ÇIMA ENKS HATE AVAKIRIN?
Di pêvajoya geşedanên bilez ên li Sûriyê de ENKS li dijî Însiyastîfa Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd di 26`ê Cotmeha 2011`an de ku ji 11 partiyan pêk tê, li Hewlêrê bi sponseriya serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî hate avakirin. Piştre partiyên di bin sîwana ENKS`ê de bûn 16.
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Sûriyê û Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê (Yekitî) ENKS`ê bi rê ve bir û tu tişt ji gelê Kurd re nekir, lê belê di destê dagirkerên Kurdistanê û hêzên dijberî hêviyên gelê Kurd û gelên herêmê de bû amûrek.
Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Talal Mihemed ku endamê ENKS`ê bû, got: “Di dawiya 2012`an de kongreya damezirîner a Oposîzyona Sûriyê li Dewhayê li dar ket û bi navê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKS`ê şandeyek beşdarî kongreyê bû. Lê biryar tune bû ku tevlî îtîlafê bibe.”
Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: “Di 2013`an de dema dan û standinê di navbera Meclisa Rojavayê Kurdistanê û ENKS`ê de ji bo avakirina Rêveberiya Xweser hebûn, ENKS`ê bi opozîsyona Sûriyê re diyalog dikir û dan û standinên avakirina Rêveberiya Xweser dereng dixistin. Piştî demekê ENKS`ê ragihand ku ew tevlî îtîlafê bûye. Pê re dan û standinên ji bo avakirina Rêveberiya Xweser rawestîn.”
Di encama siyaseta tevlihev û dijber a ENKS`ê de, 3 partiyên siyasî jê vekişîn ku ew jî Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê ya ku Mihemed Mûsa sekretêrê wê ye, Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyê ku Salih Gedo sekreterê wê ye û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ku Cemal Şêx Baqî sekreterê wê ye. Paşê ev her sê partî tev li Rêveberiya Xweser a Demokratîk bûn ku li herêma Cizîrê di 21`ê Çileya 2014`an hate damezirandin. Ji ber bandora şepêla ku îdia dike xwedî li rêgeza Barzanî derdikeve, li ser ENKS`ê, di 14`ê Kanûna 2014`an de 4 partiyan; Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Partî) ya Ebdulhekîm Beşar, Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê baskê Xeyrûdîn Murad, Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê baskê Mistefa Oso û Partiya Yekitî ya Kurdistanê ya li Sûriyê ku Ebdulbasit Hemo serokê wê bû, avakirina ‘Yekitiya Siyasî’ ragihand û êdî kar û barên ENKS’ê bi giştî birêve birin.
ENKS`ê anku hemû însiyatîfên ku ji bo yekitiya Kurdan hatin pêşkêşkirin, têk birin mîna însiyatîfa Desteya Bilind a Kurd û Lêvegera Siyasî ya Kurd. Di heman demê de Yekitiya Siyasî li dijî tevahiya partiyan derket ku li dijî siyaseta wê bûn, jê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê/ Muhyedîn Şêx Alî, Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) /Nesredîn Îbrahîm û Partiya Wîfaq a Demokartîk a Kurd li Sûriyê/ Fewzî Şengalî. Piştre Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd endamtiya xwe ya di nava ENKS`ê de cemidand. Piştî rêzevekişandinên di nav ENKS`ê de çêbûne, tenê Yekitiya Siyasî ma ku tevahiya siyasetên dewleta Tirk ên li dijî doza Kurdan qebûl kirin. Ji lewre endamtiya wê ya di nava Meclisa Wetenî ya Sûriyê de hat qebûlkirin ku piştre bû Îtîlafa Wetenî ya Sûriyê ku sîwana siyasî ya çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ye.
Yekitiya Siyasî di bin navê ENKS`ê de bi îstixbarata dewleta Tirk re dide û distîne. Bi dehan rapor û belge hene ku vê yekê îsbat dikin û dezgehên ragihandina azad de gelek ji wan hatine weşandin di nav de civînên di navbera rêveberên Yekitiya Siyasî û istixbarata dewleta Tirk de ku sala 2016`an pêk hatine. Yekitiya Siyasî hemû biryarên xwe ji dewleta Tirk û îtîlafa Sûriyê ya muxalifê û hikumeta Başûrê Kurdistanê digire. Mîna beriya hilbijartinên meclisên şaredariyê yên Herêma Cizîrê yên sala 2015`an bi du rojan pêk hatiye, wê demê nûnerên ENKS`ê bi nûnerên dewleta Tirk a dagirker re li Tirkiyê civiyan. Meclisê piştî wê endamtiya xwe ya di lêvegera kurdî de cemidand. Endama lêvegerê Mizgîn Ehmed ev yek piştrast kir.
BI DESTPÊKA AVABÛNA ENKS’Ê RE ÊRÎŞÊN WÊ YÊN LEŞKERÎ SER KURDAN PÊK HATIN
ENKS`ê bi fermana istixbarata dewleta Tirk kar dike û destê wê di komkujiyên li dijî Kurdan de heye. Di aloziya Sûriyê ya berdewam de, ENKS`ê bi rêya komên çeteyan û çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek komkujî li dijî Kurdan pêk anîn. Ji komkujiya Serêkaniyê di Nîsana 2012`an de bigire heta bigihêje komkujiyên li taxên Şêxmeqsûd û Helebê, Komkujiya Til Eran û Til Hasil di 27`ê Tîrmeha 2013`an de û komkujiyên li dijî Kurdan li kantona Efrînê.
Komên çete yên girêdayî ENKS`ê ku navên Ketîbeya Azadî, Lîwa Selahedîn El-Eyûbî û Komele li xwe kirine, bi fermana MÎT`a Tirk kar dikin û bi awayekî eşkere şerê destkeftiyên Kurdan dikin û komkujiyan li dijî wan pêk tînin. Dawiya 2013`an, çeteyên dewleta Tirk a dagirker “Lîwaya Şehîdên Bedir” ku di nava civakê de bi navê (El-Heyanî) dihate naskirin, bi alîkariya Lîwa Selahedîn El-Eyûbî a girêdayî ENKS`ê, taxa Seken Şebabî dagir kir.
Tax li aliyê bakur rojavayê Helebê ye. Ji du beşan pêk tê, yek bi rûbera 70 hiktar e û ya din jî 232 hiktar e. Li aliyê wê yê rojavayê bakur taxa Şêxmeqsûd heye. Li gorî kadroyê tenduristiyê ya nexweşxaneya Xalid Fecir Welat Mamo, di wê dîrokê de çeteyên Lîwaya Şehîdên Bedir bi hevkariya çeteyên Lîwaya Selahedîn El-Eyûbî ya girêdayî ENKS`ê komkujiyek li dijî sivîlên taxê pêk anî. Di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî. Mamo wiha domand: “Pêkhateyên taxê yên Kurd û Ereb xwestin ji taxa Seken Şebabî derkevin û biçin taxa Şêxmeqsûd. Dema hewl dan derkevin, gelek ji wan hatin kuştin. Heta niha çarenûsa gelekan nediyar e û cenazeyên hinekan jî nehatin naskirin.”
Welat Mamo diyar kir ku 2 sivîlên ku alîkariya tîmên tenduristiyê dikirin, ji aliyê çeteyên “Lîwaya Şehîdên Bedir” û “Lîwa Selahedîn” a ENKS`ê ve hatin revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Li gorî Welat Mamo navên wan wiha ne: Cîger û Ebû Mihemed.
PIŞTÎ SÎXÛRTIYA RÊVEBIRÊN ENKS’Ê DEŞIFRE BÛN HATIN GUHERTIN
Helwesta ENKS’ê ku pir aşkera ye ku xizmeta têkoşîna neteweyî ya Kurdan nake, di rastiyê de ji El-Nusra û çeteyên bermahiyên wê ku di sala 2012’an de Serêkaniyê dagir kir û çeteyên DAIŞ’ê ku bi fermana dewleta Tirk di sala 2014’an de gelê Kurd kir hedef, ne cudatir e. Îro êrişên çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê yên bi desteka dewleta Tirk bi armanca tunekirina şoreşa Rojava dişibin êrişên ENSK’ê yên li ser ziman, çand û şoreşa Rojava. ENKS’ê ku ji destpêka şoreşa Rojava ve bi dijminan re tev digere, nekarî vîna gelê Kurd bişikîne û vê carê jî bi MÎT’ê re tev digere. ENKS astengiyek e ku li pêşiya statuya şoreşa Rojava disekine. ENKS dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê ditengijin, jê re dibe palpişt.
Li ser vê esasî rêveberên ENKS’ê yên wekî Îbrahîm Biro, Kamûran Haco, Evdilhekîm Beşar, Siyamend Haco, Evdilbasit Hemo, Fuad Elîko di navbera salên 2016-2019’an de 16 caran bi MÎT’ê re li Dîlok, Enqere û Stenbolê, 12 caran jî bi saziya îstîxbaratê ya PDK’ê Parastinê re li Hewlêrê û 4 caran jî bi rayedarên DYA’yê re hevdîtin kirin. Navên endamên MÎT’ê yên tev li hevdîtinan bûne jî di çapemeniyê de cih girt.
Ev rêveberên ENKS’e yen navên wan derbas dibin bi taybet Îbrahîm Biro, Evdilhekîm Beşar û Fuad Elîko, ji ber di pêvajoya êrîşên dagirkirinê ya li ser Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dihat kirin de, hem bi kiryarên xwe yên ajantiyê ku dixwestin meclîsekê qaşo di bin navê sivîl de ava bikin û dagirkirinê rewa bikin, hem jî bi daxuyaniyên li ser ragihandinê ya ku piştgiriyê dide dagirkirinê û rewa dihesibîne ji aliyê raya giştî û Kurdan ve ajantiya wan tam zelal bû û deşifre bûn. Ev yek ku di dagirkirina Serêkaniyê û Girê Sipî de jî berdewam kir heya sala 2022’an, êdî ji ber ajantiya wan deşifre bû û hem jî nakokiyên di navbêra rêveberên hûndirê Rojava û yên li derve de derket asta herî jor, MÎT û PDK/Parastin neçar man ku guhertinekê bikin.
Li ser vê esasî di meha Cotmehê sala 2022’an de MÎT bi nûnerên PDK’ê ku li ser navê Parastinê berpirsên dosya Rojava/ENKS’ê ne Azad Berwarî, Hemîd Derbendî û Şêrzad Munzir re dest bi rêzecivînan kirin. Di van rêzecivînan de li ser perspektîfa MÎT’ê biryar hate girtin ku êdî di cihê van sîxûrên deşifrebûyî, Serokê PDKS’ê Mihemed Îsmaîl, yên Partiya Yekitî Silêman Oso, her wiha Fêsel Yusif, Nimet Dawûd, Fesle Yusif û Seîd Omer (Seîd Sûrî) hatin diyarkirin. Di vê çerçoveyê de Mihemed Îsmaîl girêdayê Azad Berwarî be, Silêman Oso, Fêsel Yusif, Nimet Dawûd û Fesle Yusif girêdayê Hemîd Derbendî û Seîd Omer (Seîd Sûrî) jî girêdayê Şêrzad Munzirî be.
(BEŞA SÊYEMÎN: KESAYETEK XWEFIROŞ A BI ERZANÎ: SEÎD OMER (SÛRÎ)