• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Lihevhatina Erdogan Bi Rêjîma Sûrîyê Re Veguherî Referendumekê- 1

Civîna li Moskowayê ya sêalî ya wezîrên derve yê Tirkiyê û Sûriyê di bin serpereştiya Rûsyayê û bi beşdtarbûna wezîrê berevaniyê ya Rûsyayê, her wiha dosyaya lihevhatina Tirkiyê û rikberiya Sûriyê bi rejîma Sûriyê re, di çerçoveya lihevhatinên berê de ye û berdewamiya lûtkeya Tehranê ye ku Îranê pir hewil da ku ji nîviya duyem a sala 2022’an de rejîmên Tirkiyê û Sûriyê nêzîkê hev bike.

Yayınlayan Lekolin
3 Şubat 2023
Kategori: Analîz Siyasî
244 13
A A
Lihevhatina Erdogan Bi Rêjîma Sûrîyê Re Veguherî Referendumekê- 1
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Bê guman, bûyera ya ku di van rojan de berbiçav dosyaya lihevhatina rejîma dagirker a Tirkiyê û rikberiya Sûriyê bi rejîma Sûriyê re ye. Êdî gelek çavdêr pêşbîn dikin wek e ku Erdogan li Heleb û hin heremên din ên Sûriyê kir, dê dev ji hevbendî û komikên çekdar ên girêdayên wê berde. Ew jî beranberê ku di hilbijartinên Tirkiyê yên pêşdem de bi ser bikeve. Lê hinek din vê weke teqtîkên demkî dibînin. Ji ber ku Tirkiye li ser biryara madeya 2254 bi israr e. Êdî em jî dipirsin ku çi wateya daxuyaniyên dawî yên Mihemed El-Colanî yên li ser vê mijarî ye. Dê bi rastî Erdogan ji bo hilijartinan mîsoger bike dev ji rikberiyê berde? Her wiha dê rikberiya Sûriyê û bakurê Sûriyê radestê rejîma Sûriyê bike? Gelo mebestên veşartî li pey wê hene? Her wiha helwest, armanc û senaryoyên pêşbînkirî çi ne?

MIJARÊN KU WAN DI GIHÎNE HEV ÇIYE?

Civîna li Moskowayê ya sêalî ya wezîrên derve yê Tirkiyê û Sûriyê di bin serpereştiya Rûsyayê û bi beşdtarbûna wezîrê berevaniyê ya Rûsyayê, her wiha dosyaya lihevhatina Tirkiyê û rikberiya Sûriyê bi rejîma Sûriyê re, di çerçoveya lihevhatinên berê de ye û berdewamiya lûtkeya Tehranê ye ku Îranê pir hewil da ku ji nîviya duyem a sala 2022’an de rejîmên Tirkiyê û Sûriyê nêzîkê hev bike. Jixwe tevî ku nakokî û hevrikiya dîrokî di navbêra Tirkiye û Îranê de ji aliyekê û Tirkiye-Rûsya ji aliyekê din de hene jî, lê mijarên hevbeş li Sûriyê hene ku wan digihêne hev. Bê guman lihevhatina rêjîmên Tirkiye û Sûriyê ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe, dê serê biskê Rûsya û Tirkî jê sûdê wergirin, lê gelê ku dê ziyan bigihêjê gelê Sûriyê yê li bakurê rojhilat û bakurê rojavayê Sûriyê ye. Jixwe hilweşîna yekîtiya pêkhateyên Sûriyê, rûxandina Rêveberiya Xweser a bi ked û cangoriya deh hezarên pakrewanan bi dest ket û armancgirtina hebûna Amerîkî li Sûriyê, mijarên hevbeş ên di navbera Tirkiye, Sûriyê, Îran û Rûsyayê de ne. Li aliyeke din, li Ruhayê û bi serpereştiya Tirkiyê, civîneke berfireh ji êlên Sûriyê hate lidarxistin. Ew jî ji bo wan li dij Rêveberiya Xweser bike yek û gur bike. Lê ji aliyeke din ve jî, rêjîma Sûriyê hewil dide ku li ser dosyaya êlan bilîze ku wan di bûyerên dawî de yên li Dêrazorê û hin herêmên din, li dij Rêveberiya Xweser gur bike, ew jî bi armancên ku nakokî û tevliheviyê belav bike. Her wiha nêzîkbûna rêjîmên Tirkiye û Sûriyê ziyanê digihîne berjewendiyên Amerîkî jî. Jixwe tevî daxuyaniyên dubarekirî yên Amerîkî ji bo danûstandinê bi rejîma Esed re, lê Tirkiye wan piştguh dike ku helwestên xwe ji bo danûstandinê û pilanên berfirehkirinê li herêmê berdewam dike. Lê Amerîka tu helwestên dijwar ji bo rê li ber destwerdanên Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû herêmê nestandiye, ev jî dihêle ku Tirkiyê hê bêtir kiryarên xwe yên berfirehkirinê bike. Êdî ger Amerîka bê deng bimîne, ev tê wê wateyê ku pilanên Tirkî li herêmê ji hin aliyan ve li gor berjewendiya Amerîkayê ne.

HER DU ALÎ JÎ JI HEV NE BAWER İN LÊ…

Bê guman lihevhatinê bi rêjîmê re di demên nêz de, ne gengaz e. ew jî ji ber ku her du alî nema baweriyê bi hev tînin. Êdî dibe ku her du alî hin gavan ji bo ku her yek ji wan li hember ê din ber xwe zelal, lê em bawer dikin ku ev lihevhatin li gor her du aliyan di demeke nêz de pêk nayê. Lê dibe ku peymana Edenayê ku ji dêvla 5 km bigihêje 32 – 35 km were nûkirin. Bi rastî jî dema ku balafirên jixweber (diron) ên Tirkiyê di xaka Sûriyê de digihên heta 40 km û bajarê Hesekê, ev jî dibe cihê gumanê ku her du alî lihevkirine ku peymana Edenayê nû bikin ku ew jî encamên veşartî yên civînên ewlekariyê yên di navbera rêjîmên Sûrî û Tirkiyê de.

Bê guman gef û êrîşên ku Tirkiye li dijî HSD û Rêveberiya Xweser pêk tîne dikeve bin berjewendiya rejîma Sûriyê. Ji ber ku rejîma Sûriyê bi tena serê xwe nikare êrîşê HSD’ê bike. Bi taybet ji ber hêzên Hevpeymana Navneteweyî li van herêman e. Jixwe Rûsya û Sûrî dixwazin ku gef û êrîşên Tirkiyê weke kêrekê li ser stûyê HSD’ê û Rêveberiya Xweser be. Jixwe  rejîma Sûriyê hêdî hêdî ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê v ediçe. Ew jî ji bo ku serweriya xwe li wir belav bike. Di encamê de her du dewlet pirojeya ‘Netewa Demokratîk’ weke metirsiyekê li ser xwe dibînin. Ji ber ku serkeftina vê projeyê li Sûriyê dê li ser wan dewletan jî were belavkirin. Êdî her du lihevkirine û kar dikin ku Rêveberiya Xweser hilweşînin û hebûna Kurdan heta 35 km tune bikin; an go tevî Rojava tune bikin.

CIVAKA DI HEREMÊN DAGIRKIRÎ DE VÊ LIHEVKIRINÎ QEBUL DIKE?

Li aliyekî din, dema ku em herin rojavayê Feratê û herêmên din ên di bin serweriya Tirkiya dagirker de, êdî gelê ku li ser destê rêjîma Sûriyê hate kuştin, koçberkirin û stemkarkirin û gund û bajarên wî hatin rûxandin, gelo ev gel dê bi hêsanî lihevhatinê erê bike û her tiştî ji bîr bike?

Tê xwiya kirin ku di teşe û cewherê xwe de di navbera pêşandan û  axaftinên li dij daxuyaniyên berpirsên tirkan û serokê wan Erdogan de ên ku li 50 cihî li dar ketin; cûdahiyeke berbiçav heye, jixwe piraniya mirovan daxuyaniyên berpirsên tirkan li ser lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re li herêmên ku Tirkiyê dagirker kirine şermezar dikin, her wiha êrîşa ku li ser Serokê Hevbendiyê Salim El-Mislit pêk hat ku ji xwepêşandanan berdanê û bi “Şebîh” bi nav kirin, ev jî nîşan dide ku herêma bakurê rojavayê Sûriyê jî dê ber bi qonaxeke nû ve diçe. Êdî beşeke ji rikberiyê û komikên çekdar ên ku di bin siya Tirkiyê de ne (çêkerê Tirkiyê), li ser lihevhatina bi rêjîmê re dê li aliyê Tirkiyê bin, lê beşa mayî ji rikberiyê dê li hin aliyan bigerin ku piştgiriya wan bikin û wan bihewînin. Êdî dibe ku di rojên pêş de, Ewrûpa û Amerîka bêtir xwe nêzîkî rikberiya Sûrî ya girêdayî Tirkîyê bikin.

ARMANC ÇI YE?

Sê armancên Erdogan ji lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re hene, ew jî ev in:

Yekem: Ergogan dixwaze kaxeza vegerîna koçberan ji destên dijberên xwe (rikberiya Tirkiyê) derxîne, ew jî ji bo ku ji bin barê koşberan derkeve ku di encamê de, encamên hilbijartinên Tirkiyê misoger bike.

Duyem:  Erdogan ji lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re dixwaze ku dosyaya Sûriyê bileqîne û piştî ku gelek salan hatibû rawestandin vejîne, êdî Erdogan dixwaze kilîdên dosyayê û pêşxeriyê di destên wî de bin ku her tişt di bin serwerî wî de bin û li gor plana wî bin. Jixwe em dizanin ku krîza Sûriyê ev çend sal in hatiye rawestandin û tu çare jî li ber çavan de tune ne. Jixwe hêzên mezin nahêlin ku şer di navbera aliyan de rû bide, her wiha vîneke navneteweyî tune ye ku krîza Sûriyê çareser bike. Êdî dibe ku berî hilbijartinên Tirkiyê tevlihekirina tiştan berjewendiya rêjîma Tirkiyê pêk bîne. Her wiha dê bihêle ku Amerîka helwestên nû yên li gor berjewendiya Tirkiyê bigire.

Sêyem: Li gor daxuyaniyên li ser lihevhatinê, Erdogan û berpirsên wî; bi hevsengiya bi Tahrîr El Şam re (Desteya Rizgarkirina Şamê), hewil bidin ku lingê xwe li heremên dagirkirî yên Sûriyê xûrt bikin û biçespînin. Jixwe tevî ku rexneyên Colanî yên yekem li ser civîna sealî tûji bûn ku weke dûrketineke metirsîdar bi nav kir ku li dijî armancên şoreşê ne. Lê di daxuyaniya xwe ya duyem de şêweyê axaftina xwe li dijî Tirkiyê siviktir kir. Dibe ku daxuyaniyên Erdogan û Serokê TahrîrûŞam Mihemed El-Colanî li ser vê mijarî hinekî li dijî hev bin û cuda ne, lê di cewherê xwe de yek e ku her du jî dê rastbîniya heyî ya ku bi pêngavên dagirkeriyê yên di salên bihorî de pêk hatin bisepînin. Her yek bi rêbaza xwe ye lê armanc yek e. Jixwe her demek û demekê civînên gerek ên wezareta berevaniya Tirkiyê û hêzên ewlekariya Tirkiyê bi TahrîrûŞam re li dar dikevin, her wiha hevrêzî di asteke bilind de di navbêra her du aliyan de heye; bi taybet piştî ku li heremên di bin serweriya Tirkiyê de belav bû.

Tirkiye bi tektîka xwe ya lihevhatina bi rêjîma Sûriyê re, dosyaya Sûriyê ji nû ve vejand û bal kişand ser. Her wiha dê Tirkiye dosyaya Sûriyê weke mijara herî balkêş bihêle, ew jî ji bo ku bandorê li siyaseta Amerîkî bike. Jixwe Tirkiyê beşeke baş ji armancên xwe li Sûriyê pêk anîne, êdî ji niha û pêve dê Tehrîrûşam van herêman bi rêve bibe, lê di bin serweriya Tirkiyê de, ango herêmên Sûnî yên dagirkirî yên bakurê rojavayê Sûriyê dê peywirê Tirkiyê bin ku li wir gotina dawî ya Tirkiyê be.

BEŞA DUYEM: Sedemên din ên lihevhatin an jî hevdîtinên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê…

Yusûf MUSTAFA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

Etiketler: HSDMoskowaNetewa DemokratikRejima SuriROJAVATIRKIYE
Önceki yazı

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

Sonraki Haber

Lihevhatina Erdogan Bi Rêjîma Sûrîyê Re Veguherî Referendumekê -2

Benzer Haberler

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 3
Analîz Siyasî

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 3

4 Mayıs 2025
Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê -2
Analîz Siyasî

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê -2

3 Mayıs 2025
Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 1
Analîz Siyasî

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 1

2 Mayıs 2025
Sonraki Haber
Lihevhatina Erdogan Bi Rêjîma Sûrîyê Re Veguherî Referendumekê -2

Lihevhatina Erdogan Bi Rêjîma Sûrîyê Re Veguherî Referendumekê -2

Öne Çıkan Yazılar

  • MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

    MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET

    495 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • MÎT Çeteyên DAIŞ ê Ji Antakya Derbasî Iraqê Dike- NÛÇE TAYBET

    533 Paylaşım
    Paylaş 213 Paylaş 133
  • Piştî Te!

    882 Paylaşım
    Paylaş 353 Paylaş 221
  • Doz

    615 Paylaşım
    Paylaş 246 Paylaş 154

Önerilenler

Navên DAIŞ’iyên Ku MÎT’ê Wan Derbasî Çolistana Sûriyê Kirine- NÛÇEYA TAYBET

MÎT Cerdevanan Derbasî Başurê Kurdistanê Dike – NUÇEYA TAYBET

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 3

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê -2

Li Rojhilata Navîn Guhertinên Stratejîk û Hewildanên Statukoparêziyê – 1

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist