Piştî daxuyaniya Serokê Partiya MHP’ê Devlet Bahçelî ya di dîroka 22’ê Cotmehê ya 2024’an de ku got bi şertê PKK’ê fesih bike û were di Meclîsa Enqere’de bangewaziyê bike, dotira rojê ango di 23’ê cotmehê de Parlementerê Partiya DEM Omer Ocalan, çû Îmralî û bi Rêber Apo re hevdîtinê kir. Li ser vê esasî ku pêvajoyek destpê kir, piştre şandeyek ji Partiya Dem hate avakirin û 3 caran bi Rêber Apo re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtina herî dawî ya 27’ê Sibatê ya 2025’an de bi amadebûna şandeyên DEM Partî û ya Dewleta Tirk re Rêber Apo “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” ku di asta manîfestoyê de bû xwend û ev ji aliyê şandeya DEM Partiyê ve ji raya giştî re hat ragihandin.
Di naveroka “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo de hat gotin ku “Di rewşeke erênî ya banga ku birêz Devlet Bahçelî kirî û birêz Serok Komar jî vîna danî holê û partiyên siyasî yên din ku nêzîkatiyek erênî nîşan dane de banga çekberdanê dikim û ez berpirsiyartiya dîrokî ya vê bangewaziyê digirim ser milê xwe.” Her wiha piştî daxuyaniyê, endamê şandeya Partiya DEM Sirri Sureyya Onder xaleke girîng a ne di metna bangewaziyê de bû anî ziman û got: “Birêz Ocalan dema vê perspektîfî danî holê bêguman ji bo çekberdanê û PKK xwe fesih bike divê aliyê wê ya siyaseta demokratîk û hiqûqî were naskirin.”
Li ser vê esasî Rêveberiya Komîteya PKK’ê di 1’ê Adarê de bi daxuyaniyekê nivîskî bersiv da û destnîşan kir ku heya êrîşek neyê ser wan dê tu hêzeke wan çalakiyên çekdarî nekin. Her wiha di mijara çekberdanê de jî di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku “Ev mijar encax bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo re pêk were”. PKK ku banga Rêber Apo wek e “Manîfestoya Serdemê” pênase kir, got “Ev yek ne dawiye, berevajê wê destpêkek nû ye.”
Bi banga Rêber Apo û daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê re ji aliyê raya giştî ve erênî hat dîtin û hemû çav çûn aliyê dewleta Tirk a tê bersivek çawa bide. Pêve girêdayî hem ji bo demokratîkbûna siyasî ku divê parlementoya Tirkiyê bikeve dewrê û hem jî êrîş û operasyonên leşkerî werin rawestandin nîqaş û nirxandinên cur bi cur hatin kirin. Li ser vê esasî hemû awir çûn qada leşkerî yên dewleta Tirk ku di serî de li Başûrê Kurdistanê operasyon, êrîş û baregehên kevin û yên nû hatine çêkirin, dê werin valakirin an na tê meraqkirin.
Dewleta Tirk ku ji sala 1983’an ve bê navber sînorê Iraqê binpê dike, bost bi bost axa Başûrê Kurdistanê dagir dike. Lê ji sala 2019’an ve bi êrişên dagirkeriyê yên berfireh ên li dijî Xakûrkê, Heftanîn, paşê Metîna, Zap û Zagrosê dagirkeriya xwe her sal dijwartir kir. Li nava axa Iraqê, çekên qedexekirî li dijî gerîlayên ku ax û rûmeta wan diparast bikaranî. Bi dehan alav û çekên giran bi destê PDK’ê û erêkirina Iraqê derbaskirin. Bi dehan baregehên mezin û biçûk li Iraqê çêkir. Bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê, lê bi armanca dagirkirina Mûsilê di sala 2015’an de baregeheke mezin a dewleta Tirk hate çêkirin. Her sal hejmara leşkerên xwe yên dagirker zêdekir. Ya herî girîng jî bi hinceta têkoşîna bi DAIŞ’ê re, bi hevkariya PDK’ê bi dehan komên çekdar yên paramilîter û çete perwerde kir. Ji Tirkmenan bigire, heya çeteyên ‘Roj’, ji Baas’î heya cîhadîstan gelek komên çete li vir hatin perwerdekirin. Di nav dilê Iraqê de û li herêmeke gelek stratejîk ku para xwe dibîne û dixwaze îlhak bike de bi hevkariya PDK’ê dagirkeriya xwe ya li vir mayînde kir. Hebûna baregeha Başîkayê gefê li Mexmûr, Şengal û heta Rojava jî dixwe. Di rastiyê de, gefa herî mezin li Iraqê dixwe. Tevî ku fraksiyonên Şîe hinek caran li parlementoya Iraqê daxwaza derxistina hêzên Tirk ji Iraqê û bi taybet jî daxwaza valakirina baregeha Başîqayê kirin jî, lê pey neketin û bicîh ne anîn. Parlemento helwest nîşan dabe jî hikûmetên bi dewleta Tirk re di nava tifaqê de biryarên parlementoyê bicîh ne anîn. Destê Iraqê di warê qanûnî de xûrt bû ku pêşî li dagirkeriyê bigire, lê nekir!
Di vê çerçoveyî de wek e malpera lekolin.org nexşeyek taybet ku hemû baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a li Başûr ên kevin û nû, biçûk û mezin, hatine avakirin amade kir û em ê bi şiklê dosyayek biweşîn in. Di nava dosyayê de jibilî baregehan, di pêvajoya şer de hejmara valakirina gundan, koçberî, di encama êrîşên dewleta Tirk de qetilkirina sivîlan, bikaranîna çekên kîmyewî, talanî û wêrankirina xwezayê û hwd di dosyayê de werin diyarkirin.
Di encama dosyayê de jî, piştî îlankirina agirbestê ya ji aliyê PKK’ê ve di 1’ê Adarê ve hatiye kirin, hewil bidin bîlançoya operasyon û êrîşên hewayî û bejayî ya dewleta Tirk a ku di ser van baregehan de li dijî gerîlayên azadiyê hatine kirin, bidin.
BAREGEHA HERÎ XETER KU ÇETEYAN PERWERDE DIKE: BAŞÎQA
Duyemîn mezintirîn û herî xeter baregeha dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê Başîqa ye. Dikeve herêma Zêlka ya nêzî çiyayê Meqlûb yê Başîqayê, di sala 1995‘an de hat avakirin. Tirkiyê, leşker, çek, balafirên xwe bi cih kir. Di bargeha Başîqayê de zêdetirî 2 hezar leşker, fermandarên Tirk, her wiha pisporên leşkerî yên perwedeyê didin komên çete yên bi navê Pêşmergeyên Roj, Zêrevanên Nînewa yê girêdayî Esîr El-Necefî, tabûrên Tirkmen tevlî hin komên ji Sûriyê û dewletên biyanî. Baregeha dewleta Tirk a Başîqayê bi qasî 12 kîlometran dikeve bakurê rojhilatê bajarê Musilê û 100 kîlometreyan dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Bajaroka Başîqa dikeve sêgoşeya Musil, Hewlêr û Dihokê. Baregeh li ser 250 donim zevî hatiye avakirin. Baregeha Başîqa ji aliyê Tirkiyê ve nûqteya herî nêz a ji herêmên sunî yê Iraqê ye, mesafeya di navbera her du aliyan de 95 km ye. Her wiha navbera stratîjîk e ya di navbera sînorê bajarê Dulok ku piraniya niştecihên wê sunî ye, riyeke bejahî digihêje deriyê sînor ê Ibrahîm El-Xelîl. Artêşa Tirk bi riya vê deriyê derbasî Başîqayê dibe bêyî ku tu astengî were derxistin. Piştî ku artêşa Tirk hêzên xwe li herêma Başîqayê zêde kir, li parêzgeha Dihok û Zoxoyê 18 bargehên leşkerî, ewlekarî û istixbaratî hatin avakirin. Bi vê yekê her du herêmê bi barêgehên Tirkan çemberkirîne.
BAREGEHA BAMERNÊ
Baregeha Leşkerî ya Bamernê ya dewleta Tirk di sala 1997‘an de ango piştî itîfaqa bi PDK-Malbata Barzanî re li dijî gerîlayên azadiyê ya Tevgera Azadiya Kurd hate avakirin. Wekî baregeheke lojistîk, leşkerî mezin tê naskirin, tê de balafir, bi dehan tank, panzerên mezin û çek hene, her wiha zêdetirî 500 leşkerên Tirk jî hene. Li gel van hemûyan jî ji sedî 80 şirketên aborî û bazirganî yên başûr di destê hikûmeta Tirkiyê de ne, niha jî amadekariyan dike ku bi dehan dibistan, zaningehên Tirk bêyî ku ji aliyê Başûr destur bixwaze, vekir.
BAREGEHÊN LEŞKERÎ YÊN DIN
Dewleta tirk ji sala 1983’yan ve bi rengên cur bi cur êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike lê ji sala 1994’an ve jî bi erêkirina rêveberiya herêmê, li 20 cihên cuda yên Başûr baregehên leşkerî û navendên MÎT’ê ava kirin. Li gorî agahiyên ku çapemeniya tirk dispêre rayedarên dewlet, li Başûr 18 nuqteyên leşkerî, baregehên artêşa tirk û navendên MÎT’ê hene. Li gorî hevpeymanên navneteweyî heta ku rêveberiya dewletê qebûl neke, dewletek din nikare hêzên xwe derbasî nava sînorên wan bike. Baregehên leşkerî yên dewleta Tirk jî bi erêkirina rêveberiya PDK û Hikumeta Herêma Federal a Heremî ve hatin vekirin. Dema ku baregeha leşkerî ya tirk a li Başîqa ket rojevê, hikûmeta Başûr diyar kiribû ku leşkerên tirk bi agahdariya wan li wir bi cih bûne.
Çavkaniyên Tirkiyeyê dibêjin ku noqteya yekemîn a leşkerên tirk di sala 1994’an de li bajaroka Selahedîn ku 25 km’yan nêzî Hewlêrê ye, hatiye vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a Artêşa Tirk hene. Balkêş e ku li bajarokê Selahadîn ku Qesra Mesûd Barzanî lê ye.
Piştre jî Artêşa Tirk di sala 1997’an û şûnda li Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê û Kanîmasî yekîneyên xwe bi cih kirin.
Di nav 23 salan de baregehên ku artêşa Tirk li Başûr ava kirine wiha ne:
-Baregeha Leşkerî ya Batufayê;
-Depoya Leşkerî a li herema Batifa;
-Baregeha Leşkerî ya KANÎSARKÊ
-Baregeha Dewleta Tirk Dagirker – AsusMasif
-Navendên MİT a Tirk yên li Parezgeha Duhok’ê;
-Baregeha Enişkê – Amêdiyê
-Baregeha Leşkerî ya Kanîmasî (Girêbaruxê),
-Baregeha Leşkerî, Lojîstîkî û Balefirxaneyê (Helîkoptêr) li Bamernê,
-Baregeha Leşkerî ya Sinkê,
-Baregeha Leşkerî ya Bêgova (Girê Biyê),
-Baregeha Leşkerî ya li Geliyê Zaxo,
-Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şêladizê),
-Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê),
-Baregeha Leşkerî ya Kupkê,
-Baregeha Leşkerî ya Qimrê ya Berwarî,
-Baregeha Leşkerî ya Koxê Spî,
-Baregeha Leşkerî ya Deriyê Dawetiya,
-Baregeha Leşkerî ya Çiyayê Serzêrî,
-Baregeha Leşkerî ya Zêlkan a li binarê çiyayê Meqlube,
-Baregeha Leşkerî ya li Başîqa (Bakurê rojhilatê Mûsilê) û tabûr, tugay, çekên giran û 5 hezar leşker.
Armanca kampên li Batîfa, Barmernê û Amêdiyê, hem kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna yên li Bakur, hem jî bikaranîna wan di êrîşeke gengaz de ye. Bi kampa sînor a Kanîmasî ya li pêşberî Bamernê re tê xwestin ku zext li herêma Heftanînê were kirin.
NAVENDÊN MÎT’Ê
-Navenda Ewlehî û Îstîxbarata (MÎT) li navçeya El-Îmadiyê.
-Navenda Ewlehî û Îstîxbaratê li Batîfa.
-Navenda Ewlehî û gelek buroyên din ên li Zaxo.
-Navenda Ewlehî û Îstîxbarata MÎT li taxa Girê Basî ya Dihokê û buroyên wê li parêzgehê.
Di heman demê de ji dervey Baregeh, noqteyên MIT ê û noqteyên nu yên li Gund û deverên xaka başurê Kudistanê hêjmarek zêde hatine avakirin.
Ligel van hemûyan jî ji sedî 80 şirketên aborî û bazirganî yên başûr di destê hikûmeta Tirkiyê de ne, niha jî amadekariyan dike ku bi dehan dibistan, zaningehên Tirkî bêyî ku ji aliyê Başûr destur bixwaze ava bike. Li Baregeha Baroxî ya navçeya Kanî Masî heye, li vê derê jî zêdetirî 450 leşkerên Tirk, tank û panzêr hene. Baregeha Girê Bîyê li navçeya Batûfa ya Zaxoyê ku tê de 200 leşker tevlî tank û obus hene. Li parêzgehên Duhok, Zaxo, Soran 12 baregehên leşkerî yên Tirk hene, ev baregeh; Sinkî, Bîkofa, Wadî Zaxo, Sêrî, Sêrî ya Şîladizê, Kiwîkî, Qemerî Berwarî, Koxî Spî, Deriyê Doyatiya, Çiya Serzerî, Babşîtan ya Soran û Qeleçolan. Ji derveyî van li Herema Barzan li ser xeta sînorê Tirkî û Başur 4 noqteyên keşifkirinê hene;
BAREGEHA SIRÎYÊ
Baregeha Sîrî ya leşkerî ya dewlet aTirk sala 1995 li bajaroka Şêladiz a navçeya Amêdiyê ya Dihokê hate avakirin. Ev baregeh yek ji baregehên herî girîng yê dewleta Tirk e di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ye. Dewleta Tirk bi vê baregehê herêma Avaşîn, Zap û herêma Barzan kontrol dike. Li aliyê din weke navenda sîxûrtiyê ya dezgeha Tirk MÎT’ê tê bikaranîn. Artêşa Tirkiyê hêjmarek zêde leşker û cebilxane anîn nav axa Herêma Kurdistanê û çend bingeh û nuqteyên berbendî danîne, sînorê navçeyên bajarokê Amêdiyê ya Duhokê, Mawet û Pêncewîn li parêzgeha Silêmaniyê, herî zêde tên bombebarankirin.
KAMPÊN MÎT’Ê YÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û ARMANCA WAN
Dewleta Tirk, li Duhok-Zaxo ku weke herêma Behdînanê tê binavkirin û PDK lê serdest e û li xeta Hewlêrê, kampên îstîxbaratê ava kir. Di sala 1997’an de piştî operasyona ‘li derveyî sînor’ a bi navê ‘Balyoz’ ev navendên îstîxbaratê veguherandin kampên leşkerî. Di rewşa heyî de li Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasi, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumri, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê, li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê jî şax û navendên MÎT’ê hene. Piştî sala 2014’an li Başîka, Soran û Kalaçolanê kamp hatin avakirin. Baregeha berê ya li herêma Harîr a li nêzî Hewlêrê jî weke kampekê tê bikaranîn. Li herêma Zûmarê, ji bo perwerdekirina hin koman kampek hate avakirin. Kampên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ji deriyê sînor ê Xabûrê dest pê dikin û li ser sînor heta herêma Soran dewam dikin. Ji bo ku herêmên Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê bike hedef, kampa Sideka heye. Her wiha li Diyana, Çoman û derdora wê jî hêzên xwe yên leşkerî hene. Bi rêya vê hêzê hewl dide zextê li Qendîlê bike.
KAMP Û ARMANCÊN WAN
Ji deriyê sînorê yê Xabûrê ber bi rojhilat ve li Batûfa, Barmernê, Amediyê, Dêralûk û Şeladizê kampên Tirkan hene.
-Bi rêya kampên li Amediyê, Dêrelûk û Şeladizê re dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin.
-Di operasyona Zapê ya 2008’an de ku artêşa Tirk lê şikest, dihate xwestin ku Çemçê ya navbera Zap û Zagrosê kontrol bikin. Lê belê artêşa Tirk a ku helîkoptereke xwe li vir hate xistin û bi dehan leşker hatin kuştin, neçar ma xwe vekişîne.
-Bi kampa Dêralûkê re hewl tê dayin têkiliya navbera Zap û Garê were birîn.
-Li ser sînorê Metîna; qereolên Deştan, Karataş, Tepê Sor, Mehmetcîk Tepesî, Kanîmasî û 3 girên bi vê ve girêdayî, Aşûtê, Zavite, Koprullu, Serbesta, Aroşe û Elemine hene.
-Li ser sînorê Zapê, navenda leşkerî ya sînor a 49. Alaya Çelê, Girê, Şikêr, Sîvrîtepe, Serê Sêvê, tabûra topan a Êrîşê, qereqolên Bilican, Xantepe, Ertûş û Girên Kale, Koordîne, Elîşêr hene.
-Ji Dêralûkê ber bi başûrrojhilatê Başûrê Kurdistasnê ve li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.
-Ji herêma Soranê ber bi bakur ve, di ser Deşta Hêlê mirov digihêjin Sidekayê. Di armanca kampên li vê herêmê de Xinêrê, Xakurkê û Kelaşîn hene. Xeta Xinêrê, Xakurkê û Kelaşînê xeta sînorê fermî yê Tirkiye, Îran û Iraqê ye.
-Li herêmên Sengeser, Ranya û Qeladizê jî armanca bingehîn, Qendîl e.
-Li herêma Cîlo ya li bakurê herêmên Xinêrê û Xakurkê, qereqolên Oremar û Şitazinê; li sînorê Avaşînê qereqolên Bêsosin, Herkî, Girê Nereze, Bezele û ûbarokê; li Xakurkê jî qereqol û baregehên Xapiskê, Harûna û girê Konserve hene.
Plana dagirkirina xeta sînor û baregehên nû hemû baregehên leşkerî yên dewleta tirk li ser sînor in û ji sînorê Rojhilat heta yê Rojava dom dike. Çavkaniyên siyasî û leşkerî dibêjin ku armanca dewleta tirk ya bi vê yekê ew e ku herêmeke dagirkirî çêbike û destkeftiyên kurdan tune bike. Her wiha dibêjin ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze cihên ku vala bûn, dagir bike. Êrîşên dewleta tirk piştî referanduma Başûr, zêdetir bûn. Artêşa Tirk di şeva 14’ê kanûna sala 2017’an de ji Şemzînan a Colemêrgê kete Başûr. Her wiha bi helîkopteran leşker danîn herêmên wekî Geliyê Reş, Çiyayê Siro, Çiyayê Evdilkofî û Ava Hecîbegê. Artêşa tirk ku nêzî 30 kîlometreyan xaka Başûr dagir kir, li van herêman (Lêlkan, Çiyadêl) gelek cebilxane û çekên giran bi cih kirin.
Aras ŞAHO