“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bandorek mezin afirand û ji hêla gelek aliyan ve bi erênî hate pêşwazîkirin. PKK ya ku cihê meraqê ye wê çawa bersivê bide bangawaziyê, weke her carê bê dudilî dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re ragihand. PKK’ê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” weke “Manîfestoya Serdemê” pênase kir û rêya hemû hêzên azadîxwaz û demokrasiyê ronî kir. Û da zanîn ku ew bi naveroka Manîfestoya Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşkêşkirin bi hemû pêkhateyên wê re razî ne û ew ê bangewaziyê bi cih bînin û di 1’ê Adara 2025’an de agirbest ragihandin. Da zanîn ku ji bo ji nû ve avakirina bi guhertin û veguhertinê pêk were, divê Rêber Apo bixwe bi awayekî aktîf beşdarî xebatan bibe û ji bo vê jî amadekariyên pêwîst ji aliyê dewleta Tirk ve bên kirin. Bi vî awayî pêvajoya Guhertin-Veguherîn û Avakirinê ya ku Rêber Apo dabû destpêkirin starta wê hat dayîn.
“Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” ku bi aliyên xwe yên balkêş û suprîz bandorek şok kir, bû sedema nîqaşên berfireh. Her kesê ku bi mijarê ve têkildar e ji aliyê xwe ve dixwaze fêm bike û binirxîne. Her çend nêzîkatiyên ku ji her alî ve çi erênî çi neyînî hebin jî, nêrîna serdest ev e ku banga pêngaveke dîrokî ye ku ji bo gel hatiye avêtin. Rojeva Rêber Apo û PKK’ê mohra xwe li pêvajoyê da. Di vê rêze gotaran de, em ê hewl bidin ku kronolojiya dîrokî ya Banga navborî ku bandorek hejandinê çêkir lêbikolin.
BINGEHÊ DÎROKÎ YA BANGEWAZIYÊ
Daxuyaniya PKK’ê çiqas dîrokî ye, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de daxuyand, bi heman rengî dîrokî ye. Ji ber ku her du pêngavan bandorên mezin li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê çêkir. Sosyalîzma reel û rizgariya neteweyî ya klasîk her çiqas bandoreke giran li damezrandina PKK’ê kiribe jî, bi taybetmendiyên xwe ve gelekî cuda bû.
Taybetmendiya sereke ya PKK’ê ew e ku dibe sedema guhertinên civakî yên radîkal. PKK’ê bi dînamîkên xwe yên şoreşgerî bandor li Kurdan, gelên Tirkiyeyê û sîstema dewleta Tirk kiriye û bûye sedema veguherîna wê. PKK tevgereke ku bi sosyolojiya ku afirandiye karîbû Kurdan, dost û dijminên wan biguherîne. PKK’ê bi kevneşopî û ezmûna xwe ya mezin a berxwedanê ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê mîraseke bi hêz afirandiye. Bi vê mîrate û ezmûna xwe ya xurt, îdia dike ku ji niha û pê ve bikeve qonaxeke nû ya têkoşînê. Şerê xweparastinê yê li dijî mêtîngeriyê û qirkirinê bi îlankirina PKK’ê ya di pêşengiya Rêber Apo de derketiye holê, her çend kêmasiyên xwe hebin jî, rola xwe gelekî lîstiye. Serkeftina şer ne bi şerekî bêdawî ye. Piştî qonaxeke diyarkirî ber bi çareseriyê ve diçe. Şerê azadiya Kurd di vî warî de êş kişand. Rêber Apo hewldanek girîng da, lê hem ji ber pirsgirêkên navxweyî hem jî ji ber sedemên derve daxwazên wî yên veguhertin û lêgerîna çareseriyê hatin pûçkirin. Êrîşên derve yên weke komploya navneteweyî û nebûna bersiveke tam di hundir de rê li avakirina PKK’ê ya ku Rêber Apo dixwest bike. Ji ber vê yekê, veguhertinên xwestî bi tevahî nekarin pêk werin. Pêvajoya Turgut Özal a 1993, agirbesta 1998, salên 2000, pêvajoya Oslo ya 2008-15 pêvajoyên çareserî û guhertin-veguhertin û ji nû ve avadankirinê bûn, lê negihîştin asta ku tê xwestin.
Têkoşîna çekdarî ya ku ji aliyê PKK’ê ve weke stratejiyeke ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin, bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibata 2025’an de hat ragihandin, ketiye qonaxeke nû. Pêwist e ku ev xala girîng were xêzkirin. PKK ya ku bi hêz û îradeya xwe hat avakirin, li gorî hêz û vîna xwe dikeve pêvajoyeke nû. Kurd dixwazin şerê parastinê yê ku bi însiyatîfa xwe û hêza xwe dane destpêkirin, dîsa bi însiyatîfa xwe û hêza xwe veguherînin pêngava Aştî û Civaka Demokratîk. Ji ber ku bingeheke civakî ya ku PKK li ser hatiye avakirin heye û mîras û ezmûneke mezin a ji têkoşîna çekdarî hatiye bidestxistin heye. Têkoşîna çekdarî ne tevahiya xweparastinê ye, pîvaneke wê ye. Xweparastin tenê bi têkoşîna çekdarî nayê sînordarkirin. Xweparastin tê wateya; Hişmendî, rêxistinbûn û çalakiya civakê ye ku parastina yekitiya xwe ya netewî, nirxên madî, manewî, çandî, aborî, siyasî, exlaqî ye. Gelê Kurd li her parçeyî gihiştiye vê astê. Bi rêxistinbûna xweparastinê û bi têkoşîna çekdarî dikare hebûna xwe biparêze û pêş bikeve. Xweparastin di nava aştiyê de û di şer de jî ji bo civakê diyardeyeke pêwîst e. Civaka Demokratîk nikare parastina xwe li ber rehma pergala dewletparêz bihêle. Dewlet demokrasiyê naparêze, îstîsmar dike û sînordar dike. Civaka Demokratîk ancax bi xweparastinê dikare hebûna xwe biparêze û pêşketina xwe misoger bike.
PÊVAJOYA VEJÎNÊ
Rêber APO û PKK bi rastî di nava gelê Kurd de pêşengtiya pêvajoyek ji nû ve afirandinê kirine. Ev rastiyeke ku nayê înkarkirin e. Wateya gotina “pêvajoya vejînê” ev e. Yên sax ne hewceyî pêvajoyeke vejînê ne. Jixwe heye, şênber e. Hebûna wê teqez e û ya ku jê re lazim e hinek zanîn, hişmendî, rêxistinbûn û rizgarî ye. Lê divê gelên ku hebûna wî tê nîqaşkirin û înkarkirin, pêşî were vejandin û hebûna xwe îsbat bike. Jixwe yên ku tunebin dê pirsgirêka wan a azadiyê jî tunebe. Beriya azadî û rizgariyê, diviya bû mijara ku azad bibûya, bi tevahî xwe eşkere û bizane bûya. Heger hebûn di rewşeke nakokî de be û bi vê pêvajoyê re ew bixwe jî vê rewşî qebul kiribe û xwe bi înkar û mirinê re berda be, wê demê tişta yekem a were kirin ew e ku vê hebûnê vejîne. Mijareke ku hebûna wê bûye nakok, ne mimkûn e ku bi hêza xwe siyasetê bike. Hêzek mucîzewî dê hewce be, wek mînak alîkariya nexweşek ku mêjî mirî ye ku li ser nivîna mirinê ye ku rabe ser piyan. Ne şaş e ku mirov vê yekê wekî afirandinek civakî bi nav bike. Em behsa afirandineke ji tunebûnê nakin. Em behsa hebûneke civakî dikin ku dîroka wê vedigere bi deh hezaran salan, hebûna wê ya civakî gelekî dejenere bûye û îxanet di hestiyên xwe de jiyan kiriye. Em behsa civakekê dikin ku li dijî heqîqeta xwe derketiye û hevkariyê kiriye şêwazê jiyanê, ji rastiya xwe direve, lewma jî em behsa mînakeke ku naşibe civakên din dikin. Em behsa rastiya xwe ya kurd dikin. Em behsa rewşa xerab a ku em tê de hatine hiştin dikin. Di vê xalê de her çiqas kêmasiyên wê hebin jî PKK rola xwe ya dîrokî lîstiye. Ne tenê pirsgirêka Kurd da pêş çavên cîhanê, çareseriya wê jî ferz kir. Bi gotina Rêber Apo; “Têkoşîna PKK’ê ya heta niha bi giranî ji bo eşkerekirina (nîşandana) pirsgirêka Kurd bûye. Înkara rastiya Kurd di şert û mercên derketina wê de bi awayekî xwezayî pirsgirêka hebûnê anî rojevê.” (Dahurandina Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk)
EGER ÇÊKIRIN Û CUDAHÎBÛN TUNE BE XWE FIRQKIRIN JÎ PÊŞNEKETIYE
Înkara wek e hebûnê çawa dikare bi awayekî felsefî were şîrovekirin? Hebûn di heman demî de mekan e. Înkara hebûnê, yanî mekan, înkara pêkhatinê ye jî. Înkara pêkhatinê, ango form-bîçimê, înkarkirina cudabûn û demê ye. Ger pêkhatin û zeman nebe, hebûn (mekan) û guherîn jî namîne. Ger bûyîn tune be, cudahî, yanî taybetmendî jî namîne. Ne mimkûn e ku mirov behsa hebûneke cuda bike. Ji ber ku wekhevî heye. Pirsgirêka mijarek cuda nîne. Li gorî vê, eger Çêbûn û Cudabûn nebe, wê demî xwefirqkirin jî pêş neketiye. Haydarbûn xwenasîn e, haya naskirinê ye, hişmendiya felsefî ye. Bi kurtî; Kurd ji aliyê dem, pêkhatin û hebûn-mekan ve hatin paşguhkirin. Ev dihat wê wateyê ku ew rastîya dîrok, welat û gel hatin înkarkirin. Hebûna Kurdan ji aliyê watedarî ve, ango zihniyet û çandî de û avadanî, ango di hêla sazîbûnê de hatiye înkarkirin û paşguhkirin. Dixwestin ji statûya gel/netew ji pêkhateyeke civakî bên derxistin. Hebûn-mekan û pêkhatin tê wateya pêkhatina çandî. Ew formek civakî ye. Esas-cewherî ye, Kurdayetî ye, Kurdistan e. Ji ber vê yekê înkara hebûnê bi înkarkirina dema pêkhatina kurdan, ango dîrok û cihê wan, ango Kurdistanê ye. Bêwextî, bê cihî, bêteşebûn, bi kurtî qedera ku ji kurdan re hat dayîn “TUNEYî YE” bû. Ji ber ku li gorî dîroka fermî Kurd ne di gerdûnî û ne jî taybetmendî de hebûn!
Înkarkirina BÛYÎNê înkarkirina dîrokê ye, ku tevheviya hemû deman e. Ger hebûna xwe, çêbûna wê, dem û cîhê wê were înkarkirin û paşguhkirin, ev tê wê wateyê ku hebûna wê bê dîrok tê hesibandin. Kurdayetî û Kurdistanî ku li gorî dîroka fermî heye, bêdem û bê dîrok têne dîtin. Li gorî vê ramanê, tu carî welatek bi navê Kurdistan, pêkhateya Kurd û cihê ku ev pêkhate lê heye, nebûye. Di encamê de qirkirina çandî û bêstatubûn pêş ket. Ji ber ku statûya civakek ku hebûna wê ji holê rabûya, bahse wê nayê kirin. Ji bo komkujî û qirkirinên li hemberî yên ku tune ne, nayê sepandin. Ji ber ku tune ye! Loma jî dewleta Tirk a mêtînger û qirker qet qetlîama ku li Kurdistanê hat kirin qebûl nekir. Wî ev wek sûc nedît. Ti memûrên ku li Kurdistanê qetlîam pêk anîne, mehkeme nekir. Heta xelat kirin û peykerê (heykelê) qirkeran çikandin. Li ser navê wî kolan û meydan çêkirin. Ji ku derê? Ji ber ku li gorî wan ji ber ku gel tunebû, li ser wan sûc jî nedihat hesibandin. Kurdên ku li derveyî zeman û mekan dihatin dîtin, weke “TUNE” dihatin hesibandin. Welatên Rojavayî jî ku wek e tîmsala modern, rêzdarê mafe mirovan tên dîtin jî nêrîna wan a li ser Kurdan ne cuda bû. Di aslê xwe de di rola bingehê sereke yê înkar û qirkeriyê de bûn. Kurd ne tenê li herêmê, di sîstema cîhanî de jî rastî înkar û qirkirina hovane hatine.
Înkarkirina heqîqetê nayê wateya tunebûnê wê. Rastî dikaribû bihata veşartin lê nikaribûn tune bikin. Rastiya Kurd teqez wê derketibûya holê. Ew dê şiyar bibûya, biaxiviya û rabûya ser lingan. Rêber APO û PKK ev yek kirin. Ji bo eşkerekirina heqîqetê xebat, xwîn rijandin û mirin lazim bû. Kurdan bi PKK’ê re vê berdêla mezin jî dan û gihiştin rastiya xwe. Rêber APO û PKK şiyarbûna rastiya Kurd û vegera wê ya li heqîqetê ye. Bi gotina Hegel; Rastî, diyardeyek an jî hebûneke ku bi têgînî û teorîk nayê pênasekirin di asta “nebûnê” de ye. Sedemek ku rêbertî pir girîngiyê dide têgeh û teoriyan jî ev e. Lewre ji bo ku “hebûn” hebe, divê xwe bide xuya kirin, ango hebûna wê îspat bike û bi nav bike, ango têgîn bike. Rastî (Heqîqat) bi pênaseyên seqet û têgînên netemam, dê neyê ravekirin.
“GEL Ê TEKANE AN JÎ HEBÛNA CIVAKBÛNÊ“
Ne tenê tundî û qirkirinê li ser Kurdan pêk anîn, di heman demî de xwestin bi qirkirina çandî re jî wan ji netewe û civakbûyînê derxînin û bêpar bikin. Armanca sereke ya hemû amûrên asîmîlasyonê derxistina hebûna kurdan ji gel û civakbûnê bûye. “Ji ber ku qirkirin û asîmîlasyon di serî de li ser avabûn, hişmendî û hafizeya dîrokî ya civaka Kurd hatiye sepandin. Ji bo Kurdan ne tenê ji ber qirkirina ku hatine kirin, her wiha ji ber hemû pêkanînên ku hebûna wan ji holê radike jî ji bo Kurdan gotina ‘gelê yekta-tekane an jî pêkhateya civakî’ wê guncaw be. (…) Bê şik nîqaşkirina ferd û civakek li ser hebûna xwe, helwestek pir xeternak û nefret nîşan dide, ku di navbera jiyan û mirinê de xetek zirav nîşan dide.” (Rêber Apo: Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk)
Weke ku tê fahmkirin, ji van şert û mercên ku bûne sedema şerê çekdarî, polîtîkayên kolonî û qirkirinê yên dewleta Tirk berpirsyar in. Ji xeynî têkoşîna çekdarî ya şoreşgerî, firsenda Kurdan nebûn ku weke mirov, weke netew û gel xwe bidin der. Ji bo Kurdan şerê çekdarî ne hilbijartin, pêwîstiyek e. Ger ku pêkan bûya, Kurd dikaribûn bi rêyên siyasî xwe îfade bikin. Rêber Apo di hevpeyvîna ku di sala 1992’an de bi M. Alî Birand re kirî de ev rastî wiha anî ziman: “Eger ji bilî wê şerê çekdarî tiştekî din mirovatiyê rizgar neke, eger ji bilî wê têkoşîna çekdarî rê nede pêşketineke asayî ya neteweyî, siyasî û civakî, wê têkoşîna çekdarî were qebûlkirin. Têkoşîna çekdarî ji xeynî vê bi tu sedeman nayê qebûlkirin… Rewşa Kurdan ev e… Ji wê yekê tê ku ji bilî vê amûrê ti rêyên din ên pêşketinê nadin wan. Çima hûn fêm nakin? Ji bilî vê amûrê tu tişt nikare mirovatiya wan rizgar bike, bila azadiya wan a neteweyî û civakî xilas bibe. Mirovek mirî, wêrankirî, westiyayî, li dora xwe digere. Zincîrek wan jî tune ku winda bikin.”
Rêber Apo gelê Kurd ê ku hebûna wî dihat înkarkirin şiyar kir, hişmendiya siyasî û rêxistinî da wan, kir hebûn, kir kirde û kir xwedî nasname û xwerêveberiyê. Wî ew kir ferdekî kurd ê berxwedêr ku cîhanê heyranê wî ye. Wî bi rastî hebûnek ku dihat gotin ku careke din tune ye vejîne. Rêbertî û PKK’ê pirsgirêkeke cidî ya civakî ya weke pirsgirêka Kurd ya ku nayê naskirin û hilweşiyayî çareser kiriye. Rêbertî rewşa hebûna Kurd a ku her kesî biçûk dixist û ji nedîtî ve dihat, ji nû ve ava kir û derxist asta xwenaskirinê. Ew kir şervanekî azadiya gerdûnî û hêza demokratîk. Hem ji aliyê semantîk-watedarî/zihnî û hem jî ji aliyê avahîsaziyê ve di asta civaka demokratîk de bi rêxistin kir. Vaye Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk xwe dispêre ser bingeha Kurdbûna azad a gerdûnî û mirovahiya azad.
Sedema herî girîng a ku PKK’ê berê xwe da şerê çekdarî yê radîkal, bi karakterê kolonyalîzma li Kurdistanê tê ravekirin. Kiryarên dijmirovî yên kolonyalîzma Tirk li Kurdistanê ferz kir ku têkoşîn tund be. Ji xwe girtina li ser pirsgirêkeke şewitî ya weke pirsgirêka Kurd jî dihat wateya wêrekbûn û rîska mezin. Ji destpêkê ve diyar bû ku têkoşîna azadiya Kurd wê ne têkoşîneke hêsan be. Pirsgirêka Kurd ne meseleyekî ku her kes dest bavêjê ye. Rêbertî ev yek pir kûr fêm kir û anî ziman. Di dorhêla komploya 1999’an û serdema Romayê de ev rastî bi awayekî baldar wiha anî ziman; “Tevî ku li cîhanê tu kes tune ku bi qasî min bi baldarî gavan bavêje jî, ez ê van gavên xuyayî yên awarte bavêjim. Tu kes naxwaze bi rêgezek rasterast a normal beşdarî rizgariya we bibe, kes naxwaze bibe bersiv. Di nav we de ne serkirdeyên weha hene û ne jî cîhanek weha piştgirîya we dike. Ji ber vê yekê, hûn dikarin tenê bi derbasbûna Pira Siratê ya li ser qiraxa zinar rêve bibin. Min hewl da ku daxwazên wî pêk bînim. Ne hewce ye ku ez ji we re bibêjim ev çiqas dijwar e. Hûn vê yekê baş dizanin. Û te ev yek bi şewitandina xwe di demên metirsiyê de berê jî nîşan da… Lê ji niha û pê de meşa tijî xetereyên wiha ye. Ez nikarim tu garantî bidim. Min ê bixwesta ku; Bihêle ez bi ewle û bi tenduristî bijîm û karûbarê ku ez bi rastî ji her tiştî bêtir jê hez dikim pêşkêşî we bikim. Lê min fersenda vê yekê nedît. Ev sî sal in ez di vê xetê de dixebitim, her roj ji ya din dijwartir bû û rojên dawî jî dijwartir bûn, lê ez ji vê yekê narevim. Vê yekê vîna min neşikand. Ew jî ez xemgîn nekirim. “Ez baldariyek mezin digirim ku ew bêtir serfiraz bikim ji ber ku ez dersên mezin fêr dibim.”
“EZ ŞOREŞA JINÊ WEK ŞOREŞA ŞOREŞÊ PÊNASE DIKIM”
Serkeftineke girîng a dîrokî ya PKK’ê ew e ku pêşengiya şoreşa azadiya jinê kir û bû bingeha Projeya Civaka Demokratîk. Şoreşa herî mezin a PKK’ê Şoreşa Azadiya Jinê ye ku em dikarin wê weke dayika hemû şoreşan jî pênase bikin. Pirsgirêka azadiya jinê di bingeha windakirina jiyana li Rojhilata Navîn de ye. Ev mijar ji bo Kurdan zêdetir derbasdar e. Lewma bi Şoreşa Jinê re civaknasiya azadiyê pêş ket. Bi YJA-STAR’ê re artêşa jina azad û xweparastinê, bi PAJK’ê re jî partiya jinê û îdeolojiya rizgariyê hate pêşxistin. Ev pêşketinên li ser jinê bi Jineolojiyê re bûye zanista jinê. Têkilî, rêgez û pîvanên jiyana civakî ya demokratîk li ser vê bingehê pêşketiye. Ji ber ku jin ne tenê wekî zayend, di heman demê de wekî navê wê Jin-Jiyan jiyanê temsîl dike, jin jî di navenda jiyana civakî de cih digire. Ji ber vê yekê bêyî çareserkirina pirsgirêkên jiyana civakî ne behsa azadî, serxwebûn û azadiyê nayê kirin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê ne ferdê azad û ne jî civaka Komunal a Demokratîk ava nabe. Rêber Apo diyar kir ku şertê yekemîn ê sosyalîstî nêzîkbûna rast a rastiya jinê ye. Bi tevahî azadiya jinê bi azadiya civak û welat ve nirxand. Serkeftinên siyasî, rêxistinî û leşkerî bêyî şoreşa civakî ya bi navenda jinê pêk nehatin. Rêber Apo di nameya ku bi wesîleya 8’ê Adara 2025’an Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ji jinan re şandiye, li ser vê mijarê ev nirxandin dike: “Pirsgirêka azadiya jinê hemû girîngiya xwe diparêze. Pêvajoya komunalîzma demokratîk guhertoya nûvekirî ya civaka sereke ya jinê ye. Rastiya civakî ancax bi vê rêbazê dikare were bidestxistin. Heya ku çanda destavêtinê bi ser nekeve; Rastiya civakî di qadên felsefe, zanist, estetîk, etîk û olî de dernakeve holê. Heta ku serdema nû çanda serdestiya mêr a di kûrahiya civakê de hatiye bicihkirin tine bike, wekî Marksîzm îspat dike, serkeftina sosyalîzmê ne mimkûn e. Sosyalîzm bi azadiya jinê pêk tê. Bêyî azadiya jinê hûn nikarin bibin sosyalîst. Bê wê sosyalîzm nabe. Sosyalîzm bêyî demokrasiyê pêk nayê. Yekemîn ceribandina min a bi sosyalîzmê re ew e ku ez bi jinê re biaxivim. Ger tu nizanî bi jinekê re biaxivî tu nikarî bibî sosyalîst. “Sosyalîzma mêr bi cureya têkiliya ku bi jinê re saz dike ve girêdayî ye.”
Rêber Apo şoreşa jinê weke “şoreşa şoreşê” pênase kir. Ne tenê di warê biyolojîkî û zayendî de, di warê civakî, çandî û dîrokî de jî diyardeya jinê bi awayekî ku tu kesî nekiribû analîz kir û perspektîfek çareseriyê pêş xist. Veguherîn û pêşketinên mezin di kesayet û civakê de bêyî şoreşa şoreşê pêk nayê. Ji ber ku çavkaniya paşverûtiya civakî pirsgirêka azadiya jin û mêr e ku di encama rizandina jinê de derdikeve holê. Ji ber vê yekê zîhniyet û çanda zilamê serdest a klasîk a destavêtin û qetlîamê bêyî Şoreşa Jinê bi ser nakeve. Di vî warî de Rêber Apo weke sosyalîstên berê yên klasîk çareseriya pirsgirêka jinê nehişt ji pişt şoreşê re. Taybetmendiya Rêbertiyê ya di vî warî de ew e ku şoreşa jinê dixe navenda têkoşînê. Rizgariya jinê bi çîn û rizgariya netewî re nîqaş kir û pêşxist. Ne wek reel sosyalîzm û tevgerên rizgariya netewî yên din nêzîk bû. Rêbertî welatparêzî û azadiya Kurdistanê bi azadiya jinê ve girêda. Wê şoreşa sedsala 21’ê bi rastî şoreşa jinê pênase kir. Ji ber vê yekê jin hêza mijara têkoşîna aştî, edalet, wekhevî, azadî û demokratîkbûnê ye.
Çavkaniya paşverûtiya civakî ya li Rojhilata Navîn koletiya dîrokî ye ku bi jinê dest pê kiriye û li tevahiya civakê belav bûye. Rêber Apo bi vê heqîqetê dest pê dike, jinan weke mijar û pêşengên pêvajoya nû dibîne. Di civîna 27’ê Sibata 2025’an de wiha tîne ziman: “Şîfreya bingehîn a serdema nû têkoşîna demokratîkbûnê ye. Mijara şoreşgerî ya têkoşîna demokratîkbûnê jin e. Şertê yekem ê demokratîkbûyînê, şoreşgerî, sosyalîstbûyînê bi azadî nêzî pirsgirêka jinê ye. “Em ê têkoşîna xwe ya wekhevî, azadî û demokrasiyê bi jinên ku di dîrokê de rastî îstîsmarên herî kûr hatine, tacîdar bikin.”
Bi kurtasî Manîfestoya Civaka Demokratîk ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hat ragihandin, weke manîfestoya azadiya jinê hate qebûlkirin. Tevgera Azadiya Jinê bi îdeolojiya azadiya jinê ku bi Jineolojiyê di parastinê de kûr kir, di têkoşîna Serdema Demokratîk de xwedî cihekî pêşeng e. Di vê çarçoveyê de rêxistina Jina Azad wê weke mijara sereke ya paradîgmaya “Aştî û Civaka Demokratîk” rola xwe bilîze.
(BEŞA 2: Rast Fêmkirina Têgînên Aştî û Lihevkirin û Xweparastin)
Dijwar SASON