DI SALÊN ALOZIYÊ YA 2011’AN DE IDLIB
Bi destpêkirina Bihara Gelan re ya di 15’ê Adara 2011’an de, gelê Idlibê jî li dijî Rejîma Sûriyê rabûn xwepêşandanan. Lê ev xwepêşandan bi destpêka sala 2012’an de bi tevlîbûna çeteyên Birayên Misilman (Îxwanî Mislimîn), zivirî pêvçûnên bi çek a li dijî rejîmê. Jixwe di wê demî de Idlib bala aliyên hêzên heremî û navdewletî yên piştgiriya Birayên Misilman dikirin dikişand. Ji ber ku Idlib li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bû. Li ser vê esasî bi taybet piştî ku odeyên operasyonên navdewletî yên piştgiriyê didin komên çete yên bi navê “Artêşa Azad“ hatin çêkirin, wê demî du odeyên operasyonê hatin avakirin. Yek li Urdunê bi navê “MOC” û ya duyemîn jî li Tirkiyeyê bi navê “MOM“ hatin avakirin.
Bi vê awayî herêma Bab el-Hawa ku di heman demî de dergeheke (deriyê) sînorî ya navbêra Sûriyê û Tirkiyê ye, bû navenda sereke ya “Fermandariya Artêşa Azad a Sûriyê”. Lewra ev hêza çeteyan piştgiriya leşkerî ji welatên destwerdana Sûriyê kirin digirt, bi taybetî Tirkiye, Qeter û welatên NATO û ew piştgirî li ser komên çekdar ên din jî belav dikirin, bi taybetî yên ku navên Sultanên Osmanî li xwe kirin. Van piştgirî û alîkariya çek û cebilxaneyan rasteras di rêya bejahiyê re gihandin Xûtaya Rojhilatî ya Şamê, ku di bakur û navenda Sûriyê re derbas dibû.
Ji ber vê yekê Idlib, bûye damarekî piştgiriyê û dergehê sereke yê ku çekdar, çek û cebilxane ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin û bûye deriyekî bingehîn ji bo wergirtina qaşo alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê Netewên Yekbûyî û welatên NATO ve dihatin şandin û hîn jî tên şandin.
Li ser bingeha planên hêzên destwerdana kirîza Sûriyê kirin, komên çete dest bi êrîş û fealiyetên xwe kirin ku ji bo kontrolkirina rêyên navdewletî yên navbera Heleb – Laziqiye (M4) û Heleb-Şam (M5) ku di ser parêzgeha Idlibê re derbas dibin. Armanc ewbû ku tevgera bazirganî û jiyana aborî li herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyê de felc bikin.
Di dawiya sala 2012’an de, komên çete yên girêdayê Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û Tevgera Ehrar El-Şam heremên wek e Harem û Maeret El-Numan xistin bin kontrola xwe û li pey hev yek bi yek navçe û gundewarên heremê dagir kirin. Lewra van komên çete piştgiriya xwe ji Tirkiyê, Qeter û dewletên rojavayî sûd werdigirin ku ew alîkarî her wiha cîhadîstên biyanî bi rêya li sînorê Tirkiyê derbas dibûn. Di dawiya sala 2015’an de, hevpeymaniya bi navê Artêşa Fetih û komên xwe yên Îslamî, selefî, cîhadî û Artêşa Azad, karîbû hema hema bi temamî bajarê (parêzgeha) Idlibê bixin bin hakimiyeta xwe. Lê ji bilî Balafirxaneya Leşkerî Ebû el-Duhûr, bajarokên El-Fewa û Kafriya yên şîeyan.
Bi vê kontrolê re, komên îslamî, cîhadî û biyanî, her yek bi tenê, hewil dan ku modela xwe ya îdeolojîk bi darê zorê ferz bikin û aliyê madî û îdeolojîk ve ketin şûna komên Artêşa Azad. Li vir Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam derketin holê ku herêm li pey hev dagir kirin, xwe nêzîkî gel kirin û êrîşî Artêşa Azad kirin. Ji baweriya olî ya gel sûd werdigirin û bandorê li wan kirin û Artêşa Azad ji wir derxistin. Ji ber baweriya olî ya gel, van koman jî perwerdeyê olî zêde kirin û qûrsên xwendina Quranê zêde kirin. Piştî vê yekê, Cebhet El-Nusra ber bi stratejiyeke xurtkirina desthilatdariyê ve çû, êrîşê ser komên ku baweriya wan a bîrdozî cudaye kir. Ew kom û alîgirên wan ji herêmê derxistin. Di heman demê de hikûmeteke bi navê “Hikûmeta Inqaz” ava kir. Her wiha dezgehên ewlekarî û leşkerî û dezgehên îdarî yên girêdayî wê ku li gor hişmendiya wê ya Şerîetê ava kirin.
NIHA KOMÊN ÇETE YÊN LI IDLIBÊ HENE
1-Heyat Tehrîr El-Şam:
Beriya navê xwe biguhere, navê wê “Cebhet El-Nusra” bû, baskê berê yê El-Qaîde bû. Niha, ew hêza herî bibandor e li Idlibê, ji ber ku zêdetirî nîvê parêzgehê kontrol dike. Piştî ku di Tîrmeha 2017’an de komên çete yên hevparên xwe bêpar hiştin û dane aliyekî, li bajarê Idlibê bû yekdest. Ji ber hin lihevhatin û peymanên di navbera Tirkiyê û Rûsyayê hin dever ji bin kontrola wê derketin. (Em ê bi berfirehî qala qonaxa çêbûna Cebheya El-Nusra bikin).
2-Ceyş El-Badiye û El-Melahin
Du komên piçûk ên cîhadî ne, dilsozên Qaîde ne, di dawiya 2017’an de bi hinceta ku Heyet Tehrîr el-Şam xwe ji El Qaîdê qût kiriye jê veqetiya.
Her du kom li aliyê başûrê Idlibê ne û nêzîkî Partiya Îslamî ya Turkistan in
3-Partiya Îslamî ya Turkistan (Tirkistan):
Ew komeke dilsozên kevin ên El-Qaîde ye ku ji parêzgeha Sîncian (Uygûr) li bakurê rojavayê Çînê ye, lê hebûna wê ya bi hêz li Sûriyê heye û piştgiriyê ji Tirkiyê werdigire.
Medyaya wê heye, wek kanaleke taybet li ser Telegramê ku bi rêya wê ew post û vîdyoyan der barê çalakiyên xwe li Sûriyê belav dikin. Ew bi Hey’et Tahrîr el-Şam re hevalbend e.
Hejmara endamên wê nêzîkî 4 hezar Turkistanî û Çînî ye û alîgirên wê yên Sûrî jî nêzîkî hezar kes in.
Ew ji aliyê leşkerî ve li devera Cisir el-Şuxur û li piraniya deverên gundewarê wê hene, “Cennet el-Qura, El-Ghassaniye, El-Zenbaqî, Darkûş, û Amûd”, (Ev dever hemû girêdayî bajarê Cisir El-Şuxur in). Her wiha li herêma çiyayî ya di navbera bajarokê Mihmebel û gundê Kefer Şalaya ku girêdayî bajarê Erîhayê ye ku bi navê Horş Basanqul tê naskirin.
Piraniya malbatên wan li seyrangeha Cebel el-Erbeîn a li devera Erîhayê ne. Ew cîh bi navê “Cemiyat” tê nasîn, ku çend avahî nêzîkî hev in û hemû kesên ku niha di wan de dijîn malbatên tirkistan a Çînî ne. Hin malbatên wan jî li bajarê Idlibê û taxa rojavayî ya ku berê weke malên polîsan tê naskirin hene. Her wiha li bajarê Harimê li gundewarê bakurê Idlibê û piraniya wan tevî malbatên xwe di malên nişteciyên bajêr de dijîn.
4-DAIŞ:
Li tevahiya Idlibê belav in, lê ne bi awayekî rêxistinî, lê bi şêweya komên biçûk ên ku veşartî tevdigerin. Yê herî zêde jî di bin baregeheke biçûk a dewleta Tirk a dagirker ku li bakurê Idlibê dikeve de dimînin. Hejmara wan a çeteyên DAIŞ ên ku di vê baregehê de nêzî 300 kesin, tê gotin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo li dijî HTŞ’ê wek e tehdîdek li gel xwe digire.
5-Rêxistina Cund el-Aqsa:
Ev koma çete di dawiya sala 2012’an de hat avakirin û hejmara wê ji (300) kesî derbas nebû, bi serokatiya welatiyekî filistînî, bi navê Ebû Ebdulezîz El-Qeterî, di destpêka damezrandina xwe de ku koçber jî di nav de bûn û piştre hejmara alîgirên wê zêde bû. Piştî kuştina damezrênerê wê, ev kom parçe bû û Heyet Tehrîr El-Şam biryar da ku vê komî tune bike, lê Partiya Îslamî ya Tirkistanê destwerdan kir û piraniya endamê wê tev li koma xwe kir. 2016’de ji aliyê DYA ve weke “rêxistina terorê” hat îlankirin.
6-Komên çekdar ên din:
Gilek komên din jî hene, wek Ehrar el-Şam, ku baregehên wan li Idlibê di Tîrmeha 2017an de ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam ve hatin girtin. Tevgera Nûredîn Zenkî, Ceyş El-Ehrar, Feyleq El-Şam, Ceyş el-Izza û komên piçûktir.
(DOSYA 3: Idlib û Cebhet El-Nûsra)
Fırat Ali