Dema mirov li pêşketin û geşedanên li cîhan û bi taybetî li Rojhilata Navîn ên ku bi lez û bez diguherin dinêre, pêşdîtinek tam ravekirin hema bêje ne mimkun e. Tam kaosek tê jiyîn. Lê di heman demî de pêvajoyek wiha ye ku kî/ê di cih û dema wê de guhertin û veguhertinê nikaribe bike dê bi terpile û di encamê de jî tune bibe. Di pêvajoyên wiha ne diyar de tiştê herî girîng a ku divê were kirin helwest û sekineke diyarker nîşan bide ye.
RÊBER APO MUDAXELEYEK DÎROKÎ KIR!
Tam jî ji ber van sedeman Rêber Apo bi “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve wek manîfestoya serdemê û ji aliyên dost û demokratan ve jî wek e hêviyek mezin a ji derketina kaosê tê pênasekirin, mudaxeleyekî dîrokî kir. Ji banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê heya niha tiştê tê xuyakirin di navbêra Rêber Apo-Tevgera Azadiyê û dewleta Tirk de tu lihevkirin nîne. Ev pêşketinên derbarê Îmralî de çêbûn, encama berxwedana bêhempa ya Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, xwedîderketina gelê Kurd, dost, aliyên demokrat û rewşenbîran ên ji “Pêngava Rêber Apo re Azadiya Fizikî û ji Kurdistanê re Statu” de û ji aliyekê ve jî di çerçoveya lêgerîna dewleta Tirk ku dixwaze ji vê rewşa xitimandinê xwe rizgar bike de ye, derket holê. Bêguman wê ev mudaxeleya Rêber Apo dê çawa encam bibe dîsa bi asta xwedîderketina Tevgera Azadiyê, gelê Kurd, dost û aliyên demokrat ku vê pêvajoyî wek e hêviyek mezin ji derketina ji kaosê dibînin ve girêdayî ye.
ROJHILATA NAVÎN HER TIM BÛYE NAVENDA ŞER ÊN CÎHANÊ
Ger li hemû şerên cîhanê qewimînê yên yekemîn, duyemîn û sêyemîn binêrin navend her tim Rojhilata Navîn bûye. Lewma aliyên van şeran dizanin ku yên bixwazin li cîhanê hegemonyayê ava bikin pêwîste Rojhilata Navîn li gor xwe dizayn-rêxistin bikin. Ji ber ku wisa nekin dê nikaribin hakimiyetê ava bikin, lewra her tişt ji vir destpê kir û pêşketiye.
Li Rojhilata Navîn navenda wê Misir Nasurizm-Nasirî pêşket û belav bû, piştre li Sûriyê xeta Baas pêşket. Li Îranê bi navê “Şoreşa Spî” xeta Şahitiyê pêş ket, li Tirkiyeyê ji Kemalîzmê li ser esasê Îttîhat Terakî de hat pêşxistin. Di bingeha van hemûyan de ango Baasî, Nasirî, Kemalîzm û Şoreşa Spî-Şahitiyê de nijadperestiya-olperestî hebû. Ev hemû tên tasfiyekirin. Lewra jî niha Kemalîzm ber bi tasfiyeyê ve diçe. Ev jî nîşaneya ku Rojhilata Navîn dikeve qonaxek, pêvajoyek nû. Heya niha li ser bingeha van xetan li Rojhilata Navîn serdestî û desthiladarî hate meşandin. Lê ev sedsal temam bû ango bi dawî dibe.
ŞERÊ HEYÎ DI NAVBÊRA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎZM Û MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DE YE
Li gor van geşedanên heyî Rojhilata Navîn dikeve pêvajoyek nû. Rojhilata Navîn an dê li gor pergala Modernîteya Kapîtalîst bê dîzaynkirin an jî li gorî Modernîteya Demokratik were rêxistinkirin. Bêguman ev yek jî bi demê re wê diyar bibe. Di vê rewşî de hem Modernîteya Kapîtalîst mudaxeleyê Rojhilata Navîn dike, hem jî di pêşengtiya Rêber Apo de Modernîteya Demokratîk mudaxeleyê dike. Şerê ku tê gotin di navbera pergala Modernîteya Kapîtalîst û dewletên statukoparêz de tê jiyîn di esas de di navbera wan de naqewime. Şerê heyî di rastiyê di navbera mudexeleya sîstema kapîtalîzim û Rêber Apo de ye. Qedera Rojhilata Navîn bi van mudaxeleyan ve dê diyar bibe. Beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Qahîrê lihevkirinek pêşket, li ser wê hevpêymanî di 16’ê Gulan 1916’an de di navbêra Brîtanya û Fransa, piştre jî Rûsya tevlî bû de Hevpeymana Sykes-Pîcot pêk hat û pergala Rojhilata Navîn hate diyarkirin. Sîstema kapîtalîst xwest bi van lihevkirinan xwe di Rojhilata Navîn de bi cih bike. Dema ev hevpêyman pêş xistin Îngilîz û Firansî li Rojhilata Navîn bûn, wê demê ev hevpêyman milê wan de hate pêşxistin. Modernîta kapîtalîtalîst ku temsîla vê hevpêyman dikir, dixwast cihanê li ser Rojhilata Navîn li gor pergala kapîtalîst rêxistin bikin. Encama wan lihevkirinan de perçekirina Kurd û Ereban pêş xistin. Her çendî di encama lehevkirina Qesrî-Şîrîn de Kurdistan hatibe parçekirin jî lê di paratîkê de zêde parçebûna Kurdan pêş neket. Bi lihevkirina Sykes-Pickot de perçebûn, înkar û tunekirina Kurdan pêşket. Heya dema lihevkirina Sykes-Pickot de hin welatên Ereban hê pergala dewletê nehatibû avakirin, bi wan hevpêymanan re 22 dewlatên Ereban hatin avakirin, Ereb perçe perçe kirin. Ser perçekirina Kurd û Ereban pergal dane rûniştandin. Li cihanê jî pergala ku pêşxistin ser vê yekê pêşxistin, di serî de Firansa ket Sûrî, pişt re di navbera Firansa û İngilîzan de lihevkirin hat çêkirin ku İngilîz ji Sûrî derkevin. Piştî Firansa kete Sûrî dest bi avakirina dewletê kir, şûnda di Urdûn, Siûdî Erebîstan de pergala dewletê rêxsitin kirin. Bi pêşxistina pergala dewletê şekil dan Rojhilata Navîn.
DÎZAYINKIRINA ROJHILATA NAVÎN DÊ DI SER SÛRIYÊ DE PÊK WER E
Bêguman di avakirina pergala netew-dewletê de rola Sûriyê pir girîng bû. Ji ber ku sînorên hatin diyarkirin bi diyarkirina sînorên Sûriyê ve girêdayî bûn. Hêzên kapîtalîzmê destwerdan û pergala xwe bi Sûriyê re li Rojhilata Navîn pêş xist. Ji ber wê jî hilweşandina dewleta Sûriyê ya pêşengtiya hikumeta Esad a Sûriyê ne tenê hilweşîna Rejîma Baasê bû. Di bingeh de hilweşandina pergala Rojhilata Navîn a ku bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re hatibû avakirin e. Yanî pergala sedsalan a ku avakiribûn hilweşandin. Niha şerê tê meşandin li ser bingeha avakirina pergala nû ku dixwazin di Rojhilata Navîn de ava bikin e.
Bavê Beşar, Hafiz Esed zanibû ji dîrokê çawa dê ders bigire û siyasetek çawa bimeşîne. Ji ber ku siyasetekê hevsengiyê dimeşand, ji nakokiyên di navbêra Sowyetê û Amerîkayê de baş sûd werdigirt. Lewma Sûriye li ser hevsengiyan hatibû avakirin, Hafiz Esed jî siyaseta hevsengiyê dimeşand û ji wê encam digirt. Ji ber ku di dîroka Îslamiyet û dema Selahadîn Eyûbî de jî Sûriye weke navendeke girîng a Rojhilata Navîn bû. Ji bo wê jî dikarin bêjin ku Sûriye ne bi serê xwe welatek e, di nava xwe de pirrengiyê dihewîne. Ji ber vê yekî jî em dikarin bibêjin ketina rejîma Baas yê pêşengtiya wê Esed dikir tê wateya ketina Rojhilata Navîn e. Lewma piştî hilweşîna rejîma Baas herkes berê xwe da Sûriyê, sedem ne ew e ku hez ji HTŞ-Colanî dikin, ev yek ji bo avakirina hevsengiyeke nû û şekildayîneke nû ya Sûriyê ye. Ji ber ku dizayina Rojhilata Navîn wê di ser Sûriyê de pêk wer e.
ŞERÊ KU LI FILÎSTÎNÊ DEST PÊ KIR GIHIŞTIYE SÎNORÊ ÎRAN Û TIRKIYÊ
Hêzên hegemon ên ku bi destê Îsraîlê li dijî Hamas, Hizbullah û Sûriyê da destpêkirin xuyaye dê berdewam bike, ango wê di vir de nesekine. Ji niha ve nîşaneyên wê li Iraqê diqewimin. Lewra şerê ku îsraîlê li Filîstînê dest pê kir gihîştiye sînorên Îran û Tirkiyê. Ji ber ku li Iraqê çi biqewime dê rewşa Îranê û piştre jî ya Tirkiyeyê jî diyar bike. Dê Îran li vir tam çi bike hêj ne diyare.
Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dewleta Tirk têk çûbû, tiştekê wê li holê nemabû, di xeteriyek mezin a bi temamî ji holê bê rakirin de bû. Wê demî Mustafa Kemal Ataturk, ya Kurdan û Yekîtiya Sowyetê esas girt û bi vê awayî Tirkiyeyê ji xeteriyeke mezin xilas kir. Li hember vê yekî ku hegemonya cîhanê ya wê demî di destê Brîtanya de bû pir hêrs bû, Hevpeymana Lozanê pêş xist û bi dewleta Tirk da qebulkirin. Li beranberê ku Tirk li dijî Sowyetan şer bikin rolê avakirina Netew-Dewletan dan Tirkan. Heya pêvajoya Hevpeymana Lozanê jî tifaqa Tirkan bi Kurdan û Sowyetan re hebû. Piştî Hevpeymana Lozanê qebul kir û xeteriya ser wan kêm bû, dest bi dijbertiya Sowyetê û şerê Kurdan kirin. Piştî wê Tirkiye bu endamê NATO û têkilî bi Yekitiya Avrûpa re jî pêş xistin. Erka avakirina netew-dewletê ku dabûn Tirkan, li Rojilata Navîn pêk anîn. Di heman demê de ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn pêş ketibû pergala Şahitî ya di bin navê “Şoreşa Spî) de li İranê hate pêşxistin û ev erka avakirina dewletê jî li İranê dane Şah. Pergala Netewdewlet li Rojhilata Navîn di milê İran û Tirkiyê de pêş ket. Ew pergala ku beriya sedsalî ava kiribûn niha dibin bar û dixwazin ji holê rakin. Girînge bê zanîn yên ku pergala netewedewlet çêkirin û yên xira jî dikin heman sisteme.
(BEŞA 2: Di Rûxandina Rejîma Baas De Ne Tenê Îran Tirkiye jî Derbeyek Mezin Xwar)
Jİ EDÎTOR