MÎT di organîzekirina ruxandina Hukumeta Beşar Esed de û di avakirina Hukumeta Suriyê ya bi serkêşiya HTŞ ê de rolek sereke ya “Ji nû ve Zindîkirina DAIŞ‘ê” de liyîst. MİT a Tirk piştî ketina rejîma Sûrî carek din mûçe li ser çeteyan belav dike da ku bi rêya çeteyan hebuna xwe li Sûrî mayînde bike. Tirkiyê di şerê Sûriyê de piştgiriyek bê hempa pêşkeşî DAIŞ û rêxistinên Cîhadist kir. Ji 10 hezar zêdetir DAIŞ’i yên ji Iraq-Suriye, li derdora 5-6 hezar çeteyên biyanî ku bi çek û rêxistin kiribu da şerkirin.
Di şerê li hember Tevgera Azadiyê û gelê Kurd aboriya dagikeriya Tirkî nema ji ber vê yêkê jî gihîşt asta ku êdî nekare mûçeyên çeteyên girêdayî xwe bide. Bi taybet piştî ketina Rejîma Surî li heremên ku di bin dagirkiriya Tirkî de ne çeteyên ku êdî mûçeyên xwe nedigirt li hember dewleta Tirk bertekên tund nîşan dan. Li ser vê esasê da ku dewleta Tirk a dagirker çeteyan di bin qontrola xwe de bigre û bi rêya van grubên çeteyan hebuna xwe li Surî mayînde bike carekê din wê mûçe li ser çeteyan belav bike.
FÎNANSMANÊ VAN ÇETEYAN WÊ KÊ BE?
Dewleta Tirk a dagirker ku li ser navê mayîndekirina xwe ya di Sûriyê de hewil dide di ser fînansekirina van çeteyan de pêk bîne, Tirkiyeyekê ku ewqas di hûndir de qrîza aboriyê heyî gelo dê çewa fon û mûçeya van çeteyan bide? Tê gotin ku wek e berê dê hewil bide di ser Qatarê de pêk bîne, lê di nîqaşên herî dawî ya di navbêra Tirkiye û Qetarê de pêk hatibû ji ber Qatar ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi hinceta cîhadîstan li gelek welatan fînanse dike her tim rastî hişyariyê tê, dê karibe dîsa bikeve bin vê barî an na nayê zanîn.
Rûxmê desthiladariya AKP-MHP ku li Tirkiyeyê di hêla aboriyê de di qrîzekê de ye, aboriyê li ser van komên çete belav dike ji aliyê muxalefetê ve tê nîqaşkirin.
Dewleta Tirk a dagirker, li ser komên çete yên nû û kevin de ji bo fon û mûçeyan belav bike, berpirsiyaran diyar kiriye û ev berpirsiyar ku ji Idlibê ne wiha ne;
Ehmed Mistefa Kada, Huseyn Cuma Abdullah, Zuhêr Mistefa Eswad, Yasir Mohammed Khair Bazbûz, Mihemed Abdullah Qais, Emîr Mihemed Şekîb Hecî Hemîd, Ebdulqehar Muhyedîn El-Hac Seîd Sukar.
Yên girêdayî Huras El-dîn û rêxistina El-qaidê jî ku piraniya xwe ji Babê ne wiha ne:
Mihemed Zefer Ehmed Mandil, Ekrem Abdo El-Sayed, Hesen Ehmed Atto, Mihemed Zuhêr Esma, Ghaffar Mihemed Reda Taher Axa.
Rejîma AKP-MHP’ê ku dibêje; “Idlib ji me tê pirsîn” di qadên bin hakimiyeta wê de serçeteyên DAIŞ’ê tên bicihkirin, xwe birêxistin dikin û şaneyên veşartî ava dikin. Wekî ku ji navên hatî destnîşankirin tê xuyakirin ku endamên MİT’ê wê mûçeyan bide çeteyên ku ji İdlîb’ê ne. Ev jî bi gotina AKP-MHP’ê teqez dike ku êrişên ji aliyê DAİŞ û grubên çeteyan ve tên pêkanîn bi destê dewleta dagirker a Tirk ve tên kirin. Ew bi gotinên xwe vê yekê piştrast dikin.
Wek tê zanîn dewleta Tirk ku demek dirêje alîkariya çeteyên DAIŞ’ê kir hem di warê maddî de hem jî di warê parastina wan de hişt ku çeteyên DAIŞ’ê demek dirêje çalakiyên xwe yên dij mirovahî berdewam bikin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji bo prestîja xwe û cihê xwe biparêze hinek karên xwe yên qirêj ne li ser navê xwe, li ser navê çeteyên ku wan bi pere avakiriye dike. MİT jî li ser vê bingehê karê xwe yê qirêj dimeşîne û ji bo bigihije armanca xwe her rêbazî bikar tîne.
ROLA AMERÎKA YA DI KIRYARÊN DEWLETA TIRK DE
Dewleta Tirk dixwaze jimara van çeteyan bi rêya pere zedê bike. Her wiha, tevî ku dewleta Tirk hevkarekî yê Amerîkayê ye jî kesên ku MÎT alîkariya wan dike di nav lîsteya terorê ya Emerîka yê de cih digrin. Ev yek dide xuyakirin ku di vê lîstika ku MÎT dileyize de ew ne bi tenê ne. Bi agahiya Amerika û desthilatiya Şamê çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve tên rêxistinkirin.
Derbarê rojhilata Firatê de jî MÎT fermana van fînansmanan daye ku li wir mûçeyeke mezin ji bo çeteyên DAIŞ’ê were dayîn. Wek me li jor da diyarkirin tevî ku Tirkiye hevkarek yê Emerîkaye û ev endamên ku mûçe werin dayîn, di lîsteya terorê ya Emerîka de cih digire.
Lê belê dema mijar dibe berjewendî û tûnekirina deskeftiyên gelê Kurd hêzên hegemon jî xwe bêdeng dikin û li ser vê bingehê Amerîka jî ji van kiryaran re bêdeng dimîne û nerazîbûnên xwe nîşan nade. Ev jî dide diyarkirin ku Amerîka jî rolek mezin di van kiryarên qirêj de dileyize û rê li hember mezinbûna van çete û êrişên wan vedike. Ne gengaze ku agahiya dewletek mîna Amerîka ji bûyerek wiha ku kesên di listeya teror a wan de cih digrin û ji aliyê dewleta Tirk ve belavkirina mûçeyan a ji van terorîstan re, tûnebe.
Wek niha li Sûrî, dewleta Tirk wê carek din mûçe bide çeteyan û çalakiyên hovane wê bide kirin lê dîsa jî deshilatiya Şamê bi xwe li hember vê yekê bêdeng dimîne. Ev hemû ji me re dide diyarkirin ku ev karekî hevpare. Bê agahiya dewletekî kesek nikare çeteyan di sînorên wê dewletê de derbas bike, sîxurên xwe li wir bicih bike û koma çeteyan perwerde bike. Dema ku ev yek were kirin teqez tiliya wê dewletê bi xwe jî di nav vê karê de heye.
Botan AMED