Başûrê Kurdistanê bi saya PDK û malbata Barzanî (Mesûd, Mesrur û Nêçîrvan Barzanî) û dewleta Tirk a dagirker di bin xeteriyek mezin de ye. Eger wisa berdewam bike dagirker tiştek bi navê kurdayetî nahêle. Êdî dema hikûmet, parlemento û serokatiya herêmê xilas bûye. Nahêlin hilbijartin çêbibe. Ev yek bi xwe rewabûna hikumeta Başûr dixe xeteriyê.
PDK û her sê Barzanî dizanin ku wê di hilbijartinan de bi ser nekevin, ketine pey dek û dolapan. Eger nikaribin hilbijartinan taloq an jî betal bikin, qet nebe di avakirina krîz, kaos û şer de hîle, lîstikên cur be cur dengê heyî biparêzin. Ev siyaset siyaseta hevkarê wê AKP-MHP’ê ye. Ew hikumeta şer a AKP-MHP’ê jî di hilbijartinên dawî heman rêbazî bikaranî bûn. Lewra heman rêbazî PDK û her sê Barzanî ku di hilbijartina din de pêk anîbûn, rûxmê wê jî 700 hezar deng girtibû. Li gor dozên ku hêj jî di Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Iraq û Başûrê Kurdistanê ji wan 700 hezar dengan 400 hezarê wê bi hîle, şaîbe û diziyê hatiye girtin. Ji ber vê yekî jî xuyaye ku dê di vê hilbijartinê de rûxmê hîle, şaîbe û diziyê jî wê nikaribe 300 hezar dengan jî bigire. Ji bo vê jî eger ev yek çêbibe dê nikaribin bibin desthiladar. Pê re wê hem serokê heremê û hem jî hikumetê ji destê wan biçe.
HILBIJARTIN NEYÊ KIRIN WÊ ÇI BIBE?
Li gor zagona navenda Iraqê, taloqkirin an jî betalkirina dema hilbijartinê encax di şert û mercên awarte de ango şer û felaketê de were kirin. Ji ber vê yekî ye ku PDK di şer, kaos û krîzê de ewqas israr dike. Ji bo vê yekî jî yek ji sedema israrkirina hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker ê li dijî gerîla û gelê Kurd ew e ku şer berfirehtir bikin û nehêlin hilbijartin çêbibe. Lewra dewleta Tirk a dagirker jî vê rastiyê dibîne û wan sor dike û dihêle ku bi her awayî aborî, îdarî, siyasî û leşkerî xwe teslîmê dewleta Tirk a dagirker bike. Bi vê rengî statuya Başûr a ku jixwe tenê di bin serweriya malbata Barzanî de bû dikeve xeteriyê. Bi vê awayî eger navenda Iraqê hikumetekê nexwaze û eger hilbijartin çênebe, li gor yasayê dikare bi biryara dadgeha bilind, di hêla îdarî de heremê tenê di asta wîlayet (parêzgeh-walîtiyê) de bihêle an jî lê binêre.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, wek e dîroka hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistan a Federal 20’ê cotmehê 2024’an diyar kiriye. Ji xwe mijara hilbijartinan li Başûrê Kurdistanê bûye aloziyek, mijara sereke ya partiyên siyasî û tevahî heremê. Di nava du salên derbasbûyî de ji aliyê PDK’ê ve bi hinceta aliyên siyasî ne amadene 4 caran hilbijartinan hatin taloqkirin. Lê ji aliyekê ve PDK di aliyê din de jî YNK dixwazin desthiladariyê bixin destên xwe. Li aliyekê din jî partiyên wekî; Goran, Komeleya Îslamî Ya Kurdistanê/Iraq, Yegurtiya Îslamî Kurdistan, Partiya Newey Nîwê, Yekîtiya Serdem, Hevpeymana Yekîtiya Netewî, Partiya Azadî, Partiya Geşepêdana Tirkmen, Partiya Reform a Tirkmen (Türkmen Reform Partisi), Meclîsa Gel a Kildanî-Suryanî-Aşûrî, Partiya Rafidayîn, Cebheya Turkmen, Franksiyona Gel, Civata Ermeniyan, Yekitiya Endamên Serbûxwe, Tevgera Îslamî Ya Kurdistan jî, tenê hewil didin di parlementoyê de kursiyên xwe zêde bikin.
BARZANÎ BI XWE LI DAWÛLÊ DIXIN Û EW BI XWE DILÎZIN
Dema mirov li pişt perdeya taloqkirina hilbijartinan dinêre, xuya dike ku rêbaza AKP-MHP’ê bi kar tînin. Lewra tenê bi erêkirin û avêtina îmzeya kesekî, kengê dixwazin taloq dikin û kengê dixwazin hilbijartinan dixin rojevê. Anku gotin di cih de be PDK/Malbata Barzanî bi xwe li dawûlê dixin û ew bi xwe dilîzin. Ji ber vê yekî jî di nava du salên dawî de ku çar caran hilbijartin hatin taloqkirin, tenê bi îmzaya Nêçîrvan Barzanî bû. Di 35 salên dawî de tenê 5 caran hilbijartin hatine kirin û 12 caran jî hatiye taloqkirin an jî betalkirin. PDK a ku hewil dide taloq bike, wê bibe hilbijartina şeşemîn. Rast e, biryarnama ku wê hilbijartin were kirin hat îmzekirin lê PDK ji bo taloq bibe serî li her cure rêbazan dide.
DEWLETA TIRK A DAGIRKER PDK’Ê BI KAR TÎNE
Bêguman di nav van amejeyên qirêj de destê dewleta Tirk a dagirker û hin hêzên di nav hikûmeta navendî ya Iraqê de hene. Gelê herêmê ji nêz ve seferberiya ku PDK’ê ji bo rizgarkirina desthilatdariya xwe daye destpêkirin dişopîne. Girêdayî şert û mercên heyî ketina hilbijartinê ya PDK’ê tê wê wateyê ku PDK piştî 34 salan li Başûrê Kurdistanê desthilatdariyê winda bike. Lewma PDK ji bo taloqkirina hilbijartinan li Enqere, Washînton, Bexda û Tehranê li pişt perdê di nava bazariyên qirêj de ye. Mijara din a girîng ku dewleta Tirk a dagirker li herêma Behdînan ji dema destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, dewleta dagirker Turkiye-PDK dibin navê hişyarkirina gel di van herêman de ji bo hilbijartinan jî lîstokên qirêj dileyizin. Propagandayên hilbijartinê jî dane destpêkirin. Ji xwe êdî ev lîstok bi rengek eşkere xuya dikin. Li ser vê mijarê Cîgirê Berpirsê Malbenda YNK’ê ya li Hewlerê Reşad Gelalî derbarê êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê got: “PDK û Tirkiye ji bo astengkirina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê, lihevkirine. Eger YNK nerazîbûn nîşan nede, gefa Tirkiyeyê li ser baregeh û kadroyên YNK’ê jî heye.” Daxwaza Tirkiye ew e ku PDK dîsa li ser desthildariyê bimîne. Ji ber yê herî dilxwaz li kêleka dagirkeriya Tirkiye a di şerê li dijî Tevgera Azadiyê de cih digirin PDK/Malbata Barzanî ye. Ji bo vê yekê ya hevdu temam dikin. Em dikarin bêjin ku êdî eşkere ye dagirkeriya li Başurê Kurdistanê tê meşandin, ne ser esasê sînorane, dagirkeriyek li ser esasê hebun-nebunê ye. Eger PDK di hilbijartinan de bi serbikeve wê dagirkerî hîn hêsantir pêk were. Îxaneta PDK’ê êdî xwe baştir îspat dibe ku bi dagirkeriya Tirkiyê re çiqas hevkar û dilxwaze. Ji xwe li herêma Barzan û li bajarên wekî Dihok, Zaxo û navçeyên din yên li vê herêmê de, PDK ê siyaseta AKP ê a di dema hilbijartinan de dimeşîne. Diyarkirina namzetan û rêxistinkirina wan bi destê dagirkeriya Turkiye/PDK ê tê kirin, wan xapandin û kişandina nava leystokên bi vî rengî dixwazin desthildariya xwe bidomîn in. Vê yekî jî bi pereyên zêde û sozên ku naverokên wan vala û derew xwe rêxistin kirin wê bi xwe re rê li ber dagirkeriyek li ser iradeya gel bide destpêkirin. Li bajarê Kerkukê jî heman lîstok pêk anîn û nexwestin Kurd li vê herêmê bi ser bikevin.
Aras ŞAHO