IDLIB TIRKIYE Û ALIYÊN NAVDEWLETÎ Û HEREMÎ
Tirkiye û Idlib:
Sînorê Tirkiyê yê bi Idlibê re digihêje 129 kîlometran û li ser vê xetî nêzî 2 milyon kes lê hene. Tirkiye jî ditirse ku eger tevgereke koçberiyê ji vê wherêma biçûk çêbibe, endamên bi îdeolojiyên cuda û koçberên ji heremên cuda yên Sûriyê hene wê bibin bela serê wê. Lewra di vê mijarî de ji bo dewleta Tirk a dagirker karibe hereman dagir bike peymaneke veşartî bi Rûsya re kiriye û ev peyman berê de jî di mijara dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de xwe dabû der. Ji ber vê tirsê û peymana daniye wek e beşek ji Împaratoriya Osmanî ya hilweşiyayî pêşdîtin kiriye, dewleta Tirk a dagirker bi hezaran leşker û bi sedan tank û wesayitên zirxî şandin Idlibê.
Şandina leşkeran û avakirina xalên leşkerî dest pê kir ji dema cîbicîkirina rêkeftina herêmên (kêmkirina rageşiyê) li Astanayê ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de di Gulana 2017’an de pêk hat. Piştî rêkeftina agirbestê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ku di Adara 2020’an de li Moskowê hatibû îmzekirin, hejmara xalên leşkerî zêde bû. Tirkiyê piştî çend rojan êrîşek li ser hêzên rejîma Sûriyê destpê kir piştî ku bi dehan leşkerên wê di êrîşeke ku tê texmînkirin Rûsiya pêk anîbû hatin kuştin.
Li gorî daneyên herî dawî yên nîvê sala 2024’an, Tirkiye di 127 navendên leşkerî de cih digire ku bi vî rengî hatine belavkirin:
12 baregeh û 114 noqteyên leşkerî. 58 noqte dikevin sînorê li heremên girêdayê wîlayeta (parêzgeha) Helebê.
Noqteyên li Idlibê bi taybetî li devera Cebel El-Zawiye ya li başûrê parêzgeha Idlibê ne û Tirkiyê bi rêya van noqteyan tişteke ku dişibe dîwarekî ava kiriye, ji bo rêgirtin li pêşveçûna hêzên rêjîma Sûriyê ku ber bi navenda bajarê Idlibê û bajarê Erîhayê û bajar û bajarokên ku li bakurê parêzgehê ne, pêş bikeve.
Dagirkeriya Tirkiyê ditirse eger Idlib bikeve destê Rejîma Sûriyê ji pêlên nû yên koçberiyê çêbibe. Ji ber rewşa aborî û siyasî ya aloz li Tirkiyê, wê barekî mezin bikeve ser milê wê û wê derfetê bide muxalefeta (opozîsyona) Tirkiyê. Lewra ev herêma ji bin serweriya Erdogan derkeve tê wateya windakirina wê. Ji ber vê yekî gelek koçberên ji ber aloziya Sûriyê çûbûn Tirkiyê, bi avakirina komisyoneke bicihkirina koçberan hêdî hêdî wan dizivrînin û li heremên dagirkirî belav dike.
Tirkiyê tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîste rêjîma Sûriyê ji bajarokên Xan Şêxûn, Seraqib û Marat El-Nûman li parêzgeha Idlibê vekişe û vegere sînorên navçeyên kontrolê li gorî rêkeftina Soçî ya ku di Îlona 2018an de hatibû îmzekirin. Ji bo vegerandina bi deh hezaran koçberên ku li ser xeta sînor dijîn bo wan herêman.
Tişta din a ku dihêle dagirkeriya Tirkiyê Idlibê ji destê xwe bernede ew e ku bi Rûsya û rêjîma Sûriyê re li dijî herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirin û danûstandinan bike, ji ber ew van herêman metirsiyek li ser xwe dibîne û hewl dide ji holê rake. Ji ber vê yekê, ew xwe bi Idlibê ve girêdide da ku di her rêkeftinekê de yan asayîkirina bi Şamê re bazarê bike, ku tunekirina Rêveberiya Xweser beramberî vegerandina desthilata rejîmê ser Idlibê.
Mijara din jî ew e ku Tirkiye dizane ku windakirina Idlibê tê wateya lawazbûna kartên wê di dosyaya Sûriyê de, û dê derfetên xwe yên destwerdanê di avakirina paşeroja Sûriyê û çareseriya siyasî li wir bisînor bike. Lewma dagirkeriyaTirk; hêzên xwe li devera “Cebel El-Zawiye” li ser riyên navdewletî li parêzgeha Idlibê, her wiha li ser rêya navdewletî (M4) ku bakur û rojavayê Sûriyê girêdide zêde kir. Enqerê bi vê yekê hewil da ku kartên xwe zêde bike û rola xwe mezintir bike, ji ber ku kontrolkirina rêyên navdewletî dê rol û bijarteyên Tirkiyê li hember Washingtonê de zêde bike, ku Washington dixwaze sizayên aborî li ser rejîma Sûriyê bi tundî bisepîne. Pêve girêdayî li hember Rûsiya ku dixwaze rêyên navdewletî çalak bike û danûstendina bazirganiyê despê bike. Ji xwe Rûsya çend caran daxwaza ya dawîkirina rola Tirkiyê li Sûriyê nîşan da, ew jî bi rêya ferzkirina rewşeke leşkerî eger karibe.
Ji xwe em ji bîr nekin destkeftiyên ku Enqere di nava NATO’yê de bi dest dixe, di berdêla astengkirina pirsgirêka koçberiya ku ji Idlibê ber bi axa Ewropayê ve tê, nemaze ku Enqere dixwaze rola xwe di nava hevpeymaniyê de ji nû ve pênase bike û bibe aktorê sereke di geşkirina siyasetên hevpeymniyê de.
IDLIB Û RÛSYA
Piştî rûxandina rêjîma “Muamer Qedafî” li Lîbyayê bi destê welatên (NATO), Rûsyayê dest bi xurtkirina bandora xwe ya di aliyê Sûriyê ya deryaya Sipî kir. Destpêkê bi riya Encumena Ewlekarî û Leşkerî, teknikî de li pişt rejîmê sekinî. Ev yek di sala 2025’an de ku Tirkiye bi riya fînansekirina Qeterê komên çete yên di bin navê muxalefeta Sûriyê (Opozisyona Sûriyê) de çek rakiribûn û rejîma Sûriyê ketibû metirsiyek û tengaviyê Rûsya Baregehekê Asmanî di navbêra Himêmîm û Laziqiyê ava kir. Piştre jî di cotmeha 2026’an de jî baregeheke deryayî li bajarê Tartûk ava kir. Ev her du baregeh ji bo Rûsya bûn bingehek sereke ya ji bo deryaya Spî ya giştî.
Idlib bû navenda komên çete yên ku Rûsya wan wek terorîst bi nav dike, bi taybetî Çeçenên ku li Idlibê li gel Turkistanî, Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam hene, ji bo Rûsyayê bûne pirsgirêkek mezin a ewlekarî û siyasî. Bi taybet di demeke ku rolên navdewletî yên li herêmê tevlihev bû de. Bajarokên bakurê Hemayê, yên ku girêdayî herêma çaremîn a kêmkirina rageşiyê ne (weke herêma Idlibê tê binavkirin) bûye baregeha avêtinê firokeyên bê mirov ji bo êrîşkirina ser baregeha “Hmemim” yê artêşa Rûsyayê li gundewarê Laziqiyê. Moskowa ji bo ku ji vê metirsiyê xilas bibe û xwe nêzî herêmên sînor bike, derbasî Idlibê bû, bi vî awayî atmosfera danûstandinan bi Tirkiyê re amade kir, ku Tiriyê piştgiriya sereke yê komên çete ye, ew yên ku bi rêya balafirên bêmirov, baregeha stratîjîk a Rûsyayê armanc dikirin.
Rûsya bi operasyonên xwe yên leşkerî, xwest bi zorê van rêyên navneteweyî kontrol bike, da ku wan rêyan veke û kelûpelan derbasî başûrê Sûriyê bike. Ew heta îro jî giranî dide vê siyasetî, di hevdîtinên bi taybet a bi Tirkiyê re, dixwaze bê armancê bi rêyên dîplomatîk pêk bîne, ku encamê de biserket û karî deriyê Ebû Zindîn li herêma Babê veke. Her wiha behsa vekirina deriyên di navbera herêmên dagirkeriya Tirkiyê û herêmên di bin kontrola rejîmê de ya li Idlibê tê kirin û ji nû ve vekirina deriyê Bab El-Hawa kir.
Moskowa serkeftina proseya danûstandina bazirganî di navbera rêjîma Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê de yê li herêmên dagirkirî wek derfetek girîng ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Enqere û Şamê de dibîne. Her wiha vekirina rêyên ji Dîlokê (Êntabê) ya Tirkiyê heta Şamê li herêmên bakurê Sûriyê, rê dide rejîmê ku bi rêya aborî têkiliyan bi dewletên cîran re ava bike û di encamê de giraniya aborî ji ser milê Rûsiya kêm bike.
IDLIB Û ÎRAN
Hebûna Îranê li Sûriyê derfetê dide Tehranê ku derbasî Deryaya Sipî bibe û xetên hinartina gaz û petrolê ber bi Ewropayê ve ewle bike. Ji ber vê yekê berjewendiya Îranê hebû ku derbasî nav saziyên leşkerî yên rejîma Sûriyê bibe. Her wiha bicihkirina komên çekdar li ser rêya Tehran û Beyrûtê, ku di parêzgehên Dêrezorê û Humusê yên Sûriyê re derbas dibe. Îranê her wiha hebûna van koman li Îdlibê xurt kir ku cîranê parêzgeha Laziqiyê ye ya li ser Deryaya Spî ye.
Li aliyekî din desthilata Îranê li Idlibê û Helebê jî, derfeteke girîng dide Tehranê ku zextê li Tirkiyê bike, bi armanca ku siyaseta xwe li herêma Rojhilata Navîn bi giştî bizivrîne li gorî berjewendiyên Îranê. Piştî zêdebûna êrîşên leşkerî yên Tirkiyê ser xaka Iraqê û hewla Tirkiyê bo xwegihandina sînorên Îranê bo xizmetkirina ajandayên NATOyê di paşerojê de. ji ber wê jî Îran dixwaze li ser sînorên Tirkiyê bicîh bibe û hevsengiyek pêk bîne.
Hebûna Îranî û Hizbullaha Îraqî li Seraqib û gundewarê wê ya li rojhilatê Idlibê zêde ye. Her wiha derdora devera Cebel El-Zawiya li başûrê parêzgehê û li gundewarê başûrê Helebê yê ser bi Idlibê ve dixwaze zêdetir bike. Îranê giraniya xwe li Idlib û Helebê zêde kir piştî ku di gulana 2021’an de konsolosxaneya xwe li Helebê vekir ku konsolosxane veguherî navendek ji bo birêvebirina komên Îranî yên li bakurê rojavayê Sûriyê.
IDLIB Û DYA
Di destpêka sala 2013’an de, serokê wê demê yê Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) Barack Obama destûr da ku bernameya veşartî ya “Timber Sycamore” ya ku CIA serpereştiya wê dikir, ava bike, da ku nêzîkî 15 hezar çekdarên li Sûriyê di nav axa Tirkiyê de werin qeydkirin, perwerdekirin û cebilxane û pêwîstiyên din di warê mûçe û alîkariyên mirovî de bigîne wan. Lê ev proje bi ser neket, ji ber ku Tirkiyê fikra hebûna komên çekdar ên ne girêdayî wê red dikir û ji ber vê yekê jî agahiyan didan alîgirên xwe, bi taybetî komên cîhadî, ji bo ku bikevin pêşiya komên ku derbasî nav axa Sûriyê dibin bigrin û dest deynin ser çekên wan. Ev tişt pir caran çêbû, piştî sal derbas bûn û bi taybetî di Hezîrana 2017’an Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara rawestandina vê projeyê da.
Piştî têkçûna vê pirojeyê, Waşinton bi awayekî berçav tevlî navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê nebû, lê karî bibe xwedan kartên girîng bo fişarê li aliyên din bike, mîna sepandina sizayên aborî li ser rêjîma Sûriyê, her wiha li paş perdê hin nakokiyên li Sûriyê birêve dibe li gorî berjewendiyên Waşîngtonê. Hebûna rastî ya Amerîkî di pêşveçûnên Idlibê de tune bû, her wiha dema ku Rûsiyayê li Idlibê şer giran dikir, Waşington alîgirya xwe bo Tirkiyê eşkere dikir û diyar dikir ku li dijî rejîmê ew li aliyê Tirkiyê ye. Di çarçoveya piştrastkirina vê siyasetê de, piştî ku di destpêka Adara 2020’an de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de agirbest hat îmzekirin, nûnerê taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey serdana deriyê Bab El-Hawa yê di navbera Tirkiyê û Idlibê de kir.
Waşington bi berdewamî dijîtiya xwe li hember êrişa rêjîma Sûriyê û Rûsiya li ser herêmê ragihandiye, ji bo ku derfeta çareserkirina Sûriyê di berjewendiya Moskow de ji dest bide. Ji aliyekî din ve, derfetê nede şikandina dorpêça aborî ya ku ji aliyê Amerîka ve li ser rêjîma Sûriyê hatiye ferzkirin a ku bi rêya deriyê Idlibê re. Ji ber ku ew sizayên aborî wek karteke girîng dibîne ku bandorê li ser rewşa Sûriyê bike û bi temamî ji Rûsyayê re nehêle.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dizane ku dayîna derfeta Rûsyayê ji bo çareserkirina dosyaya Idlibê bi awayekî leşkerî tê wateya bidawîkirina asêbûna dawî ya komên leşkerî yên dijberî rêjîma Sûriyê û bi vî awayî serkeftineke mezin li dijî dijberên rêjîma Sûriyê pêk tine. Ev jî tê wateya windakirina karteke girîng ku rê dide wê ku tevgerên Rûsyayê li Sûriyê û herêmê bi giştî kontrol bike.
Hebûna navçeyeke bi nakok di navbera Rûsya û Tirkiyê de ji bo DYA’yê bi feyde ye, ji ber Amerîka bi wî awayî derfeta nêzîkbûna Rûsyayê ji Enqerê û dûrxitina wê ji hevpeymanên rojavayî ji holê radike. Ji aliyê din ve berdewambûna aloziyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tê wateya mijûlkirina wan û kêmkirina hêza wan.
IDLIB-REJÎMA SÛRİYÊ Û CEBHET EL-NÛSRA
Idlib ji bo rêjîma Sûriyê xwedî girîngiyeke mezin e. ji ber ku Idlibê weke mezintirîn asteng dibîne li pêşiya vegerandina kontrolê li ser axa Sûriyê û ragihandina serkeftina bi biryar. Nemaze ku vegera rêjîmê bo Idlibê tê wateya bidawîkirina destwerdana navdewletî ya di deriyê Tirkiyê re.
Derbarê komên ku li Idlibê şerê rejîma Sûriyê dikin, bi taybet Cebhet El-Nusra/Tehrîr el-Şam, ew parêzgeha Idlibê weke çareya dawî dibînin. Ji ber ku wan hemû deverên di bin kontrola xwe de li gundewarê Şamê, Humus û Hemayê ji dest dane. Gund piştî danûstandinên Rûsî-Tirkî li Sûriyê û bi vî awayî ji destdana Idlibê tê wateya Tesfiyekirina wan hemûyan ji ber ku ew di lîsteya terorîstan de ne.
HEJMAR Û ÎSTASTÎSKÊN DERBARÊ IDLIBÊ YÊN NIHA
Hejmara niştecihên Idlibê tam nayê zanîn, lê malperên ser bi dagirkeriya Tirkiyê ve dibêjin ku li tevahî heremên Idlibê (bi koçberên nû û kevin re) nêzîkî 4 milyon û 100 hezar kes hene, ji wan nêzîkî 2 milyon û 31 hezar kes niştecihên resen ên parêzgehê ne. 2 milyon û 53 hezar kes ji herêmên din ên Sûriyê koçber bûne.
Li Idlibê hezar û 277 kamp hene ku nifûsa wan nêzî 184 hezar kes in.
Hejmara sêwiyên di bin 18 saliyê de li Idlibê nêzîkî 196 hezar kes in, hejmara kesên xwedî pêdiviyên taybet (ku di şer û bombebaranan de parçeyên laşê xwe ji dest dane) 198 hezar kes in û hejmara jinebîyên bê kes nêzîkî 44 hezar û 500 jin in.
NIHA LI IDLIBÊ JIYAN ÇAWA YE?
Perwerde:
HTŞ bi riya ferzkirina kesên girêdayî xwe yên di hêla rêxistinî û bîrdozî de çavdêriya dibistanan dike û di salên dawî de dibistanên bi navê “Dibistanên Dar el Wehî el-Şerîf” hatin damezrandin. Di van dibistanan de qaşo zanistên Îslamî û sekuler li gor zihniyeta HTŞ’ê bi hev re tên dayîn. Hemû awayên piştgiriyê didin van dibistanan, wek e; dabînkirina pirtûkan, mamosteyan û veguhestinê. Ji bo fînansekirina dibistanan pere ji bazirganan têne berhevkirin, her wiha beşek ji dahatûyên Deriyê Bab El Hawa ya bi Tirkiyê re ji wan re hatiye veqetandin. Lê dibistanên din hem di hêla peydakirina pirtûkan, mamosteyan û pêdiviyên din hatine paşguhkirin.
Ji bo xwendekarên”Dibistanên Dar el-Wehî el-Şerîf” HTŞ, cilekî yekreng ferzkiriye, ji bo mêran, “kelabiye” ye ku digihêje lingê wan û bi rengê gewr tarî ye û li ser serê kumik e, û ji bo jinan, “Eba” ye ku serî heta lingan digire û bi rengê reş an gewr e.
Dibistanên her du zayendan li wê herêmê ji hev cuda ne, mamosteyên jin û mêr jî ji hev veqetandî ne, li ser mamosteyan tê ferzkirin ku cilên wek e hev li xwe bikin, ew jî Gelabiyeke dirêj e û riya xwe berdin, ji bo mamosteyên jin jî abayeke dirêj û rû û kefa dest nixumandî ye.
Derbarê perwerdeya zanîngehê de, zanîngeha Idlibê û hejmarek zanîngehên piçûk ên taybet bi mûçe û şaxên cihê hene û hin zanîngehên hikûmetê jî.
Elektrîk (Kehrebe)
Wek e heremên din ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, Idlib jî beriya dagirkeriya Tirkiyeyê elektrîk bi rêya jeneratorên elektrîkê peyda dikir. Di nîvê sala 2021’an de elektrîka Tirkiyeyê bi rêya Şîrketa Green Energy bi buhayên zêde derbasî Idlibê bû, buhayê kehrebê li Idlibê ji herêmên din ên dagirkirî zêdetir bû.
Tenduristî:
Piraniya nexweşxaneyên li Idlibê ji aliyê rêxistinên bijîjkî yên Sûriyê ve tên piştgirîkirin ku ji finansa xwe ji alîkariyê rêxistinên bijîjkî yên navneteweyî û ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî distînin.
Alîkariya mirovî yên navnetewî:
Encumena Ewlekariyê di sala 2014’an de biryara (2165) erê kir, ku erkê dide dezgeh û hevkarên Netewên Yekgirtî ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî li ser sînor bo navçeyên derveyî kontrola rêjîmê, bêyî ku pêwîstî bi erêkirina rêjîmê hebe, ew jî bi rêya 4 dergehên sînorî: Bab El-Hawa. (Idlib) û El-Selame (Ezaz), El-Yarubiye di navbera herêmên QSD û Iraqê de û derbasgeha Ramsa di navbera Daraa û Urdunê de.
Rûsiya her sal ev biryar derbas dikir, lê di destpêka sala 2020an de vetoya xwe bikar anî û alîkariyên mirovî bi awayekî siyasî bikar anî, û daxwaz kir ku ew bi erêkirin û bi rêya rejîmê be. Di encama lihevkirina di navbera Moskow û Waşinton de, mekanîzma alîkariyê tenê bi rêya Bab El-Hawa yê Idlibê re derbas dibe.
Çandinî, Pîşesazî û sotemenî:
Hejmarek bajarên pîşesazî li deverên HTŞ’ê hatine avakirin û alavên ji Tirkiyê hatine dabînkirin. Tirkiyê soz daye xwediyên kargehan ku belgeya jêderê bidin wan, da ku ew berhemên xwe derxînin derveyê Sûriyê. Ji ber ku ev herêm veguheriye bazareke firotina berhemên Tirkiyeyê, nemaze piştî qebûlkirina lîreyê Tirkiyeyê di bazirganiyê de.
Ji bo çandiniyê, hê jî bi awayên kevnar tê çandin û çandiniya fêkiyan li herêmê berfireh e. Candinî ser ava baranê ye, lewra eger baran baş be berhem jî baş e. Sedema vê jî ew e ku zêde avdaniyê nikarin bikin lewra buhayên sotemeniyê ya motorên avê bilind e.
HTŞ, sotemeniyê û buhayên wê bi rêya şirketa xwe ya bi navê “Watad” kontrol dike ku dest daniye ser bazirganiya sotemeniyê li herêmên xwe. Ew mazot û benzînê ji Tirkiyê tîne, her wiha Fiyolê bi rêyên kevin parzûn dike û bi du cureyan difroşe: sinifa yekem û ya duyem. Buhayê wê jî li gorî rêjeya dolaran diguhere.
(DAWÎ BÛ)
Firat ALİ