Têkiliyên di navbera çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) yên ku bi desteka dewletên hegemonîk û Komara Tirk a dagirker bê şer ketin Şamê û MÎT’ê bi îtîrafên Wezîrê Karên Derve yê faşîst Hakan Fîdan careke din zelal bû. Em wek malpera Lekolin.org navên çeteyên ku ji bo êrîşan li Urdun û Sûriyeyê pêk bîne rêxistinkirine parve dikin.
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, beriya rûxandina Rejîma Sûriyeyê, rêveberên payebilind ên HTŞ’ê yên bi MÎT’ê re hevkariyê dikin, planeke hevpar ji bo pêkanîna êrîş û teqînan li navenda Urdunê, paytext Emmanê, Dadgeha Ewlekariyê ya Emanê û Wezareta Karên Derve amade kirine.
Hate hînbûn ku Ebû Muhammed El Colanî ku di nav HTŞê de bi perspektifên MİT’ê tevdigere bi xwe çeteyên ku li Urdunê hatine rêxistinkirin bi rêve dibe.
MÎT’ê ji hemû êrîşên ku hem li ser Urdun û hem jî li herêmên Rejîma Sûriyê hatin kirin agahdar bû. Navê çeteyên Îslamî yên radîkal ên ku MÎT û HTŞ’ê di nava Îxwan Mislim a Urdunê de organîze kirine wiha ne:
1-Xetab Şaban Şaban li bajarê Zerqa yê Urdunê dijî.
2- Welîd Mehfûz Salih Elebdelah: Li Es-Saltê 38 km dûrî Emmanê dimîne.
3- Eyhem Ehmed Silêman Elmesanîda li Emmanê paytexta Urdunê dijî.
4- Ezmî Nizam Ebû Elhila li navçeya El-Ebdalî, mezintirîn devera bazirganî ya Emmanê dijî.
5- Îmad Wedah Keradîşa li navçeya El Swêfiye ya Emmanê dijî.
Li gorî agahiyên ku me piştrast kirine, têkiliya HTŞ û MÎT’ê bi van çeteyan re hê jî heye.