• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Series Text

Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 3

IDLIB - Di sala 2016’an de, "Cebhet El-Nusra" di daxuyaniyeke vîdeoyî de bi amadebûna Berdevkê El-Qaîdê Ebû El-Xêr El-Mesrî re ragihand ku ew ji El-Qaîde veqetiyane. Armanc ji vê da ku xebatên El-Nusra li Sûriyê hêsan bikin û bala hêzên navneteweyî nekşîne ser xwe.

Yayınlayan Lekolin
23 Ekim 2024
Kategori: Series Text, Studies
251 3
A A
Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 3
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

IDLIB Û CEBHET EL-NUSRA

Cebhet El-Nusra ji Tîrmeha 2017’an ve piraniya parêzgeha Idlibê xist bin kontrola xwe. Ew ji aliyê kesekî bi navê Ebû Mihemed El-Colanî ve tê birêvebirin.

Ebû Mihemed El-Colanî ku navê wî yê rast Ehmed Husên El-Şerai e, ji malbateke çîna navîn e ku bi eslê xwe ji Golanê ye, û li paytexta Sûriyê Şamê dijîn. El-Colanî di destpêka ciwaniya xwe de çû Iraqê û tevlî El Qaîdeyê (2003-2004) ya aliyê Bilad Elrafideyn bû. Colanî, di sala 2006’an de li Iraqê bi hinceta nasnameya sexte pê re heye ji aliyê rêbenda leşkerî ya hêzên Amerîkayê de hate binçavkirin.

Piştî ji girtîgehê derket, piştî demek dirêj ser de derbas bû, beriya aloziya li Sûriyê ji aliyê Ebûbekir Bexdadî ve bi komekî re şand Sûriyê da ku di bin navê Cebhet El Nûsra de beşdarî şerên li dijî rejîmê bibe. Tevî ku koma sereke di wê serdemê de li Iraqê lawaz bû, lê toreke wê ya lojîstîkî ya girîng li Sûriyê hebû. Ji ber ku ji destpêka mudaxeleya Amerîka ya Iraqê re ev bingeha wê çêbibû.

Dema ku ew hat damezrandin (2011-2012), piraniya endamên “Eniya El-Nusra ji bo Xelkê Şamê”  Sûriyeyî û Iraqî bûn ku xwedî bandoreke leşkerî ya mezin li ser erdê bûn. Ji ber tecrubeyeke wan a li Iraqê hebû. Lê wan pêwendiya xwe bi Dewleta Islamî li Iraqê DAIŞ re veşart da ku raya giştî û aliyên çekdar ên sûrî ji xwe dûr nexin. Lê di navbera El-Bexdadî û cigirê wî El-Colanî de nakokî derket, ji ber ku El-Bexdadî çend ferman da ku kiryar û siyaseta El-Colanî ji bo rewşa Sûriyê ne guncave û wek e ji rê derketî îlan kir.  Lewma di Nîsana 2013’an de El-Bexdadî hilweşandina “Cebhet El-Nusra” û avakirina komeke bi navê “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” ragihand. Ev yek ji aliyê El-Colanî ve hat redkirin, ku wê demê soza dilsoziyê bi El-Qaîde û emîrê wê El-Zewahirî re dabû. Li vir di navbera her du aliyan de nakokî dest pê kir.

Di sala 2016’an de, “Cebhet El-Nusra” di daxuyaniyeke vîdyoyî de bi amadebûna Berdevkê Ragihandina El Qaîdê Ebû El-Xêr El-Mesrî re ragihand ku ew ji El-Qaîde veqetiyane. Armanc ji vê ewbû  da ku xebtên El-Nusra li Sûriyê hêsan bikin û bala hêzên navneteweyî nekşîne ser xwe.

Hejmarek ji serkirdeyên El-Qaîde li kêleka El-Colanî man, bi taybetî Abdurahim Attoun, Ebû Ehmed Zakûr û Ebû Maria El-Qehtanî ku eslê xwe ji Iraqê ye. El-Qehtanî ji eşîra (êla) Cibûr a Erebî ye ku şaxên wê hem li Sûriyê û hem jî li Iraqê hene. Ew wek mirovê yekem di ewlehiyê de dihat hesibandin, tevî ku di nava Heyet Tehrîr el-Şam ti erkdariya wî ya fermî nebû. Ebû Mariya El-Qehtanî piştî Ebû Mihemed El-Colanî duyemîn mirovê Heyet Tehrîr El-Şam bû, ji ber ku ew yek ji damezrînerên Cebhet El-Nusra bû û El-Colanî pê re bû. Ebû Ehmed Zakur jî yek ji alîkarên El-Qehtanî bû û di lîsteya terorê ya Amerîkayê de cih girtibû.

Heyet Tehrîr el-Şam bi hinek dosyayên girîng ku ketin bin destê wê, hewl dide ku xwe weke hêzeke bi bandor di  di hevkêşeya niha û hevkêşeya pêşerojê de cih bigire. Ji wan dosyayên herî girîng dosya koçberan û çekdarên biyanî û malbatên wan e. Her pêşketineke leşkerî ya mezin dê bibe sedema koçberiyeke mezin a sûriyan û çekdarên biyanî ber bi Tirkiyê ve biçin. Tirkiyê jî ji vê yekî ditirse û naxwaze Rûsya û rêjîma Sûriyê dest bi operasyoneke leşkerî bikin. Dewletên NATO û Ewropa jî ji ber belavbûna van koçberan ditirsin lewma piştgiriya Tirkyê dikin. Lewra ew jî ji pêla koçberiyê ditirsin yan kesên ku weke terorîst hatine binavkirin têkevin welatê wan. Ji ber vê yekê, Tehrîr el-Şam van her du dosyayan wekî karteke zexta siyasî bikar tîne. Ev qart dibe ku bi qasî hêza leşkerî ya Tehrîr el-Şam girîng e.

DI NAV HTŞ’Ê DE KOÇBER Û ÇETEYÊN BIYANÎ

Di nav Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) de, gelek çeteyên biyanî yên di bin navê koçberiyê de hatine Sûriyê hene. Em dikarin wan wiha rêz bikin;

1-Çeteyên ji netewên Çeçen û Ozbek li cih û baregehên xwe yên sereke li bejahiya El-Asî li gundewarê rojavayê Idlibê û li navçeya Selqînê, li navenda qada pîşesazî ya, li aliyê navçeya harim a ku dikeve navçeya Selqînê hatine bicihkirin. Ew dever navenda wan a sereke ye û jimara wan bi hev re ji 3 hezarî derbas bû ku hin ji wan malbatên wan jî bi wan re bûn.

2-Koçberên Ewropî; Baregehên wan ên sereke di navbera bajarokên Kefer Texrim û Selqîn li gundewarê rojavayê Idlibê û devera Cebel El-Duweylah li nêzîkî Kefer Texerîm dirêj dibin.

3-Koçberên Ereb: Ew ji neteweyên Siûdî, Urdunî, Lîbyayî, Tûnisî û Filistînî ne û rêjeya herî mezin a koçberan di nav refên HTŞ’ê de pêk tînin. Navendên wan ên sereke li gundên başûrê Idlibê û Cebel El-Zawiya û li beşa Badiya li rojhilatê bajarê Seraqib li gundewarê rojhilatê Idlibê û li gundewarê başûrî yê Helebê, li Wadî Martehûn ku devereke çiyayî ya di navbera bajarê El-Bara û gundê Kansafra yê Cebel El-Zawiye de ye, ev cih weke keleh û kampeke sereke ya Artêşa El-Nusra ye û ji aliyê emîrên Urdunî û Siûdî ve tê birêvebirin.

Rêjeya herî zêde ya zewacên koçberên Heyet Tehrîr el-Şam bi jinên Sûrî re di rêza yekem de Siûdî ne, paşê Urdunî û rêjeyên kêm ji koçberên neteweyên din tên.

ÇARENÛSA EL QEHTANÎ Û EBÛ EHMED ZEKUR

Ebû Mariya El Qehtanî;

Navê wî Meyser Elî Mûsa Ebdullah El-Cibûrî ye, îslamîstekî radîkal ji Iraqê ye ku di rêxistina Cebhet El-Nusra de serokatiya Encûmena Şêwirdariyê dikir.

El-Qehtanî di sala 1976’an de li bajarê Mûsilê, parêzgeha Nînewa li Iraqê ji dayîk bûye. Di şerê Iraqê de di sala 2003’an de xwendekarê zanîngeha Mûsilê û endamê Fedayiyên Sedam bû. Piştî rûxandina rêjîma Baas a Iraqê, El Qehtanî li Mûsilê tevlî polîsên Iraqê bû, lê piştre xwe ji wê derê vekişand û bû sedema girtina wî. Piştre tevlî El-Qaîde li Iraqê bû û wek serokê polîsê olî kar kir.

El-Qehtanî dilsozê Tirkiyê bû û ji ber wê jî gelek caran plan kiribû ku komekî xwe ava bike û ji Cebhet El-Nusra cuda bibe, nemaze ku ew yek ji alîgirên dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê bû. Tê gotin ku El-Qehtanî hejmarek ji serkirdeyên Heyet Tehrîr El-Şam ku hevrikên wî bûn kuştin, bi taybetî yên ku ew ji dagîrkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê re nerazî bûn. Mirov dikare bêje ew weke amûreke Tirkiyê bû ji bo pêkanîna ajandayên xwe yên li herêmê.

Tevî ku ew serkirdeyekî HTŞ’ê bû, lê HTŞ’ê di 17ê Tebaxa 2023’an de ji nişka ve girtina Ebû Marîa El-Qehtanî, ligel hinekên din ragihand. Bi tewana danûstandina wan bi aliyên derve re heye. Wê demê ew daxuyanî hate şîrovekirin ku El Qehtanî bi koalîsyona navneteweyî re di nava têkiliyê de ye.

Piştî 6 mehan ji binçavkirinê, Tehrîr el-Şam El-Qehtanî serbest berda û di 4’ê Nîsana 2024’an de, nûçeya kuştina wî bi kembereke teqîner li mêvanxaneyekê li bajarokê Sarmeda li gundewarê bakurê Idlibê, ragihand û kuştina wî avête ser DAIŞ’ê. Lê gelek kes guman li ser vê çîrokê kirin û gotin ev bûyera qewimî bi destê El Colanî tasfiyekirina El Qehtanî ye.

Ebû Ehmed Zekûr:

Navê wî “Cîhad Îsa El-Şêx” e û jê re “Ebû Ehmed Zekûr” tê gotin. Yek ji serkirdeyê naskirî yê HTŞ’ê bû û  berî wê jî yê Cebhet El-Nura bû. Her wiha endamekî Encumena Şêwirdarî HTŞ’ê bû, emîrekî herêma Helebê û çavdêrê karûbarê aborî yê komên li derve bû. Ew di Adara 2022’an de emîrê Ewlekarîyê li Tehrîr el-Şam bû û di Cotmeha 2022 de rêveberê Pêwendîyên Giştî û Pêwendî ligel Fermandeyên Leşkerî bû, her wiha wek Berpirsê Darayî yê Tehrîr El-Şam bû.

Di 5’ê Kanûna 2023’an de, Encumena Bilind a Şerîetê ya HTŞ’ê biryara girtina “Zekûr” “mirî yan jî sax” derxist. Her wiha girtina hemû karmendên leşkerî û ewlekarî yên rasterast bi wî ve girêdayî. Piştî çend rojan, 6 serkirdeyên herî diyar ên berpirs ji kiryarên Zekûr û kesên nêzîkî wî hatin girtin. Bi serdegirtinên ser baregeh û zeviyên wan li Bab El-Hawa, bajarê Sarmeda, El-Dana, bajarokê Batbû, gundê Kefer Nasih, bajarokê Etarib, tevî bajarokê Arîha yê gundewarê Idlibê. 27 endamên din ên tîma parastin û îdarî ya Zekûr û berpirsê darayî yê wî ji heman baregehê bê pevçûn hatin girtin, lê Zakûr ligel hejmarek ji endamên xwe yên parastinê reviya herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de û ber bi Efrînê ve bi rê ket. Xwe sparte çeteyên Sultan Murad ên nêzî îstixbarata Tirkiyê, û xwe radestî polêsên leşkerî yên ku di bin fermana îstixbarata Tirk de tevdigerin kir. Bi vî awayî xwe ji girtin û kuştinê xilas dike. Li gorî agahiyan, Zekûr di plansazkirina derbeya li dijî El-Colanî û yekkirina herêmên di bin kontrola HTŞ’ê bi herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de û ferzkirina ajandeyên Tirkiyê li ser wan, hevkarê El Qehtanî bû û ev yek jî dide nîşan ka çima xwe sparte Tirkiyê piştî ku têkiliya wî eşkere bû.

IDLIB Û XWEPÊŞANDAN

Tevî ku HTŞ kontrol û desthilatdariya xwe li ser Idlibê kiriye jî lê gelê Idlibê ji ber girtinên neheqî, kiryarên ku endamên çeteyên leşkerî li ser malbatan dikin xwepêşandan tên lidarxistin. Tê gotin ku ev xwepêşandan piranî bi tahrîkirina komên girêdayên dewleta Tirk a dagirker ve tên sorkirin û xwepêşandanan organize dikin. Ji ber ku di hin xwepêşandanan de ji nava wan hin kom panqart û sloganên derbarê “HTŞ çima nahêle leşkerên tirk werin”, “Çareserî ne HTŞ çareserî Artêşa Tirk e” tên avêtin.

Ji ber vê yekê, li kamp û hin gundan bi şev xwepêşandanên li dijî kiryarên dezgeha ewlekarî ya HTŞ  derdikevin kolanan. HTŞ jî van xwepêşandanan bi hinceta ku ne civak in, endamên dijberê xwe dihesibîne û bersivên tund dide wan.

Destpêka tevgera gel a vê dawiyê vedigere Sibata 2024’an, dema ku xwepêşandan bi hejmarek hindik li bajarê Idlibê û navçeya Sarmada li gundewarê wê yê bakur hatin destpêkirin. Ev xwepêşandan ji bo berdana sedan kesan bû. Lê di vê xwepêşandanî de HTŞ’ê bi hinceta ku sîxûr (ajanin) sedan kesên din jî binçav kir û girt.

Daxwazên xwepêşanderan di destpêkê de tenê li dijî siyasetên ewlekarî û aborî yên HTŞ`ê bûn ku tê de daxwaza azadkirina girtiyan û başkirina rewş û xizmetguzariyan kirin.

Lêbelê, di roja Îna yekê ya Adarê de, qada xwenîşandanan bi hejmar û herêman berfireh bû, û gelek bajar û bajarokên di bin kontrola “HTŞ de li Idlibê, gundewarê wê, û gundewarên rojavayî yê Helebê, beşdarî xwepêşandanan bûn.

Paşê, daxwazên xwepêşanderan pêş ket, piştî ku eşkere bû ku îşkence li hin girtiyan hatiye kirin û yek ji wan bêyî agahdarkirina malbata wî hatibû girtin û piştre hatiye kuştin, êdî xelkê daxwaza hilweşandina sîstema ewlehiyê ya HTŞ û hilweşandina serokê wê, “Ebû Mihemed el-Colanî”. Kirin.

Xwepêşandan her ku diçû zêdetir dibûn û dizivirî teqandina sîlahan.

Di xwepêşandanên li dijî Tehrîr El-Şam de ku elîta siyasî û sivîl ne di nav de ne, 5 tevger hene. Ew jî ev in:

1-Hizbul-Tehrîr: HTŞ’ê li pey hev êrîşî wan kir û piraniya kadroyên wê hatin girtin.

2-Hurras El-Dîn (baskê El-Qaîde li Sûriyê): HTŞ`ê şaneyên wê tune kirin, niha hin alîgirên bêbandor li dora wan mane.

3-Ceyş el-Ehrar, bi serokatiya Ebû Salih Tahan ku tevlî HTŞ bû: Lê kuştina serkirdeyekî wê di bin îşkenceyê de bû sedema pevçûnê.

4-Şepêla Al-Bedawî li Binîş: Ev malbateke ku girêdayî El-Colanî ye û berpirsyariyên bilind girtin di nava rêxistinê de, her wiha piştgiriya girtina hevrikan bi tometa hevkariyê dike, lê bersiva El-Colanî û berdana tawanbaran pismamên wî hêrs kir.

5-Tevgera Ciwanan: Tevgereke çalakvanan e ku dûrî hizbî û bîrdozî ye, lê ev kom ditirse ku eger lihevhatinek bi aliyên berê re çêbibe, ew bibin qurbanî, lewma bi hişyarî tevdigere.

Jİ BO DOSYA 1 BİTİKÎNE

Jİ BO DOSYA 2 BİTİKÎNE

(DOSYA 4: Li Idlibê, DYA, Rûsya, İran, Tirkiye, Sûriye)

Firat ALİ

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Cephet El NusraEfrinEl ColaniEl QehtanîHeyet Tehrir El ŞamhtşIDLIBSultan MuradTIRKIYE
Önceki yazı

Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 2

Sonraki Haber

Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 4

Benzer Haberler

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1
Analîz Siyasî

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

6 Haziran 2025
MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN
Nûçe

MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

17 Mayıs 2025
Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET
Studies

Dewleta Tirk Bi Riya Aborî Hewil Dide Xwe Di Sûriyê De Mayînde Bike-DOSYA TAYBET

13 Mayıs 2025
Sonraki Haber
Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 4

Navenda Siyaset û Şerê Hevsengiyê Ya Hêzan: Idlib-DOSYA 4

Öne Çıkan Yazılar

  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    493 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    535 Paylaşım
    Paylaş 214 Paylaş 134
  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

    493 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

    499 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

Önerilenler

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

MÎT û HTŞ Di Ser DAIŞ’ê De Planek Mezin Pêk Tînin-NÛÇE TAYBET

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist