Heremên Parastina Medyayê, cihê ku dilê tevgera azadiya Kurd lê dixe, herêmeke çiyayî ye ku Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û gelek deverên stratejîk ên din digire nav xwe. Ev herêm ne tenê xetek parastinê ya fizîkî ne, di heman demê de sembola berxwedaneke îdeolojîk, çandî û manewî ye. Gerîlayên fedayî yên Apocî li vir bi salan e li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker têkoşîneke bêeman dimeşînin, ji bo azadî û rûmetê bedena xwe dikin sîper. Ji bo ravekirina paşxaneya dîrokî ya berxwedana li Herêmên Parastina Medyayê, jêhatîbûna taktîkî ya gerîla, kûrahiya îdeolojîk, cihê wê di dîroka mirovahiyê de û têkoşîna wê ya destanî bi her awayî divê kûrahiyek mezin were destgirtin.
KOKÊN BERXWEDANÊ
Heremên Parastina Medyayê ji salên 1980’î û vir ve bûne navenda tevgera azadiya Kurd. Têkoşîna çekdarî ya ku PKK’ê di sala 1984’an de dest pê kir, li van herêman bingeha şerê gerîla danî. Îdeolojiya Apocî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hate pêşxistin, paradîgmayek pêşkêş kir ku mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe diparêze û têkoşîna azadiyê li dijî kolonyalîzmê dike navend. Ev îdeolojî gerîla ne tenê kir şervan, di heman demê de kir hêvî, îrade û rûmeta gel.
Heremên Parastina Medyayê, tevî operasyonên leşkerî yên giran ên dewleta Tirk, bombardûmanên esmanî û êrîşên bi çekên kîmyewî, wekî keleha berxwedana gerîla domandiye. Bi taybetî operasyonên dagirkeriyê yên ku ji salên 2010’an ve dest pê kirin û di salên 2021-2022’an de gihîştin lûtkeyê, girîngiya berxwedana li van herêman careke din derxist holê. Gerîlayên fedayî yên Apocî, li dijî dijminê ku xwedî serweriya teknolojîk bû, bi îrade, taktîk û fedakariyê bersiv dan.
ŞERÊ TÛNELAN Û GERÎLATIYA SERDEMA NÛ
Yek ji aliyên herî balkêş ê berxwedana li vir, nûjeniyên taktîkî yên ku gerîlayên azadiyê pêşxistine ne. Bi taybetî şerê tûnelan bûye sembola têkoşîna gerîla ya modern. Tûnelên şer ên ku li deverên berxwedanê yên wekî Girê FM, Girê Cûdî û Şikefta Birîndara ya li Zapê hatine avakirin, hiştiye ku gerîla serweriya dijmin a esmanî û bejayî pûç bike. Ev tûnel ne tenê cihên parastinê ne, di heman demê de qadên jiyana gerîla ne.
Yek ji mînakên herî berbiçav ê berxwedana tûnelan, berxwedana Girê FM ye ku hevalê Gabar Botan pêşengî lê kir, hevalên Xebat û Şervan bi ruhê fedayî yê Apocî piştgirî danê. Ev berxwedan, di şertên herî dijwar de dijmin bêbandor kir, di şer de kûr bû û bi serkeftina taktîkî wekî berxwedana tûnelê ya herî dirêj di dîrokê de cihê xwe girt. Hevalên fedayî yên li Herêma Berxwedana Girê FM, ne tenê bi qasî ku ji destê wan hat kirin, ji wê jî zêdetir, bi qasî çend qatî îmkanên wan ên di dest de kirin. Pratîka hevalên li Herêma Berxwedana Girê FM careke din nîşan da ku; gerîlayên fedayî yên Apocî yên ku di armancê de biryardarin, di taktîkê de kûr bûne û di şêwazê de jêhatî bûne, êrîşek ku nikaribin têk bibin an tiştek ku nikaribin bi ser bixin nîne.
Gerîlayên li hemû tûnelên berxwedanê bi biryardarî man, bi mehan, heta bi salan pêşveçûna dijmin rawestandin, tevî êrîşên çekên kîmyewî îradeya xwe nedan şikandin. Her wiha, tîmên bi tevger û yekîneyên gerîla yên profesyonel, bi lêdanên nediyar zirarên mezin dan dijmin. Mînak, di sala 2022’yan de li Girê Şehîd Şahin ê Zapê, helîkoptereke Skorsky hate xistin, dîsa di navbera salên 2023-2024’an de xistina zêdetirî 17 balafirên bêmirov ên di serî de ANKA û BAYRAKTAR, serweriya gerîlayan a li taktîkên parastina hewayî nîşan da. Çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên bi taktîkên sûîqestê û çekên giran, morala dijmin xera kirin û pêşveçûna wî rawestandin. Gerîlayên fedayî yên Apocî îspat kirin ku ew ne tenê xwedî kapasîteya parastinê ne, di heman demê de hêzeke êrîşkar in jî.
KÛRAHIYA BÎRDOZÎ
Berxwedana gerîlayên fedayî yên Apocî ne tenê têkoşîneke leşkerî ye, di heman demê de helwesteke birdozîk a kûr e. Birdoziya Apocî ya ku ji tespîta Rêber Apo ya “Kurdistan Bindest e” dest pê dike, têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û rûmeta gelê Kurd kiriye şêwazek jiyanê. Fedayîtî, ev birdozî bi awayê herî pak û tund diyar dike. Gerîlayên fedayî ne tenê di qadên şer de, di her kêliya jiyana xwe de vê îdealê hildigirin. Ji bo wan têkoşîn ne peywirek e, wateyeke hebûnî ye.
Ev ruh di her kêliya berxwedana li Herêmên Parastina Medyayê de xuya dike. Hevalên wekî Baz Azad Pîro, Karker Tolhildan, Tevar Delal, Eylem û Rênçber bûne mînakên zindî yên fedayîtiya Apocî, bi şehadeta xwe navên xwe di dîroka têkoşînê de nivîsandin. Têkoşîna Baz Azad Pîro ya ku di Berxwedana Kobanê de pêşengî kir, qehremaniya Karker Tolhildan li Efrînê û gerîlayên ku di berxwedana Girê Cûdî de ber bi şehadetê ve çûn, nîşan dan ku ruhê Apocî ne tenê gotinek e, pratîkek e.
Gerîlayên fedayî yên Apocî, li dijî êrîşên çekên kîmyewî, bombeyên qedexe û rêbazên şerê psîkolojîk ên dijmin, bi helwesta xwe ya îdeolojîk berxwedan kirin. Li gorî bîlançoyên HPG’ê yên salên 2021-2022’an, artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 3 hezar êrîşên çekên kîmyewî kir, lê gerîlayên Apocî li hemberî vê hovîtiyê teslîm nebûn. Ev berxwedan ne tenê fizîkî, di heman demê de serkeftineke manewî ye; ji ber ku gerîlayên Apocî îspat kirin ku azadî ne tenê di axê de, di ruh de jî tê bidestxistin.
DESTANEKE AZADIYÊ
Berxwedana li Heremên Parastina Medyayê ne tenê ya gelê Kurd e, ji bo têkoşîna azadiya hemû gelên bindest jî bûye îlham. Gerîlayên fedayî yên Apocî mîrata wan kesan hildane ku di dîrokê de li dijî kolonyalîzmê têkoşiyane, ji Vietkongên Viyetnamê bigire heta berxwedêrên Filistînê. Destana ku wan di tûnelan, çiyayan û mêzengan de nivîsandiye, yek ji rûpelên herî bi rûmet ên dîroka mirovahiyê ye.
Ev berxwedan di heman demê de li dijî sûcên mirovahiyê sekneke. Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, tevî ku ji aliyê saziyên navneteweyî ve têra xwe nehat lêkolînkirin, berxwedana Gerîla ev sûc derxistiye ber çavên raya giştî ya cîhanê. Dîmenên 17 gerîlayên ku di êrîşeke kîmyewî de gihîştin şehadetê, wekî belgeyên şermê yên sedsala 21’an di dîrokê de cih girtin. Lê heman dîmen nîşan dan ku gerîla heta nefesa xwe ya dawî berxwedan kirin, agirê azadiyê venemirandin.
Gerîlayên fedayî yên Apocî ne tenê rûmeta geleke, rûmeta mirovahiyê diparêzin. Têkoşîna wan di dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” de xwe diyar kiriye û li seranserê cîhanê ji bo tevgerên azadiya jinan bûye îlham. Mîrateya Sara, Berîtan, Zîlan û Helbestan, bi berxwedana li Herêmên Parastina Medyayê dijî.
TOVÊN SERKEFTINÊ
Berxwedana gerîlayên fedayî yên Apocî li Herêmên Parastina Medyayê, ji şerekî wêdetir, têkoşîneke hebûnî ye. Ew li qeraxên asê yên Zapê, di tûnelên Avaşînê, di mêzengên Metînayê de ne tenê li dijî dijmin, li dijî bêhêvîtiyê, tirsê û teslîmiyetê jî şer dikin. Her şehadet toveke nû ya berxwedanê diçîne; her çalakî deriyê azadiyê gavek din vedike.
Ev berxwedan ne tenê beşek ji têkoşîna azadiya gelê Kurd e, di heman demê de manifestoyek e ku nirxên gerdûnî yên mirovahiyê diparêze. Gerîlayên fedayî yên Apocî, bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad”, paradîgmaya Rêber Apo di jiyanê de diweşînin û dibin hêviya gelê xwe û hemû bindestan. Herêmên Parastina Medyayê, wekî erdnîgariyeke pîroz a ku ev destan lê tê nivîsandin, wê ji nifşên pêşerojê re buhayê û nirxê azadiyê hîn bike.
Bi hezaran rêhevalên van nivîserên destanê bi gotina “Şehîd namirin!” soz didin ku ew ê bîranîna gerîlayên fedayî yên Apocî yên li Herêmên Parastina Medyayê bidin jiyîn û têkoşîna wan ber bi serkeftinê ve bibin.
Milîtan RÊHAT