Piştî ku HTŞ’ê Şam bi dest xist, civaka Durzî ku li herêma lê dijîn Suweydayê Meclîsa Leşkerî ava kir û daxwaza Rêveberiya Xweser kir. Bi taybetî jî îstîxbarata MÎT û HTŞ’ê ji bo ku hem meclîsa leşkerî hem jî daxwaza rêveberiya xweser bê terikandin, serî li rêbaz û lîstokên qirêj ên cur be cûr a ser civaka Durziyan dan. Di nûçeya taybet a li ser malpera me ya lekolin.org hatî weşandin de hat hînbûn ku MÎT’ê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê seferber kiriye da ku bingeh û hinceta destwerdana civaka Durzî ava bike weşandibû. Niha jî di bin navê peymaneke nû ya di navbera hikûmeta Şamê û Suweyda Durzî de plana “Parçe bike û Birêve bibe” ketiye meriyetê.
ARMANCA PLANÊ NENASKIRINA MECLÎSA LEŞKERÎ YA SUWEYDA YE
Li gor agahiya çavkaniyeke pêbawer berpirsiyarê îstîxbarata HTŞ’ê ku bi MÎT’ê re tevdigere Enes Xetab ji bo parçebûnekê di nava civaka Durziyan de ava bike û karibin serweriya xwe li ser Suwêda bikin plan pêşniyarê desthiladariya Şamê re kiribû, dixwazin bi riya hin şêxên ku bi desthiladariya Şamê re dixebitin de bixe meriyetê. Li gorî çavkanî ku îstixbarata Sûriyê bi serokatiya Enes Xetab doh bi perspektîfa MÎT ê bi awayekî lezgîn Şêx Leys Belûs, Silêman Ebid El Baqî û berdevkê bi navê Ebû Fexir agahdar kirin ku pêwîste werin Şamê û lihevkirinekê amade bikin ku bibe misogeriya serweriya desthiladariya Colanî li ser Siwêda yê bi temamî.
Ev yek hate piraktîk kirin bi lihevkirina Şêx Leys El Belûs û Silêman Baqî bi şanda Şamê re lê şanda Şêx Hikmet El Hecrî ev yek pêk neanîn lewma Leys El Belûs bi tena xwe pêkanîna lihevkirinê amade kir ku Hêzên Ewlekariyê (Emin Am) derbasî Siwêda bike û tevlîbûna ciwanên Rîcal El Keramê ji Hêzên Ewlekariyê (Emin Am) û wezareta parastinê li heremên wan û dernekevin dervî Siwêda, tevî vekirina navendên tevlîbûna xelkên Siwêda di nava desthiladariya Şamê de, bi vê yekê dibin xwediyên biryara avakirina Meclisên Leşkerî ji bercewendiyên hikûmetê re.
Çavkanî da diyar kirin ku li gorî pilana wan dê civaka Durzî were iqnakirin ku dê endamên Durzî heremên xwe birêvbibin bi hevpariya hejmareke hindik di desthiladariya Şamê de cih bigirin. Lê çavkanî anî ziman ku ev ne raste ji ber despêkê hatibû diyarkirin ku Siwêda ji milê xelkê xwe ve tê birêvebirin lê li gorî lihevkirina Leys El Belûs bi Şandeya Şamê re dê hejmareke mezin ji Hêzên Ewlekariyê (Emin Am) û wezareta parastinê derbasê heremên Durziyan bibin.
Çavkanî destnîşan kir ku yek ji xalên pilana Tirkiyê ewe ku deriyê tevlîbûna hêzên ewlekariyê (Emin Am) ji xelkên Siwêda re were vekirin da ku serweriya xwe li ser Siwêda bi temamî feriz bikin û rola Meclisa Leşkerî a Siwêda û şêx Hikmet El Hecrî tengav bikin.
Di navbera El Belûs, Silêman Baqî û endamên Meclîsa Leşkerî ya Suwêda ku pêşengtiya wê Hikmet El Hecrî dike de alozî derketiye. El Belûs bi hemû hêza xwe hewil dide peymanê pêkbîne.
Li gor agahiyan komek ku ji aliyê îstîxbarata HTŞ û MÎT’ê ve hatine avakirin xwestine li Suwêda ala civaka Durziyan a ji pênc rengan pêk tê daxînin û di şûna wê de ala ku desthiladariya Şamê bikar tîne rakin jor. Li ser vê yekê di bajêr de alozî derketin.