• Turkish
  • العربية
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Mal
  • Nûçe
  • Tişt
  • Lêkolîn
  • Analîza Siyasî
  • Rastiyên MIT
  • Hemû beş
    • Anketler
    • Anons
    • Röportaj
    • ji edîtorê
    • Herêmparêzî
    • Abor
    • Jin
    • Ciwanan
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Dîrok û Zimanê Kurdistanê
    • Kî ye?
    • Daxuyaniyên Çapemeniyê
    • Hilbijartinên Çapemeniyê
    • Kronolojî
    • Belge
    • Series Text
    • Ji xwendevan
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Mesajên Belaş
    • Teknolocî
    • Rastiyên MIT
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Dewleta Tirk Wê Kengê Ji 80 Baregehên Başûrê Kurdistanê Vekişe?

Piştî banga Rêber Apo û daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê, tê meraqkirin gelo dê kengê bersiva erênî bide û ger da dê kengê xwe ji 80 barehegên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê vekişîne?

Yayınlayan Lekolin
9 Mart 2025
Kategori: Analîz Siyasî
246 10
A A
Dewleta Tirk Wê Kengê Ji 80 Baregehên Başûrê Kurdistanê Vekişe?
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Tê dîtin, piştî peyama ku Serok Apo di 27 Sibatê 2025 de ji bo raya giştî dayî xuya kirin, “PKK çek deyne û bi Siyaseta Netewa Demokratîk ji nû ve xwe saz bike”, li Kurdistanê, Tirkiye û seranserî cîhanê ji aliyê gelek aliyan ve bi erênî hat dest girtin. Lê belê hukumeta AKP’ê wê çawa tevger bike, pêvajoyê çawa binirxîne hîn jî şêlo hene. Her wiha, nêrîna di derbarê peyama dîrokî de, li gelek deverên Awropa, Emerika Başur, Latîn Emerîka û ji aliyê çepgir, aktivîst, feminîstên cîhanê ve, “li Rojhilata navîn pêngavek ku wê bibe rêya çareseriyê” hat şîrove kirin û Rêber Apo “sembola aşitiyê a sedsalê” hat pênase kirin.

Em bala xwe bidinê çi dema ku Rêber Apo ji bo pêvajoyê nêrîn yan jî peyam ragihandiye, bi xwe re rêyên çareseriyê vekiriye, rê li ber kaosan girtiye. Pêvajoyên bi vî rengî di salên berê de dubare hatine jîyan kirin.

Lê “Rêya Çareseriyê” Tirkiyê, hukumeta Erdogan û desthiladarên beriya wê de jî timî binpê kirine, timî ev pêvajoyên çareseriyê xetimandine û bi rêbazên şerê çekdarî, siyaseta tunekirin û qirkirinê li ser gelê Kurd û gerîllayên azadiyê daye meşandin. Lê, gava em dibêjin şerê çekdarî, bi şer jî bi salane li beramberî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd negihişt ti encaman. Her tim rastî berxwedanê û tekoşinê hat, vê yekê hişt ku her tim tevgera azadiyê û gelê Kurdistanê xwe li ser lingan bi cesaret bigire. Tirkiyê – hukumeta Erdogan negiha mirada xwe ku PKK û gel ji hevdu qut bike, nekarî Serokatî-gel-Tevgera Azadiyê ji hev qut bike, nîv sedsal bi vî rengî derbas bu û negihişt armanca xwe.

Desthiladarê Tirkiyê û gelê wê jî ji vê siyaseta (Erdogan) di 50 salên ku şerê li hember Tevgera Azadiyê de, aboriya xwe ji sedî 80 ji bo şer dimezixîne, hertimî civak ji mafên wê tune kir bi vî rengî hîşt ku “rizîna civakî” di Tirkiyê de pêk were.

Li Bakurê Kurdistanê rojane êrîşên ku pêk tîne li ser civakê, şaredariyan, sextekarî û hîleyên her timî di hilbijartinan de, sucên bê bingeh avakirin û mirovan zîndanî kirin, her wiha bi dehan rêbazên bi vî rengî êdî dide meşandin. Bi tuhmetên di bin navê “Doza PKK-KCK” de bi hezaran kes niha di zîndanan de ye. Êdî zelale bi vî siyasetê demokrasiyek ava nabe û riya çareseriyê ya kaosan peyda nabe.

TIRKIYE DÊ BERSIVEK ÇAWA BIDE?

Hikumeta Erdogan di dirêjahiya 50 salan de li beramberî Tevgera Azadiyê di nava şerekî çekdarî de ye. Şer, her çiqasî li beramberî gerilla bu lê di rastiya xwe de li hember nasnameya kesayeta Kurd yê welatparêz bû.

Piştî banga Rêber Apo, PKK’ê di 1’ê Adarê de daxuyaniya “Banga Rêber Apo ya aşitî û civaka demokratîk pêk were, em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin. Bi qasî ku li hemberî me êrîş çênebin, dê ti hêzên me çalakiyên çekdarî li dar nexin. Her wiha pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e” da û agirbestê îlan kir.

Piştî daxuyaniya PKK’ê, êdî her kes diyar dike ku niha dor hate desthiladariya Tirkiyê û tê meraqkirin ka dê kengê bersivek erênî bide? Bêguman gelek aliyên vê mijara bersivdayînê yên wekî siyasî, leşkerî, aborî û makezagonî de hene, lê eger ji bo destpêkê pêşî bi aliyê leşkerî dest pê bike, pêwîste pêşî xwe ji vekişandina 80 baregehên leşkerî û MÎT’ê yên li Başûrê Kurdistanê bike.

Hebûn û pozîsyona Tirkiyê ya paşerojê li Başurê Kurdistanê bi gelek faktoran ve girêdayî ye, ji wan qaşo ewlehiya herêmê, têkoşîna “li dijî terorê” û têkiliyên navnetewî ne.

Dikare bê gotin ku Tirkiye li Başurê Kurdistanê bi taybetî di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Azadiyê de operasyonên leşkerî pêk tîne jî lê ne ev tenê ye. Lewra rojane têkiliyên MİT ê û hukumeta Iraq ê bi hev re li ser esasê wê çawa êrîşan mezintir bikin di nava danustandinê de ne, avakirina navend û baregehên leşkerî li Başurê Kurdistanê hîna jî berdewam dike.

Hêjmara baregehên dagirkeriya Tirkiyê tenê li Başurê Kurdistanê derdora 80 noqte û navendên MİTê hene. Herî zêde li parêzgeha Duhokê piştî wê jî parêzgeha Hewlêr e. Tirkiyê rayên xwe yên MİT’ê û tevgera xwe ya leşkerî bi qasî 30-40 km di kurahiya sînor de daye ava kirin. Hînceta Tirkiyê a ku dibêje “Em şer li beramberî PKK didin meşandin” êdî nema, ji niha şunde gelo Tirkiyê wê bi kîjan hîncet yan jî sedeman barergehan ava bike da ku hebuna xwe berdewam bike?

Lê belê bi banga dîrokî a Rêber Apo “PKK çek deyne û bi siyaseta netewa demokratîk ji nu xwe sazbike” gelo dê Tirkiye bi temamî ji Başurê Kurdistanê vekişe yan na? Heya niha hînceta wê “ev operasyon ji bo fikarên ewlehiyê yên Tirkiyê û stratejiya têkoşîna li dijî terorê pêk tên”bu.

Zehmet e ku mirov bersiveke teqez bide mijara vekişîna Tirkiyê û valakirina baregehên xwe ji Başurê Kurdistanê. Ji ber ku girêdayî siyaset û têkiliyên navneteweyî yên Tirkiye û aktorên din ên herêmê ye. Hikumeta Başurê Kurdistanê PDK yek ji hevkariya sereke ya dagirkeriya xaka Başurê Kurdistanê a ji aliyê Tirkiyê ve ye. Peyamên ku PDK yên herî dawî dayî ragihandinê xuya bu ku banga Rêber Apo “erênî” hatiye dest girtin.

Tirkiye bi giştî ji bo ewlekarî û aramiyê hebûna xwe qaşo li herêmê didomîne (herêmên dagirkirî ). Ji ber vê yekê hebûna Tirkiyê ya li Başurê Kurdistanê wê bi geşedanên ewlekarî û siyasî di dema pêş de zelaltir bibin.

Aras ŞAHO

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Başurê KurdistanEmerikaMITPDKPKKRêber APOTIRKIYE
Önceki yazı

MÎT Û HTŞ Ji Bo Êrîşê Durziyan Bike Bingeh Amade Dike – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Berpirsiyarên Komkujiya Elewiyan a li Herêma Perava Suriyê – NÛÇE ANALÎZ

Benzer Haberler

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1
Analîz Siyasî

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

8 Haziran 2025
Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2
Analîz Siyasî

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

7 Haziran 2025
Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1
Analîz Siyasî

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

6 Haziran 2025
Sonraki Haber
Berpirsiyarên Komkujiya Elewiyan a li Herêma Perava Suriyê – NÛÇE ANALÎZ

Berpirsiyarên Komkujiya Elewiyan a li Herêma Perava Suriyê – NÛÇE ANALÎZ

Öne Çıkan Yazılar

  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124
  • MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • MÎT û Parastîn Xetek Leşkerî ya “Yek Laş” Ava Dikin – ANALÎZA NÛÇEYAN

    535 Paylaşım
    Paylaş 214 Paylaş 134
  • Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

    492 Paylaşım
    Paylaş 197 Paylaş 123
  • Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

    494 Paylaşım
    Paylaş 198 Paylaş 124

Önerilenler

Mudaxeleyek Têgehî Di Rastiya Kurdan De: Rastiya Judenrat û Wêdetirê Mêtîngeriyê – 1

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin-2

Bê Desthilatî û Bê Pere Bi Sosyalîstî Jiyankirin – 1

MÎT Hêzek Taybet Di Nav Firqeya 66’emîn û 86’emîn De Ava Dike – NÛÇE TAYBET

Planên Qirêj ên MÎT û Çeteyan Ji bo Nevegera Efrîniyan Berdewam Dike – NÛÇE TAYBET

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist