Li gorî vê stratejiyê, welatên weke Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Libnan heya bi pêkhateyên xwe yên navendî, kapasîteyên leşkerî, derfetên aborî û bi xalên xwegiriya civakî ku dikarin bi serê xwe biryaran bidin û serbixwe tevbigerin wê weke metirsiyên potansiyel ên li ser sîstema herêmê bên dîtin.
Rojhilata Navîn, di 15 salên dawî de ne di nav plana derbasbûnê de, dixwazin di nav rejima stratejîkî ya domdar û mayînde de cih bigrin. Stratejiya nû ya ku navenda wê DYE, Îsraîl û Brîtanyaye, êdî ne li ser bingehê sînor û dewletê, li ser bingeha bikêrhatî, rol û girêdanbûnê armanc dike ku pergalek Rojhilata Navîn ava bikin. Di vê pergalê de, dewletên navendî yên xurt di hûndir de tên lewazkirin, aktorên ji derveyî dewletê jî ji kirdebûyînê derkeve bi hişmendiya amûr yan jî hêza wekîl were karîgerkirin. Qada ku hatî perçekirin, ew sîstema ku bi hişmendiya “alozî ya dikare were rêvebirin” tê kontrol kirin êdî ne veşartiye, projeyek vekiriye. Her wiha ev rastî, di raporên cûrbecûr yê Think-tank de bi awayek zelal tê ziman, ” ne îstîkrara mayînde, aloziya karîger ya dikare were rêvebirin” tê armanc girtin.
Di vê çarçoveyê de li ser rewşa heyî ya dewletên navendî yên wekî Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û Libnanê, rêgezên nû yên ber bi siyaseta Ewropayê ya li Qibris û Rojhilatê Derya Spî ve diçin, qadên rageşiya zêde û sêwirana herêmî ya nû ya ku ji aliyê Peymana Abraham şêwe girtiye, divê ev stratejî bi sîstemê re were ahengkirin bê xwendin.
STRATEJIYA NÛ YA ROJHILATA NAVÎN A DYE-ÎSRAÎLÊ
Wekî ku di gotara berê ya bi sernavê “Pergala Alozî ya Berdewamî ya Rojhilata Navîn a Nû û Lingên Bingehîn ên Stratejiyê” de hatiye diyarkirin, ev stratejiya nû ya Dewletên Yekbûyî-Îsraîl-Brîtanyayê ya Rojhilata Navîn êdî ne tenê îhtîmalek e, lê bernameyek rastîne ku tê meşandin.
Li gorî vê stratejiyê, welatên weke Tirkiye, Îran, Sûriye, Iraq û Libnan heya bi pêkhateyên xwe yên navendî, kapasîteyên leşkerî, derfetên aborî û bi xalên xwegiriya civakî ku dikarin bi serê xwe biryaran bidin û serbixwe tevbigerin wê weke metirsiyên potansiyel ên li ser sîstema herêmê bên dîtin. Ji bo rawestandina van dewletan, ne tenê amûrên leşkerî, lê di heman demê de pêşvebirina qeyranên navxweyî, xerakirina xetên fay yên etnîkî û mezhebî, zextên aborî û bi hêzên wekîl ve polîtîkayên demdirêj yên xerabkirinê dixin meriyetê. Armanc ne ew e ku rasterast van dewletan tune bikin, lê ew e ku bi awayekî pir alî wan bê kiryar bihêlin ku girêdana wan bi derve re hebe û neçar bimînin ku rolên ji wan re hatine destnîşan kirin qebûl bikin. Îro gelek dewletên navendî yên herêmê ketine nav vê rewşê, qels bûne û hatine rewşa ku ji destwerdanên derve re vekirî bûne. Îran û Tirkiye jî di navenda vê têkoşîna kontrolê de cih digrin.
Lêbelê, di armanca stratejî yê de ne tenê dewlet hene. Armanceke kûrtir û sîstematîk ku potansiyela berxwedanê, vîna xweser û hebûna rêxistinkirî ya gelan bi temamî bêbandor bike. Ji ber ku eger dewlet hilweşin jî, ger mirov bi îradeya xwe ya azad derkeve ser dikê û rêxistinên civakî yên nû ava bike, wê demê stratejiya alozîyê ya kontrolkirî wê bê encam bimîne. Ji ber vê yekê Emerîka û Îsraîl mafê nivîsîna qedera xwe ya gelan nas nakin, berovajî vê yekê wî mafî weke xeteriyeke stratejîk dibînin.
Dema ku rewşa heyî di vê çarçoveyê de tê nirxandin, nakokî û meylên li Rojhilata Navîn weke pêvajoyeke ji nû ve dîzaynkirina berdewamî ya nav sîstemê ya di navbera hêzên hegomonîk û rejîmên statûyê de tê xuyakirin. Fermana Sykes-Picot û Qesr-î Şîrîn a ku sed sal berê ferz kiribûn, niha hilweşiyaye û çêkirina modeleke nû dest pê kiriye. Pirsa bingehîn a ku divê di van şert û mercan de bê pirsîn ev e, gelê Kurd di vê stratejiyê de li ku ne û stratejiya wan a xweser a aîdê wan heye? Bersiva vê pirsê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo pêşeroja hemû gelên herêmê jî xwedî girîngiyeke diyarker e.
Şerê ku li Rojhilata Navîn tê meşandin di wateya klasîk de êdî ne têkoşîna di navbera dewletan de ye, ev şer hesapxwestinek di navbera sîsteman de ye. Ev nakokî du eniyên wê yên bingehîn hene, ji aliyekî ve sîstema ku bi plana hegomonîk a navenda DYE’yê ku bi berjewendiyên ewlekarî û aborî-siyasî yên Îsraîlê re li hev dike û statûyekê ve tê şêwegirtin û ji aliyê din ve jî li ser wekhevî, azadî û xwerêveberiyê ya gelan a paradîgmaya civaka demokratîk pêk tê. Li cihê ku ev her du xet li hev dikevin, li navenda wê Kurdistan û gelê Kurd radiwestin.
Stratejiya nû ya Rojhilata Navîn a DYE û Îsraîlê bi awayekî eşkere armanc dike ku dewletên navendî ji hundir ve qels bike û kirdebûyîna gelan re bi ti şêweyî tu carî rê nede. Ev stratejî, dewletên neteweyî yên kevn hundirê wan vala dike û wan bêkêr û bi derve ve girêdayî dike, gel jî parçe dike û vediguherîne wek hêzên nûner ên ku li ser bingehê dilsozî ne lê dikarin bên kontrolkirin esas digre. Ev pergala nû ne bi nexşeyan, bi rolan re dixebite. Serwerî ne bi destê netew-dewletan ve, lê bi dabeşkirina erk û rolan tê meşandin. Ne vîna gel, amûr û navbeynkarên di bin qontrolê de tên esas girtin.
Di vê stratejiyê de rola ku ji gelê Kurd re hatiye diyarkirin xuyayîye, bêyî ku dewlet ava bike, bêyî ku bibe kirde, ango bêyî ku xwe bi xwe birêve bibin, wek nûnerê hêzên din kar bike. Ji ber vê yekê, gelê Kurd di bikaranîna lewazkirina dewletên navendî de wek amûreke jeopolîtîk tê dîtin. Di Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê de, bê çareserî mayîna pirsgirêka Kurd, bingeha vê stratejiya amûrkirinê ye. Ev strateji, ku ji Kurdan re tu azadî an birêvebirina siyasî nade, tenê wan di pozîsyoneke “hebûnê” de dihesibîne ku heya ku bikêrhatî ne, tên pejirandin. Gotina “Wê dewlet bê dayîn” xapandineke ji bo berjewendiyên kiryarî ye; weadeke derewîn û îdeolojîk e ku ji asta propagandayê derbas nabe. Ev wead, bi qasî dîrokî de xelete, di stratejîkî de jî ji bingeha xwe ve xelete. Ne DYE’yê ne jî Îsraîlê, di tu şert û mercî de hêzeke Kurd ya ku bi daxwaza gelê xwe hatiye organîze kirin, bi nirxên demokratîk û meşrûyetek herêmî, qebûl nakin.
PÊNGAVA GELÊN ROJHILATA NAVÎN Û XETA SÊYEMÎN
Ji ber vê yekê, gelê Kurd divê di vê xalê de xwe diyar bike. Stratejiya DYE-Îsraîl-Brîtanya, erê, dewletên navendî yên bihêz naxwazin, lê bi heman awayî, hêzeke gelan ku xwe kirde kirî, xwe ji hundir ve bi rêxistin kirî û bi awayekî xwe ber rêvebirina xwe ava kiriye jî naxwazin. Di vê şert û mercê de, gel çima divê li dû xeyalên derewîn û weadên îdeolojîk yên ku têne pêşkeşkirin, hêviyên xwe girêbidin? Tiştekî neyî wek heyî nîşankirin, bi propaganda mezinkirin, ji derveyî bibe bingehê windabûn û têkçûnên ku berê gelek caran qewimîne, kêrî tiştek din nayê. Di vê çarçoveyê de, hin avahîyên hevkarî yên ku Rêber Apo wek “kesê ku li ber dewletbûyînê dibe asteng” pêşkêş dikin, çavkaniyên şovenîst û nijadperest yên ku dibêjin “ji Kurdan re dewlet tê dayîn”, di rastî de du cepheyên cuda ne ku ji heman navendê tên xwedîkirin û hevdu temam dikin. Her du jî bêvîna xweser, bi hêzên derve ve girêdayî, şerker û gelan li hember hev dikin dijmin in. Ew tenê dîrokê çewt nakin, di heman demê de wek amûrên psîkolojîk yên şerê taybet ên ku li dijî gelê Kurd tê meşandin jî dixebitin.
Îro di Rojhilata Navîn de hevsengiya hêzê xera bûye û li şûna wê, pêvajoyeke nû ya dîzaynê ya ku li gorî berjewendiyên navendên hêzê yên ku daxwazên gelên jêrîn napejirînin, destpêkiriye. Di vê pêvajoyê de, mîna ku ji bo daxwazên gelên ku sedsalan hatine tepisandin, wek derî vebûye hatibe nîşakirin jî, lê ev derî jî bi stratejiya amûrkirina gelan tê kontrol kirin. Lê belê tevî hemû tiştê, ji bo gelan qadeke siyasî ya taybet vebûye. Lê ji bo dagirtina vê qadê, hêza gelê demokratîk, rêxistinî û siyasî hîn jî bi awayekî mezin kêm e. Eger gelê Kurd nikaribe vê valahiya ku di qada xwe de çêbûye dagire û nikaribe bi gelên din re hevalbendiyên bihêz ava bike û jiyana xwe bi xwe birêve bibe, ev valahî dê ji aliyê hêzên statûkoyê ve were dagirtin. Ji ber vê yekê, di pêvajoya ku em tê de ne, ji aliyê dîrokî û stratejîk ve gelek krîtîk e.
Serok Apo, ji gelê Kurd yê bi rêxistinkirî û di çarçoveya paradîgmaya nû ya ku bi pêşengiya wî pêşketî, da ku vê valahîyê dagire û pêvajoyê ji bo berjewendiya gelan biguherîne stratejîyê pêşkêş kiriye. Nêzîkatiya neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk ya ku Serok Apo pêş xistiye, hem li dijî statûkoyê herêmî û hem jî li dijî stratejiyên hegomonyaya gerdûnî, hem dijderketinek rasterast hem jî pir alî ye. Gefa komploya navneteweyî ya ku di sala 1999’an de pêk hat, di vê çarçoveyê de hîn jî çalakbûyîna xwe diparêze û wek sedema sereke ya ku li dijî Serok Apo tê meşandin, di holê de maye. Komploya navneteweyî ya ku di sala 1999’an de li dijî Serok Apo hatibû pêkanîn, ne tenê ji bo zextkirina ser gelê Kurdî, lê ji bo alternatîvek azadîxwaz ya ku gel dikaribû ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin bêyî ku derkeve were astengkirin hatibû kirin. Ji ber ku paradîgmaya ku Serok Apo pêş xistiye, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên herêmê jî nûneriya xeteke wekhevîxwaz û azadîxwaz dikir. Îro jî ji ber heman sedemê, ev xet dîsa armanca hêzên hegomonya û statûkoyê ye. Komplo hîn jî berdewam e, ji ber ku Serok Apo wek vebijarkek ji bo berjewendiya gelan dimîne. Ev xet, tevgereke ku pêşbîniyên kevneşopî dişkîne, wêrek e û di qonaxên dîrokî de rêyên nû vedike. Ji ber vê yekê jî, îro gotinên ku Serok Apo bi “tirsnak û radestbûnê” tawanbar dikin, ne tenê erzan û bêhêja ne, bi awayek stratejîk jî windabûnek û ji rastiyê dûr in. Ji ber vê yekê Serok Apo navenda rastiyê û berxwedanê ye.
Di vê çarçoveyê de stratejiya ku Serok Apo pêşniyar kiriye, guherînek bi bingehê gel esas digre, ev ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên hatine zextkirin, jiyaneke demokratîk, azad û wekhevîxwaz pêşkêş dike. Ev paradîgma, hişmendiya ku li ser bingehê nûner an jî amûrbûnê ye red dike û li şûna wê armanc dike ku sîstemek bi bingehê xwe birêvebirina gelan, rêxistinên hundirîn û hêza exlaqî-polîtîk ava bike.
Hêzên hegomonya û statûkoyê dixwazin gelan bi parçekirinê lewaz bikin, belav bikin û di bin kontrola xwe de bigirin, Serok Apo, yekîtî, azadî û kirdebûyana bi vîn a gelan bingeh girtiye. Dema ku dixwazin gelê Kurd bikin amûrek bi kirya û pasîf, Serok Apo, wê wek kirdeyek herêmî dide nasîn. Dema ku pergala hegomonyayê dixwaze bi fîgurek gelê kêmkirî “birêvebirbarî” peyda bike, pêşniyara Serok Apo, li hember vê avahiya seqetbûyî, bi xwe birêvebirina kolektîf û hişmendiya hevpar pêş xistiye. Di vê serdemê ku nêzîkiyên bi bingehê ewlekarî serdest in, Serok Apo xeta azadiya civakî wek bingeh digire.
Ji ber vê yekê, stratejiya Kurd û gelan ku Serok Apo pêş xistiye, ne tenê ji ber nakokiyên çêbûyî, di heman demê de ji ber derfetên ku van nakokiyan çêkirine jî sûd werdigire, lê ev ne bi xwe spartina hêza derve, bi esas girtina xurtkirina xwe ya hundirîn a civakî kirin esas digre. Ev nêzîkatiya ku pêşengiya xeta siyasî û stratejîk a gelê Kurd dike, ji weadên derewîn, propagandaya derve û manipûlasyonên îdeolojîk derbas dibe û bi kapasîteya xwe ya çareseriyê, hişmendiya civakî û hişmendiya heqîqetê dimeşe. Ev stratejî bi pevçûnên navbeyna dewletan û hegemoniya dewletan re têkîl nabe, berevajî, armanca wê li hember hişmendiya van êrîşên ku gelan bi hev didin şikandin, afirandina bingeha aşitiyê, jiyana hevpar û azadiya hevpar e.
Li Sûriyê, hewildan ku agirê şerê Kurd-Ereb gûrbikin, di salên 2000’an de senaryoyên şerê Tirk-Kurd ket dewrê, carna xetên fay yên Şiî-Sunî, carna jî dijminahiyên etnîk hatin provokekirin. Lê aqilê stratejîk û siyaseta “xeta sêyemîn” bi serfirazî ji piraniya van krîzan derket. Her çend ev zor û provokasyon hêj jî berdewam bin jî, israr li ser xeta sêyemîn didome. İro, di tabloya siyasî, îdeolojîk, stratejîk û jeopolîtîk de, ramana herî wêrek, herî radîkal, herî serbixwe, ya herî ku û di heman demê de xeta herî guherîner jî ev e. Ji ber vê yekê, îthamên “teslîmbûn” û “bindestî” yên li vê xetê tên kirin, propagandayên bêhêz û erzan in ku tu beramberî wê nînin.
Ev pêngava nû ya Rêber Apo, ne tenê li dijî siyaseta hegemoni û dewlet-netew, her wiha li dijî meyla derveyî ya hundirîn, oportûnîst û hevkarî re jî, têkoşîna rêxistinî, îdeolojîk û siyasî pêşbînî dike. Banga yekîtiya gelê Kurd û kongreya neteweyî hîna jî zindîbûna xwe diparêze. Stratejiya nû ya gelan, berjewendiya xweber ya gelan esas digre, pêşnîyar dike ku bi her hêz û her dewletê di bingeha xeta sêyemîn de, têkiliyan pêşbixe. Li gor vê rêgezê, xeta ku li Rojava hat pêşxistin, xeteke sêyemîn a serkeftî bû. Ev çalakî, di têkiliyên xwe yên destpêkê bi dewletên Rojhilata Navîn, Qefqasya, Asya û aktorên Rojava re xwe dide xuyakirin ku bi herkesî re berjewendiyên gelê Kurd difikire.
Li ser bingeha nêzîkatiyek ku berjewendiyên gelê Kurd wek esas digire, rewşek tune ye ku bi tu hêzek re neyê axiftin. Di vê çarçove de, têkiliyên pir-alî bi dîplomasiyek nerm û afrêner tê domandin. Rêber Apo, di hem dîrokê de û hem jî di nirxandinên nû de, diyar kir ku ji Îsraîl û DYE re dikare were xwestin ku parastina hewayî ya Rojavayê pêkbînin. Lê ev xwestek nehat pêkanîn. Ji ber vê yekê, ne helwestek hişk a dijberî an alîgirî, li ser mîhenga xeta sêyemîn hişmendiya siyasî, bi aqilê stratejîk û armanca encam girtina başiya gelan serdest e. Li vê derê ferqa herî bingehîn ku divê were dîtin ev e, vîna rêxistinek heye ku hemû îhtîmalên tevlihevî û nakokî, veguherîne berjewendiyên gelê Kurd û gelên herêmê.
Ji ber vê yekê, paradîgmayê Rêber Apo ne tenê li dijî polîtîkayên zordar û bişaftker ên dewlet-neteweyan, herwiha li dijî sazkirina sîstema hegemoniya gerdûnî jî, pêşniyarek azadîyê ya kûrtir, stratejîk û gerdûnî pêşniyar dike. Ev paradîgma, xweseriya gelan wek esas digire û xetek guncaw pêşve dixe ku armanca wê yekîtiya demokratîk, wekhev û azad a gelên Ermenî, Dûrzî, Cihû, Asûrî, Tirkmen, Tirk, Kurd, Ereb û Faris e. Ev xet, polîtîkayeke azadîyê ye ku hem têkiliyê hem jî nakokiyê di hundirê xwe de dihewîne. Li dijî polîtîkaya zordar a hundirîn a netew-dewletan û stratejiya sîstema ewlehiya parçebûyî, karîger, kontrolbar û ewlekarî ya bingeha dilsoziyê ya DYE-Îsraîl’ê, sîstemeke konfederal a yekgirtî, xweser, bivîn û demokratîk pêşniyar dike ku statuya gelê sazûman bike.
Ji ber vê sedemê jî, berpirsiyarî ne tenê li ser xeta Rêber Apo ye, li ser rêxistin, partî û gelên ku amade ne ku xwedî li vê xetê derkevin û pêşve bibin. Ji ber ku Rêber Apo ji gelan re çareyên hazir nade, ji wan re li ser bingeha rastiyê rêyeke azadîyê vedike. Gava ku ev rê neyê meşandin, pirsgirêk ne ji rê ye, pirsgirêk ji yên ne wêrane li ser vê rêyê bimeşin. Dengê hevkar û oportûnîstan ne ji wêrekîyê, ji tirs û şikestina ji ber kirinan pêk tê. Ew dixwazin bibin rêwiyên rêya ji ber kirî, dizanin ku vekirina rêyek nû çi xeteriyan dihewîne. Dîrok nîşan daye ku li her serê derçikekê ku rêberî dike, gelek alî derdikevin ku refleksên xwe yên oportûnîst û hevkarî diyar kirine. Ev ne kêmasîyeke ji rêzê ye, tevliheviyeke sîstematîk e ku li her gavê dîrokê vedibe. Lêbelê, vê tevgerên hevkar û firsendparêzan, di civak û siyasetê de tu beremberê wê yê rastîn nîne. Çawa ku dema roj derdikeve sîh û sîberên tarî winda dibin, gava wexta rastiya dîrokî tê, şopên van aliyan jî winda dibin. Ne di wijdana gel de cîhek wan heye, ne jî bi aliyê pêşveçûna dîrokê ve girêdayî ne.
Îro li ber gelê Kurd û hemû gelên bindest ên herêmê vebijarkek heye, an wê bibe perçe amûrek ji pergala heyî, an jî bi xwe vîna xwe, beşdarî pêvajoya avakirina civakî ya li ser vê xetê bibe. Rêber Apo, hem berdêla vê bangê daye hem jî hilînerê wî ye.
Hakki TEKÎN