Ne tenê şaristaniya dewletî û pergala kapîtalîsta guherbar, kesayetiyên ku ew şêwe dane pêvajoya hilweşandin û aloziyê jiyan dikin. Lewma bi qasî pergala hilbijêr, tîpolojiyên hilbijêr jî bi awayek dijwar hatine rojevê. Pênc sed salên dawiye li hember pergala kapîtalîst lêgerînên kesayetên hilbijêr çêbûn. Kesayetên sosyalîst, kesayetên demokrat, kesayetên lîberal, kesayetên anarşîst, kesayetên femînst, kesayetên netewperest û kevneperest di vê pêvajoyê de wek çareserî derketine pêş. Li gor beşên civakî yên hatî bindestkirin ên kedkar, jin, ciwan û netewên rastî mêtîngeriyê hatî, pergala sosyalîst û kesayetên sosyalîst ku ji xwestekên wan yên wek dad, wekhevî û azadî re dikarin bibin bersiv wan pejirandin û hat rewşek hilbijêr. Tevî ku cûdahiyên fikrî hebin jî Anarşîst û Femînîst di hinek rêbazan de sosyalîzm wek çareserî pejirandin. Bûrjûva di pergala lîberal de tîpolojiya kesayetî ya “Prens” a Macchiavelli de digihe wek modêl, Gramsci jî bi “Prens a Nûjen” re hewil da ku şêwe bide kesayeta sosyalîst. Rêber Apo jî kesayeta Modernîteya Demoqratîk wek “Prens a Demoqratîk” bi nav kir. Kesayeta reel sosyalîzm ku ezmûnek xirab daye ji ber sedemê paradîgmaya dewleta desthilatdar û amûrên ku bikaranî û rêbazên zanista civakî ku şopandî, nekariye nûnertiya sosyalîzma civakî bike û di rewşa pêkanerek bê teşe de maye.
Tevî hemû tiştî, di serdema me de li dijî mêtîngerîya dijwar û xirabkirinên kapîtalîzma gerdûnî, kesayetiya sosyalîzm û sosyalîst xwe wek rêya yekane ya çareseriyê ferz dike. Kesayetên bi qrîz ku ji aliyê pergala şaristaniya dewlet û kapîtalîst hatiye şekilkirin, derbaskirina wan û pêşxistina kesayetên sosyalîst wek hilbijêr mijara sereke ya Sosyolojiya Azadiyê ye. Ceribandinên ser navê hilbijêr hatî kirin ji ber ku tewareya dewleta desthilatdar û refdarî de bû heya niha serneketiye. Li aliyê din tîpolojiyên ku şaristaniya Rojhilat û Rojava avakirî hem wek çandî hem jî wek kesayetî bihevdikevin. Lewma hem ji aliyê refdarî hem jî qrîz û lihevketinên netewan dibe mijara gotinê. Pergal û kesayeta dewletî ya herî kevin ya Rojhilat bi netew-dewlet û kesayetên kapîtalîst ya Rojava re ketine pêvajoya hilweşandinê. Lewma kesayetên herdû netewan jî; xwedî hişmendiya takekesî, desthiltadar-dewletî, zayendperest, netewperest, olperest/laîk û kapîtalîste. Xetimiye û bê çareserî maye.
Kesayetiya dogmatîk û kevneperestiya şaristaniya Rojhilat a Klasîk bi kesayetiya lîberal ya Rojava (Ewropa) re di serdema me de di rewşa alozî û tengasî de ye. Ji kêrhatinên vegûherînê bê parin. Bi wateyek ciddî bi dahûrandinên dîrokî û civakî re hatine girêdan. Sosyolojiya pozîtîf ku zanistê bingeh digre nekariya çareseriyek pêş bixe. Berevajiyê wê, yê heyî rewa kir û qrîzê mezin kir. Pergala reel sosyalîst jî ku li hemer kesayetên şaristaniya Rojhilat û Rojava xwest di tewareya refdariyê de çareserî pêşbixe, pirsgirêkên kesayetî nekariye derbas bike. Reel sosyalîzm, ji ber ku xwe xistiya nav materyalîzmê de derbaskirina kesayetên bi qrîz li aliyekê hişt û pisrgirêk zêdetir kûr kir. Pergala kapîtalîst, bi bîrdoziya lîberal re argûmanên olperestî, netewperestî, zanistperest û zayendperestî di asta herî bilind de bikaraniye sê hêmanên “Sê S” (seks-sanat(hûner) -spor) jî zêde kiriye, bi vê awayî di kesayetî de komkujiyek mezin ya hişmendî û çandî pêkaniye. Ev kesayetiya ku her tim qrîz, bêkarî, hejarî, birçîbûnê dihilberîne û hertim di nav pevçûn û şer de ye di warê maddî û manewî de bi hemû nirxên civakî re xwezaya me jî bêhêz û tûne dike. Bi erozyon û dejenerebûna ku pêktê mirov bi wateya rast taybetmendiya xwe ya mirovî winda dikin. Ne îdealîzm ne jî materyalîzma tûnd wek pirsgirêka pergalê, pirsgirêka kesayetî jî nekariye çareser bike. Çawa ku li Rojhilat kesayeta herî paşverû cenawira DAIŞ e, li Rojava (ewropa) jî bi şêweyê kesayetek takekesî ku wek cenawir a Leviathan cîhana me dixwe lê têr naxwe derketiye holê. Di bingeha van kesayetên bi qrîz de di asta herî bilind de desthilatdarî, xwedîtî, mêtîngerî û zayendperestî heye.
SOSYALÎZM; BÊ PERE Û BÊ DESTHILATDARÎ JIYANKIRIN E
Rêber Apo, di hevdîtina xwe ya 24’ê Cotmeh a 2024’an de wiha got: “Ez wek sosyalîstek jiyan dikim. Hûn ji derve difikirin ku wek kesên azad jiyan dikin. Ez ji we azadtir jiyan dikim. Bê pere û bê desthilatdarî jî tê jiyankirin.” Pere û desthilatdarî dû argûmanên bingehîn ê şaristaniya mêtînger, zordest, zayendperest û dewletî ye. Binyadên ku modernîteya kapîtalîst xwe dispêre yê. Şertê bûyîna sosyalîstbûnê, di asta fikir-zikir-çalakî de binyada pere û desthildarîyê derbaskirin û azadbûne. Pere û desthilatdarî çavkaniya şaristaniya maddî ye. Bingeha hemû xirabî û hişmendiyên paşverû ye. Rêber Apo, li dijî çanda maddî ya modernîteya kapîtalîst, nirxê manewî ya civaka demokratîk pêş dixe. Modernîteya Demoqratîk ku xwe dispêre exlaqa komînal û wekhevî ya sosyalîzmê, pîvanên kadrobûyînê wek hilbijêr pêş dixe. Dewletek pir bi hêz be jî- Reel sosyalîzm vê da çespandin ku- di hest- fikir, rih, têkîlî û şêweyê jiyanê de bêyî ku manewiyata Civaka Demoqratîk were pejirandin pergala kapîtalîst nayê fêmkirin û nayê gihiştina şêweyê jiyana sosyalîst. Rêber Apo, dibêje, maddiyatî, xwedîtî û çanda dewlet-deshildatî ku li pêş sosyalîstbûna me dibe asteng divê em derbasbikin. Ji ber ku hişmendiyên desthilatdarî û maddîyatbûnê li gel me jî di serê pirsgirêkên me yên bingehîn ku bi şêweyên din derdikeve pêş de tê. Ji bo tevlîbûna rastiya Rêber Apo, divê pere ku şaristaniya maddî ye û çanda dewlet-deshilat bi temamî were derbaskirin. Bêyî ku ev were derbaskirin, em nikarin bigihin rastiya kadro ya sosyalîst û em nikarin bibin kirdeya paradîgmaya Rêber Apo.
Dahûrandinên sosyolojîk ê wek “yê ku tê dahûrandin ne kêlî dîrok, ne kes civak e” ku Rêber Apo ji destpêkê ve bingeh digirt, avakirina kesayetî û modêla civakek nû armanc girtiye. Pênc cîldên dawî yê pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demoqratîk ya Rêbertî modêla nû ya pergal û kesayeta civakî datîne holê. Manîfestoya Civaka Azadî û Demoqratîk ku di 27’ê Sibatê de ragihand di rastî de pergala sosyalîst ku kesayeta nû ya sosyalîst wê ava bike îfade dike. Rêber Apo, ji pirsa bingehîn ya sosyolojiyê “pergalek civakî ya çawa, jiyanek çawa û kesayetiyek çawa” re di nav têkoşîna salên dirêj de li bersivê geriyaye û bi “Sosyolojiya Azadiyê” çareserî dîtiye. Tez a “Sosyolojiya Azadiyê”, ji bo kes û civak sosyolojiya afrêner û pêkhatinê ye. “Banga Civaka Azadî û Demoqratîk” bi Sosyolojiya Azadiyê digihe wateya xwe ya rast. Rêber Apo, li dijî modernîteya kapîtalîst wek hilbijêr Sosyolojiya Azadiyê ya wek Çareseriya Modernîteya Demoqratîk hatiye pêşkêş kirin pêşxistiye. Di wateya çawaniyê de dû pergalên cûda û dû kesayetên cûda mijara gotinê ye. Di hevdîtinên dawî yê Rêbertî de gelek cara balkişandina wî ya li ser sosyalîzmê ji ber sedemê pêwîstiya heyîna sosyalîzmê û ji ber ku ew pergala yekane ya ku dikare azadiya civakî pêkbîne ye. Rêber Apo, li dijî têgihiştina heqîqet û hêza watedayîna ku ji aliyê pergalên kapîtalîst ve hatine avakirin, têgihiştina heqîqetê û hêza wateyê ya demoqratîk ava kiriye. Di bingeha vê de hişmendî, bawerî û şêweyê jiyana sosyalîzmê heye. Apocîtî û şoreşa Kurdistanê tenê di asta têkoşîna bi çek de nirxandin, ji heqîqeta PKK fêmnekirin yan jî bi zanebûn berevajî kirine. Têkoşîna bi çek tenê beşek biçûk ya têkoşîna Apocîtî ye. Têkoşîna bingehîn bi hêza watedayînê û rejîma heqîqetê ya nû re têkoşîna avakirina mirov û civaka nû ye. Wek bingeh têkoşîna bîrdozî, felsefî, polîtîk, civakî û çandî ye. Apocîtî çandeke û PKK jî tevgera çanda demoqratîk e. PKK, bi Şoreşa Vejînê re di bingeha parastina rewa de bi têkoşîna biçek re rastiya mirov û Civaka Demoqratîk ya nû ava kiriye. PKK, bi hişmendî û rêxistinbûyîna demoqratîk re bûye hêza parastina cewherî ya gelê Kurd. Ji ber vê di çarçoveya parastina rewa de xelasbûna têkoşîna biçek, qet nayê wateya xelasbûna parastina cewherî. Ji ber ku Civaka Demoqratîk civaka parastina cewherî ye. Her tim divê bi parastina cewherî bin. Bi awayek din nabin civaka demoqratîk. Parastina rewa carna di rewşên cûda de derdikeve parastina cewherî bi heyînê re girêdayî herdemî ye. Bêyî ku hişmendî û birêxistinbûna parastina cewherî pêk were parastina rewa nikare pêk were. Parastina cewherî zêdetir di asta leşkerî de berxwedan û şer îfade dike, parastina cewherî hişmendî, rêxistinbûyîn, refleks û çanda parastina hebûna civakê ye. Bi vê wateya xwe PKK, wek partiyek xwe derbas kiriye, pir pêşdetir çûye û rola xwe liyîstiye. Mirovê ku PKK nû ava kiriye mirovê sosyalîst e. Civaka mirovê nû jî civaka demoqratîk û sosyalîst e. Civaka aştîxwaz ku wek rêbaz danûstandin, nîqaş û nirxandinê bingeh digre ye. Pergala Civaka Demoqratîk, Şaristaniya Demoqratîk e. Pergala rêveberiya wê Konfederalîzma Demoqratîk e. Siyaseta wê siyaseta demoqratîk e. Ev hemû dikeve çarçoveya Sosyolojiya Azadiyê. Sosyolojiya Azadiyê li hember kapîtalîzmê wek çareseriya Modernîteya Demoqratîk pêş dikeve, Netewa Demoqratîk jî wek hilbijêra netew-dewlet pêşdikeve.
SOSYOLOJIYA AZADIYÊ: PROJEYA AVAKIRINA KESÊ AZAD Û CIVAKA DEMOKRATÎK E
Sosyolojiya Azadiyê ji bo derketina ji rewşa alozî û qrîzê wek hilbijêr tê pêşkêşkirin. Tengasî rewşeke divê destpêkê ji kesayetan were derbaskirin. Bêyî ku sosyolojiya mirovê azad were avakirin pergala herî îdeal were avakirin jî nikare li ser lingan bisekine. Di warê maddî de hemû derfet were pêşkêşkirin jî sosyolojiya azadiyê neyê pêşxistin di Reel Sosyalîzmê de hatiye çespandin ku pergal nikarin li ser lingan bisekinin. Demoqratîk, di pergalên sosyalîst de divê destpêkê di hişmendiyan de were rûniştin. Divê destpêkê modêla kesayeta demoqratîk were avakirin. Watedayîn neyê avakirin, hemû binyatgerîtiyên ku were avakirin wê tenê wek şikil pêk werin. Watedayîn; hişmendî, rih, bawerî, manewiyat, moral û ûtopyaya binyatgerîtiye. Hêza ku jê re dibêjin bîrdozî komkirina van e. Bêyî van ne gengaze ku binyatgerîtî/sazîbûn li ser lingan bimîne. Rih nebe cisim tenê ji kelex pêk tê. Wek mînak, hêza ku li hember hemû êrîşan PKK li ser linga girtiye ne ji hêza wî ya binyatgerî ye, ji ber hêza wî ya watedayîn û feraseta wî ya heqîqetê ku ava kirîye. Li dijî hemû êrîşan yê ku PKK li ser linga digre hêza wî ya WATEYÎ ye. Bingeha rejîma heqîqetê watedayîne. Heqîqet, tenê ji form û diyardeyan nayê fêmkirin. Qada ku heqîqet pêktê qada watedayînê ye. Qada wateyî jî, qada civakî ku heqîqet lê tê avakirine. Bi pergala şaristaniya mêtînger û bişavtinê re heqîqeta civak, di navbera çerxa binyadê ya komkujî û desthilatdarî de hatiye tûnekirin. Nirxên exlaqî û polîtîk yê hatî tûnekirin, heqîqet û wate ya rast ya civakê ye. Carek din derketina heqîqetê ya ronahiyê û ji nû de avakirina wê erka bingehîn ya Sosyolojiya Azadiyê ye. Ji vê aliyê yek ji erkên Sosyolojiya Azadiyê jî ji nû ve nirxandina dîrokê ye. Ev tê wateya, dîrokbûna sosyolojiyê û bi sosyolojîkirina dîrokê, dîroka dîrokê ji nû ve nirxandin û nivisandinê. Desthilatdarî, wê bibe nirxandina dîroka sosyolojî ya nirxandina heqîqetê ku xwe ji binyadên dewlet û komkujiyê rizgarkirî. Ev tenê Sosyolojiya Azadiyê û zanista Jîneolojî dikare bike.
JÎNEOLOJÎ: ZANÎSTA BINGEHÎN YA SOSYOLOJIYA AZADIYÊ YE
Jîneolojî ku zanista jinê ye; heqîqeta jinê ku di serî de sosyolojî bi girêdana hemû zanistên civakî yê din re tê destgirtin û tê çareserkirin. Ji vê alî ve Jîneolojî di heman demê de bingeha sosyolojiya azadiyê ye. Rejîma heqîqetê û sosyolojiya azadiyê destpêkê di hişmendiyê de bi hêza watedayîn û feraseta heqîqetê tê avakirin. Ji ber ku wek Rêbertî jî dide diyarkirin; “Heqîqet, di bingeh de bi serdeman rewşa ku watedayina civakî ya derketiye hişê mirov re pêşketiye.” Bêyî ku bigihin vê hişmendî û hêza watedayînê ne dikarin ji qrîzê derkevin ne jî kes/civaka azad ya nû û pergala wê dikare were avakirin. Demoqratîk, şoreşgerên ku pergal û civakek sosyalîst armanc digirin, bi sosyolojiya azadiyê destpêkê li ser bingeha azadiya jinê HIŞMENDÎ, EXLAQ û ŞOREŞA KESAYETÎ divê were pêkanîn. Rêya vê jî fêmkirina koletî û heqîqeta jinê ye û li gor vê pêşxistina nêzîkatiyek sosyalîst re derbas dibe.
Dijwar SASON