21 Eylül 2017 Perşembe Saat 11:43
Bajarê Dêra Zorê yek ji bajarê herî stratejîk û mezin li ser çemê Firatê ye,
her wiha bajarê tu welatên Ereb yên cîran Sûrî û İraq’ê bi hedvu dide girêdan û
di nava gelê herêmê de nav li bajarê Dêra Zorê tê kirin ku Dergeha Ber bi
Rojhilat ye. Dîsan, Dêra Zorê xwedî girîngiyek ku girêdana navbêra bajar û
bajarokê Bakur, Başûrê û Rojava bi hevdu dide girêdan. Bajarê Dêra Zorê di warê
şaristaniyê ve xwedî dîroka dirêj e ku para xwe ji şaristaniya Mezopotamya
girtiye. Bajarê Dêra Zorê di serdemên cûda yên dîrokê de malovaniya Kurdan jî
kiriye, bi taybet di serdema Selaheddîn Eyubî de Kurdan navenda Dêra Zorê cihê
herî bi ewle ji bo xwe hilbijartin ji bo derbasbûna wan ya Başûrê Kurdistanê û
İraqê.
Şer û qewmînên li bajarê Dêra Zorê dide nîşan kirin ku
aloziya Sûrî ji qonaxeke herêmî derbasî qonaxeke navnetewî bûye. Ango
pirsgirêka Sûrî û çareseriya wê asta Sûrî derbas kiriye. Emerîka, Rusiya, İran, Sûrî û Kurd li ser
Dêra Zorê pêşbaziyê de ne. Ji aliyekî hêzên hevpeyman û QSD di çarçoveya
kontrolkirina Bakur û Rojhilatê çemê Firatê û beşek ji bajar biger û ji aliyê
dîve jî Sûrî, Îran û Rusiya dixwazin başûrê çemê Firat û navenda bajêr kontrol
bike. Her çendî hemû hêz di bin siwana du cemseyan de tên tasnîfkirin jî, lê
her aliyek ji van hêzan xwedî pirojeyeke cuda ye. Emerîka ji bo projeya xwe ya
bi navê Rojhilata Navîn a Mezin bibe serî pêwîst e di herêmê de xwe bi cih bike
û mutefîkên nû avabike. Her wiha, Emerîka dixwazin di Sûrî de xeletî û şaştiyên
di sala 2003’an de li İraqê kirine li Sûrî û Dêra Zorê bi taybet dubare neke.
Rus ji bo ku xwîna windakirî di serdema şerê sar de, careke din vegerîne. Ji
ber vê yekê li Sûrî kete nava liv û tevgereke ku beriya wê nehatiye dîtin. Li
Lazqiyê piştî bicihkirina sîstema parastinê ya S400 ya fûzeyan, peymaneke bi 49
salan ji bo navenda leşkerî ya Himêmîm mor kir. Daxwaza Rusiya ya kontrolkirina
Dêra Zorê, avakirina navendek leşkerî û bicihkirina sîstema parastinê mîna ya
Himêmîm li çûla Sûrî ku navenda wê bajarê Dêra Zorê ye. Bi vê yekê Rus dixwaze
hebûna xwe mayende bike li Sûrî.
Rewşa Îran’ê di girtina bajarê Dêra Zorê de cûda ye ji ya
Emerîka û Rusiya. Rus û Emerîka bi mebesta parastina berjewindiyan xwe mecbûrî
şer dikin li Dêra Zorê, lê Îran ji bo statuya xwe li Rojhilata Navîn biparêze
vê yekê dike. Ji bo Îranê Dêra Zorê xeleka zincîra di navbêra Sûrî, Lubnan û
İraq û Îranê de ye. Bi kontrolkirina Dêra Zorê ji aliyê Îranê ve tê wê wateyê
ku xewna Wîleyetî Feqî ya sedêsalan pêk tê. Ango girtina ji bo Îranê pêk anîna
pirojeya Hîlala Şî’iye.
Adnan Mustafa
Navenda Lêkolînên
Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html