Bi piştgiriya dewletên rojavayî û Dewleta Tirk a Dagirker, Heyat Tehrîr El Şam (HTŞ) di 27’ê Mijdarê de êrîş birin ser Helebê, di demeke kurt de di nava 12 rojan de derbasî Şamê bûn û Rûsyaya ku nekarî hilweşîna Rejîma Baas a 61 salî hezim bike, hat zanîn ku li Baregeha Hewayî ya Rûsyayê ya Himêmîm bi Dewleta Tirk a dagirker re odeyeke îstîxbaratê ya hevpar hatiye avakirin. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker wê hemû agahiyên îstîxbaratî yên derbarê HTŞ’ê yên li herêmê bi Rûsyayê re parve bike, Rusya jî bi parvekirina agahiyên li ser Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên QSD ê bi Dewleta Tirk a dagirker re parve bike.
Dewleta Tirk a dagirker ku ji Rûsyayê di derbarê nuqteyên hêzên QSD’ê bi taybet xeta Minbic, Kobanê, Reqa û Dêrezorê agahî xwestine, her wiha di nava agahiyên hatine bi destxistin de Dewleta Tirk a Dagirker wê koordînatên noqte û kesayetên berpirsyar yên li gundewarê Helebê û xeta Idlibê yên HTŞ’ê bi Rûsyayê re parve bike.
Hat eşkere kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku eşîrên Kurd û Ereb li hember hev rabin, bi taybet li Reqa û Hesekê, wekî ku beriya niha ji şaneyên razayî yên rejîma Baas xwestibû ku li beramberî îstîxbarata Rûsya tevlîhevî, gengeşiyan ava bike di herêmê de.
JI BO ÊRÎŞÊ KOBANÊ HINCETAN AVA BIKE LI ÎZMÎR Û STENBOLÊ PLANÊN PROVOKASYONÊ
Dewleta Tirk a dagirker û Rûsya, ku ji bo têkbirina hevbendiya di navbera hikûmeta nû ya demkî ya li Şamê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, amadekariya pêkanîna planeke piralî dikin, dixwazin ji bo êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hincetekê çêbikin. bi taybetî jî xeta Kobanê-Reqqayê. Hate hînbûn ku bi rêbaza ku dewleta Tirk a dagirker berê hatiye ceribandin, xwestine bi pêkanîna çalakiyên ku wê li bajarên wekî Îzmîr, Bûrsa û Stenbolê teqîn û alozî çêbike û kiryarên wan jî wek e ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ve hatiye kirin bidin nîşandan. Bi vê awayî ji bo êrîşê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye bi taybet jî Kobanê bikin hincetan bidin avakirin. Hate ragihandin ku eger ev plan derkeve holê, wê Rûsya bi hinceta ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşa HTŞ’ê ya li ser Helebê de wan xapandiye, bikeve dewrê û berpirsyariya van kiryaran bigire ser xwe.
550 ÇETEYÊN DAIŞ’Î YÊN LI SAMSÛNÊ BI TAYBET HATINE PERWERDEKIRIN LI SÎNOR SEKINÎNE
Her wiha hat ragihandin ku 550 çeteyên DAIŞ’ê ku nêzî salekê li Samsûnê bi taybet perwerde dîtine, di çarçoveya hemû planên xapînok û qirêj de ji bo bixin tevgerê li ser sînorê Kobanê hatine sekinandin. Hate hînbûn ku 550 çeteyên DAIŞ’ê bi berpirsyariya serçeteyê bi navê kod Ebû Fetih ku berê berpirsyarê lojîstîka Herêma Reqayê ya DAIŞ’ê bû, wê di xeta Kobanê, Reqa-Dêrazorê de bi provokasyonên ji aliyê şaneyên razayî ve werin kirin re li dijî hêzên ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên sizmayê -ketina hundir pêk bînin.