Tirkiyê di Sûriyê de, bi taybetî sînorê bakurê welat ku wek li Suweda hewl dide ku ji valahiya cofrafîk a hêzan û rewşa siyasî ya herêmî avantajan bi dest bixe. Li Suweyda xwepêşandanên dijî dagirkeriyê û mudaxelekirina derve di dema desthiladariya Rejîma Baas de gelek dihat jiyan kirin, rewşa niha dîsa wekî hertim di vê navçeyê de xebatên fermî yên Tirkiyê nayên dîtin, jixwe wisa di bin de MÎT çeteyan rêxistin dike û di nava Hukumeta nû ya HTŞ’ê de bi cih dike û bingeha dagirkeriyê dide amadekirin.
Tirkiyê bi awayekî eşkere li Suweyda hebuna xwe nade diyar kirin, lê hewlên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê, bi awayekî giştî, rewşa Suweyda jî têkildar dikin. Tirkiyê dixwaze ku bakurê Sûriyeyê li gorî xwe şekil bike û hêzê xwe (bi çeteyên girêdayî xwe) bi cîh bike. Li Suweyda xwepêşandanên dijî rejîmê de di salên derbasbuyî de Tirkiyê bi şopandina vê rewşê fersend ava dikir da ku armanca xwe ya sazkirina bakurê Sûriyê bi awayekî nû ve pêşve bibe.
Di qonaxa destpêkê ya şerê Sûriyê de, bi armanca rûxandina rêjîma Esed û dijberiya xweseriya Kurd li ser sînorê xwe Tirkiyê heya dawî piştgirî da grubên çeteyên li Surî.
Li Bakurê Sûriyê, Suweyda jî di nav de, bandora Tirkiyê ya rasterast bi sînor ma. Herêm ji aliyê aktorên herêmî û “Eniya Başûr”, koalîsyoneke komên çekdar ku Tirkiyê piştgirî dikir ji aliyê dewletên rojavayî û erebî ve tên piştgirîkirin serdest bû.
Di sala destpêka Şoreşa Surî de tu giropên çekdar li Suweydayê serwer nebû. Ji berk u asta xwerêxistinkirinê lewaz bu.
Di navbera salên 2018-2023, rejîma Esed, bi navbeynkariya Rûsiya, kontrola başûrê Sûriyê, di nav de Suweyda, ji nû ve bi dest xist, ji ber ku piştgiriya biyanî ji opozîsyona xwecihî re kêm bû. Heman demî di van salan de dewleta Tirk a dagirker destpê êrişên li ser Efrinê kir û li Bakurê Surî hebuna bihêzkir.
2024–2025 Tirkiye, ku niha aktorê derve yê herî bibandor li Sûriyê ye, dest bi gihandina serkirdeyên xwecihî û komên opozîsyonê li Suweydayê kir, bi mebesta ku parêzgehê bixe nav hikûmeta demkî ya HTŞê ku Tirkiyê piştgirî dike.
Hilweşîna dramatîk a rejîma Esed di dawiya sala 2024an de valahiya deshilatdariyê li seranserê Sûriyê afirand û ji bo berfirehkirina bandora xwe li seranserî Surî, di nav de li herêmên berê yên wek Suweyda derfeteke mezin pêşkêşî Tirkiyê kir.
Di 24 Adara 2025 de Lekolin.org di Dosya Taybet de a bi navê “Vaye Plana Dewleta Tirk A Xwebicihkirina Li Sûriyê” agahiyên bi hurgulî belav kiribu. Tirkiye di vê pêvajoyê de fersenda heyî bi lezgînî xwest xwe di xaka Suriyê de bi cîh bike. Hinek ji van cihan balefirgehên leşkerî ku ji dema Rejîma Assad de mayîn hinek ji van cihan jî navendên istixbaratî û navendên lêkolînan bun.
Piştî hevdîtina MÎT û HTŞ’ê gelek baregeh û noqteyên ku Komara Tirk amedekariya bicihbûna li Sûriyeyê dikir ji aliyê Îsraîlê ve hatin derbkirin û derbeyek mezin li plana berfirehkirina dewleta Tirk a li Sûriyeyê hate xistin.
Artêşa Îsraîlê ku avakirina baregeheke Tirkiyê li Sûriyê ji bo xwe metirsî dibîne, bi firokeyên xwe yên şer gelek navend û baregehên leşkerî yên rêjîma Sûriyê ya berê li herêmên Şam, Hemayê, Hums û Derayê yên Sûriyê bi tundî bombebaran kirin.
Li aliyê din ve Israil ji bo sînorên xwe ji grubên cîhadist yên girêdayî HTŞ’ê û Tirkiyê biparêze hilweşîna Suriyê fersendek dît. Ji teorî zêdetir di pratik de di dawiya 2024 de hem bejahî hem hewayî ket xaka Surî.
8-9 Kanûnê 2024’an Îsraîl bi hezaran bombeyên hewayî li ser bingehên hewayî yên wekî Mezzeh û depoyên çekan, di nav de cihên ku tê de çekên kîmyewî (mîna VX gazê) hebûn. Her wiha di navde Raderên hawa-parastinê, rampayên fûzeyên Rûsî, û depoyên Scud hebun.
Di 8’ê Kanûnê trimpêlên zirhê ên Îsraîlê sînorê Golanê derbas kirin û navçeya Quneytira kontrol kir. Bi topbaranê gelek gundên Sûriyê (Han Arnabah û Birul-Acem) şewitandin. 10 Kanûnê, Tankên Îsraîlê gihiştin nêzîkî Şamê (26 km dûr). Hêzên Parastina Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe ya li ser êrişan de ragihand ku “Hebûna hêz û saziyên leşkerî li başûrê Sûriyê ji bo hemwelatiyên Îsraîlê tehdîdek e.”
Li gor agahiyên ku me bidest xistiye HTŞ bi navê “fermî” hukumeta Suriyê a nu û Îstîxbarata Tirk (MIT) çekdarên nû li Kenekêr a bi ser parêzgeha Gundewarê Şamê amade dikin. Ev çakdarên nû ji netewên Filistînî û Sûrî ne her wiha ji xwecihîyên qampa Xan Denon a nêzîkî Qunêtra û qampa Yermok a dikeve navenda Şamê.
Kampa Xan Denon Kampeke penaberên Filistînî ye ku dikeve başûrê Şamê , bi qasî 23 kîlometreyan li başûrê Şamê ye. Kamp bi fermî di navbera 1950 û 1951 de ji hêla Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberên Filistînî (UN) hatiye çêkirin.
Kampa Yermûk dikeve Başûrê Şam’ê. Ew kampa herî mezin a Filistîniyan li Sûriyê ye û di nav sînorên bajarê Şamê de ye.
PLANA ŞEREKÊ BI ÎSRAÎLÊ RE
Li gorî agahiyên piştraskirî Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê pilana amadekariya ihtîmala şerekî bi Îsrailê re dike. Li ser vê esasê hinek kesan bi armanca pêşî li êrîşên İsraîl bigre û li hember İsraîlê şer bike li herêma Dera wan kesan bi çek dike.
Di vê çerçoveyê de ji bo ihtîmala rudana şerekî demê pêşde helwesta Îsraîl a beramberî Tirkiyê zelal xuya dike. “Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, bal kişand ser peymanên di navbera HTŞ û Tirkiyê de, ji Serokkomarê rejîma nû ya Şamê Colanî re got, “Ez hişyariyê didim Rêberê Sûriyeyê Colanî, eger hûn destûrê bidin hêzên dijmin ku derbasî Sûriyeyê bibin û berjewendiyên ewlekariya Îsraîlê tehdîd bikin, hûn ê berdêlên giran bidin.”
13 Adara 2025 an de Lekolin.org Nuçeya Taybet a bi sernava “Li Ser Durziyan Plana ‘Parçe Bike Û Rêve Bibe” de dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ku tehemûlê Meclisa Leşkerî û Rêveberiya Xweser a Suweydayê ya ku ji aliyê civaka Durzî ve hatiye avakirin nakin planên nû xistin dewrê. Li ser hin kesayetên di bin navê şêxên Durziyan de û koma bi navê Hêzên Şêx El-Qeref de plane “Parçe bike û birêve bibe” xistiye meriyetê. Hêjmarek kesayet ji Meclisa Suwêda a Leşkerî ji beşê Siyasî û Olî bi rêya Mihemed Bekûr yê bi Enes Xetab re tensîq dike bi MÎT ê re kar dikin. Her yek ji van kesan bi rêya Şewket Ezmî yê girêdayî Silman Ebid El Baqî 450 dolarî digre. Navên wan kesên ku girêdayî MİTê kar dikin wiha ne:
-Mihemed Ismaîl Izedîn, ji gundê Hera ye.
-Seid Mihyedîn Seqir, ji Suwêda ye û nêzî Dewara Zenbbeq dimîne.
-Yihya Mustefa El Kefrî, ji Suwêda ye.
-Xesan Mirsil Ebû Hermûş, ji gundê Selxed yê girêdayî Suwêda ye.
-Yunis Sebah Selamê, ji gundê Cemrîn yê girêdayî Suwêda ye.
-Yamin Riyad Ebû Seib, ji gundê El Rîha yê girêdayî Suwêda ye.
-Arif Yusif El Sefedî, ji gundê El Kefer e.
-Cemîl Wecîh Nesir, ji gundê Behran yê girêdayî parêzgeha Deraa ye.
-Heysem Sabir Siyaxa, ji gundê El Rîha ye.
-Ebid El Hadî El Nemir.
LI DERAA Û QUNETRA AVAKIRINA ŞANEYÊN VEŞARTÎ
Li gor çavkaniyên jê bawer, civîneke dinavbera MÎT ê, Enes Xetab, Ebû Ebdela El Horanî û Murhef Ebû Qesra re de çêbû. Di civînêde bicîhbuna Îsraîliyan li xeta Suwêdayê û Bakurê Surî hat destgirtin. Di vê çerçoceyêde li gor planên ku di civînêde hatine nîqaşkirinde we eniyeke şer li gundewarê Deraa û Qunêtra bê vekirin. Dewleta Tirk a dagirker vê plane dixwaze bi rêya MİT’ê û bi tecrubeya fermandarên Tevgera Cîhada Îslamî pêk bîne. Wek tê zanîn ev enî ji bo Îsraîliyan pir hesas û girîng e.
Kesên ku van şaneyan li Dera a û Qunêtra bi rêve dibin nave wan wiha ne;
-Samir Hisên El Kor, Emîr Ebid El Cebar El Kor, Ebid El Mecîd Qitêş, Saiir El Asimî, Mihemed Ehmed El Tirkumanî, Omer Xalid El Mesrî, Mihemed Ebid El Kerîm Erşîd, Malik Ehmed El Mihdî, Adil Mihemed Dîb El Receb, Ratib Mihemed Dîb, Mûaz Newaf El Zuibî, Sûheyb Newaf El Zuibî, Ismet Mihemed El Şûha, Eyub Silêman El Hisêsî, Xesan Mihemed El Siêdî, Rexîd Mihemed Ebû El On, Ibrahîm Ehmed El Herîrî ye.
Li gor rê û rêbazên dewleta Tirk a ku bi rêya MÎT’ê li Başur û Bakurê Surî bikartîne armanca xwe radixe berçavan. Yêk ji armanca sereke hebuna Îsraîlê ya li Suriyê bi rêya çeteyên girêdayî xwe lewaz bike. Ya duyemîn jî bi rêya şanayên veşartî ku ava dike li Başur û Bakurê Suriyê bandora xwe ava bike û xwe bigihîne Behra Spî. Her wiha bi xwe gihandina Behra Spî re dixwaze pêşî li planên Îsrailê ku dixwaze rêya bazirganiyê ava bike bigire.
Aras ŞAHO