Heta têkiliya di navbera kes û civak rast neyê analîzkirin ne rastiya kes ne jî ya civak dê neyê fêmkirin. Derbaskirina çêker, hişmendî, fêrbûn, şêweyê hizirînê û ûslûba kes ya heyî tenê bi dahûrandina berhemên wê çanda civakî gengaze. Ji ber vê sedemê wek Rêbertî dibêje; “Ne bi şaxan bi kokan mijûl buyîn bi her awayî watedare.” Yê tê jiyankirin bi mijûlbûna şaxê darê ye heta mijûlbûna pelên wê ye, yanî bi hûrgilî û encamên wê re mijûlbûne. Pirsgirên girêdayî kesayetê di warê bi kok girtina dest û bi derbaskirina parzûna rexnedayînê de pir sereser maye. Dema rewş wisa be ji xwe gihandina heqîqetê re jî dûr dimînin û di bingehek rast de avabûn, yanî di kesayetê de Ronesans (nûjenbûn) pêşnakeve. Gelek fêrbûnên ku ji aliyê pergala şaristanî û kapîtalîzmê de hatî qebûlkirin wek taybetmendiyên rast yê kesayetê tê pejirandin. Di kesayeta sixte û sîmûlasyonê de israr tê kirin. Ev rewş di kesayetan de rewşa şexsiyeta perçebûyî û bi qrîz/aloz dide avakirin. Tîpolojiya tevlîhev û bi qrîz ya şaristanî avakirî bi vê awayî şêwe girtiye. Ev kesayeta paşverû wek fîzîkî tevlî şoreşê bibe jî di hişmendî û çandê de nikare bibe şoreşger. Wek mînak, em asta girêdana xwe ya ji Rêber Apo re ya aliyê paradîgma û sosyolojîkî ve lêpirsîn bikin! Ger hewildanên me yên ji bo fêmkirina Rêbertî lewaz be yan jî tevî ku me fêm kirî bes ne li gor wî tevger û jiyan dikin wê demê xeletî di girêdanbûna me ya bi Rêbertî re heye. Dema Rêber Apo dibêje; “Em çiqas pê bihisin, hîs bikin, hetta bifikirin em ewqasin.” asta me ya yekbûna bi sosyolojiya azadiyê derxist holê.
Kes ku diyardeyek ya sosyolojîke berhemek yê çandê ye û taybetmendiyê wê jî li gor wê çandê şêwe digre. Derbaskirina şêweyê çanda hatî dogmakirin zehmete. Bi taybetî kesayeta ku bi çanda dogmatîk ya hezaran salan ya Rojhilata Navîn şêwe girtî, pêkanîna şoreşa wê ya hişmendî, exlaq û çand zehmet derbas dibe. Ji bo vê; vekiriye ku perwerdeyek giran, biryardariyek xûrt, ûtopyayek mezin, hêza hizir, vîn û rêxistinbûyîn pêwîste. Ev nebin guherînên paradîgmatî bi temamî pêknayê. Ji ber ku seretayê çandê û kesan ku koka wan xwe dispêre beriya hezaran salan gûhertinên wan ne gengaze. Kesayetiya Rojhilata Navîn ji bo vê mînakek ber bi çav e. “Li qada ku çanda wan ya kevin bi kok be pêkhatina çandek nû gelek zehmete. Çanda kevin ya nû bi hêsanî napejirîne. Xwe diparêze.” (Rêber Apo) Çand û fêrbûnên berê li pêşiya azadiyê bibe asteng wê rolek paşverû bileyize. Kesayetiya ku bi çanda Rojhilata Navîn şêwe girtiye paradoksek wiha jiyan dikin. Aliyên erênî yê şaristaniya Rojava jî di nava xwe de qebûl nake. Qaşo yê pejirandî jî hişke û dibişire. Ji pêşnûma berevajî û jêgirtî (kopya) pêşdetir naçe. Xwe ne di nava xwe de dikare biguhere ne jî ji gûhertinên ji derve re xwe vedike. Kesayetiyek bi qrîz ku bi vê awayî li hev ketî û bûye girêkek hişk dibe mijara gotinê.
Kesayeta Rojhilata Navîn ji ber ku di hişmendî de xitimiye nikare fikrên nû sentez bike û derketinek pêkbîne. Xitimîn di hişmendî de ye. Nirxandina wî ya dîrokê zûha bûye. Feraseta heqîqet û hêza wateyî heliyaye, wek felsefî, sosyolojî û zanist xitimîye. Dema fikrên çewt yên wek ol, netewperestî, oryantalîzm, reel sosyalîzm jî ser zêde dibe di hişmendiyê de rewşek qrîz-alozî serdest dibe. Wek kesê ku divê were rizgarkirin ji bo bibe bireserê kirdeyên din wek bikeve pêşbirkekê ber bi navendên kapîtalîst ya Rojava ku qaşo li dijî wan bûn, baz didin. Ref bi ref ji rêyên mirinê derbas dibin dixwazin birevin Ewrûpa. Li aliyê din jî tiştek sosretbûnê (ûcûbe) yê wek DAIŞ’ê jiyan dikin. Rêber Apo, kesayeta klasîk ya Rojhilata Navîn di pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî” de bi awayek bandorker çareser dike. “Hişmendiya Rojhilata navîn di roja me de wek aloziyekî jiyan dike. Şêweyê Rojava ji şoreşa hişmendiyê pir dûre. Ronesans, pêwîstî pê nabîne ku reformasyon û ronakbûyînê di mercên cûrebûyîna xwe de jiyan bike. Lê belê xwe ji bikaranîna berhemên pratîk yê mode ya dawî jî paş ve nakêşe. Hişmendiya ku qaşo aîdê xwe didît ji kok û pêşketina wî ya dîrokî jî fêm nedikir. Nirxandina dîrokê ji bo her komekî ji pesindayînek zûha zêdetir wateyek din nade… Di lênêrîna civakê de bi qasî bêparîya ûtopya yê hêmanên zanistî, olî û mîtolojîkî ya bê hempa yê kevneşopîyê jî winda kiriye. Ne ji pêşiya xwe re, ne jî ji pişt xwe re bi hêvî û kelecan nêzîk dibe. Ev tûnebin jî afrênerî çênabe. Berhemên zanistî, felsefî û hûnerî yê hişmendiyê zûhabûye. Angaştek wê ya zêde jî nemaye. Atmosferek rihî ya ji dînbûnê xiraptir qet kêm nîne. Ji demê borî şanazî, ji pêşerojê jî hêvî zûdeye hatiye winda kirin. Ji watedayîna jiyanê dûre, di çalakiyên jiyanî de bê angaştdare (iddialı). Xwesteka wê ya fêmkirinê çilmisiye. Mijara ku bi hemû hêza xwe rakiriye, xelaskirina rojê ye. Bi kurtahî ji dîroka hişmendiya cîhanî ya Rojhilata Navîn di paş xwe de ji bîrkirinek mezin, xwedî derketinek bê zanebûn, ji afrêneriyê bê par û illûzyonên ku nikarin xeyal jî bikin hiştiye. Qezençkirina hişmendiya Ewrûpa û Rojhilata dûr jî li xwe danayne. Hêza wê jî têr nake.”
Ev rewşa bi qrîz bi awayek xiraptir di kesayeta ferparêz ku modernîteya kapîtalîst avakiriye de tê jiyankirin. Kesayeta Rojhilata Navîn dibe ku di wêrankerî yê de be lê dikare biçe heya xalekî. Lê belê kesayeta modernîteya kapîtalîst ku bi aqilê analîtîk di zanist û teknîkê de serdestiyek bê sînor pêkaniye, asta cinewartiya ku hem civaka xwezayî hem jî ekolojiyê tûne bike jiyandike. Di serî de exlaq, hemû nirxên civakî bi qasî ku dikare belav dike. Nirxên girêdayî mirovan ya maddî û manewî dike mijara bazirganiyê û pêşkêş dike. Bi vê re jî namîne, çi tişta girêdayî xwezayê hebe dike meta û vedigerîne sermiyanê. Rêber Apo, taybetmendiya kesayet ya ku pergala kapîtalîzm avakiriye dîsa di pirtûka xwe ya Parastina Gelekî de bi analîzek bê hempa datîne holê: “Bi kapîtalîzmê karê zanîna-desthilatdariyê, bi hêza şoreşa zanistê gihiştiye asta nehatî dîtin. yekdestî kirina zanist û hûnerê rê li ber serwerî û mêtîngeriyek tirsnak wê veke. Derfeta, li gor xwesteka xwe şêwedayîna kesî û jê sûdgirtinê dide. Tenê ne ji çêkera hişmendiyê û paradîgmayên bingeh li gor cîhana xwe ya taybet veguherandinê wê nemîne, wê bike “çavgirtî û tirsonek.” Bi vê çav û wêrekiyê, mirov tînin rewşa rûxarkî (sığ), berjewendî xwaz, ji xwe razî, bêxem, zalim, bê hest, razber û heyînên robotî.
Pirsgirêka bingehîn ku gelek ji me jiyankirî, pirsgirêka neçareserkirina bandoriyên şaristanî yên wek hişmendî, fêrbûn û şêweyê jiyanê ye. Rêber Apo, bi paradîgmaya nû di şexsê xwe de rexnedayînê dide, kesayeta Rojhilata Navîn û kapîtalîsta Rojava, dîsa bi dahûrîna kesayeta reel sosyalîstê derbaskir. Şoreşa hişmendî û kesayetê pêkanî. Taybetmendiyên welatiyên azad yên Modernîteya Demoqratîk, erk û berpirsyariyên wan danî holê. Pîvanên şoreşger/kadro yên Partiya Enternasyonal ya hêza kurmay yê Modernîteya Demoqratîkin jî zelal kir. Yanî Rêber Apo, ji bo kesayeta qrîz ya di serdema me de tê jiyankirin derbasbike, ferdê demoqratîk û pergala sosyolojîyê pêşxist. Portreya kesayetiya Azad û Civaka Demoqratîk xêz kir.
Heya ku ji serweriya desthilatdar-dewletî ya zilam, zayendperestî, sosyolojiya xwedîtiyê, bi temamî dûrketin çênebe nikarin bibin kirdeyek demoqratîk ya Sosyolojiya Azadiyê. Şaristaniya desthilatdar-dewletî û civaka keveneşopî ya Rojhilata Navîn dogmayên mîtolojîk/olî, malbatîı, qebîletî, girêdanên eşîrtî û têkîliyên kevnar yê jin-mêr ku di kesayetan de bi cih kiriye, ji pêşketinan re dibin asteng. Li aliyê din bandoriyên lîberal yên wek ferdperestî, ferasetên jiyana modernîst û kesayetên ku dixwazin bibin wek kesekî din ku ya kapîtalîzma Rojavaye, wan dîl girtiye. Ji ber ku dû çand û sosyolojiya paşverû nehatiye derbaskirin di kesayetê de pêşketinek mezin çênabe. Heya dahûrandina çêkera çand û hişmendiya bingehîn ya şaristanî û nûnerê wî yê dawî modernîteya kapîtalîst neyê kirin, lêgerîna me ya azadiyê wê ji xeyalên romantîk yên demkî pêkbê ev jî em dikarin bi mînakên hatî jiyankirin bibînin. Reel sosyalîzm, Rizgarbûna Navnetewî û têkoşînên din yên azadiyê bi berxwedaniyên mezin bedelên pir mezin dan. Armanca wan ya azadiyê hebû, mebesta wan paqijbû. Lê xalê ku gihiştin dîsa kapîtalîzm bû ku li dijî wî derdiketin. Ji ber ku analîzên wan yên sosyolojîk, rêbaz û amûrên wan xeletbû û ne li gor armancê wan bû. Ji vê alîve Sosyolojiya Azadiyê ya Rêbertî pêşxistî, ji bo di serî de jin û hemû karkerên ku hatî bindestkirin ku azadî, wekhevî, demoqrasî û sosyalîzmê dixwazin ji bo rizgarbûna qrîza şaristaniya pênc hezar salan şoreşa raste. Lewma her çiqas hêviyên mezin bê xwedîkirin jî, di teoriyê de çiqas dij-pergal bin jî, heya ku amûrên bîrdozî/hişmendî û çandî yê modernîteya kapîtalîst neyê derbaskirin, heya hemû têgîn û teorî neyê çareserkirin, nikarin ji xeleka şaristaniya mêtînger ya pênc hezar salan derkevin. Ji ber ku pergala şaristaniyê ji rahîbên Sûmeran ber bi olên yek xwedayî ve û ji wir heya pergala îro ya cîhanî ve bi heman hişmendî, amûr û rêbazan pêşket. Deshilatdarî, ref, dewlet, şaristanî û kapîtalîzm ku bi zilamê nêçîrvan ê qûrnaz pêşketî, bi heman hişmendî, çand, felsefe û sosyolojiyê pêşketiye. Pergala dewleta xwedayî ya rahîbên Sûmeran honandî, di mîtolojî û ol de (Xwedayê Mezin) di felsefe de (ji Platon idea, ji Arîsto logos, ji Hegel jî Geîst) û di kapîtalîzmê de netew dewlet û “Xwedayê pere” re hatiye guherandin. Çareserî ji bo vê, şoreşa hişmendî, exlaq û kesayetîyê ye.
SOSYOLOJIYA AZADIYÊ: ŞOREŞA HIŞMENDÎ YA BI PARADÎGMAYA NÛ YA ZANÎSTA CIVAKÎ PÊKHATIYE
Şoreşa hişmendî, exlaq û kesayetî gihiştiye hêza nû ya wateyî. Heya ku paradîgmaya şaristanî û pergala kapîtalîzmê ku di mêjiyan de hatî bi cihkirin neyê derbaskirin, hêza nû ya wateyî nikare were avakirin. Dema ronakbûyîna hişmendiyê tê gotin behsa rawêjek ya razber nayê kirin. Destpêkê rejîma heqîqetê ya Rojhilat û Rojava û paradîgmayên ku xwe dispêrin ku em rexne dikin divê ji parzûnka Sosyolojiya Azadiyê were derbaskirin. Sosyolojiya kes û civaka azad tenê ji rexneyên radîkal ya ji sosyolojiyên paşverû yên heyî re dikare were avakirin. Ji bo ev bê kirin jî Ya Yekemîn; Bi heqîqet têgihiştina naveroka dîrokê pêwîste. Dema em hişmendiya xwe ya dîrokî pêşdixin divê dûalîteya Şaristaniya Demoqratîk û şaristaniya dewletî em berçav bigrin. Dema em dîrokê dinirxînin, ji bo gihiştina heqîqetê nêrîna ji hişmendiya desthilatdar-dewlet û şaristaniyê hatî dûrkirin pêwîste. Ya Dûyemîn; Bi felsefê nirxandina heqîqetê pêwîst dike. Beyî ku nirxandinek rast ya felsefî û zanistî bê kirin, sentezkirina heqîqetên Rojhilat-Rojava nikare were kirin. Ji bo senteza nû, dogmatîzma Rojhilat bi feraseta zanista pozîtîvîst ya Rojava bi Sosyolojiya Azadî hertim bi rexnekirinê were derbaskirin. Dogmayên kevin yên olî û bi dogmayên pozîtîvîst yê ser navê zanist hatî pêşxistin, nikarin ronakbûyîna hişmendiyê pêkbînin. Nirxandinên materyalîst ya bi rêbazên klasîk yê Rojava ya mîtolojîk-olî û bi rêbaza zanistî ya pozîtîvîst ya Rojava hatî kirin, ronakbûyîna hişmendiyê nayê biserxistin. Ya Sêyemîn; Dema ku pirsgirêkên civakî û pergalên hatî xitimandin werin nirxandin hertim bi krîterên civakî yê Exlaqî û Polîtîk û bi hişmendiya demoqrasî divê were nêzbûn û di vê tewareyê de pêşniyarên çareseriyê divê were pêşxistin. Ya Çaremîn; Dema nêzî pirsgirêkan dibin divê bi feraseta zanista hemdem hevsengiya exlaqî ya zekaya analîtîk û hestiyarî were kirin ku hilbijêrên çareseriyê were pêşxistin. Ya Pêncemîn; Rewşa her3ı girînge. Sosyolojiya jina azad û zilamê azad pêkanîne. Em dixwazin diyalektîka çêbûn-hişmendî û heyînê bi hişmendiya demoqratîk bi sosyolojiya me ya azadiyê pêkbînin. Di gerdûnê de hemû heyînên zindî bi şêweyê dûalîte hatiye pêkanîn. Em jî li ser vê bingehê civakbûyîna xwe ya azad dixwazin avabikin. Wateya vê, têkîliyên jin-mêr bi rêgezên azadiyê ji nû ve li ser bingeha demoqratîk were sererastkirin e. Divê destpêkê diyardeya jin û mêr ji aliyê dîrokî, felsefî, bîrdozî, sosyolojîk û etîk-estetîk ve were ravekirin û bigihînin çareseriyê. Yanî di asta hişmendiyê de ronîkirina mijarê û li ser vê rastiyê divê şoreşekî were jiyankirin. Sosyolojiya Azadiyê ya ku Rêbertî pêşxistî li ser vê dûalîteyê pêşdikeve. Tevgerên şoreşgerî yan jî ferdên şoreşger pirsgirêka destpêkê ku divê çareserbikin pirsgirêka azadiya jinê ye. Ji ber vê sedemê Rêber Apo dibêje; “Şertê destpêkê ya şoreşgertiyê nêzîkatiyek rast ya ji azadiya jinê re ye.” Li derdora jina ku hatî xistin de zayendperestî, xwedîtî, ferdperestî, zordestî, desthilatdarî û faşîzm hatiye pêşxistin. Heya ku ev têkilyên zordestî û xwedîtî ku li ser jinê pêşdikeve neyê derbaskirin Sosyolojiya Azadiyê nikare pêşbikeve û nayê gihiştina sosyalîzmê.
Wek Encam: Sosyolojiya Azadiyê, sosyolojiya kuantûmê ye. Di navbera aloziyê de bi hilbijartina azadiyê derketinek çêkirine. Sosyolojî, hişmendiya dogmatîk û determînîst ya paradîgmayên rast yên pêşveçûnî û çerxî, bi şêweyê hizrîna kuantumê derbaskirin û avakirina ferdê azad û Civaka Demoqratîk e. Sosyolojiya Azadiyê, sosyolojiya Azadî û Civaka Demoqratîke. Li şûna şer û pevçûna, şûna mirin-kuştinê, felsefeya Jiyan bike û Bide Jiyankirin, axaftin, gotubêj, guftugo û siyaseta demoqratîk bingeh digre. Sosyolojiya Azadiyê, sosyolojiya sosyalîzma zanistiye. Armanc dikin ku desthilatdarî, refdarî, têkiliyên zordestî, xwedîtî, dogmatîzm, pozîtîvîzm, netewperestî û zayendperestî ya şaristaniya dewletî û modernîteya kapîtalîst pêşxistî, derbasbikin. Sosyolojiya Azadiyê, sosyolojiya avakirina hişmendiya azad û xweser û şoreşên civakî ye. Sosyolojiya ferdê azad û komûnalîteya di hevkêşeya Civaka Demoqratîk de hatî avakirine. Sosyolojiya Azadiyê, heman demê de sosyolojiya Xwezaya Sêyemîn ya di wateya ji nûve gihiştina eko-sîstemê ye. Ji serdema pergala kapîtalîst ya tengasiyê dikarin derbasî Sosyolojiya Azadiyê ya “sosyolojiya afirandinê” ya bibin.
Di serdema alozî ya ku em tê de derbas dibin, di dema afirandina kuantûm û heyînê de em bi ferdê azad û aştîxwaz, bi rêxistinkirina sîstema xwe ya Civaka Demoqratîk pêş diçin. Di sîstema Modernîteya Demoqratîk de SOSYOLOJİYA AZADİYÊ ku bi erkên Entelektûel, Exlaqî û Polîtîk ava dibe, pergala me ya nû ya enternasyonal îfade dike û cîhana me ya azad ya nû derdixe holê.
Dijwar SASON