Jeopolîtîk a Rojhilata Navîn di merhelaya guhertin û veguhertinên stratejîk de ye. Gavên destpêkê yên guhertinên stratejik hesabên hemû dewletên heremê tevlîhev kir. Têkilî û hevsengiyên berî guhertinê hatibûn avakirin yek bi yek ketin bin lêpirsînê. Kevirê statukoyê ji ciyê xwe liviya û dewletên ku hebûna xwe li ser hîmê statukoyê avakiribûn hejandineke ontolojik jiyan kirin. Çawaniya dewletan ji aliyê pergalê de ket bin lêpirsînê. Dewletên heremê li hember rewşa nû yan wê xwe biguherînin û li gel rewşa nû biguncînin, yan jî wê di statukoyê de israr bikin û hilweşin.
Hemû hêz, dewlet û gelên heremê dixwazin di nav rewşa nû de cih bigirin û xwe bi cîh bikin. Her kes dixwaze siyaseta xwe li gor şert û mercên heyi ji nû ve ava bike.
Wisa diyare ku ji bo serkeftina stratejiya nû hêzên hegemon pêwîstiya dîzaynkirinê wek pêwîstiyeke jêneveger dibînin. Biryara guhertina stratejik ji bo heremê hemû alî xistin nava liv û tevgerê. Aloziya ku li heremê diqewime ji bo herkesi deriyê derfet û xeteriyan vekiriye.
Kurdistan di navenda van guhertin û veguhertinan de ciyê xwe digire. Ji ber vê yeke biryar û helwestên gelê Kurd di vê pêvajoyê de bandorê li ser siyaseta hemû hêzên pêwendîdar dike. Biryara Gelê Kurd erênî an jî neyênî bandor li ser ji nûve dîzaynkirina heremê dike. ji vê rewşê hem gelê Kurd, hem dijminên Kurdan, hem jî hêzên hegemon agahdarin. Ji ber vê yeke herkes ji aliyê xwe ve dixwaze bi Kurdan re di nav pêwendiyê de bin, bandor li ser wan bikin, bi aliyê xwe ve bikşînin, yan jî bêbandor bikin. Tişta ku xuya dike her hêz ji aliyê xwe ve li gor berjewendiya stratejiya xwe dixwaze ji rewşa Kurdan sûd bigire.
SİYASETA LI HEREMÊ DIMEŞE PIR ZÊDE PRAGMATÎK E
Tê dîtin ku siyaseta li heremê dimeşe pir zêde pragmatik e. Hebûna tu hêz û dewletê di garantiye de nîne. Hêza tu dewletên heremê nîne ku pêşî li guhertinên stratejik bigire. Ji ber vê yekê hemû hêz hewl didin sîyaseta xwe li gel rewşa heyi biguncîne, ji xwe re îtîfaqên nû çêbike, cîyê xwe di nava pêvajoyê de bigire da ku bikaribin zerara xwe kêm, destkeftiyên xwe zêde bikin.
Piraniya têkiliyên hene demkîne, taktîkîne, li ser esasê hebûna xwe parastinê ne.
Ji ber vê yeke tekane tişta ku destkeftiyan biparêze hêza gel a birêxistinkirî, hêza leşkerî, siyasî û aqlê stratejiya kêrhatî ye.
Demên wisa Konjonkturel, tevlîhev û pirralî di heman demê de demên hevdu pîvan û mijulkirinê ne. Ji ber ku hêza tu aliyekî bi tena sere xwe nikare pergalê bigire deste xwe û bibe desthilat pêwîstî bi îtîfaq û peymanên demkî û taktîkî dibînin. Di van rewşan de divê mirov bizanibe garantiya tu peymanekî ku raste rast û dirust bimeşe tuneye. Bala xwe bidinê hata niha tu peymanekî ku mirov bikare jêre bibêje peymaneke stratejik û mayindeye li holê tuneye. Peymanên ku di encama van têkiliyan de, di vê deme de tên çêkirin hewceyê hişyarî-baldariyên pir mezin in.
Dewleta Tirk a ku dixwaze li heremê statukoya berê biparêze di aliyê dîplomasî, sîyasî û leşkerî de pir aktif di nav pêvajoyên danûstandinê de cîyê xwe digire. Ji bo gelê Kurd negihêje mafê xwe û statû bidest nexin çi ji deste wan tê dikin. Ji destpêka şerê Suriyeyê heta niha di vê helwesta xwe de israr dikin. Dixwazin di avabûna pergala nû ya Sûriyeyê de xwedî rolekî diyarker bin. Dibêjin; “pêwîste hikûmeta nû ya li Şamê xizmetê ji stratejiya wan re bike”. Bi hîç şêwazekî mafê Gelê Kurd nasneke, li dijî Kurdên Rojava şer bike. Ji bo vê yekê dixebite. Hemû sazî û dezgeyên dewleta Tirk bi şêwazên eşkere û veşartî ji bo vê armancê bi ser bixin tevdigerin. Bidestxistina desthilatdariya Şamê û tunekirina Kurdan armancê wan ê serekeye. Ji ber vê yekê destwerdanê li hemû biryarên HTŞ’ê dikin. Naxwazin bê erêkirina wan tu peyman li Sûriyê ji bo berjewendiyên gelên Sûriyê werin çêkirin.
JI BÎR DIKIN KU DEWLETA SÛRİYÊ JI BER ÇI HILWEŞIYA!
Ji bîr dikin ku dewleta Sûriyê ji ber çi hilweşiya! Tekperestî, nijatperestî, mezhebperestî, netew-dewleta hişk wisa lê kir ku pergala BAAS hilweşiya. Heger gelên li Sûriyeyê jiyan dikin ji desthilatdariya dîktatorî ya BAAS’ê razîbûyana Sûriye hilnediweşiya! Li ser vê rewşê hinek rabin bibêjin emê kopiyeya rejîma BAAS’ê bi navekî din dubare bikin di serî de gelê Kurd û hemû gelên li Sûriyê jiyan dikin tu kes wê qebûl nekin.
Gelê Kurd li heremê di aliyê stratejik, sîyasî û leşkeri de pêwîste çawa xwe bi cîh bike?
Guhertinên jeopolitik û stratejik, yên ku li heremê çêdibin pêwistiya biryarên xwe bi cîhkirinên stratejîk derdixe holê. Piştî şerê cîhanê ya yekemîn dewletên ku li Rojhilata Navîn hatin avakirin bûn belaya serê gelê Kurd, bi tu awayekî hebûna gelê Kurd qebul nekirin. Kurdistan di navbera çar dewletên statukoparêz de hat parvekirin û gelê Kurd ji mafê xwe yên herî xwezayî bêpar hatin hiştin. Ji ber vê yekê hilweşandina statukoya li heremê di berjewendiyê gelê Kurd û gelên heremê de ye.
Ji nûve avakirin û di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de gelê Kurd aktoreke esasîye. Li herçar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dînamoya guhertin û vegûhertinan gelê Kurd e. Dizaynkirina Rojhilata Navîn bê îradeya Kurdan ne pêkane. Kî nêzîkî Kurdan bibe, rêz li hebûn, nasname û iradeya Kurdan a xwerêvebirinê bigre kurd jî dê rêz li wan bigirin.
Hişmendiyeke stratejik ku dahatuyê bi gelê Kurd û gelên heremê bide qazanckirin pêwîst dike. Di demên ku guhertin û veguhertinên mezin û stratejîk rû didin de siyaseta statîk û ji afirêneriyê dûr dê nede qezeckirin. Pêwîst dike gelê Kurd ji her deme zêdetir xulikar û afirêner be. Siyaseta dînamîk, xwedî biryarên demdirêj û parastina stratejîk pêwîst dike.
Carna pêvajoyên konjonkturel derfetên destkeftiyên stratejîk û mayinde bi xwe re tînin.
Eger mirov bizanibe binirxîne dê bibîne kû derfeteke mezin ya serkeftinê li ber destê gelê Kurd de heye. Xwendina pêvajoyê û gavên bi cesaret dikare rê li pêşketinên dîrokî veke.
Dîrok, şert û mercên li Rojhilata Navîn avabûyi ji Kurdan re dibêje bimeşe. Ji ber ku hêza çareseriyê bi gelê Kurd re heye. Derfet û hêz bi awayekî pispor û afirêner werin bikaranîn teqez Kurd dê azad bibin û azad bijîn.
Bermahiyên DAIŞ’ê nikarin dahatuyeke azad ji bo gelên li Suriyeyê jiyan dikin ava bikin.
Ewlehiya Rojavayê Kurdistan û hemû pêkhateyên Suriyeyê xwe li tevahiya Suriyê birêxistinkirinê pêkan e.
Gelê Kurd û gelên heremê di pêşengtiya projeya Netewa demokratik de li tevahiya Sûriye û Şamê xwe birêxistin û bi hêz nekin nikarin ewlehiya xwe biparêzin. Kurd, Ereb, Durzî, Elewî, Sunî bi hev re dikarin jiyanake azad û demokratik ava bikin. Derfeta avakirina pergala demokratik û azad ji her demê zêdetir heye.
‘Hêz û tecrubeya Kurdan a teorik û pratik heye ku tevahiya Suriyê bandor bike, jiyaneke demokratik û azad ava bike.’ Kurd ne dûr ne jî xerîbê Şamê ne. Çîrokên Selahatînê Eyubî hîn jî li kolanên Şamê, Helebê tên gotin.
Ji kurahiya dîrokê dengê lingê gelê Kurd tê.
Hîwa AZAD