, Evdalê Zeynikê, Celadet Bedixan, Kawîz Axa, Meryem Xan, Eyşeşan, Şakiro û hwd. bi sedan kesayetên wek
wan bi rûmet nebûna me jî dê îro ne karîbûya bi serbilindî behsa ziman û çanda
xwe bikin.
Lewra em dikerin bibêjin ku ev kesayetên
birûmet wê her û her wekî şervan û pêşengên parastin û pêvebirina çand û zimanê
kurdî werin bibîranîn û rûmetdarkirin. Dê dilsoziya wan mirovên pîroz di her
hevokeke kurdî de û di hemû qadên me yên têkoşînê de werin jiyankirin û wê li
cihê ku mafkirin jî werin bicîkirin. Ji ber ku awaz û gotinên wan kesayetên
birûmet bûn, ên ku rihê kurdîniyê li ser vê axê her hêşîn kirin û hêşîn hiştin.
Wan hezkirina çand
û zimanê xwe wekî hezkirina Mem û Zînê pênase kirin û ev wekî efsaneya rastiya
jiyanê zindî girtin. Mamoste Medya ya 10 salî ku ji her kurdekî re bû sembola
li zimanê xwe vegerîn, hezkirin, xwedîderketin û pêvebirinê îro, weke
mamosteya herî bi rûmet, şitlek ji yên ku li ser giyana(riha) van dilsozan şax dayîye
ye. Mamosta Medya ji aliyekî ve gotin û peyama herî nûjen ya vî ziman û
nasnameya pîroze, ji aliyê din ve jî gotina herî bi wate ya ji kesên ku hatine
bişaftin û dikevine xizmeta ramyarîyên bişaftin û xwe bişaftinê ye. Rêver APO
ji bo mamsta Medya wiha dibê: “Heke parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji
keçeke 10 salî re mabe, wê demê bila rewşenbîrên Amedê ji xwe şermê
bikin!
Heta niha me hewl
da ku em li rêzezincîra bîra(hefizeya) civaka xwe ya rabirdûyê vegerin û ji wan
dîmenên nemir çendekan di bîr, dil û mêjiyê xwe de zindî bikin. Di heman demê
de ji ronîkirina rê û pêşeroja me re bibe tîrêjeke ku em bikaribîn pê îro û
pêşeroja xwe jî rast şîrove bikin.
Belê, dîroka
berxwedaniya gelê kurd, dîroka berxwedaniya ziman û çanda xwe parastin û
pêşvebirinê ye. Em dizanin ku di bingehê dîroka hemû serhildan, êş janên Kurdan
de ev rastiye radizê. Mirin, kuştin, birçîbûn û gelek êş dane ber çavan, lê ji
cîh û warên xwe yên dê û bavan, dîsa jî hebûna xwe ya herî pîroz ziman û çanda
xwe qutbûn nedane ber çavan. Ji bo vê yekê, vî gelî bedelên herî giran dane ber
çav. Xwedîderketina li çand û ziman ji bo gelê kurd bûye têkoşîna man û ne
manê. Ev têkoşîn û berxwedana xwedîlêderketina rûmet û nîrxên pîroz, xwedî dîrokeke demdirêje. Di gel her tiştî,
vê berxwedanê bi her çi halê heyî û neyî heta derketina PKK’ê û têkoşîna
azadiyê xwe domand. Ev, şêwazekî têkoşîna civaka gelê kurd bû. Vê têkoşînê di
navbera kurdên xwedî rûmet û bextewar û kurdên ku bûne noker, kurtêlxwer û
dewletên dagirker, mitinger, bişavker û faşîzan de, xwe domand û hîna jî
didome. Lê êdî bandora ramyariyên(siyasetên) çewisandinê li ser çav û rûyê her
kurdekî şopên xwe hiştibûn. Her roj şopên wê tirsê zêde dibûn. Lewre, vîna gelê
kurd ya rêxistinkirî hatibû şikandin, hêvi û xeyalên wî li Çyayê Agirî, di
gorekê de hatibûn betonkirin û bi nirx û rûmeta gel dihate lîstin. Em baş
dizanin ku tiştê mirov, gel û civakan li ser piyan dihêle û hêzê didê, hêvî û
xeyalên pêşerojê ne. Dema gelekî ev winda kirin, vîn jî di nav de her tiştê xwe
winda dike.
Êdî gelê kurd jî
hatibû qonexeke wisa ku, yan dê hemû qeyd û bendên tirsê û siha komkujiyan ji
ser xwe rabikira, derketineke dîrokî bikira û bi rûmeta xwe jiyan bikira, yan
jî wê di nava rûpelên dîrokê yên tozgirtî û hilweryayî de bihata jibîrakirin û
winda biba. Di demke wiha de, bi pêşengiya Rêber APO şoreşa têkoşînê ya vejîna
gelê kurd di bin wan gorên betonkiri de, weke volkaneke hêvî û xeyalên ku bi
hezaran salane dikelin, teqya û hemû duwar û çiyayên betonê yên ku li ser
giyan(ruh), dil û mejiyê gelê kurd hatîn avakirin bi ser hev de helandin û hemû
hesabên çewt û bêbingeh serûbinî kirin. Rêber APO, di vê mijarê de, di derbarê
têkoşîna xwe ya nasnameya bîrdozî de, (ku ziman û çand e) wiha dibêje:
“Xwenehelandin jî xaleke girînge. Min xwe ne da helandin. Ma hûn dizanin şerê
min ê yekemîn çi bû? Min ji zaroktiya xwe ve helandin da rawestandin. Ez bûm
karmendekî mezin jî, min zanîngeh jî qedand, lê ji bo ku ez xwe nedim helandin
min li xwe negirt ku ez jî jiyaneke wek jiyana serdest bijîm. Belê, em dizanin
ku Rêber APO gava têkoşîna xwe ya yekemîn bi hestên ku ji straneke kurdî ya
bilbilê Rojhilata Navîn Aramê Tîkran destpê kir. Êdî her gaveke Rêber APO bû
straneke kurdî û di dil û mejiyê her kurdekî de deng veda û hê jî vedide. Her
ku çû ev stran bû dengê dilê milyonan kurdên ku bi xeyalên rojên azad dijîn. Vê
stranê, di asta herî jor û herî biwate de bersiva xwe bi rêxistinîbûnyeke
bêhempa di nava dil, hest û mejiyê her jineke kurd a azadîxwaz de girt.
Bi kurtasî,
derketina PKK’ê ya ku di bin pêşengiya Rêber APO de, bû çareseriya hemû alozî û
girêkên kor ên ku di dîroka civaka kurd de hatîn pê û honandin. Ya herî girîng
jî qeyd û kelepçeyên ku li ser zimanê kurdan hatîn xistin şikandin. Rêber APO
vê rastiyê wiha rave dike: “Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li
mejiyê wî, li dilê wî jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin
Bi têkoşîna PKK’ê
re ev qeyd û bend hatin şikandin. Li Kurdîstanê şoreşa xwedîlêderketina çand û
zimanê xwe çêbû. Êdî kurdîtî, ne babeta pê ji xwe şerimkirin û ji xwe revînê
ye, berevajî vê yekê babeta serfirazî û serbilindiyê ye. Stranên azadiyê her roj
li kolanên bajar û gundên Kurdistanê olan didan. Li hemberî vê rewşê, gelek
pîrejin û pîremêrên ku li ber mirinê bûn wiha di gotin: “Me ev roj jî dîtin!
Êdî em dikarîn bidilxweş û şadiyeke mezin ve biçin ser dilovaniya xwe. Ev rastîyek e û rastiya şoreşa li ser şoreşê,
şoreşa di nava şoreşê de hatiye çêkirin û hîna jî tê çêkirin e.
Lê, ji ber ku me
ev şoreş wenegerand sazîbûyîneke akademîk ku xebatên ziman ji aliyê wêjeyî,
honerî, zanyarî, perwerdehî, çandî û ji hemû hêlên jiyanî ve brêxistin nekir,
em dereng man. Sedemek vê yekê jî hinek nêzîkatiyên teng ên wekî “emê têkoşîn
bikin, ziman jî wê bi demê re pêşbikeve. Ev yek heta demekê rast bû lewra ji
bo vê yekê xwegihandina sazîbûyîn û amadekirina gel pêwist bû. Lê ji mêj ve ye
ku em gihiştîne vê yekê û me ev yek derbazkiriye jî. israra bêwate ya di vê
têgihîştinê de, destê dagirker, mêtinger, bişavker û neyarên kurdan yên tirk,
ereb û faris hêj bihêz dike û dibe sedem ku ji berê zêdetir di ramyariyên xwe
yên bişaftinê de israr bikin. Dibe sedem ku heta îro jî gotineke kurdî,
straneke kurdî, diruşmeyek kurdî bibe sedem ku her roj li kolanan kurd lêdan
bixwin, bên girtin û bêne kuştin. Hîna jî ereb zimanê kurdî wekî zimanekî qirêj
bi nav dikin. Tirk, êdî her ku diçe zêdetir zêdegavîyan dikin û kurdî li
zarokên kurdan yên ku hîna diçin seretayiyê qedexe dikin. Fars, bi dardekirina
kurdan tenê qeyd û bendan li stûyê wan naxin û naxeniqînin her wisa vîn û
zimanê wan jî bi dar ve dikin û dixeniqînin. Dagirkerên biyanî, zimanê xwe wekî
zimanê şaristaniya pêşketî li ser me kurdan ferz dikin û didin pejirandin. Vê
heta derekê encam girtiye û hêvîyeke pir mezin jî dide neyar û dewletên
dagirker. Heke hîna jî pergalên desthiladar di ramyariyên xwe yên înkar û
tunekirinê de ewqas bi biryar in, ewqas bi ser me de tên û her cureyê
bêrûmetiyê jî ji me re rewa dibînin, ji vê hêviya wan a mezin tê. Raste, di
hêla leşkerî û ramyarî de li hember neyaran me têkoşîneke bêhempa da û hîna jî
em didin. Di van hêlan de me hêvîyên wan ên serkeftinê jî bi awayekî pir xurt
şikandin lê mixabin, di hêla çand û ziman de em wekî gel û tevger hîna jî li
gorî dil, daxwaz û hêvîyên wan dimeşîn û tevdigerîn. Di kar û jiyana rojane de
em bûne paleyê wan û ji wan bêtir çand û zimanê wan bikartînîn. Her roj em
hinek peyv û gotinên xwe yên din dikujîn û yên wan datînîn cihê wan. Metirsî û xeternakiya herê mezin jî di vir de
ye. Lewre, ji vê yekê re xwebişavtin(oto asimilasyon), anku xwekujî, xwekujiya
çand, ziman û nasnameyî tê gotin. Di vê
mijarê de saziyên devletê yên li Kurdistanê her roj ankêtan çêdikin û
îstatîstîkên di derbarê mijara xwebişavtina kurdan de digrin dest û
dinîrxînin. Êdî bi awayekî vekirî
dibêjin ‘em pêwîst nabînin ku bi taybet li ser heremên weke Sêrt, Batman,
Mêrdîn, Amed, wan û xeta Bakûr Rojavayê Kurdistanê rawestin. Ji xwe zimanê
kurdî li van herêman radibe.’ Heta tê gotin ku zimanê kurdî li van herêman wekî
zimanê duyemîn jî baş nayê bikaranîn.
Belê, heke ev
qadên me ên herî zêde germahiya têkoşîn û serhildanê lê heye wisa bin gelo
cihên din niha çawan in? Ji ber vê rastiyê dijmin ev encam derxistiye çendî
kurdan ji ber zimanê wan tewanbar bike û wan bikuje jî kurd wê ji vê encameke
erênî dernexin. Wê ji bikaranîna zimanê dijminê xwe nerevin û xwe paş ve
nekêşin. Ev encam rastiyekê jî vedibêje. Ji xwe wisa neba dijmin jî ewqas biser
gelê me de nedihat. Di rastiyê de diviyabû ne wisa ba. diviyabû piştî her
rahejandin û hincandinekê kurd hinek din veciniqîban, bi ser xwe ve bihatan û
hinek din geş û xurtir li çand û zimanê xwe xwedî derketibana. Hemû mal û kolan
kiribana dibistanên perwerdeya çand û zimanê kurdî. Heta wekî helwest bi tu
şêwazî bi zimanê tirkî, erebî, farisî, ango bi zimanê biyanî yên hêzên
desthiladar nehatiba axaftin. Lê mixabin, em helwesteke bi vî awayî xurt
nabînîn û ya heyî jî gelek kême û dijmin natirsîne. Em dest ji tirsandinê
berdîn, dibe sedema pêkenîna wan. Lewre jî çi pîte bi me nakin. Ev rewş û rastiya gelê me ye. Lê mixabin, di
vê mijarê de rewşa me gelek ji ya gelê me ne çêtir e.
Li vir, divê em ji
bîr nekin ku gel li pêşengên xwe dinêre û li gorî wan tevdigere. Anku baş-xirab
gel bi piranî pêşengên xwe dişopîne. Vêca niha jî em vegerin ser rastiya xwe.
Em rêber APO û bi giştî jî bandora PKK’ê ya li ser xwedîderketina li ziman û
nasnameya xwe deynin alîyekî, lewre ji roja destpêkê û heta îro Rêber APO û
PKK’ê bi têkoşînek bêhempa û rûmetwer pêşî li lehîya bişavtinê girt û duwarên
ramyariyên mendelkirin(înkarkirin) û tunekirinê bi ser hev de hilweşandin.
Rêber APO wekî afirînerê hemû nirxên kurdewarî derket û her ku diçe jî nîrxên
nû li ser van nîrxan zêde dike.
Lê mixabin, digel
vê yekê jî em wekî siyasetmedar, welatparêz û pêşengên vê têkoşînê nikarin
bibêjin ku me bi tevayî xwe ji bin bandora bişavtinê rizgar kirî ye. Erê wekî
nêzîkatî raste, bêguman em bêyî ku dudiliyekê jiyan bikin ji bo vî gelî, ji bo
vê axa pîroz, têkoşînek bêhempa didin. Me bi hezaran şehîd dan û em hîna jî
didin. Em her roj singa xwe didin ber top, tang û guleyên dijmin û bi hestên
tolhildanê dijîn. Lê mixabin, em bi hezkirin bi zimanê dijminên xwe, ew zimanê
ku di her qadê de, bi her awayî hebûna me ya çandî, zimanî, gelî û neteweyî
tune dike û tune dihesibîne daxifin. Ramyariya(siyaseta) xwe pê dikin,
gotûbêjên xwe yên bîrdozî pê didin meşandin û weke zimanê jiyanê yê yekemîn
bikartînîn. Pir kes ji siyasetmedar, welatparêz û pêşengên têkoşînê hîna jî vê
yekê tu carî wekî kêmasiyeke şoreşgerî û welatparêzî jî nabînin. Dema ku em vê
dibêjin, em ne dijberî zimanên gelê cîran û netewên dî ne. Wê tu carî hebûna
zimanê gelên din, di nava me de nebe pirsgirêk. Lê divê pêşiyê em zimanê xwe ji
bin bandor û çewisandina bişavtin(helandin), sexirandin(azarlama), biçûkdîtin û
tengkirinê rizgar bikin. Û xwe jî ji derûniya ku em bi zimanekî biyanî hîna
zêdetir pêşketî û zanatir dibin, dûr bixin. Bêguman gelek heval, dostên tirk û
ji gelên din jî di nava hemû xebatên me yên qadên cur be cur ên PKK’ê de hene û
ji me zêdetir têkoşîna kurdî didin. Ew jî bi zimanê xwe yê dayîkê daxifin. Ev
dewlemendiya felsefe û bîrdoziya têkoşîna gelê kurd a ku di bin pêşengiya Rêber
APO de tê dayîn e. Ji xwe kurdistan mozayîka hemû çand û zimanên Rojhilata
Navîn e. Gelê kurd jî di mijara dostanî, rûmetdayîn û nîrxdayîna çand, ziman,
gel û netewên din yên ciran û bi hev re dijîn de, ne tenê ji Rojhilata Navîn,
ji hemû dinya û gerdûnê re mînakeke herî baş e. Niha ya herî girîng nêzikatiya
me ya ji zimanê me re ye. Hinek heval û dastên me di dibêjin ‘ez dixwazim lê
nizanim’biaxifim. Bêguman daxwaza gelek heval, dost, siyasetmedarên me heye. Lê
tenê bi daxwazê nabe. Beriya her tiştî divê em feraseta xwe sererast bikin.
Kengî me xwe ji derûniya(psikolojiya) zimanê xwe piçûkdîtinê, anku ji vê
felsefeya bêbingeh a ku dibê: “Zimanê kurdî ne zimanê felsefê, nezimanê
ramyariyê û ne zimanê perwerdehiyê ye rizgar kir. Wê Demê emê bikaribin bi
zimanê xwe ramyariyeke herî bi bandor, felsefeyeke herî jiyanewer, wêjekariyeke
herî xweşik, nivîskariyeke herî rasteqîn bikin û jiyaneke herî bi rûmet û azad
bijîn û bi vê yekê jî serbilind û serfiraz bin.
Lê mixabin, hîna
me ev pirsgirêka xwe rast danehûrîndiye (çözümleme nekiriye). Hîna beşekî ne
kêm ji heval, siyasetmedar, ciwan û welatparêzên me li hemû qadên me yên
têkoşînê, bêzanebûn û bêhemdî xwe jî be, xwedî nêzîkatiyeke ku rojane di suxre
û xizmeta ramyariyên(siyasetên) bişaftinê de ne. Dibe ku mirovên me bibêjin ev
nirxandineke gelekî pirole(abartili) û hişke, ango giran e. Lê belê ne wisaye.
Divê em bawer bikin ku hîna jî gelek welatparêz, ciwan, siyasetmedar û pêşengên
vê têkoşînê yên ku di çeper û eniya herî pêş de li beramberî dijminê hov
berdelên herî giran dane, xwedî ferasetek bi vî awayî ne. Mirovên me yên ku
mijara gotinê ne bawer dikin ku axaftina herî xweş, a bîrdozî, ramyarî û wêjeyî
bi zimanê bîyanî (tirkî, erebî, farisî) tê kirin. Ji ber vê sedemê dibêjin: “ku
em bi zimanê xwe yê dayîkê baxivin, wê axaftin û nirxandinên me bê bandor bin.
Emê nekaribin ramyarî û axaftinên xwe xweş û xweşik bikin. Ev, xwe xapandinek
mezin e. Ev nêzîkatî, ramyariya(siyaseta) dijmin a ku dibêje: “Nabe ku zimanê
kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê lewre, zimanekî herêmiye û nikare bibe
zimanê wêjeyî, ramyarî û dîplomasyê , rast derdixîne. Ev bi serê xwe
pirsgirêkek me ya bîrdoziye û divê em bi nêrîneke bîrdozî lê binêrîn û li ser
bisekinîn. Em jibîrnekin li vir vê mînakê dîsa bînin bîra gelê xwe di dema
serokomariya Silêman Demiral de bû Silêman Demiral goti bû: Em hemû peyvên
kurdî gombikin 200-250 peyv dernakev in li Beranberî vê gotina bê hurmet
kalemêrekî me yê 75 yê Şirnexî bersiva wî da û wiha da got: em tenê navê hespê
kurdistanê kombikin wê ji 350 derbasbike. Ez bawerim ku bersva herî di cî de û
bi wate wî welatparêzê bi rûmet dayê. Li vir zêdetirîn pêwîstî bi dirêj kirinê
nakê.
Bi vê ferasetê ve
girêdayî heta niha jî gelek mirovên me,
li hemberî hişyariyên ku di derbarê parastina çand û ziman de ji hêla hinek kes
an jî hinek hevalan ve têne kirin bêyî ku jêre rêz bigrin, hema yekser û
rasterast dibêjin ‘netewperest’ e, ‘nijadperest (milliyetçi)’ e. Ev tê wateya
ku hîna me cewherê têkoşîna xwe rast fêm nekiriye. Di vê mijarê de Rêber APO
wiha dibêje: “Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê
zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya
jiyana min dimîne? Hewceyî şirovekirina vê gotinê nake lewre girêdana di
navbera çand, ziman û jiyanê de herî baş ev gotin vedibêje. Heke kurdek an jî
pêşengekî vî gelî di çarçoveya bîrdozî de wekî rêgez(ilke) ji çand û zimanê xwe
hezneke û pêş nexîne, wê demê di têgîna wî ya bîrdozî de kêmasiyek heye. Werin
em binêhêrin hîna jî tirk dibêjin: “ji ber ku netewbûna me ya tirkîtiyê temam
nebûye, em nikarin mafê hindikahî û kêmneteweyan binasin. Li vir dixwazin vê
bibêjin ‘hîna me ew bi temamî nehelandine. Divê em wan baş bibişêvîn û
bihelînin.’ Lewre jî, li ser ramyariyên xwe yên bişaftinê bi israr in.
Netewperestî û nijadperestî ev e. Anku bi hemû cure, rê û rêbazan biçûkxistin,
bişavtin, mendelkirin(inkarkirin) û di encamê de tunekirin e. Xwe, çand û zimanê xwe di ser çand û zimanên din
re dîtin e. Ji ziman û çanda xwe hezkirin û parastin ne eteweperestî û
nîjadperstî ye. Berevajiyê vê yekê rêgezeke bîrdozî, peywireke mirovî, dîrokî û
kurdewari ye.
Di vê mijarê de
pêwîste ku em bibin xwedî nêzîkatiyeke bîrdozî. Heta niha jî di nava me de bi
têgîneke bi awayê ku ‘nabe ku em ziman wekî nasnameya neteweyî ji rêgezên
bîrdozî û felsefî qut bigrin dest’, pêşneketî ye. Em nabêjin ku ev feraset û
têgîneke gişti ye, lê di nava me de ên ku xwedî ferasetek wihane jî ne kêm in.
Ev yek, ji ne axaftina bi zimanê dayîka xwe bigre heta baldariya li beramberî çand,
ziman, mûzîk û TV’ yên netewên din jî, xwe nîşan dide. Hê jî em tênegihîştîne
ku ka ew gotin, nav, nîrx û nîgarên(motîfên) kurdî û kurdewarî
bi çi armancê di nava wan rêzefîlm(dizi), film, stran û qilîbên xwe de
bikartînin? Em hê jî tênegihiştîne ku bi vê yekê, di bin navê “pêşîlêvekirinê
de mejiyê me ditewizînin, bi nîrxên me yên herê bi wate û dirokî dilîzin, biçûk
dixin û li ber dilê me sar dikin. Bi vê yekê jî, me radest digirin û di nava vê
çanda xwe ya qirêj û gemar de dibişêvin û ji çand û zimanê me dûr dixin. Wê
yekê jî wekî gelaleya(modela) jiyana civakeke herî azad û mengî(ideal) nişanî me didin. Mixabin, ev rastiyeke me ye
û divê em demek berî demekê xwe ji vê rastiyê
dur bixin.!
Me behsa derûniya
ziman û çanda xwebişavtinê(xwehelandinê) kir. Ya rastî gelek tiştên ku mirov
nikare wateyê bidê û bi sergiranî şîrove bike derdikevin. Bi taybet di van
salên dawî de di civaka me de ferasetên pir çewt pêşketine. Heta zimanê tirkî
di jiyana me de ewqas bihêz û serwer e bûye. Zimanê tirkî, çanda tirkî bi
awayekî popûler xwe di nava gelê me de dide jiyan kirin. Êdî wisa lê hatiye ku gelek pêşng û
xebatkarên me di nava gelê me yên ku qet bi tirkî nizanin û em hemû jî dizanin
ku ev gel bi zimanekî din baş nizane, divê em xwe fêrî zimanê gel bikin ku em
bikaribin gel qezenç bikin. Lê bala pêşngên
me yên ku di nava vî gelî de dixebitin jî li ser tirkî ye û hema bêje jiyan,
guftûgo, hevpeyvîn û têkîliyên jiyanî hemû bi zimanê tirkî ne. Ev bi serê xwe
qutbûnekê di navbera gel û hevalên pêşeng û xebatkaran de çêdike. Ev mînakek e,
lê mixabin li kurdistanê bi sedan mînakên wisa tên jiyankirin. Siyasetmedar û
pêşangên me diçin pêşiya gelê me yê ku nizanin gotinekê bi tirkî baxivin, bi
saetan li pêşiya wan bi tirkî daxivin. Gelo ew gel çi ji wan fêm dike? Ev
mijareke lêhûrbûnê ye. Divê êdî em vê rastiya xwe bibîn û li xwe bizivirîn, da
ku ji ciwan û gelê xwe re nebîn mînakên şaş.
Bi van rastiyên ku
heta niha me nirxandin ve girêdayî! Em di pêvajoyeke ku 37 salên herî dijwar ên
têkoşîna azadiya gelê kurd li pey xwe dihêlin de ne. Lê em vegerin li kiryara
(pratîka) xwe ya ew çend domdirêj binêrin ka çend nivîsakarên kurd bi zimanê
xwe wêje pêşxistin û zimanê kurdî ji lewaziyê rizgar kirine. Na berovajî vê
rastiyê zimanê neteweyên din pêşdixin. Ev bi serê xwe rastiya kurdewariya nîvî
tenê bi gotinê radixe ber çavan. Ev tenê
ne kêmasiyeke welatparêzî û xwe naskirinê ye. Di heman demê de kêmasiyeke herî
bîrdozî û kurdewariye jî. Dibe ku gel û welatparêzên me bêjin ji bo vê derfetên
me nîn in. Lê em di vê baweriyê de ne ku ger em bi nêzîkatiyek bîrdozî lê
temaşe bikin û bixin rojeva xwe emê derfetên vê jî pir baş bafirînin. Heke heta
niha di qada me ya herî zêde têkoşîna bîrdozî dide meşandin de, di qada
çapemeniyê de li gorî ku tê xwestin beşa kurdî weke beşeke bingehîn û yekemîn
nehatibe bi rêxistinkirin ev pirsgirêkeke herî bingehîne. Di heman demê de
pirsgirêkeke me ya xwe rast bi rêxistinî ye jî.
Em dibêjin bila
gelê me li çand û zimanê xwe xwedî derkeve û bila nebe amûrê ramyariyên
bişaftinê. Lê ji bo ku gelê me nekeve rewşeke wiha em nabêjin ka divê em çi
bikin, wekî pêşengên vî gelî em ê berî her tiştî çawa hemû xîtaba xwe ya ji gel
bi taybet jî, li hemû qadan didin bikin
kurdî? Ji bo afirandin û çapkirina belge û berhemên bi kurdî çi pêwîste, divê
çi bê kirin? Em ê çawa hemû danûstandina jiyana xwe ango reng û zimanê hafizaya
civaka xwe bi hestên kurdewarî zindî bikin û ji bo wê çi pêwîste? Ji bo ev
çêbibe divê jiyana me vegere ser kurdî û em zimanê xwe yê dayikê bi vê yekê re
rûmetdar bikin. Her roj pêşengên qada ya legak ji bo gel bangewaziyên
têkoşînbilindkirin û xurtkirinê dikin. Lê ji derveyî çend hevalan kesekî/ê bal
nakêşa ser pirsgirêka ziman. Di rastî de diviyabû ku di her bangewaziyê de
cihek an jî çend xulek(deqîqe) ji bo vê mijarê hatibûna cudakirin. Ji ber ku ev
pirsgirêkeke me ya nasnameya çandî û neteweyî ye. Mijara hebûn û tunebûna
neteweyî ye. Lewre jî, ne tenê karê saziyekê bitenê ye. Nav li sere, zimanê
dayikê! Ango zimanê rûmet û pîrozweriyî. Ji ber vê yekê jî qada ziman, qada
têkoşîna hemû rêxistin, teger û saziyên me ye. Bi taybetî jî divê jin û ciwan
bibin pêşengên têkoşîna vê rûmet û pîrozweriyê.
Lewre, di heman wextî de pêşeroja
vê civakê jî bi têkoşîna ciwanên kurd wê di her war û qadên jiyanê de wê
bigihêje serkeftin û serfiraziyê. Dîsa dema ku em li rastiya dîroka jinê û
dîroka ziman dinihêrin, em dibînin ku hevşibîneke bê hempa heye. Dîrok û
cewherê jinê jî bi hezaran salane ku tê dagirkirin. Ziman, çand û hebûna zimanê
kurdî jî bi heman kirinan re rûbirû ma ye. Em jibîr nekin ku ev zimanê herî
kevnar yê vê axa pîroz ku îro tê qedexekirin û qetilkirin yek ji çalakî û
dîtinên jinê yên yekemîne. Ev bi hest, ked û xwîdana hezaran heta milyonan
salan hatiye afirandin û bi destxistin. Dîsa li Kurdistanê heta roja me ya îro
jî parêzvan û mamosteyên zimanê kurdî dayîk û jinên kurd bûn. Ev ziman û
çalakiya xwe ya yekemîn wekî nirxên civaka komînal, wekhev û kolektîf parastin
û hîna jî diparêzin. Ev têkoşîna herî bi rûmet e. Ev têkoşîna dayîkên me ye. Lê
belê wekî hêza pêşeng a jinên kurd tevgera jinê jî di hêla xwedîderketina ziman
û pêşxistinê wî de kêmasiyeke mezin jiyan dike. Heta ji bo hemû qadên me yên
têkoşînê rexneyên herî zêde li ser avanî û rêxistinên me yên jin hene. Em di vê
baweriyê de ne ku hemû tevgrên me yên jin ên di qada civakî ramiyarî de ne dê
di demeke herî kurt de vê kêmasiyê derbas bike û valetiya heyî dagire.
Ciwanên
welatparêz jî di vê mijarê de xwedî peywireke pir girîng in. Di vê sala dawî de
di astekê de mijar xistin rojeva xwe, heta ciwanan bi diruşma em hêza parastina
ziman in, dest bi kampanyayekê jî kirin. Lê li gorî vê yekê liv û lebat lewaz
man. Li vir divê em jibîra nekin ku îro, pergal ramyariyên xwe yên bişaftin û
helandinê ên herî dorfireh û piralî li ser ciwanan didin meşandin. Ji bo ku ev
ramyarî û bendewariyên dijmin bên şkandin pêwîstî bi têkoşîneke piralî heye.
Divê ciwanên kurd ziman, ku rûmet û nasnameya me ya neteweyî, wekî bingehê
rêgezên bîrdozî û felsefîk bigrin dest û ji bo azadiya rûmet û nasnameya xwe,
ku serbestî û serkeftina ziman e, têkoşîna xwe xurt bikin, peywir û pêşengiya
xwe ya dîrokî bi cih bînin. Bi vê boneyê em rêhevalê rojê haval Ebumuslim Doxan
jî bi hurmet bi bîr tînin û ji malbata wî re jî sersaxî û sebrê dixawazin.
Rêheval Muslim Doxan di nameya xwe de gotibû ku wî gelekî xwestiye nameya xwe
bi zimanê xwe zimanê kurdî binivîse lê nekariye. Divê ji bo bîranîna rêheval
Muslim Doxan hemû ciwan, zarok û tevahî kurdê bi rûmet fêrbibin da ku bi zimanê
xwe bi axifin, bi zimanê xwe bi nivîsînin. ji ber ku ev wesiyeta rêhevalê ciwan
bû. Ciwanên me yên welatparêz jî vê wesyeta rê heval Muslim Doxan bi cih bînin
rê li ber polîtîkayên pişaftin û xwe pişaftinê bigirin.
Di parastin û
pêşvebirina zimanê dayîkê de yek ji navendên me yên herî bingehîn jî, navenda çandê
û xebatên me yên çandî ne. Bêguman di dîroka hemû gelan de, zindîgirtin,
pêşxistin û parastina nirxên dîrokî û ziman rista çand û hûnerê bênîqaş e.
Yekane riya zindîgirtina hafizeya civakî jî, bi afrandin, nûvekirin,
lêzêdekirin û zindîgirtina şano, sînema, helbest, stran, wêje û awazên kurdî
ne. Ji destpêka têkoşîna azadîyê û heta niha têkoşîna çandî risteke girîng
diguherîn û pêşxistinên civakî de lîst. Lê belê heta roja me ya îro jî di hêla
pêşxistina şano, sînema û wêjeya kurdî de kêmasiyeke gelekî mezin tê
jiyankirin. Ev jî dihêle ku baldariya gelê me biçe ser çanda dagirker û
desthilatdaran, ku bi armanca bişaftin û ji nîrxên xwe dûrxistinê pêşkêşî gelê
me dikin.
Ji ber ku zimanê
neteweya kurd hatiye qedexekirin, çanda wî jî lewaz bû ye. Tu çand bê ziman, tu
ziman jî bê çalakiya çandî nayê hizirîn. Pêşketina çanda civakî bi asta
pêşketina têgînê bi hevre dimeşin. Civakeke xwedî çanda jiyana wekhev, azad û
kolektîf jî encax bi pêşxistina zimanê rastiyê gengaz e. Em têkoşîneke mafdar û
watedar ya bê hempa didin. Gelê me di nava vê têkoşînê de êşên pir mezin
dikişîne. Êşa ji warên xwe, ji welatê xwe, ji axa xwe û ji hebûna xwe ya herî
pîroz ango ji zarokên xwe dibin, dikêşînin. Ji bo ku bi zimanê xwe daxifin her
roj tên kuştin. Ma gelo em şanoya vê, sînama vê, wêjeya vê û strana vê çênekin
emê çi çêbikin? Ev birînên civakî encax dikare bi çand û hûnerê bên pêçan.
Tê dîtin ku di nava
pêvajoya dîroka domdirêj de tu carî gel bi zimanê biyaniyan ango desthiladaran
naxivîne. Lê desthiladar û tebeqeyên jor ên civakan (bi taybet jî yên kurdan)
herdem çand û zimanê dijmin û serdestên xwe wekî çand û zimanê şaristanî,
serbilindî û rûmetê bikaranîne û bi vê yekê jî di nava destên dagirkeran de
bûne amûrekî bişaftina çand û zimanê xwe yê kurdî. Ev, di heman demê de bi xwe
re komkujiyeke çandî jî tîne. Vêca ji bo ku em bikaribîn ciwanên xwe, civaka
xwe û gelê xwe ji vê xefka ramyariyên bişaftin û tunekirinê ya dijmin rizgar
bikîn pêwîstî bi bersiv û têkoşîneke çandî ya xurt heye.
Bi van hemûyan
ve girêdayî, yek jî em dixwazin vê bêjin. Her gotineke ku bi pênûsa gêrîlayê
azadîyê ve li van çiyan tê nivîsîn pir watedar e û xwedî hestên dîrokî ye. Her
nivîsek, çîrokek, û helbesteke gerîlla wê bibe bingehê dîroka vê têkoşîna
lehenganî. Ji ber van sedeman hemû heval, nivîskar û welatparêzên kurd van
kevirên bingehîn ên vê dîroka rûmetê bi kurdî bineqşênin. Bila wêjeya kurdî bi
pênûsên gel û gêrîlayên ve dewlemend bibe û hemdem bibe. Em dixwazin ku
xweşikbûn û wateya têkoşîna gel û gêrîla bi xweşikbûna zimanê kurdî re bibin
yek. Wekî hemû qadên têkoşînê di qada pêşvebirina ziman, wêje û nivîskariya
zimanê kurdî de jî pêşengî dikeve ser milê welatparê, ciwan û gêrîalayan. Ev
berpirsyariyeke me ya kurdewarî nasnameyî, neteweyî, dîrokî, vijdanî û jiyan
ye. Em di vê baweriyê de ne ku hemû kurdên xwedî rûmet, wekî her
berpirsyariyekê de dê vê berpirsyariya xwe jî bi awayekî herê baş bîne cih û
bibe zimanê vê rastiyê.
Heval, dost
û welatparêzên bi rûmet
Li gel hemû
kêmasiyên xwe jî em dîrokeke ber bi wendabûnê ji nû ve dinivîsînin û emê ji bîr
nekin ku ev rûmeta mezin nabe para herkesî. Nivîsîna vê dîrokê ya ku em bi hest
û ramanê kurdewariya resen û hemdem dinivîsîn wê têkoşîna azadiya gelê me
bêmirin bike. Em di vê baweriyê de ne ku serkeftinên me yên di vê derbarê de
her roj zêdetir bibin. Em ji bi hestên serkeftineke bêhempa di hemû jiyan, kar
û xebatên her kurdekî rumetdardar di têkoşîna jiyana azad de serkeftin,
serfirazî û serbilindiyê dixwazin.
Batufa Çekdar
Navenda
Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.org
– www.lekolin.net – www.lekolin.info