Piştî hilweşandina rejîma Baasê li Sûriyeyê, çavên her kesî li gelê Kurd û biryara Rêveberiya Xweser bû; ka ew ê çawa nêzî hikûmeta demkî ya li Şamê bibe. Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ku ji bo parastin û bidestxistina mafên gelên herêmê bi hezaran şehîd dane, li hember çeteyên DAIŞ’ê li ser navê cîhanê têkoşiyan. Ew hê jî di çarçoveya parastina mafên gelê Sûriyeyê de, li gorî banga sedsalê ya Rêber Apo, dixwazin bi pêkhateyên Sûriyeyê re li ser axa Sûriyeyê bi aştiyane bijîn.
Di derbarê parastin û rêvebirina herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne armanckirin de, piştî lihevkirina di navbera QSD û desthilatdariya Şamê de, guhertinên girîng çêbûn. Di encama van lihevkirinan de, hêzên çekdar ên her du aliyan dê vekişin û herêm dê ji aliyê hêzên ewlekariya herêmî ve bên parastin û rêvebirin. Bendava Tişrînê jî di nav vê lihevkirinê de ye.
LI TIŞRÎNÊ GEL SERKEFT!
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 4 mehan e li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku armanc dikin Bendava Tişrînê dagir bikin, berxwedaneke mezin nîşan dide. Di encamê de gel bi ser ket. Ji aliyê din ve, hesabên ku dewleta Tirk bi çek û balafirên xwe yên bêmirov ên ku pesnê wan dida, li Tişrînê li ber berxwedana gel pûç bûn. Planên dewleta Tirk û çeteyên wê jî bi balafirên bêmirov ên ku ji aliyê QSD’ê ve hatin çêkirin û ji aliyê şervanan ve hatin bikaranîn, bi temamî hatin pûçkirin. Hêza duyemîn a NATO’yê li hember berxwedana şervanan nikarîbû gavekê jî bi pêş ve biavêje.
Di vê çarçoveyê de, Berpirsiyarê QSD’ê Mazlum Abdî, di daxuyaniya xwe ya ji Al Monitorê re got: “Lihevkirineke du alî heye. Yek ji bo bendavê ye, ya din jî lihevkirineke leşkerî ye bi hikûmeta Şamê re ji bo rêvebirina Bendava Tişrînê. Karmend û rêvebirên Bendava Tişrînê dê li cihên xwe bimînin. Ji bo parastina karîgeriya bendavê, ew ê xebat û hewldanên xwe berdewam bikin.”
Li gorî lihevkirinê, herêmên di bin kontrola QSD û Rêveberiya Xweser de dê wekî xwe bimînin û bi awayekî qanûnî nêzîkatî li wan bê kirin. Di çarçoveya hikûmeta demkî ya Şamê de, berpirsiyariya parastina van herêman dê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bê girtin. Bi vî awayî, plan û dagirkeriya Tirkiyê li herêmê bi temamî hatin pûçkirin. Ev yek tê wateya ku banga Rêber Apo di şerê li Rojava û Sûriyê de bû xalek bingehîn.
Ev yek serkeftina yekem e di rêya parastina destkeftiyên gelê Kurd de, di çarçoveya peyama sedsalê ya Rêber Apo de ji bo jiyana hevpar a gelan gaveke girîng e.
Firat ALÎ