Piştî kuştina Abdulganî Kikli (navê kod Ghaniwa), yek ji rêvebirên Saziya Piştgiriya Îstîqrarê (SSA) ku yek ji mezintirîn avahiyên milîsan e ku kolanên Trablusê kontrol dike, hat kuştin, li herêmê dîsa pevçûn derketin. Li ser vê yekî hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker emîrên çeteyên DAIŞ’ê yên ku berê li Sûriyeyê kom kiribûn şandine Lîbyayê.
Hat ragihandin ku hêmanên girêdayî Fermandarê Tûgayê ya 444. Mehmûd Hemze ev kuştin pêk anîne. Piştî bûyerê li kolanên Trablusê pevçûn dest pê kir. Fermandarê Tûgayê Mehmûd Hemze jî heman demê de yek ji berpirsên îstixbarata Lîbyayê ye û rasterast girêdayî MÎT’ê ye.
Weke ku tê zanîn dewleta Tirk, li Lîbyayê piştgiriya Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî (UBH) ya navenda Trablusê dike. Hikûmeta Fayez El-Wefaq bi fermî ji Tirkiyê daxwaza piştevaniya bejayî, ezmanî û leşkerî kiribû ku li paytexta Lîbya ya Tarablûs’ê ji bo paşvexistina êrîşên artêşa Lîbyayê ya bi serokatiya Xelîfe Hefter. Ev piştgirî li ser peymanên ewlehiyê yên ku di sala 2019’an de hatine îmze kirin ve girêdayî ye. Tirkiye di qadê de ne tenê piştgiriya siyasî dikir, ya leşkerî jî kir. Wî balafirên bi çek yê bê mirov û wesayîtên zirxî şandin û bi rêya SADAT şêwirmendên leşkerî bi cih kirin.
Çavdêrxaneya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî di gotarên xwe yên li ser malpera xwe de bi belgeyan eşkere kir ku wê çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin û di operasyonên leşkerî de li Sûriyê di salên dawî de şer kirine, di berdêla mûçeyên zêde de şandine Lîbyayê.
Her wiha malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet a 29’ê Kanûn’a 2019’an de amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk zêdetirî 2 hezar çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê şandine Lîbyayê û ji bo pevçûna wan a li Lîbyayê, ofîsên qeydkirinê yên li navendên Efrîn û Girî Spî ya li Rojava diyar kir ku di berdêla wê de hezar û 800 dolar û 2 hezar dolar pere wê bidin çeteyan.
Dewleta Tirk a di serdemeke wiha de ku di warê siyaseta derve û aborî de di xetimandinê de ye, Lîbyayê wekî dergehek dibîne. Di vî warî de bi rêya çeteyên DAIŞ’ê li dijî dewletên weke Misirê ku piştgiriya Hefter dikirin çalakî pêk anî. Misir û Tirkiye, du hêzên herêmî ku di rûniştina herî dawî de gelek caran li aliyên dijber yên di şerê Lîbyayê de têne dîtin, ji bo wan berbi hilbijartinên ku demek dirêje tê dereng xistin ve bibin ji bo hikûmetek yekgirtî ya Lîbyayê were avakirin bang kir.
BEREVAJÎ BANGAN, BI HÊZKIRINA ÇETEYAN BERDEWAM DIKE
Her çiqas dewleta Tirk a dagirker ji bo avakirina hikûmeteke hevpar daxwaza hilbijartinan dike jî, pişt perdê bi hêzkirina çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê berdewam dike.
Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, heftiyek beriya pevçûnên li bajara Trablus a Lîbya’yê, yanî di 5ê Gulan’a 2025’an de 537 çeteyên DAIŞ’ê pêşî bi otobusên sivîl ji Sûriye’yê derbasî Tirkiye’yê bûn û piştre jî li Enqere yê bi rêya balafireke sivîl a girêdayî Rêyên Hewayî ya Tirkiye’yê re derbasî Libya’yê bûn.
Hat zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê yên hatine şandin ji komên çeteyên Suleyman Şah, El Hemzat û Feylaq El Şam ên ji herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin kom bûne. Di nav wan de hin serkirdeyên DAIŞ’ê ku rêvebirên kampên Lîbyayê yên wek Kampa Matîka, Kampa Misrata û Kampa El Hems hebûn.
KAMPÊN DI BIN ÇAVDÊRIYA TIRKIYÊ DE
Hat zanîn ku emîr û çeteyên DAIŞ’ê yên ku li van kampên ku di bin kontrola dewleta Tirk de ne hatine bicihkirin, wê di bin çavdêriya generalê Tirk Halîm Orhan de tevbigerin. Her wiha, hin ji van çeteyên DAIŞ’ê beriya niha li Çola Sînayê li dijî artêşa Misirê êrîş pêk anîne û li dijî wan komkujî pêk anîne û piştre bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bûne. Niha jî carek din vegeriyane Kampa El Hemsê. Emîrên DAIŞê yên ku li van kampan çavdêriya perwerdekirina komên çeteyan dikin, armanca wan li ser sînorê Misrê li dijî artêşa Lîbyayê êrîş pêkanîn e.
HEMÛ ÇETEYÊN KU BI RÊYA ENQEREYÊ HATINE ŞANDIN DI LÎSTEYA SOR A TÊN XWESTIN DE NE
Navên serkirdeyên DAIŞê yên ku şandine Lîbyayê û me navên wan piştrast kirine wiha ne;
-Ebû Serat El-Iraqî, 42 salî ye, ji Mûsilê ye.
-Mihemed Mehdî El Huseynî, nasnavê wî Ebû Mihemed El Misrî ye. Ji bajarê Îskenderiyê ya Misrê ye.
-Mihemed Zobaa, Fransî-Tûnisî
-Telal Ehmed El Cerah, nasnavê wî Ebû Cerah El Iraqî, 41 salî ye û ji Iraqê ye.
-Şakir Welîd El-Fehmî, nasnavê wî Ebû Mihemed El-Misrî, 39 salî, ji Misrê ye.
-Muharib Al Ciburi, ji Iraqê ye.
-Zî Qermustafa Macid Bu Rehma, bi eslê xwe ji Fransî ye û demek dirêj di nava DAIŞ’ê de li Tûnisê xebat meşandiye
-Selîl Hemîd El Deham, xwedî nasnama Belçîka-Iraqê ye.
-Ehmed El-Eşî, nasnavê wî Ebû El-Welîd El-Fransî, xwedî nasnama Fransa-Misrê ye.
-Erkan Muhammed Erselan, 42 salî, yek ji fermandarên rayedar ê DAIŞê ye.
-Farûk El-Hemdî, nasnavê wî Ebû El-Îmam, Misrî, berê di HTŞ’ê de cih girtiye, li gundewarê Herîmê bûye efserê Ewlekariya Giştî û piştre vegeriya ye DAIŞ’ê.
Malpera me Lekolin.org di nûçeya xwe ya taybet a 5’ê Nîsan’a 2024’an de amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên ku ji aliyê Amerîka û Fransa ve tê xwestin dişîne Lîbyayê, ji ber ku beriya niha mûçeyên bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê nedaye û ji dema hatî diyarkirin zêdetir hiştiye, di 15’ê Nîsan’a 2024’an de malbatên çeteyan di herêmên hatî dagirkirin de li dijî dewleta Tirkiyê rabûn.
Dewleta Tirk a ku di warê siyasetê de polîtîkayên xwe yên li Lîbyayê guhertiye, nakokiyên li qadê kûrtir dike; Ji destpêka sala 2019’an ve zêdetirî 7 hezar çeteyên bi pere yên wek çeteyên DAIŞ û Sûriyeyê rêkir Libyayê.
Militan RÊHAT