Malpera me Lekolin.org ku beşa yekemîn dosya ya di derbarê baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê nexşeya kevin-nû û yên veşartî iyek bi yek aşkere kiribû, di beşa duyemîn de jî di ser van baregehan de kiryar û sûcên şer ên dewleta Tirk a li ser civakê, erdnigarî, bikaranînên çekên qedexekirî û valakirina gundan bidin. Her wiha bi banga Rêber Apo re ku wek e bersiv ji aliyê PKK’ê ve di 1’ê adarê de agirbest hate îlankirin û şûnda bersiva dewleta Tirk bi taybet li ser Qada Parastina Medya û gelê Başûrê Kurdistanê di ser van baregehan de komkujiyan berdewamkirin bû.
Bi banga Rêber Apo û daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê re ji aliyê raya giştî ve erênî hat dîtin û hemû çav çûn aliyê dewleta Tirk a tê bersivek çawa bide. Pêve girêdayî hem ji bo demokratîkbûna siyasî ku divê parlementoya Tirkiyê bikeve dewrê û hem jî êrîş û operasyonên leşkerî werin rawestandin nîqaş û nirxandinên cur bi cur hatin kirin. Li ser vê esasî hemû awir çûn qada leşkerî yên dewleta Tirk ku di serî de li Başûrê Kurdistanê operasyon, êrîş û baregehên kevin û yên nû hatine çêkirin, dê werin valakirin an na tê meraqkirin.
ÎHLALKIRINA SÎNOR ASAYÎ KIR ÊDÎ DEST BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ YÊN QEDEXEKIRÎ KIR
Dewleta Tirk a dagirker ku ji sala 2017’an bi êrîşên herêma Xakûrkê ve bi alîkariya PDK’ê îhlalkirina sînor rewa kir ango ji xwe re wekî maf dît, ji vê demî û şûnda heya niha ji vê piştgiriya PDK’ê ku bi daxuyaniyên cur bi cur hemû êrîşan rewa didît feyz girt, êdî rojane îhlalkirina sînor asayî kir. Asta van êrîşan her ku çû di bin navê parastina sînor de berfirehtir kir û anî asta sûcên şer/mirovî.
2023’an Sucên Şer yê dewleta Tirk a dagirker gihîşt asta Lutke yê! Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku bi lezgînî raporên bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk lêkolîn bike. Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (HSM) bîlançoya şerê 1 salî ya operasyona dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Nîsana 2022’an de li Zap, Avaşîn û Metîna hedef girtibû da destpêkirin eşkere kir. Li gor bilançoya salakê heremên Başurê Kurdistan 3 hezar 730 caran bi topên fosfor, bombeyên qedexe û çekên kîmyayî hatin bombebarankirin. Di 14’ê Çileya 2023’an de Parlamenterê Iraqê Soran Omer hin belge parve kirin ku nîşan didin dewleta Tirk a dagirker li Herêma Kurdistanê çekên kîmyewî bikar aniye. Soran Omer ragihand, piştî ku ew belge û rapor hatin gihandin, Serokwezîrê Iraqê ferman da Wezareta Derve ku lêkolînê li ser bikaranîna çekên kîmyayî bike. Soran Omer di belgeyên xwe de balê dikişîne ser pisporên çekên kîmyayî yên ku serdana Herêma Kurdistanê kirine û dibêje, PDKê rê neda ku 2 pisporên çekên kîmyayî li Herêma Kurdistanê lêkolînan bikin. Di Mijdara 2023’an de Seroka Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) Şebnem Korur Fincanci ji ber ku gotibû divê “îdiayên” ku artêşa Tirk li dijî gerîlayên Kurdistanê çekên kîmyewî bikar aniye bê lêkolînkirin, hat girtin. Di sala 2024’an de dewleta Tirk a dagirker teknîka şer a herî pêşketî ya di destê xwe de, bombeyên nukleerî yên taktîkî, teqemenî û çekên kîmyewî yên qedexe ku li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ne û bikaranîna wan sûc e, bi awayekî bêperwa bikar anî û gelek caran sivîl qetil kirin. Li gor bilançoya HPG ya sala 2024’an arteşa Tirk a dagirker 992 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyayî bi karanî.
Encamên sereke yên raporê ev in:
-Di 88 bûyeran de ji ber operasyonên leşkerî herî kêm 98 û herî zêde 123 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
-Bûyerên ku zirarê didin sivîlan herî zêde di navbera salên 2020 û 2021an de rû dane. Di vê heyamê de herî kêm 40 êrîş pêk hatin.
-Di encama êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk de dema ku sewalên xwe diçêrand û çandiniyê dikir, zêdeyî 55 cotkar û xwedî sewalan jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn.
-Di encama komkujiyan de ji sedî 13 jin in. Her wiha herî kêm 6 zarok mirin û 14 jî birîndar bûn.
-Di heman heyamê de li gorî texmînan 500 gund hatin valakirin. Di navbera salên 2017 û 2018’an de artêşa tirk bi êrîşên hewayî û yên din de gund, bax, baxçe û wargehên gel hedef gitin û 30 sivîl qetil kirin. Ji salên berê cudatir, cara yekem artêşa Tirk Çiyayê Asosê ku 200 kîlometreyan di hundirê başûr de ye û dikeve ser sînorê Rojhilat, bombebaran kir.
Di 15’ê Hezîranê 2024’an de artêşa Tirk a dagirker li herêma Berwarî ji bo Çiyayê Metîna bi temamî bê girtin û ji bo kontrolkirina xeta çiyayê Garê pêş bikeve, dest bi operasyoneke nû ya leşkerî kir. Operasyon ji asmanî û bejayî ve hat destpêkirin û ji destpêka wê ve heta niha zêdetirê hezar û 250 leşker û 300 tirimpêlên zirîpoş û otombîlên serbazî ji bo beşdariya di wê operasyonê de derbasî nav axa Başurê Kurdistanê bûn. Di meha yekê ya operasyonê de, artêşa Tirkiyê 381 êrîş û bombardûman li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne, piraniya wan bi firokeyên şer, beşek jî bi rêya firokeyên bombekirî û firokeyên bê mirov bûn. Di encama êrişên dagirkeriyê de sivîl koçber bûn, berhemên çandiniyê û debara gundiyan winda bûn, bax û baxçeyên fêkî û zeviyên çandiniyê winda bûn, jîngeh wêran bû û sivîl birîndar bûn. Di destpêka sala 2024’an de artêşa Tirkiyê dest bi qonaxa amadekariya operasyona xwe ya nû li ser xaka Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 9 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Piştre, di qonaxa duyemin a operasyonê de, 35 sivil hatin qetilkirin û 25 sivîl jî bîrindar bun. Bi êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li ser gundên Guherzê, Belave û Merstek ên Amadiyê û bajarokê Dêralûkê, di serî de herêma Behdînan û heta herêma Bradostê 168 gund hatin valakirin. Dewleta Tirk ji serê salê heta niha 2 hezar û 76 êrîş li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne. Di van bomberdûmanan de zêdeyî 68 hezar hektar erd û daristan şewitîn. Tenê di navbera 15‘ê Hezîranê û 11‘ê Tîrmehê 2024’an de gundên Duhok û Amadiyê zêdetirî 350 caran hatine bombebarankirin. Her wiha dewleta Tirk 15 km derbasî parêzgeha Dihokê û 45 km jî derbasî herêma Sîdekan bûye û heta niha 358 bomberdûmanên berfireh li van herêman pêk anîne. Di encama bomberdûmanan de zêdeyî 20 hezar donim zeviyên çandiniyê bi taybet ji sedî 48 ê gundên Guherze, Balave, Barçe, Sergele, Kane û Aşke Dere yên herêma Amediyê şewitîn. Tîma Civaka Aştiyane (CPT) ya Kurdistana Iraqê bi sernavê “Qirdiyên sivîl ên Operasyona Leşkerî ya Tirkiyê li Bakurê Iraqê” sala 2022’an de raporek weşand. Li gorî raporê, di navbera sala 2015’an de ku piştî bidawîbûna “Pêvajoya Çareseriyê” heya sala 2021’an 123 sivîl hatin qetilkirin.
XWEST BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÎ NORMAL BIKE!
Dewleta Tirk a dagirker ku ji salên 1990’an û vir ve çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla bi kar tîne, bi êrîşên dagirkeriyê yên ku di 2021’an de li herêmên Avaşîn û Zapê dabû destpêkirin, bikaranîna çekên kîmyewî derxist asteke bilind. Bilançoya bikaranîna çekên kimyeyî û qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve wiha ye; Li gor daneyên HPG’ê yê sala 2021’an Artêşa dagirker li Siyan, Mamreşo, Zendura, Girê Sor û Werxelê 367 çekên kimyeyî û qedexekirî bikaranîn. Di encama van êrîşan de 44 gerîla şehîd bûn. Sala 2022’yan de 3 hezar 280 caran li Qadên Parastina Medya û Başurê Kurdistan çekên kimyewî û qedexekirî hat bikaranîn. Di 5’ê Mijdara 2022’an de li herêma Gundê Saca ya navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Zapê, di encama êrîşa bi çekên kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker de, 11 gerîlayên azadiya Kurdistanê li tunelên şer ên Şehîd Xursî şehîd bûn. Heman wextan de li devera geştyarî ya Wadî Bidol a navçeya Etrûşê ya bakurê rojhilatê Duhokê, ji ber bikaranîna çekên kîmyewî zêdetirî 15 termên ajalên kovî li nêzîkî çem hatin dîtin. Di navbera salên 1991-2024’an de li Herêma Başurê Kurdistanê 344 sivîl hatin qetilkirin CPT di rapora xwe ya ku 24’ê Tebax’e sala 2024’an de weşand diyar kir ku di navbera salên 1991-2024’an de li Başurê Kurdistan di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 344 sivîl hatine qetilkirin û 358 sivîl jî birîndar bûne. Li gorî raporê di navbera salên 1991-2024’an de 59 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 115 zarok jî birîndar bûne. Bi giştî 194 zarok ji ber êrîşan zerar dîtine. Tê gotin ku herî kêm 170 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin û 602 gundên din jî di bin metirsiya koçberiyê de ne. Piraniya xelkê li hemberî êrîşan bêparastinin, gundên xwe terk dikin û koçber dibin. Ajansa Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di 9 salên dawî de 750 hezar û 498 welatiyên Iraqê koçberî welatên Yekîtiya Ewropayê bûne ku piraniya wan ji Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Mûsil û Kerkûkê ne.
PIŞTÎ AGIRBESTÊ YA 1’Ê ADARÊ Û ŞÛNDE BÎLANÇOYA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK
Rûxmê pozîsyona agirbestê ya gerîlayên azadiyê ji 1’ê Adarê û şûnde bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker wiha ne;
Bîlançoya şer a meha Adarê ya berfireh wiha ye:
Êrîşên Balafirên Şer: 169
Êrîşa helîkopterê: 98
Êrîşên Çekên Kîmyewî: 11
Êrîşa Drone ya Teqînkar: 9
Êrîşên Teqînên Qedexekirî: 9
Êrîşa Top, çek û obusan: 11 hezar û 289
ÊRÎŞ DI MEHA NÎSANÊ DE DEWAM DIKIN
Di 1 û 2’ê Nîsanê de Herêmên Berxwedana Serdemê yên Kendekola, Berê Zînê, Kendekola, Sinînê, Lolanê yên Herêmên Berxwedana Serdemê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 35 caran, herêma Şehîd Delîl Rojava Zap a Girê Amediyê 688 caran; Bi çekên giran, top û obusan bi giştî 963 caran hatiye bombekirin.
Êrîşên balafirên şer;
-Di 3, 4, 5 û 6’ê Nîsanê de herêmên Dêreşê, Yekmalê, Girê Kun ên herêma Garê 8 caran, Herêma Berxwedana Sinînê ya herêma Xakurkê 1 caran, Herêmên Berxwedanê yên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî yên herêma Metîna 4 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 13 caran hatiye bombekirin.
Çekên giran, top û obusan;
-Di 4 û 5’ê Nîsanê de li qadên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan, Berxwedana Serdemê ya Sinînê ya Dergelê, Berxwedana Serdemê ya Şêlazê 90 caran, herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê ya Girê Amediyê, Girê Bahar 513 caran; Bi çekên giran, top û obusan bi giştî 693 caran hatiye bombekirin.
ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER DÎSA BOMBEYÊN GAZA KÎMYEWÎ Û FOSFORÊ BIKAR ANÎN
Artêşa Tirk a Dagirker bombeyên gaza kîmyewî û fosforê bikar anîn;
-Di 7’ê Nîsanê de tunelên herêma Berxwedana Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl Rojava Zap, tunelên herêma Berxwedana Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zap û di 8’ê Nîsanê de jî tunelên herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê bi êrîşên hewayî yên herêma Şehîd Delîlhî hatin bombekirin.
Êrîşên balafirên şer;
-Di 5, 6 û 7’ê Nîsanê de Herêmên Berxwedanê yên Sinînê, Berê Zînê yên Herêma Berxwedana Serdemê ya Biharê ya Girê 4 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 13 caran hatiye bombekirin.
-Di 7’ê Nîsanê de herêma Berxwedana Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê 12 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan;
-Di navbera 5 û 9’ê Nîsanê de Herêmên Berxwedanê yên Berê Zînê, Kendekola, Lolan ên Serê Metîna, Bêşîlî, Herêmên Berxwedanê yên Şelazê 116 caran, herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê ya Girê Bahar, Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediyê 432 caran; Bi giştî 818 caran bi çekên giran, top û obusan hatiye bombekirin.
Dema em li êrîşên artêşa Tirk ên di heyama agirbesta mehekê de dinêrin; eşkere ye ku hêzeke ku ewqas êrîşan pêk tîne, dixwaze şer bidome, ne bi dawî bibe. Ger ne wisa bûya, li dijî hêzeke di pozîsyona agirbestê de êrîşeke hewayî û bejahî nedikir. Ev jî nîşan dide ku helwest û israra ji bo berdewamkirina şer, ne rawestandina şer heye.
Aras ŞAHO