Herêma Idlibê bi taybet di demên dawî de kom û hêzên çete yên ku wek e wekîl di bajarê Efrînê ya ber pozê Idlibê de ye siyaset û şerên dijwar diqewime, bi xwe re girîngî û stratejiya Idlibê anî. Ji bo vê me jî ji navê Idlibê bigire, dîroka wê, erdnigariya wê û ji kîjan şer û pêvçûnan re şahidiyê kiriye, kîjan çete, hêz, pêkhate, nifusa wê, me wek e dosyayekî taybet girt dest.
Di derbarê eslê navê Idlibê de gelek nêrîn û çavkaniyên dîrokî hene, zêdetirî 7 nerînan di derbarê koka peyva Idlibê de hatine gotin, ya yekem ew e ku Idlib navekî hevedudanî ye bi aramî ku ji “Adad” pêk tê, ku xwedayê hevpar e Aramiyan e û heman xwedayê “Hadad” e, xwedayê bahoz û birûskê. Beşa duyem a peyvê “Lib” e, ku di aramî û suryanî de tê wateya “navik an navenda tiştekî” û bi giştî jî “Idlib” tê wateya “navenda Adad” an cihê perestgeha Xwedayê “Adad”. Dibe ku perestgeheke ji wî xwedayî li wir hebû.
Lêkolîner û dîroknas Fayîz Qusra derbarê derketina bajarê Idlibê de wiha dibêje: “Rewşa bajarê Idlibê mîna ya gelek welat û gundên ku li derdora perestgeha olî ava bûne, gundê Lubanê ku navê Îlaî yê Idlibê ye, di nîveka hezarsala sêyemîn a berî zayînê de ava bûye.”
Raya sêyem ya Xeyredîn el-Esedî ye, ku navê Îdlib ji aramî ye, mîna her cihê ku berî êrîşa îslamî, ji “ad” pêk tê, ku tê wateya hewayê, û “d” navgira di nav jenîv û jentîf wek aramî, ku piştî wê “lab” tê wateya dil, lewra navê wê dibe “Baya Dil= dil û laş hînik dike” û rastî jî wilo ye, û ramanên din jî dibêjin “id dil e”. Suryanî: “id” tê wateya dest. “Lab” tê wateya dil. Bi vî awayî, ew dibe “destê dil = giyanê navikê = giyanê cih.”
Şêx Ebdulrehman Rebû kurê bajarê Idlibê di bîranînên xwe de dibêje ku avakirina Îdliba Biçûk di sala 1512 piştî zayînê de pêk hatiye û li vir em dikarin bi kurtî derketina bajarê Idlibê di van qonaxên jêrîn de binirxînin: perestgeheke pûtperestan, paşê keşîşxaneya Suryaniyan, paşê mizgeftek li gundê Dêr Libê û di nîvê pêşîn ê sedsala 15’an a zayînê de jê re dibêjin gundê Îdliba Biçûk.
Di nîvê duyem ê sedsala 19’an de, Idliba bakur ya mezin bi dawî bû, piştî ku niştecihên wê ber bi Îdliba Biçûk a niha ve koç kirin, û nêzîkî 150 sal berê ev nav bi fermî bûye Idlib.
Di nîvê sedsala şeşan a zayînê de, perestgeha pûtperestan veguherî keşîşxaneya Suryaniyan ku navê wê Dêr Delbîn e û li derdora vê keşîşxaneyê gundek li taxa Salîba ava bû, ku heta îro jî li vî bajarî bi vî navî tê naskirin, û navê vê keşîşxaneya di nav misilmanan de wek Deir Lib hate naskirin , ji bo berevajîkirina navê Suryaniya ê kevn.
Di heyama dagîrkirina Îslamê de, li ser rastiya vê keşîşxaneyê, an jî vî gundî tiştek nehatiye gotin û di serdema Memlûkan de jiyana vê keşîşxaneyê bidawî bûye, û dêra wê bûye mizgeftek bi navê El-Omerî, û bi demê re cihê mizgeftê veguherî gundekî bi navê Idl’b El-Sughra (Idlîba biçûk), û carna jî Ezlîb El-Sughra.
ERDNIGARÎ Û NIFUSA IDLIB A BERIYA QRÎZA SÛRIYÊ
Cihê erdnîgarî û hijmara xelkên wê beriya krîza Sûriyê:
Parêzgeha Idlibê li aliyê bakur-rojavayê Sûriyê ye, yek ji parzêgehên nû ye ku sala 1957an berî yekîtiya Sûriyê û Misrê hatiye destnîşankirin. Rûbera wê bi qasî 6000 km çargoşe ye, li bakurê wê Iskenderûn û Tirkiyê (Wîlayeta Hatayê) bi dirêjahiya 129 km, li rojhilat bi parêzgeha Heleb û Efrînê bi dirêjahiya 159 km, ji başûr bi parêzgeha Hemayê re bi dirêjahiya 158 km, û ji aliyê rojava ve parêzgeha Laziqiyê bi dirêjahiya 29 km. Ji ber vê yekê, Idlib di hêla mezinbûna herêm a tevahî Sûriyê de rêza heştemîn de ye.
Bajarê Idlibê li aliyê başûr-rojavayê bajarê Helebê ye û 60 km dûrî wî bajarî ye, 132 km dûrî Laziqiyê, 168 km dûrî Humsê û 105 km dûrî Hemayê ye.
Li gor amarên hijmara nişteciyan ya Sûriyê di sala 2010an de, Idlib bi hejmara niştecihên Sûriyê di rêza pêncem de ye di nav parêzgehên Sûriyê de, ku nifûsa wê nêzîkî 1 milyon û 800 hezar kes e.
Ji demên kevnar ve, her birayên Russell di sala 1772-an de navê wê kiribûn Idliba Kesk, ji ber darên zeytûnan li Idlib ku tê gotin yekem berhema ku parêzgeh pê navdar e, her wiha bi çêkirina dimsê, helawê û tahînê, çêkirina pêlavan û her weha pîşesaziya sabûnê, ku ji nêz ve bi hilberîna rûnê zeytûnê ve girêdayî ye tê naskirin.
Idlib bi bereketa erdên xwe, pirbûna ava xwe û pirbûna jêderên xwe yên jiyanî tê naskirin. Lewma malbatên mezin berê xwe dane wê deverê û her malbatek bi navê pîşeya xwe dihat naskirin. Wek mînak, Al Sha’ar, di warê hunera rijandin û tevna pirçê de dihat nasîn. Al Sawaf, di derbarê xebata hirî de hatin naskirin û Malbatên El-Şamî, El-Cisrî û El-Homsî û hwd. Ji ber dewlemendiya parêzgehê, di dema dagirkeriya Osmaniyan de li herêmê bû cihê gelek malbatên tirk.
Li parêzgeha Idlibê gelek şûnwarên arkeolojîk hene, wek: Qraliyeta Ebla, “Tel Merdîx”, Tell Afes, Arşîn, Erîha, El-Bara, Ruwayha, Dalluzah, Qelb Loze, Qesr El-Banat, El-Magara, Sarjila. , Taftanaz, Şinrişah û gelek cihên din ên arkeolojîk ên kevnar.
ALIYÊ XWE YÊ STRATEJÎK
Parêzgeha Idlibê li ser Rêya Hevrîşimê (Îpekê) ya kevnar cihek girîng û bi navûdeng girtiye. Ev der xaleke derbasbûnê bû ji bo artêşên dagirker û rêyeke girîng ji bo karwanên bazirganî yên ku ji Anatolya û Ewropayê ber bi rojhilat ve dihatin, an jî berovajî, bi rêya deriyê Bab El-Hawa yê sînor.
Piştî damezrandina dewleta Sûriyê, Idlib veguherî girêdanek di navbera herêmên peravê (sahil) û heremê navenda welêt û herêmên bakur û rojhilat de. Ji ber ku bû pirek (Cisir) di navbera deverên hilberîna çandiniyê li Cizîrê û herêmên rojhilat û deverên hinardekirinê yên li bendera Laziqiyê.
Her wiha ew navçeyeke sînorî ya bi Tirkiyê re ye û deriyê bejahî yê “Bab el-Hawa” jî tê de ye. Ku wê dike dergeheke girîng a derbasbûnê ber bi Deryaya Spî ve û rawestgeheke bingehîn ji bo derbasbûna kelûpelan ji Ewropa û Tirkiyê ber bi başûrê Sûriyê ve. Û ji wir ber bi welatên Kendavê ku di Urdunê de derbas dibe. Ev girîngî aborî hîn zêde bû ji ber nêzîkbûna ji parêzgeha Helebê (paytexta aborî ya Sûriyê) û yek ji girîngtirîn bajarên pîşesazî li welat, lewma Idlib bû rawestgeha sereke bo veguheztina kel û pelan ji Helebê ber bi benderê peravê.
DEMOGRAFIYA IDLIBÊ YA BERIYA QRÎZÊ
Parêzgeha Idlibê ji 5 herêmên îdarî pêk tê: bajarê Idlibê, navenda parêzgehê, Harim, herêma Cisir El-Şuxur, herêma Erîha û herêmên Mearat El-Nûman û Ebû El-Duhûr. 15 navçe, 411 gund û 482 mezra jî hene.
Li Îdlibê piraniya şêniyên wê sûnnî yên Ereb bûn. Bi taybetiya xwe ya eşîrî jî tê naskirin. Eşîrên wek e; Bû Şaban, Mewalî, Hedîdyûn, Naîm, Igêdat, Begara û yên din. Her wiha hin kurdên (ku kurdî ji bîr kiribûn) û tirkên sunnî bi rêjeyeke pir hindik jî hene, her wiha sê kêmnetew jî hene: Durzî, Xiristiyan û Şîe.
XIRISTIYANÊN IDLIB
Xiristiyan li bajarê Idlibê û gundên El-Gasaniye, El-Qeniye û El-Yaqûbiye li gundewarê rojavayê herêma Cisir El-Şuxur jiyan dikirin. Hejmara xiristiyanan beriya krîzê digihişt nêzîkî 10 hezar û 500 kesan, ji çend mezheban pêk tên: Romê Ortodoks, Latînî, Ermenî, Protestan û Protestantên nû “Baptîst”, ku nêzîkî hezar û 300 li Idlibê û 9 hezar li devera Cisr el-Şuxur dijiyan.
Xirîstiyanan bi niştecihên Idlibê dijberiya rejîma Sûriyê nekirin. Ji ber hejmara wan ya hindik û ji ber tirsa wan ji fikrê Islamê ya opozisyonê û şerê çekdarî. Piştî ku parêzgeh ji destên Hêzên Rêjîmê derket, beşeke mezin ji Xirîstiyanên Idlibê koçberî navçeyên Rêjîmê bûn û hin ji wan derketin derveyê welat. Komên çete yên cîhadî dest danî ser mal û milkên wan.
Di vê çarçoveyê de, çeteyên DAIŞ’ê û komên din ên çeteyan dêr (Kilîse) kirin baregehên leşkerî, girtîgeh, gorên komî. Çeteyên DAIŞ’ê di Çileya 2013’an de dêra Romên Ortodoks ya li gundê El-Ghassaniye veguherandin navendeke binçavkirinê ya komî û piştî ku ew ji wir derketin di sibata 2014’an de derkete holê ku ew veguherandiye goreke komî. Di sala 2014’an de bi kontrolkirina gundên Halûz û El-Gasaniyê yên li gundewarên Cisir El-Şuxur ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve, Xiristiyan ji her du gundan hatin koçberkirin û komên çete herêmên Xiristiyanan xistin bin kontrola xwe, xaçên wan şikandin û zext li ser xiristiyanên mayî kirin, weke qedexekirina lêdana zengilan li dêran (kilîse) û neçarkirina jinan ku hicabê li xwe bikin dema ku ji malê derkevin.
Niha ti Xirîstiyan li bajarê Idlibê nemaye û tenê nêzîkî sedî yek li gundewarê Cisir El-Şuxur mane, ku piraniya wan kal û pîr in û dêrên wan û mal û milkên wan ji aliyê komên çete ve hatine talankirin û wêrankirin. Vê yekî jî di bin navê “xenîmetên şer” kalên mane jî di bin zext û cewisandinan de dijîn.
ŞÎA (ŞÎÎ)
Hebûna şîeyan li çend bajarokan li gundewarê Idlibê sînordar bû, wek gundê Zerzûr li gundewarê Cisir El-Şuxur, lê hebûna herî mezin li bajarokên Kefriya û El-Fewa bû, ku hijmara wan berî aloziyê giha nêzîkî 50 hezarî. Hêdî hêdî piştî derketina aloziyê kêm bû ta ku tenê 21 hezar mabûn di sala 2015an de, ji wan 13 hezar li El-Fewa û 8 hezar li Kefriya, ku girêdayî navçeya Binîş in. Hebûna şîeyan li her du bajarokan vedigere serdema Ebû Fîras El-Hemdanî.
Beriya aloziyê, piraniya erk û berpirsyariyên dewletê di destên wan de bûn û pêwendiyên wan ên xûrt ligel Hizbullah û Îranê hebûn, lê dûrî çavan bûn. Di çend salên beriya aloziyê de, li parêzgehê tevgerek şîe ya bihêz çêbû di bin bandora Îranê de. Hejmareke kêm li hin gundan bûne şîe, hinên din şîebûna xwe veşartin û hin gund hene bi tevayî bûne şîe, wek gundê Zerzûr li gundewarê Cisir El-Şuxur.
Piştî destpêkirina krîzê, bi taybetî di nîvê sala 2012an de, Îranê li bajarokê El Fewa hêza “Hizbullaha Sûriyê” ava kir. Di serî de Cebhet El Nûsra û komên çeteyên din dorpêçeke tund avêtin ser her du bajarokan El Fewa û Kefriya û nehiştin tiştek derbas bibe. Lê rejîmê û Îranê bi rêya firokeyan alîkarî ji wan re dişandin û rewş wiha ma heta sala 2018’an. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê rêkeftinek îmze kirin ku li gorî wê bajarokên El-Fewa û Kefriya ji Şîeyan vala bikin, beramberî wê jî dorpêça li ser Sunniyan li Zabadanî û Medaya li gundewarê Şamê were rakirin û niştecihên deveran veguhêzin Idlibê. Ango şêniyên her çar bajarokan, Elzebedanî, Medaya, Kefreya û Elfewa, bi hev hatin guhertin.
Her wiha gundekî Elewiyan bi navê “Iştabraq” li bejahiya Cisir el-Şuxur hebû, ku nêzîkî 1100 elewî lê dijiyan, piştî êrişên Ceyiş El-Fetih di sala 2015an de, di êrîşê de 200 elewî hatin kuştin û zêdetirî 85 kesên din revandin. Her wiha komên Ensar Eldîn hemû goristan-mezargehên gund teqandin.
DURZÎ
Durzî li gundewarê bakurê Idlibê li devera çiyayî ya Berişa (dora Cebel El-Summaq) belav bûne û ew li 18 gundên Durzî yên xurû û du gundên ku bi Erebên Sunî re têkel bûne dijîn. Hejmara wan beriya krîzê digihîşt 30 hezar kesî.
Durziyan li kêleka rejîmê çek li dijî Suniyan negirtin, lê belê ew bêalî man, heta ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2013’an de hatin û gundên Cebel Barişa dagir kirin û xwest ku bi dare zorê wan neçar bikin ku bibin misilman, lewma gelek ji wan ber bi Suweydayê û derveyî welat ve koçber bûn.
Di sala 2014an de çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê El-Cebhe El-Islamiya ve ji wir hatin derxistin û piştre jî Cebhet El-Nusra êrîşî wê kir û di dawiya Cotmeha 2014’an de xiste bin kontrola xwe. Emîrên wê rêxistinê xwestin bi jinên Durziyan re bizewicin, wan jî qebûl nekir, lewma pir ji wan ji herêmê reviyan û nişteciyên du gundên Durzî bi temamî koçber bûn, û 16 gund jî bi piranî koçber bûn. Niha nêzîkî 10 hezar Durzî li wan gundan mane.
Yek ji emîrên çeteyên Cebhet El-Nusra yên bi eslê xwe Tûnisî bi navê Ebû Ebdullah di Hezîrana 2015’an de li gundê Qelb Loza komkujiyek pêk anîbû û di encamê de 35 kesên bêçek û cotkarên Durzî ji gund hatibûn qetilkirin.
TÊKILIYA PARTIYA BAAS A BI GELÊ IDLIBÊ RE
Partiya Baas a ku ji sala 1963 heya sala 1970’ê li herêma Idlibê pir zêde nedihat naskirin. Piştî ku Hafiz El-Esed di Mijdara 1970’î de di encama derbeya li dijî hevalên xwe yên partiyê de hat ser desthilatdariyê, serdana hemû parêzgehan kir da xwe bide nasîn ku hatiye rêya partiyê durist û sererast bike.
Idlib jî yek ji wan herêman a di nav deverên Esed çû serdana wan. Xelkên Idlibê di bîranînên xwe de dibêjin ku Hafiz Esed bi girseyî li Idlibê hate pêşwazîkirin û ligel heval û alîgirên xwe hilkişiya ser banê navenda çandî ya kevin, li meydana Hanano, û axaftineke bi coş kir. Piraniya xelkê guhdar sofî bûn, yên endamên Birayên Misilman bûn, hinek komonîst û hin ciwanên Naserî û Baasiyan bûn. Temaşevan di dema axaftinê de di navbera Baasiyan û Nasiriyan de hatin dabeş kirin. Lê axaftin zû veguherî hevrikiya Baasî û Nasiriyan. Xelkê dest bi lêdana hev kirin bi darên pankartan, kevir û pêlavan li hev xistin. Di wê demê de xwepêşanderan bi pêlavekê êrîşî Hafiz El-Esed kirin. Dibêjin ku Ebdella El-Ehmer xwe da ber Hafiz Esed û nehişt pêlav li rûyê wî bikeve.
Tiştê ku li Idlibê qewimî rê li ber hin bûyerên din vekir. Ev yek hewldana kuştina Hafiz el-Esed li Şamê dema ku karwanê wî bi du bombe û çekên lûledirêj hat hedefgirtin û pevçûnên berî wê di navbera Partiya Baas û Birayên Misilman de ku Heleb û Hema û Idlib weke baregea wan e û şerê di navbera Partiya Baas û Birayên Misilman de, ku bi komkujiya Hemayê di sala 1982an de bi dawî bû, kir ku Partiya Baas guh nede Idlibê. Heta beriya derketina aloziya Sûriyê jî, Idlib rastî xemsariyê dihat û dorpêça ewlehiyê li ser wê tundtir dibû. Di heman demê de rê hate dayin ku şêxên sofî yên ku ji aliyê Partiya Baas ve dihatin birêvebirin, xelkê ji siyasetê dûr bixin û ev yek bû sedema ku Nefreta Sunniyan ji Partiya Baas çêbibe. Bi taybetî ji ber kêmbûna nîşaneyên geşepêdanê û bandorên polîtîkayên aborî û şert û mercên civakî ku bêkarî zêde kir û xizaniyê kûrtir kir.
(DOSYA 2: Di Pêvajo Û Pıştî Aloziya Sûriyê Rewşa Idlib Û Komên Çete Yên Heyî)
Fırat ALİ
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê