Dewleta Iraqê amedekariya hilbijartinê ya ku wê di 11 Kanuna 2025’an de were kirin dike. Piştî hilweşîna rejîma Baas û Sedam Husên di sala 2003’an di nexşeya siyasî ya dewleta Iraqê de guhertin û veguhertinên stratejîk û bingehîn pêk hatin. Iraq ji dewleta navendî veguherî dewleteke federal. Partiyên qedexekirî daketin qada siyasetê, gelek grûpên çekdar, partiyên siyasî û rêxistinên mezhebî avabûn, herema federal a Kurdistanê bi awayekî fermî desturê de hat naskirin, destûra nû ya Iraqê li gor pêwîstiyan ji nûve hat nivisandin.
Gelek guhertinên mezin piştî şerê 2003’an çêbûn lê mixabin Iraqa ku ji rejîma faşîst a Baasê rizgar bû nikarîbû ji êş û tecrubeyên derbasbûyi ders werbigre, pergalekî demokratîk û jiyaneke azad ji bo gelan ava bike.
Gelên Iraqê ji bin desthilatdariya faşîst a Baasê rizgar bûn, lê vê carê ketin bin bandora hêzên navnetewî û dewletên statukoparêz yên heremê. Dewletên statukoparêz yên heremê di nav Iraqê de kurkirina nakokiyên mezhebî, etnîkî û heremî ji bo berjewendiyên siyaseta xwe guncav ditin.
IRAQÊ ÇAWA XIRAKIRIN?
Bi taybet İran û Tirkiye li gor stratejiya xwe ya li ser erdnîgariya gelê Kurd, Kurdistan û Rojhilata navîn ji bo ku bikaribin bandor li ser dewleta Iraqê bikin, di nav Iraqê de rêxistinên mezhebî, siyasî û leşkerî avakirin û piştgirî dan hereketên nêzîkî berjewendiyên xwe.
Bi vî awayi dixwazin bandor li ser siyaset û biryarên dewleta Iraqê bikin, Iraqê bikin şîrîkê projeyên xwe yên li ser heremê. Di heman demê de tevgerên azadiya Kurdistanê bi alikariya Iraqê tesfîye bikin û derfetên jeostratejîk, jeopolîtîk a Iraqê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û van derfetan bixin bin xizmeta xwe.
Ji ber vê yekê bi taybet piştî 2003’an bi rêya (hespên Troya) grûpên siyasî û leşkerî yên bi destê van dewletan hatine avakirin û tên fînansekirin bi şêwazekî pir aktîf destwerdan li nav karê siyasî û civakî ya Iraqê de kirin. Ji ber van destwerdan û îstîsmarkirinan erdnîgariya Iraqê bû cihê gelek hêzên ku hespên xwe li ser zeviyên wî dibezînin. Vê rewşê bandor li ser siyaseta Iraqê ya hundir û derve kir. Bandor liser pêkhateyên civakî, siyasî, leşkerî, aborî kir. Bandor li ser pêwendiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê, li ser wargeha penaberan a Mexmûrê, li ser Êzîdxan û Şengalê kir.
Ji ber ku rêveberên Iraqê bi hişmendiyeke stratejîk a demokratîk tevnagerin, li gor berjewendiyên rojane û konjonktura heyi tevdigerin, pisgirêkên civakî yên heyi nayên çareserkirin û her ku diçe mezin dibin.
Nebûna stratejî û siyaseta serbixwe ya dewleta Iraqê û Başûrê Kurdistanê wisa lê kiriye ku herdu hêz nikaribin ji pirsgirêkên heyi re bibin bersiv û nikaribin hêza çareseriya demokratîk a hevpar ava bikin.
Deriyên siyaseta Iraq û Başûrê Kurdistanê ji destwerdanên derve re vekirîne.
IRAQ Û BAŞÛR HER TIM DI BIN BANDORA ÎRAN Û TIRKIYÊ DE NE
Dewleta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê hertim di bin bandora siyaset û stratejiya dewleta Tirk û Îranê de mane. Derfetên xwe yên jeopolîtîk û jeostratejîk nizanin û nikarin bikarbînin. Ji ber ku bi çavên hêzên derve li pirsgirêkên navxweyi mêze dikin û nêzîkî pirsgirêkan dibin rêya çareserkirina pirsgirêkan di nav xwe de peyda nakin û nabînin. Ji ber vê bê siyasetiyê kiryarên dewleta Iraq û hikumeta Başûrê kurdistanê dikevin bin xizmeta hêzên derve.
Derfetên pergala dewleta federal heger rast û dirust bihata bikaranîn, li ser esasê xwerêvebirina gelan ji navendîbûnê dûr, bi awayeke demokratîk xizmeta gelên heremê bikira wê herkes û her alî jê sûd bigirta.
Lê mixabin derfetên li ber destê Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendî, pêşxistina azadî, demokrasî û wekheviya gelan nayê bikar anîn. Hem yên dewleta Iraqê birêve dibin, hem jî desthilatdariya Başûrê Kurdistanê dixwazin derfetên heyi ji bo xurtkirina grûpên xwe û binemalên xwe bikar bînin. Herdu alî bi taybet dixwazin dest deynin ser derfetên aborî, hêza aboriyê ji gel bidizin, bigirin bin kontrola xwe û gel muhtacê xwe bikin.
Nakokiyên ku di demên dawiyê de di navbera dewleta Iraq û hikumeta herema Kurdistanê de derketiyê li ser easê kontrolkirina pere, muçê û miletin. Pêş hilbijartinên 2025’an kurkirin û sorkirina van nakokiyan di çarçoveya plana propaganda hilbijartinê de ye. Herdû alî pirsgirêka pere û mûçe pir bi zanebûn dixin rojevê. Gel bi rojevên sexte û derew mijûl dikin da ku bikaribin bingeha desthilatdariya xwe xurttir bikin.
Di siyasetê de tesaduf tuneye. Her tiştê ku diqewime di encama planekî de çêdibin û sedemên wî bi zîncîrên veşartî bi hev ve girêdayine.
8’ê Gulanê serokwezîrê Iraqê Muhamed Şîya es Sûdanî serdana Tirkiyê kir. Di serdanê de peymanên li ser aborî û ewlehiya herdu welatan hatin îmzekirin. Bê gûman di van serdan û hevdîtinan de mijarên sereke her tim Kurdin û tesfiyekirina kurdan in.
LÎSTIKÊN SER MEXMÛRÊ!
10’ê Nîsanê dewleta Iraqê ambargo li ser kampa Mexmûrê danî, 14’ê Gulanê nûnerên ku çûbûn pirsgirêkên kampê bi rayedarên Iraqê re guftugo bikin hatin girtin. 19 Gulanê li ser navê hikumeta Başûrê Kurdistanê Îmzekirina peymana neft û gazê bi kompanyayên Emerîkî re hat çêkirin. 29’ê Gulanê dewleta Iraqê ji bo bertek nîşanê peymana neft û gazê bidin bi biryara wezareta darayi ya Iraqê birîna mûçeyên fermanberên herema Kurdistanê da.
Di demekî ku li Iraqê hilbijartinên giştî nêzîk dibin di navbera Baxda û Hewlêrê de pirsgirêkên dema xwe de nehatine çareserkirin, mijarên ku bi salane serê wan hatine girtin, dosyayên tozgirtî, ewlehî, aborî û pirsgirêkên di nav qeyranê de tên germkirin û dibin rojevên sereke. Rojevên çêkirî û plankirî di hemû ragihandin, qadên siyasî û civakî ya Iraq û Kurdistanê de cîh digrin. Wisa diyare tevgerandina bi vî şêwazî ya dema hilbijartinan di berjewendiya hemû aliyan de ye. hemû alî bi taybet di aliyê îstîsmarkirina hest û destkeftiyên gelan de bi hev re dinav pêşbaziyê de ne. Di vê navberê de yên zerar dikin gelên feqîr, muçexur û memûrên dewletê ne.
Hem Hewlêr, hem jî Baxdad dixwaze mijarên aboriyê, mijarên mafê bikaranîna neft û gazê bikin bingeha propagandaya hilbijartinê û li ser van mijaran deng ji gel bixwazin. PDK ya ku bi salane li ser destkeftiyên gelê Kurdistanê rûniştiye û ji bo berjewendiyên binemala Barzaniyan zengînîyên sererd û binerdê Kurdistanê dimijin, serde jî wisa xwe nîşan didin ku qaşo deskeftiyên gel diparêzin!
Pêş hilbijartinên parlamentoya Iraqê di 19’ê Gulanê de îmzekirina peymana neft û gazê bi du kompanyayên Emerîkayê re li ser esasê peydakirina amûrên propagandaya hilbijartinê ye. Heger ne wisa be pirsgirêkên niha bûne rojevên sereke di navbera Iraq û herema Kurdistanê de dikarîbûn di nava 22 salên derbasbûyi de bi guftugo, bi rêyên dîplomatîk û desturî bi danûstandinên demokratîk bihatana çareserkirin. Diyare hem desthilatên hikumeta Iraqê hem jî desthilatên hikumeta herema Kurdistanê PDK ji rewşa heyi razîne û li ser mijarên çêkirî lihevkirine û li ser siyasetê dikin. Mijarên wek nakokî xuya dikin û derdikevin pêş dibin mijarên esasî yên propagandaya hilbijartinê ji bo hemû aliyan. Bi vî awayi PDK xwe wek parazvanê mafên herema Kurdistanê nîşan dide, hikumeta Iraqê jî xwe wek dewletekî bi hêz nîşan dide. Di hişmendiya herdu aliyan de bi qasî serê misqal xwesteka pêkanîna biryarên demokratîk û avakirina pergalekî azad tuneye.
Zextên li ser kampa Şehît Rustem Cûdî tên kirin di nav vê rojeva sexte û çêkirî de wenda dibin. Dengê rojeva sexte ya di navbera Iraq û hikumeta PDK’ê de ewqas mezin û qerebalix derdikeve ku nahêlin kes zext û ambargoyên li ser wargeha Mexmûrê bibihîze. Dengê nerazîbûna gelê Mexmûrê di nav hesabên polîtîk û aborî de tên fetisandin. Ragihandinên Iraq û Başûrê Kurdistanê li hember zextên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ker, kor û lal bûne. Wekî ku İn-î Sîna dibêje “tu kes bi qasî ku yê naxwaze bibîne kor nîne.”
PDK ji 2019’an heta niha ambargoya şidiyayi li ser kampa Mexmûrê dimeşîne, wisa diyare ambargoya Hewlêrê li ser Mexmûrê kêm hatiye dîtin Baxdad jî xistin tevgerê û kirin şîrîkê sûcên xwe. Baxdad û Hewlêra ku di her alî de qaşo “nakokin” li ser ambargo û kurkirina zextên giran li ser Mexmûrê kok in. Yanî hevdeng in.
Bêgûman ambargo, zext û girtinên li ser Mexmûrê tên kirin ji pêvajoya “Aşitî û civaka Demokratîk” qut nînin. Mirov dikare wek bertekek provakatîf bigre dest. Piştî bangewaziya Rêber Apo û xwe fesihkirina PKK’ê zêdebûna zextên li ser kampa penaberan a Mexmûrê ne bûyerek ji rêzê û tesadufiye.
Ambargo, zext û girtina nûnerên penaberên wargeha Mexmûrê li ser esasê dilxweşkirina dewletên cîran ên Iraqê ne. PDK şîrîk û plansazê zextên li ser wargeha Mexmûrê ye.
Tu berjewendiya dewleta Iraqê di girtina nûnerên penaberên Mexmûrê de tuneye. Di aliyê siyasî û desturî de jî tu hincetekî di destê Iraqê de tuneye, van însanan li dijî yasayên Iraqê karek neyênî nekirine, destura Iraqê binpê nekirine. Berovajî, xwestine berpirsiyartiya Iraqê di aliyê însanî û yasayî de bînin bîra Iraqê da ku penaber bikaribin li gor destûra Iraqê di nav axa Iraqê de tevbigerin, debara xwe bikin, di aliyê ewlehî, aborî, tendurîstî û perwerdehiyê de pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Lê wekî tê zanîn Iraq ne welatekî xwedî siyaset û biryara serbixweye. Ew di bin bandora dewleta Tirk, İran û hêzên navnetewî de ye. İran û Tirkiye li ser pirsgirêka Kurd ji Iraqê çi bixwazin Iraq wî pêk tîne. Li gor xwe bi zextên li ser Mexmûrê dixwaze destkeftiyên xwe di qada dîplomasî û aboriyê de xurt bike.
Dewleta ku nikaribe li hember deswerdanên Tirkiye û İranê helwest nîşan bide li ser xwestekên van dewletan zext û zordariyê li ser gelê Kurd yên ji cîh û warên xwe bûne dike. Ev di aliyê axlaqî de ji bo Iraqê şermekî mezin û di aliyê desturî de binpêkirina mafê penaberiyê ye.
Hîwa AZAD