Tevî pêvajoya agirbestê ya ku HPG’ê di 1’ê Adara 2025’an de dest pê kir û biryara “fesihkirin û dawîanîna şer” ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hat standin, dewleta Tirk a dagirker, her çendî bi devkî behsa aştiyê bike jî li qadê êrîşên xwe bê navber didomîne. Artêşa Tirk bi teqemeniyên xwedî hêza xirakirin ya mezin û gazên kîmyewî êrîşî tunelên gerîla dike, bi dronan, kepçe û sondajê hewl dide wan hilweşîne.
JI HPG’Ê LI DIJÎ RANTXURÊN ŞER BANG JI RAYA GIŞTÎ RE!
Di daxuyaniya nivîskî ya ku duh ji aliyê Navenda Têkiliyên Çapemeniyê ya HPG’ê (BİM) ve hat weşandin de, hat ragihandin ku êrîşên bi çekên kîmyewî didomin û ev hişyarî hatin kirin: “Wekî ku raya giştî dizane, hemû hêzên me piştî destpêkirina pêvajoya agirbestê ya di 1’ê Adarê de, ketine pozîsyoneke cuda. Hêzên artêşa Tirk li herêmên Zap û Metînayê bi nêzîkatiyeke fersendperest tevdigerin û ji ber ku hêzên me ti çalakî nakin, vê yekê wekî fersend dibînin, bi rehetî tevdigerin û hewl didin qadên bingehîn ên gerîla dorpêç bikin. Bi vî awayî, pozîsyona agirbestê bi rengekî pir gemarî bikar tînin û armanc dikin ku berxwedêrên tunelan tune bikin.”
Her wiha di daxuyaniyên HPG-BÎM’ê yên 12’ê Hezîrana 2025’an de hat ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker, di navbera 9-12’ê Hezîranê de, li herêmên Zap, Metîna û Garê bi dehan caran êrîş kiriye. Di van êrîşan de gazên kîmyewî yên qedexe, cebilxaneyên bi fosforê, teqemeniyên xwedî hêza xirapkirinê yê mezin, dron û makîneyên sondajê yên ji bo kolandina tunelan hatine bikaranîn. HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk 28 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyan êrîşî tunelên gerîla kiriye û ev êrîş li ser bingeha stratejiyeke “tunekirinê” hatine kirin.
HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk pêvajoya agirbestê bi xerabî bikar tîne û biryara hêzên gerîla ya nekirina çalakiyan wekî fersendekê dibîne. Her wiha hat gotin ku ev operasyon ne tenê li dijî armancên leşkerî, lê di heman demê de zirarê didin hevsengiya ekolojîk û qadên jiyana sivîlan ên li herêmê. Bikaranîna çekên kîmyewî, li gorî hiqûqa şer a navneteweyî binpêkirineke giran e.
HPG’ê bal kişand ser vê yekê ku artêşa Tirk a dagirker bi gazên kîmyewî, bombeyên fosforê û amûrên şer ên teknolojîk êrîşî tunelên gerîla dike û armanca wan hilweşandina tunelan û bidestxistina serweriya qadê ye. Dron û makîneyên sondajê ji bo zêdekirina texrîbata fizîkî tên bikaranîn, bombardûmanên ji hewayê jî li herêmên stratejîk ên wekî Zap û Metînayê giran dibin. Ev êrîş, herêmên nêzî niştecihên sivîlan jî tehdît dikin û bêîstîqrariya herêmî kûrtir dikin.
KLÎKÊN KU AŞTIYÊ NAXWAZİN KÎ NE?
Tevî axaftinên aştiyê yên dewleta Tirk, berdewamiya êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hebûna hin klik û kesên li Tirkiyeyê li dijî pêvajoya aştiyê derdixe holê. Em dikarin van kesan wiha rêz bikin:
Kemberên Siyasî yên Neteweperest-Şovenîst: Hin partî û komên siyasî yên li Tirkiyeyê nêzîkatiyên neteweperest diparêzin, pêvajoyên diyalogê yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd wekî “tawîz” dibînin. Bi taybetî partiyên wekî Partiya Zafer û İYİ Partî û hevpeymaniyên ku ew piştgirî dikin, bi parastina polîtîkayên ewlehiyê yên tund, hewl didin pêşî li destpêşxeriyên aştiyê bigirin.
Elîtên Leşkerî-Burokratîk: Di nava artêşa Tirk û burokrasiya ewlehiyê de, hin klik hene ku pirsgirêka Kurd tenê bi rêbazên leşkerî dikare were çareserkirin. Ev kes, agirbestê û pêvajoyên çareseriya siyasî wekî qelsbûna qada hêza xwe dibînin.
Rantxurên ku ji Aboriya Şer Sûdê Digirin: Hin komên sermayedar û burokratên ku ji operasyonên leşkerî, pîşesaziya çekan û lêçûnên ewlehiyê rantê distînin, ji berdewamiya pevçûnan sûdê werdigirin. Gotina HPG-BÎM’ê ya “rantxuriya şer” destnîşan dike ku ev kes di rêza yekem de ne ku astengiyan li pêşiya aştiyê derdixin.
Medya û Amûrên Propagandayê: Beşek ji medyaya sereke ya Tirkiyeyê, bi şovenîzm û nêzîkatiyên neteweperest, raya giştî ya li dijî aştiyê diafirîne. Ev medya, hêzên gerîla wekî “terorîst” bi nav dike û piştgiriya civakî ya ji bo diyalog û pêvajoyên çareseriyê qels dike.
Ev kes, wekî aktorên sereke yên ku axaftinên aştiyê di bin siya xwe de dihêlin û polîtîkayên êrîşkar ên li qadê piştgirî dikin, derdikevin pêş. HPG-BÎM’ê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev kom pêvajoya agirbestê sabote dikin û dewleta Tirk nêzîkatiyeke “fersendperest” nîşan dide.
Operasyonên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, di çarçoveya têkiliyên bi hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ya Federal de jî tên nîqaşkirin. Bêdengiya hikûmeta Iraqê li hember van êrîşan û berdewamiya hevkariya KDP’ê bi dewleta Tirk a dagirker re, êrîşên bêperwa yên Tirkiyê meşrû dike.
Di encamê de, rapora dawî ya HPG-BÎM’ê ya derbarê du heftiyên dawî de nîşan dide ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî pêvajoya agirbestê, bê navber didomin. Ev operasyonên ku bi çekên kîmyewî, bombeyên fosforê û rêbazên şer ên teknolojîk tên kirin, ji aliyê mirovî û ekolojîk ve encamên giran derdixin holê. Li Tirkiyeyê klikên neteweperest, elîtên leşkerî-burokratîk, kesên ji aboriya şer sûdê digirin û medyaya propagandayê, wekî astengiyên herî mezin ên li pêşiya vê pêvajoyê derdikevin holê.
Polîtîkayên çewisandin û tunekirinê yên dagirkeriya Tirk dagirker, pêvajoya agirbestê dixe xeterê û bêîstîqrariya herêmî kûrtir dike. Hişyariya HPG’ê ya “pozîsyona çalakî” jî potansiyela dubare bilindbûna pevçûnan zêde dike. Bê guman, tengezarî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ne tenê herêmê, dibe ku tevahiya Rojhilata Navîn bandor bike û bibe dinamîka pevçûneke berfirehtir.
Militan RÊHAT