Sûriye, piştî hilweşîna rejîma Baasê û bidestxistina desthilatdariyê ji aliyê Hayat Tahrir el-Şam (HTŞ) ve li Şamê, di nava şeş mehan de di warên siyasî, leşkerî û aborî de guhertinên girîng jiyan kir. Lê ev pêvajo, li şûna aramiya navxweyî, bi tengezarî, lêgerîna meşruiyeta derve û pêşbaziya aktorên herêmî ve hatiye şekil kirin.
SERDANA COLANÎ YA EREBISTANA SIÛDÎ BÛ SEDEMA TÊKILIYÊN WÎ Û TC’Ê XIRAB BİBE
Tê gotin ku serdana Colanî ya Erebistana Siûdî, ku piştî wê ambargoya aborî hat rakirin, bû sedema acizbûna dewleta Tirk a dagirker û di heman demê de nakokiyên navxweyî jî derketin. Beriya serdana Colanî ya Erebistana Siûdî, tîma Trump hin şert danîbûn pêş û gotibûn ku eger ev şert bên qebûlkirin, hevdîtin dê pêk were. Qebûlkirina van şertan bêyî agahdarkirina TC’ê bûye sedema hêrsa Enqereyê, bi taybetî berpirsyarên MÎT’ê yên herêmê.
Şertên ku beriya hevdîtinê hatine danîn û qebûl kirin ev in:
-Kontrolkirina hemû bankayên li Sûriyeyê ji aliyê pisporên fînansê yên Erebistana Siûdî ve û koordînekirina herikîna pereyan, bi taybetî ji bo astengkirina fînanskirina komên terorîst ên ku ji aliyê DYE’yê ve nexwastî ne, ji tîmeke taybet re were dayîn.
-Li Şam, Lazikiye, Tartûs û gelek herêmên din, veberhênan bi navê şirketên Erebistana Siûdî bên kirin; dewletên wekî Qatar, Tirkiye û Kuweytê jî tenê bi destûra Erebistana Siûdî dikarin tevlî bibin (ev şertek taybet a Erebistana Siûdî ye, ne ya DYE’yê).
-Di vê çarçoveyê de, ewlekariya van komên fînansê an şirketan ji bo avakirina baregehên leşkerî bê destwerdan were misogerkirin û peymanek nivîskî were îmzekirin.
-Êrîş li ser civakên etnîkî yên li Sûriyeyê neyên kirin û destûra bingehîn di bin çavdêriya pisporên hiqûqê yên DYE, Îngilîstan û Erebistana Siûdî de ji nû ve were nirxandin.
-Çekên giran û stratejîk (moşekên dûr-menîl) neyên hilanîn.
-Di dosyaya komên terorîst ên biyanî de, cihê wan were tespît kirin an jî bi awayekî vekirî an veşartî neyên bicihkirin û di vî warî de alîkarî were kirin.
Tê zanîn ku ji van şertên qebûl kirî tenê maddeya têkildarî cihê terorîstên biyanî an derxistina wan ji Sûriyeyê ji TC’ê re hatiye ragihandin. Ji ber vê yekê, desthilatdariya TC’ê, bi taybetî berpirsyarên MÎT’ê yên herêmê, bi tundî aciz bûne û ev mijar bûye rojeva sereke ya serdana Colanî ya Enqereyê.
ZÎREKIYA NÎŞANDANA GIRTÎYÊN KEVN ÊN DAIŞ’Ê WEKÎ NÛ!
Ji bo telafîkirina vê rewşê û ji bo ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji QSD’ê were standin, ji perspektîfa MÎT’ê hewldanek hate kirin. Li gorî agahiyên me, ji bo nîşandana ku desthilatdariya Şamê jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşe, 8 kesên berê sempatîzanên DAIŞ’ê bûn, lê di nav hêzên HTŞ’ê de cih digirtin û ji ber tevlîbûna wan di bûyerên cuda de ji aliyê MÎT’ê ve di zindana Rihaniyeyê de hatibûn girtin, ji desthilatdariya Şamê re hatin radestkirin da ku radestî baregeha Tenef a DYE’yê bên kirin. Piştî lêkolîna ku ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên DYE’yê yên li herêmê ve hate kirin, derket holê ku ev 8 kes ne endamên DAIŞ’ê ne, tenê di nav hêzên HTŞ’ê de sempatîzan bûn û ji ber gendeliyê hatibûn girtin.
Tê gotin ku MÎT’ê ji berpirsyarên îstîxbarata Şamê re talîmat daye ku ji bo razîkirina DYE’yê û nîşandana ku ew jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin, hêzên ewlekariyê yên girêdayî desthilatdariya Şamê êrîşên li ser baregehên ewlekariyê yên li Sin û Dimerê pêk bînin.
Fırat ALİ