Di 15’ê Kanûnê de malpera Lekolin.org bi nûçeyek taybet spartibû çavkaniyên taybet diyar kiribû ku Rûsya û dewleta Tirk a dagirker bi MÎT’ê re li Baregeha Hewayî ya Rûsyayê Himemîm a Sûriyeyê li dijî HTŞ, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Odeya Îstîxbarata Hevbeş ava kirine. Niha jî hate zanîn ku MÎT’ê bi Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) re ku piştî rûxandina rejîma Esad li Şamê serdest bû û xwe weke serbixwe nîşan dide, li dijî Rûsya, DYA û hêzên QSD’ê Odeya Îstîxbarata Hevbeş ava kiriye. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Odeya Hevbeş a Îstîxbaratê ya mijara gotinê li qata binî ya avahiya ku li kêleka Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Şamê ye ku piştî 12 salan di 14ê Kanûnê de li Şamê ji nû ve hat vekirin, hatiye çêkirin.
GELO DIXWAZIN HTŞ Û SMO BIGIHÎNIN HEV?
Hate diyarkirin ku Odeya Îstîxbarata Hevbeş a ku piştî hevdîtina Musteşarê MÎT’ê yê faşîst Îbrahîm Kalin bi Serokê HTS’ê Muhammed Golanî yê bi kodnavê Ehmed Huseyîn El Şara re li Şamê hate kirin, wê bi pêşengiya 8 rayedarên payebilind ên MÎT’ê yên li herêmê pêk were. Piştî avakirina odeyê, di bin rêveberiya berpirsê herêmê yê MÎT’ê de bi navê kod Şîraz civînek hat lidarxistin. Di civînê de Serokê HTŞ Muhammed Golanî, Mihenef El Casim Ebû Emşa, yek ji serçeteyên Hêzên Hevbeş (komên Suleyman Şah û Cebhet El Emşat û Hemzat) ku di bin sîwana Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (Artêşa Netewî ya Sûriyeyê) ya girêdayî MÎT, berpirsiyarên Operasyona Şefaqa Azadiyê Sêf Bolad Ebû Bekir Sêf, Fîras El Efuyan Ebû Cafer, Yûnis Ebû Emşa û her wiha berpirsiyarê tîmên îstixbaratê yên girêdayî van serokên çeteyan ên wek e tîmên teknîkî û berpirsyar jî hene.
Hat ragihandin ku di civînê de hatiye destnîşankirin ku bi saya vê odeya hevpar li ser îhtîmala yekbûna hêzên SMO û HTŞ’ê li hin herêman nîqaş hatin kirin. Di civînê de Golanî diyar kir ku ji bo çalakiyên hevpar bi şandina hin hêzên girêdayî HTŞ’ê yên li Idlib, Dan, Sermeda û gundê El Basil ji bo Cerablûsê dikarin ewlehiya Minbicê û derdora wê zêde bikin, lê divê ev yek veşartî bimîne.
“DIVÊ BI TU AWAYÎ DÎMENÊN ENDAMÊN DAIŞ’Ê DERNEKEVIN”
Golanî di civînê de endamên MÎT’ê yên ji ber weşandina wêneyên endamên DAIŞ’ê ji aliyê çapemeniya dewleta Tirk a dagirker ve, pêşî li Şamê, piştre li Hamayê û piştre li Minbicê rexne kir û got: “Em dizanin ew dîmenên DAIŞ’ê yên di şer de we di ragihandinê de belav kir, bi armanca şerê psîkolojîk li ser dijberan bidin meşandin bû lê pir zû bû.” Golanî daxwaz kir ku ji niha û pê ve wêne û dîmenên çeteyên DAIŞ’ê yên ku dê beşdarî êrîşên hevpar ên li ser xeta Girê Spî, Kobanê û Reqayê bibin, neyên kişandin û hate gotin ku pêşniyarên wek e, “Bi taybetî wêneyên rêveberên DAIŞ’ê ku beşdarê operasyonan bibin bi tu awayî dive neyên kişandin, bila rûyê xwe veşêrin, divê hincetek nedin destê Amerîkiyan.”
“KOMÊN KOMA SMO PÛÇ BÛNE LÊ ENDAMÊN DAIŞ’Ê PISPOR IN”
Berpirsê MÎT’ê yê herêmê yê bi kodnavê Şîraz, diyar kir ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê di hemû êrîşên siberojê de li eniya herî pêş de cih bigirin wê baştir be û wiha got: “Endamên Artêşa Niştîmanî ya Sûriya Azad tim gazinan dikin, dibêjin em dixwazin vegerin malên xwe, mejiyê wan pûç bûye, hemû mirovên pûç û vala ne, lê endamên DAIŞ’ê bi taybetî birayên me yên Uygurî, Tacîkistanî û Şîşanî-Çeçen pispor in, ji ber wê jî li eniya şer cih bigirin baştir e. Bê guman, wekî ku hate gotin, dê bi rengekî ku dîmen nedin, xuya nebin dê were plansaz kirin.”