30 Temmuz 2018 Pazartesi Saat 08:21
Dewleta Tirk senaryoyeke nû ji bo Idlib ava
dike. Erdogan şerekî li dijî çeteyên OSO yên di Idlibê de bi cih bûne
radighîne. Çeteyên ku di Idlib de jî bi cih bûne bi vê biryarê re û bi
perspektîfeke ji Erdogan hatiye navên fesîleyên xwe diguherînin.
Li gor agahiyan piştî hevdîtina Pûtîn û Trump ku
beşek ji lihevkirina wan li ser Idlibê bû, rejîma Sûriyê biryara operasyona
Idlibê da, dewleta Tirk metirsiyeke
mezin li ser berjewendiyên xwe di Sûriyê de jiyan dike. Hat destnîşankirin ku hewil
dide bi her rêbazî vê êrîşê bide sekinandin û di heman demê de dixweze xwe li
pêşiya Amêrîka weke ku ew jî dij terorê şer dike nîşan bide.
Erdogan li Idlibê li dijî çeteyên bi navê
Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) yên ku weke dest û lingê Erdogan tên
pênasekirin, bi alîkariya Artêşa Sûriya Azad (OSO) wan tasfiye bike.
HTŞ DIBE CEYŞ EL-FETİH
Hat gotin ku li ser vê biryara dewleta Tirk,
hemû fesîleyên li Idlibê hem nave xwe hem jî di bin navekê sîwan de tên
komkirin. Hat îdeakirin ku wê hemû komên li Idlibê ku komên di bin bane Heyat
Tahrîr El Şam de hatibûn komkirin, wê ji niha û şûnde di bin nave Ceyiş El
Fetîh de bicivin. Hat bibîrxistin ku navê El-Fetîh di sala 2015’an de Partiya
Turkmenîstanên Îslamî ya li gundewarên Idlibê, Latiqiyê û Hema de tevdigerin,
weke yedek hatibû avakirin. Ceyiş El Fetîh Cebhet Tehrîr Sûriye ya ku komên
Tevgera Nureddîn Zenkî û Ehrar El Şam di nava xwe de digire, her wiha Heyat
Tahrîr El-Şam ku Cebhet El Nusra û hemû komên di Idlibê de di nava xwe de
dihewand, cih bigirin.
Hat ragihandin ku piştî biryara Rusya û rejîma
Sûriyê ya operasyona ser Idlibê hate dayîn, dewleta Tirk ji bo parastina van
komên ku rasterast bi MÎT’ê ve girêdayîne serî li riyekê wisa dide.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html