• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Wêrekiya Di Navbera Kongreya Yekem û 12’an De Heman Wêrekî Ye

Dîroka têkoşîna azadiya kurdistanê ya ku di pêşengtiya Rêber Apo û PKKê de destpêkir wek “dîroka ji agir” hat pênasekirin. Sedema vê pênasekirinê çibû? Dema PKK hat damezrandin Kurdistan di nav rewşeke çawa de bû? Ev pirsên girîngin! Eger bersiva van pirsan were dayin wê dîroka 52 salan a têkoşîna azadiya Kurdistan, Rêber Apo û PKK baştir were famkirin

Yayınlayan Lekolin
18 Mayıs 2025
Kategori: Analîz Siyasî, Gotarên, Perspektîfên Azadiyê
246 10
A A
Wêrekiya Di Navbera Kongreya Yekem û 12’an De Heman Wêrekî Ye
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1914-1918) piştî hilweşîna împaratoriya Osmaniyan “komara” Tirkiyê hat avakirin. Li ser xirbeyên Osmaniyan avabûna komara Tirkiyê wek gelek dewletên Rojhilata Navîn di encama rêzepeyman û lihevhatinên di navbera hêzên serdest yên wek Brîtanya, Fransa û hinek jî Rusyayê bû. Dîzaynkirina Rojhilata Navîn bi peymana “Sykes-Pîcot+Sazonov” (1916) destpêkir, bi peymana Lozanê bi encam bû. Piştî Lozanê hinek hevdîtin û peymanên din hatin çekirin lê peymana Lozanê ji aliyê hemû dewletên beşdar ve her tim esas hat girtin.

Peymanên ku di encama şerê cîhana yekemîn de hatin çêkirin rewşa gelê Kurd piştguhkirin. Gelê Kurd ji derveyê pergala ku li Rojhilata Navîn hat avakirin ma. Di avakirina Netew-dewletan de hesabê Kurdan nehat kirin. Hesabek hatibe kirin jî parçebûn û belavbûna Kurdan di navbera Netew-dewletên hatibûn avakirin de bûn. Piştî şerê cîhana yekemîn tunehesibandina neteweya Kurd nerazîbûn di nav Kurdan de ava kir. Kurdên ku di navbera wan de sînorên çêkirî hat xêzkirin bertekên tûnd nîşanî parçekirin û bê statûmayinê dan. Li her parçeyê Kurdistanê serhildan li dijî pergalên Netew-dewletên nû hat kirin. Hema hema li hemû parçeyên Kurdistanê serhildanên Kurdan bi dijwarî hatin perçiqandin, qirkirinên hovane li ser wan hatin kirin.

‘KURDISTANA XEYALÎ DI BIN VÊ QEBRA BETONKIRÎ DE VEŞARTIYE’

Li Rojhilatê Kurdistanê serhidana Simkoyê Şikakî, li Başûrê Kurdistanê Şêx Mahmûdê Berzencî, li Bakûrê Kurdistanê bi dehan serhildan çêbûn; Serhildana Koçgirî, serhildana Şêx Seîd, serhildana Agirî, serhildana Dersîm û hwd. Gelek serhildan û nerazîbûn li dijî pergala parçekirin û bê statu hiştinê hatin kirin. Hemû serhildan têkçûn û gelê Kurd bi qirkirinên hovanê re rû bi rû man. Di encamê de, dewleta Tirk bi çêkirina qebrekî remzî (sembolîk) got “ Kurdistana xeyalî di bin vê qebra betonkirî de veşartiye.” Yanî êdî ne ku tenê Kurd û Kurdistan hat tunekirin, “xeyala wî jî hat kuştin û di bin betonê de li çiyayê Agirî hat veşartin.”

Di avakirin û berdewamkirina dewleta Tirkiyeyê ya ku li ser xirbeya Osmaniyan hatibû avakirin, cîh, nav û hebûna gelê Kurd tunebû. Siyaseta dewleta Tirk li ser gelê Kurd înkar, îmha û tunekirinê bû. Dewleta tirk hemû sazî dezgehên xwe, hebûna xwe li ser tunebûna neteweya Kurd ava kiribû. Tenê yek ziman, yek milet, yek dewlet, yek al, yek ol hebû. Ji derveyi van her hebûnek dema serê xwe rakir pêwîste cîda werin tunekirin. Ji dibistanan heta mizgeftan, ji nexweşxaneyan heta hepisxaneyan, di hemû qadên jiyanê de tenê tirkî dihat axaftin. Yên zimanî tirkî nizanîbûn pêwîste xwe zû fêrî tirkî bikirana. Ji ber ku her kes tirke pêwîst bû zimanên din hemû bihatan terkkirin. Teoriya zimanê tirkî li zanîngehan wek qada zanistî hat bi rêxistinkirin û ji bo Kurdan gotin, “tirkên çiyayî ne!”

TÊGEHA KURD

”Ji ber ku gelê li Başûr û Rojhilatê Tirkiyê li çiyayan jiyan dikin zimanê wan ê tirkî xera bûye û dema li ser berfê meşiyanê, berf di binê lingê wan de şikiyayê û dengê kert-kurt jê berfê derketiye û miletê qedîm yê tirk ji xwe re gotine Kurd”. Yanî têgeha Kurd ji ber berfa li bin linga şikiyayî derketiye. Nexwe qewmekî cûda bi navê Kurd tuneye. “Jixwe di dîroka ku ji bo netewa Tirkiyê hatibû avakirin de navê Kurdan hîç tunebû.” Li gor vî têgihiştinê navê hemû gund, bajar, deşt, çiya, av, rûbar, însan û Kurdistan hat guhertin. Di aliyê zanistî de teorî û argumanên xwe li ser van derewên ku wan avakiribûn dabûn rûniştandin.

‘TU NEFIKIRÎ KURD TUNEYE!’

Ji ber ku di îdeolojî û siyaseta fermî ya dewleta Tirk de tiştekî bi navê Kurd tunebû kê bigota ez kurdim, yan jî li ser navê Kurdbûnê tevbigere pêwîste were girtin, kuştin û penaberkirin. Erdnîgariya Kurdistanê bibû ciyê xwe firehkirina Tirkan û gelê Kurd jî di aliyê hejmarî de li ser tirkan dihat hesibandin. Di destura komara Tirkiyê de li gor madeya 66 wiha dihat gotin; “herkesê ku bi hemwelatîbûnê bi dewleta Tirkiyê ve girêdayi be tirk e.” Pergala netew-dewleta Tirkiyeyê neteweyên din bi taybet hebûna Kurdan qebûl nedikirin. Ji ber ku Kurd di fermiyetê de tinebûn, di teoriyê de jî tinebûn, tinekirin û tinehesibandina wan karekî asayî bû. “Dema tu nefikirî Kurd tineye, pirsgirêka wî hîç tineye.” Ji ber vê siyaset û ji ber vê têgihiştinê qirkirina gelê Kurd rewa hat dîtin. Kiryarên dermirovî li dijî Neteweya Kurd asayi hatin dîtin. Zilm û zordariya ku li dijî netewa Kurd dihatin kirin, wek erkekî ji bo “silametiya dewlet û miletê tirk” dihat dîtin. Ji ber vê jî wijdan nediêşiyan û xwe tawanbar nedidîtin. “Tunekirina Kurdan ji bo esaleta navê Tirkbûyinê pêwîstiyekbû. Wezîrê “Dadê” ya Komara Tirkiyê Mahmûd Esad Bozkurt (di navbera 1924-1930 wezîrtiyê dike) wisa digot: “Tenê tirk xwedî û efendiyê vî welatîne, kesên eslê xwe ne tirk in, li vî welatî tenê erkekî wan heye, mafê xizmetkariyê, mafê koletiyê. Bila dost, dijmin, heta çiya vê rastiyê bizanibin.” Bêgûman ev ji bo neteweya Kurd dihatin gotin.

Piştî çewisandina serhildanên Kurdan siyaseta şidiyayî ya nijatperestiya dewleta tirk wisa lê kir ku êdî her kes ji Kurdbûyinê bireve. Ji ber ku Kurdbûyin bibû belayek mezin li ser serê gelê Kurd. Tişta ku li “Tirkiyê” para kurdan diket, girtin, kuştin, îşkence, penaberî, xizanî û nezanî bû. Kî çiqas ji Kurdbûyinê dûrbikeve ewqas dikare derfetê jiyanê bidest bixe. Rev, ji neteweya xwe şermkirin, ji nasnameya xwe dûrketin, ji hestên netewî qutbûn û di nav nasnameya tirkitiyê de xwe veşartin, ji xwe re cîh çêkirin wisa lê kir ku gelê kurd bi metirsiya tinebûnê re rû bi rû bimîne. Nasnameya netewa kurd wekî berfa li serê çiyan diheliya û ava wî tevlî deryaya tirkbûnê dibû. Gelê qedîm bi lezekî mezin diheliya, serbijêr werbibû, ber vî tinebûnê ve diçû.

Dema herikandina dîrokê gihişt destpêka sala 1970’yî rewşa gelê Kurd li Kurdistan û Tirkiyê wekî mirîşka serjêkirî lê hatibû. Ji bo jiyan bike diperpitî lê tu hêviyekî ku bikaribe jiyan bike nedida. Çi hewldan bihata kirin nikarî bû xwe ji pencên qirkirinê rizgar bike.

Di sala 1968’an de bayê şoreşgeriyê li Tirkiyê jî diherikî. Li Tirkiyê hinek hereketên çep li zanîngehan bi teoriyên Marksîst-Lenînîst li çareseriyan digeriyan, dixwestin di pergala Komarê de guhertinan pêk bînin. Pêşengên şoreşgerên tirk dixwestin li hember netew-dewleta Tirkiyê ya ku bûye amûrê “emperyalîzmê” bi navê sosyalîzmê şoreşê bikin. Lê hewldanên şoreşgerên Tirkiyeyê bi ser neketin û têk çûn.

Di wê demê de hinek ciwanên Kurd yên ku li zanîngehên Tirkiyê, Enqerê dixwînin ji şoreşgerên çepê Tirkiyeyê kesayetên wek Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bandor dibin û dixwazin li pê wan bimeşin. Yek ji wan ciwanan ya ku lêgerîna wî ya şoreşgerî û şoreşê heye Rêber Apo ye.

Rêber Apo dema li zanîngeha Enqerê li beşa zanistên sîyasî dixwîne fikrên çep û şoreşgeriyê nas dike. Di demekî pir kurt de xwe dighîne asta ku bikaribe pêşengî ji grûpên şoreşger re bike. 30’yê Adara 1972’yan dema Mahîr Çayan û neh hevalên xwe ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li Qizildereyê tên şehîdxistin, Rêber Apo ji bo şermezarkirina şehîdxistina şoreşgeran tevlî boykot û çalakiyên li zanîngehê dibe û di 7’ê Nîsana 1972’yan de di wê çalakiyê de tê girtin. Rêber Apo nêzîkî 7 mehan li zindana Enqerê Mamakê girtî dimîne û tê berdan.

Piştî ku Rêber Apo ji zindanê tê berdan dikeve nav lêgerînên cûda. Bi naskirina pêşengên wek Kemal Pîr, Hakî Karer, heval Fuat fikra şoreşgerên Kurdistanê pêş dikeve. Rêber Apo dibêje; dema min bi pistepist gotina “Kurdistan mêtingehe” ji heval Hakî Karer re got, ez ji ser hişê xwe çûm. Ev gotin û ev helwest gav avetinekî bû ji bo nivisandina dîroka nû ya Kurdistanê. Ev gotin û helwest dibû destwerdanek ji dîroka Kurdistanê ya ku berbi tunebûnê ve diçû. Di demekî ku tu hêviyek ji bo zindîkirina dara azadiya Kurdistanê nemabû, herkes ji Kurdbûyinê direvîya Rêber Apo bi gotina, “Kurdistan mêtingehe” rûpelekî nû ji bo nivîsandina dîroka azadiya Kurdistanê vekir. Pêşî wek grûpek Apociyan xwe birêxistinkirin destpêkir.

YEKEM KONGREYA PKK’Ê

Dema rûpelên dîrokê 26-27’ê Mijdara sala 1978’an nîşan dida li navçeya Amed Lîcê, li gundê Fîsê yekem kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat lidarxistin. Bi damezrandina PKK’ê re dîroka Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke nû bû. Çarenûsa reşgirêdayî ya gelê Kurd veguherî hêviya mezin, veguherî hebûnê, veguherî biryara berxwedan û azadiyê. Rewşa ku gelê Kurd û Kurdistan di nav de bûn, bêderfetî, şert û mercên rêvebirina têkoşînê nîşan dida ku karekî pir zahmet li pêşya şoreşgerane. “Bi zanîn û helwesta şoreşgeriyekî asayi tu kes nikare ji demê re bibe bersiv.” Em bihêlin li Kurdistanê pêşketin çêbibin, belkî du gav ji bo pêşdeçûnê nikaribe werin avêtin. Ji ber van taybetmendiyan hîn di destpêkê de Rêber Apo şoreşgeriya Kurdistanê weke lixwekirina “kirasek ji Agir” pênase kir. Kurdistan di nav agirê tunebûnê de ye, yên bixwazin Kurdistanê ji agirê tunebûnê rizgar bikin pêwîste wek agir bin ku bikaribin bikevin nav têkoşînê.

CILÊ AZADIYA KURDISTANÊ BI AGIR HATIBÛ DIRÛTIN

Cilê azadiya Kurdistanê bi agir hatibû dirûtin. Kê ev cil li ber xwe bikira pêwîst bû tehamûla wî ji şewitandina agir re jî hebûya. Kêlî bi kêlî afirandina jiyana azad ya gelê Kurd bi agir dihat ceribandin. Ji ber vê yekê bi agirê azadiyê îradeyek ji pola dihat avakirin.

Di destpêka têkoşîna azadiya Kurdistanê de li zindana Amedê şoreşgerên Apocî, pêşengên PKK’ê li dijî êrîş û îşkenceyên dewleta tirk ji bo ku bikaribin li berxwe bidin bi agir xwe dişuştin. Pêşî lêgirtina îşkenceyan, şikandina îradeya dagirkeriyê bi îradeyek ji pola pêkan bû. Çawa ku hesin di nav agir de bi lêdana çakûçê dibû pola, şoreşgerên Kurdistanê jî di nav zor û zahmetiyan de, di bin îşkence û qirkirinan de dibûn îradeyek ji pola.

Ji ber pêwendiya di navbera agir û polabûna îradeya azad, şoreşgerên di nav refên PKK’ê de wek zarokên agir û rojê hatin binavkirin. Encamên ku di pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê de li hemberî dagirkeriyê derketin holê xeyalên sedan sal ya gelê kurd pêşwazî dikir. Di sala 1990’î de pêşketinên mezin li Kurdistanê çêbûn, bi sedhezaran însan radibûn serhildanê. Bi berxwedan û şerê azadiyê mûcîze dihat afirandin. Kurdên ku ji rastiya xwe direviyan qefle bi qefle beşdarî nav refên hereketa azadiya Kurdistanê PKKê dibûn. Serhildanên gel û gerîla wisa mezin bûn ku Rêber Apo ji vê demê re got; “Vejîn temam bûye, niha dema rizgariyê ye.” Betona înkar û îmhayê hatibû parçekirin û li çiyayê Agirî mêtingerî dihat lêpirsînkirin.

Ji roja damezrandina PKKê heta roja me ya îro têkoşîneke bê hempa hat meşandin. Li çiya û zindanan Şer û berxwedanên ku bi efsaneyan re dikare werin qiyas kirin çêbûn. Şerê xweda û mirovan a ku di mîtolojîyên Yûnanan de dihat bahskirin li çiyayên Kurdistanê di navbera gerîlayên azadiya Kurdistanê û dewleta Tirk de dihat jiyankirin. Gerîlayên azadiyê bi îradeya xwe ya pola ya ku bi agir hatibû şuştin li hember hemû çekên qedexekirî û kîmyabaranê li ber xwe dan.

Agirê ku ji aliyê Prometheus ve ji xwedayan hatibû dizîn wek sembola zanist û azadiyê li ser mirovahiyê hat belavkirin. Wekî ku xweda ji Prometheus adiz bibûn, wisa jî netewdewletên nijadperest ji Rêber Apo û PKK’ê adiz dibûn. Xwedayan Prometheus, dewletan jî Rêber Apo bi zîncîran li zinarên asê girê dan. Prometheus kezaba xwe ya ku ji aliyê qertel û qijikan ve dihat xwarin nû dikir, Rêber Apo jî zanîn û hişmendiya xwe di bin esaretê de nû dikir, xwe ji nûve çêdikir. Di encama xwe nûkirin û xwe çêkirinê de her tim xwest PKK’ê jî nû bike û çêbike. Her ku Rêber Apo xwe nû kir, çêkir û pêşde bir, hereketa azadiya kurdistanê jî nû bû û pêşde çû. Pêngavên xwe avakirin, afirandin û xwe çêkirinê di şexsê Rêbertiyê de derbasî nav têkoşîna azadiya Kurdistanê û gelê Kurd dibû. Di aliyê hişmendiyê de xwe afirandina Rêber Apo bi nivisandina Pareznameyan hişt ku gelê Kurd şoreşa zîhniyetê jiyan bike. Xwe afirandin di zîhnîyetê de, bi gihaştina hêza teorîk û pratîk, bi hişmendiya azad rêya çareseriya aşitî û civaka demokratîk hate vekirin.

Îradeya ji pola ya ku bi zîhnîyeta azadiyê hat afirandin gelê Kurd ji çerxa tunebûnê derdixîne û berbi azadiyêve dibe.

Ji bo pêşdebirin û biserxistina têkoşîna azadiya Kurdistanê çi deman biryargirtin û guhertin pêwîst dikir Rêber Apo tu caran xwe neda paş, her tim herikandin, xwe nû kirin ji bo xwe esas digirt, Heger xitimandin hebe pêwîste rêyeke nû ji bo herikandinê were dîtin, heger na xetimandin wê bibe sedemê nexweşiyên nayên xwestin. Rêber Apo her tim ji bo pêşî li nexweşiyan bigire, hereketa azadiyê pêşde bibe û biserbixe hêza çareseriyê di xwe de ava dikir.

Rêber Apo û PKK’ê her tim rêya zahmet hilbijartin. Her tim bi cesaretek mezin bi ser pirsgirêkan de çûn.

WÊREKIYA DI NAVBÊRA KONGREYA YEKEM Û 12’AN DE HEMAN WÊREKÎYE

Rêber Apo çawa ku di kongreya yekem de wêrekiya mezin ji bo damezrandina PKK’ê nîşan da, barê herî giran da ser milê xwe, bi heman wêrekiyê di kongreya 12’an de jî berpirsiyariya dîrokî girt ser milê xwe û biryara fesihkirina PKK’ê da. Wî got “PKK’ê rol û mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye, bi cîh aniye.”

Kurte dîroka kongreyên PKK’ê

Di hemû kongreyên PKK de biryarên dîrokî hatine girtin û pêngavên mezin hatine avêtin.

1978 Di kongreya yekem de PKK tê avakirin û biryara têkoşîna azadiyê di pêşengtiya partiyê de tê dayin.

1982 Kongreya duyem; biryara vegera welat digire û hazirtiya pêngava 15’ê Tebaxê dike.

1986 Kongreya sêyem; biryara mezinkirina hêza Gerîla û avakirina ARGK’ê digre.

1990 Kongreya çarem; wek kongreya gel û Gerîla tê bi nav kirin.

1995 Kongreya pêncem; hewldana guhertin û veguhertinên bingehîn dide. Hewldana guhertina paradîgmayê tê dayin. Sosyalîzma reel dikeve bin lêpirsînên teorîk. Di ala PKK’ê de guhertin çêdibe.

1999 Kongreya şeşem; di dema komploya navnetewî de pêk tê, kongreya xwedî derketina li Rêber Apo û sekna dijî komplogeriyêye.

2000 Kongreya heftem; di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de pêngavên guhertina paradîgmayê tên avêtin.

2002 Kongreya heştem; ji ber hewldanên tasfiyegeriyê zêdetir bi pirsgirêkên navxweyî ve mijûlbûnê derbas dibe.

2005 Kongreya nehem; dibe ji nû ve avakirina PKK’ê.

2008 Kongreya dehemin; bi biryardariya pêşxistin û pratîkkirina paradîgmaya Rêber Apo tê lidarxistin.

2013 Kongreya yazdeh; çareseriya demokratîk dike esasê têkoşînê û di gelek aliyên têkoşînê de pêşketin û serkeftinên mezin bidest dixe.

2025 Kongreya donzdeh; li ser bangewaziya Rêber Apo dibe kongreya dawî ya fesihkirina PKK’ê, pêşxistina aşitî û civaka demokratîk.

Di nava 47 salan de bi wêrekî, dilsozî û qahremaniyeke pir mezin gelê Kurd ji tunebûnê hat parastin, çerxa înkar û îmhayê ya li ser serê gelê kurd hat şikandin, rêya azadî û çareseriya demokratîk hat vekirin. PKK bû aktoreke esasî ya çerxa dîrokê. Heta kurd hebin wê di bin bandora çand, jiyan, hişmendî û derfetên PKK ava kiriye de bimînin û bixwe bawer jiyana demokratîk û azad ava bikin. Ne kû tenê ji bo xwe ava bikin wê ji bo gelên Rojhilata navîn jî pêşengtiyê bikin. Ronesansa dema PKK’ê de hat afirandin, hêza azadiya Jinên kurdistanê, ji niha ve ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlhama têkoşîn û azadiyê.

Heta niha hemû pêngavên PKK’ê bi dilsozî û wêrekiyên mezin hatine avêtin. PKK û rêbertiya wî ji xwe, ji felsefeya xwe ya têkoşînê û ji paradîgmaya xwe ya modernîteya demokratîk bi bawer e. Ji ber vê yekê dema tê xwestin bê dudilî gavên pêwîst ji bo azadiya gelan û çareserkirina pirsgirêkan davêje. Ew dizane çi dixwaze û çi dike.

PKK ji hestên lawaz û berjewendiyên biçûk yên rojane zêdetir, bi hêza hişmendiya azad, berjewendiyên giştî a gelan ji bo xwe esas digire. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo avakirin, xurtkirin û pêşdebirina jiyana hevbeş a gelan e. Kongreya yekem çawa ku mohra xwe li têkoşîna 47 salan xist, kongreya dawî ya 12’an jî wê wisa mohra xwe li têkoşîna dema nû ya gelê Kurd, gelê Tirk û Rojhilata Navîn bixîne. PKK tecrubeyeke mezin ku bi têra sedan salan bike li pêy xwe dihêle. PKK’ê hişmendiyekî ku têk naçe, têkçûyinê qebûl nake avakir. Ji ber ku PKK‘ê di têkoşîna xwe 47 salan de hişmendî, jiyan û çandekî nû ava kir. “Erê, PKK navê partiyekî bû, lê ji serî heta binî ji bo gelê Kurdistanê navê jiyanekî nû bû.

Hîwa AZAD

 

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: dirokjinPerspektifPKKPKK GerçeğiRêber APO
Önceki yazı

MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

Sonraki Haber

Ji MİT’ê Ji Bo HTŞ Talimatên Nû – NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2
Analîz Siyasî

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

7 Haziran 2025
Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1
Analîz Siyasî

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

6 Haziran 2025
Dewleta Tirk Di Ser Enqereyê De DAIŞ’iyan Dişîne Lîbyayê – NÛÇE ANALÎZ
Analîz Siyasî

Dewleta Tirk Di Ser Enqereyê De DAIŞ’iyan Dişîne Lîbyayê – NÛÇE ANALÎZ

23 Mayıs 2025
Sonraki Haber
Ji MİT’ê Ji Bo HTŞ Talimatên Nû – NÛÇEYA TAYBET

Ji MİT’ê Ji Bo HTŞ Talimatên Nû – NÛÇEYA TAYBET

Öne Çıkan Yazılar

  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    493 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    535 Paylaşım
    Paylaş 214 Paylaş 134
  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

    493 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

    499 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

Önerilenler

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

MÎT û HTŞ Di Ser DAIŞ’ê De Planek Mezin Pêk Tînin-NÛÇE TAYBET

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist