Di plana ku ji bo guhertina avahiya demografîk a li Sûriyê hatiye amadekirin de, MÎT’ê ji Wezîrê Karên Hundir ê rêveberiya Şamê û berpirsê îstîxbaratê yê Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ) Enes Hattab re, talîmatên nû şandine ji bo guhertina avahiya demografîk a herêmên di bin kontrola komên çete yên piştgirîya Tirkiyê de.
Ev plan; 8 hezar çeteyên ku piraniya wan biyanî yên wekî Ereb, Ozbek, Tacikîstan, Efxan, Çeçen, Uygur, Misrî û Tûnisî bi navên Sûrî nasnameyên wan biguherîne û di qeydên sivîl û arşîvên dîjîtal de cih bigire. Bi vê gavê, tê armanckirin ku ev çete bi Sûrîkirinê û dayîna hemwelatiyê, di saziyên dewleta Sûriyê de bêne bicihkirin.
LI EFRÎNÊ BELAVKIRINA AXÊ
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, piştî ku ev nav di qeydên sivîl ên Sûriyê de bêne tomar kirin, qonaxa duyemîn a planê wê bê bicîhanîn. Di qonaxa din a planê de, wê ji van çeteyan û malbatên wan re li herêmên wek Efrîn, Cindiresê û Raco, bi rêya saziyên bi piştgiriya Tirkiye û Qatarê, ax û milk bên peydakirin an jî bikirin.
Wê ax bi awayekî xapînok wekî ku ji hêla van çeteyan ve bi awayekî qanûnî hatine kirîn bên nîşandan. Ev plana qirêj, beşek ji stratejiyeke berfireh e ku armanc dike avahiya demografîk li herêmên wek Efrînê ku ji aliyê dîrokî ve piraniya wê Kurd in, biguherîne.
Wekî ku tê zanîn, ji sala 2018’an û vir ve, herêma Efrînê, bi taybetî bi avakirina cihên nû yên niştecihbûnê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, guherînên demografîk ên girîng jiya. Van cihên niştecihbûnê, bi rêya bicihkirina komên çete û malbatên wan ên dilsozê Tirkiyê, avahiya demografîk a herêmê guherand. Saziyên ku ji hêla Qatarê ve tên piştgirîkirin, van cihên niştecihbûnê fînanse dikin; di vê çarçoveyê de ax û milk tên kirîn û ji çeteyên biyanî yên nû re tên belavkirin.
Her wiha, li gorî agahiyên hatine bidestxistin, MÎT’ê talîmat daye ku tabûr û tûgayên ku ji çeteyên Çeçen, Ozbek, Uygur, Tacik, Misrî û Tûnisî pêk tên, heta ku cilên nû û nasnameyên Sûrî bi dest nexin, ji kampên xwe dernekevin. Hat zanîn ku ev çete bi komên cuda ber bi kampên cihê ve tên veguhestin û ev prose dewam dike.
Kampên ku ev çete lê tên bicihkirin ev in: Kampa Kiteyfe, Kampa Berê ya Muhafizên Komarê li Dumer, Kampa Tûgaya 8’an li Humus, Kampa Tûgaya 1’ê li Kisve, Kampa Wezareta Parastinê li Îkarda ya Helebê, Kampa girêdayî hêza avê li Tartusê.
HEMAHENGIYA NAVBERA ÎSTIXBARATA TIRK Û QATARÊ
Ev plan ji hêla îstîxbarata Qatarê ve hate amadekirin û armancên planê û hûrguliyên bicihanîna wê ji MÎT’ê re hate ragihandin. Bi hemahengiya di navbera yekîneyên îstîxbaratê yên Tirkiye û Qatarê de, gav tên avêtin ku ev komên çeteyên çekdar, bi taybetî li herêmên ku ji bo Tirkiyê xwedî girîngiya stratejîk in, li ser axa Sûriyê bên bicihkirin.
XAPANDINA RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWÎ
Armanceke din a stratejîk a vê gavê, xapandina civaka navnetewî ye li ser hebûna çeteyên biyanî li Sûriyê. Bi taybetî Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYE) û Yekîtiya Ewropayê (YE), rêveberiya Şamê ya di bin serokatiya Colanî de, ji ber hebûna van çeteyên biyanî wekî rewa qebûl nakin.
Berî çend rojan, Nûnera DYE’yê ya li Neteweyên Yekbûyî Dorothy Shea, di daxuyaniyeke xwe de careke din destnîşan kir ku hikûmeta Şamê di mijarên terorîzmê, şervanên biyanî û çekên kîtleyî de ji nêz ve tê şopandin.
Bi dayîna hemwelatiya Sûriyê ji van çeteyan re, Tirkiye û Qatar plan dikin ku wan wekî beşek ji civaka Sûriyê nîşan bidin. Ev yek dikare rê bide rêveberiya Şamê ku ji zextên navnetewî yên derbarê hêmanên biyanî de xilas bibe.
Ev plan ne tenê bi guhertina avahiya demografîk ve sînordar e, di heman demê de armanc dike ku meşrûiyeta rêveberiya Şamê di çavên civaka navnetewî de xurt bike. Piştî ku ev çete hemwelatiya Sûriyê werbigirin, desthilata Sûriyê dikare xwe wekî dewleteke serwer nîşan bide û bi hêsanî bi zextên navnetewî re rû bi rû bimîne. Her wiha, Tirkiye û Qatar, bi vê planê, armanc dikin ku cezayên navnetewî yên ku bi giranî li ser hebûna van komên çeteyên çekdar ên biyanî disekinin, bên rakirin.
Plana Tirk-Qatar ne tenê bi Sûriyê re sînordar e, di heman demê de berfirehkirina bandora herêmî ya her du welatan di paşerojê de jî digire nav xwe. Piştî ku çeteyên biyanî hemwelatiya Sûriyê werbigirin, dewleta Tirk û Qatar dikarin wan li herêmên din ên ku ew lê ne, ji bo piştgirîkirina projeyên destwerdana siyasî û leşkerî bikar bînin. Ev taktîk, dirêjkirina rêbazên ku her du welatan ji destpêka krîza Sûriyê ya sala 2011’an ve, bi navê parastina gelên herêmê an têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bikar anîne, ye.
Bi kurtî; plana Tirk-Qatar a li Sûriyê, beşek ji stratejiyeke demdirêj e ku armanc dike bi guhertina avahiya demografîk û nifûsê li herêmên stratejîk ên wek Efrînê, bandora herêmî ya Tirkiye û Qatarê berfireh bike. Ev plan, ji dayîna hemwelatiyê ji çeteyên biyanî wêdetir, guhertinên berfireh ên ku avahiya civaka Sûriyê bi armancên stratejîk ên her du welatan re li hev bike, digire nav xwe. Bicihanîna vê planê, dibe ku rewşa demografîk a hin herêmên Sûriyê bi awayekî ji kok ve biguherîne.
Milîtan RÊHAT