• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام علم البيئة

Xwezaparêz…

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: علم البيئة
260 5
A A
Xwezaparêz…
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

26 Nisan 2011 Salı Saat 13:33

Ji evîna xwezaye bûme derwêşê diyarên nepenî. Ez ji xwe xeyîdi bûm. Sedem jî nenaskirin a xwezayê bû. Çawa çêdibe ku ez û xweza perçeyek in lê ez wê nanasim.

Ji evîna xwezaye bûme derwêşê diyarên nepenî. Ez ji xwe xeyîdi bûm. Sedem jî nenaskirin a xwezayê bû. Çawa çêdibe ku ez û xweza perçeyek in lê ez wê nanasim. Çawa derwêş diyar diyar digerin ez jî ketim ser riya lêgerînê. Lêgerîna xwezayê, lêgerîna azadiyê. Hêvî di asoyan de veşartiye û aso jî herî xweş ji cîhê bilind diyar dibe, bilindahî jî remza çiya ne. Çiya bilind e, pîroz e, parastgeha gelan e, ji lewra azadî jî li çiyan e. Xweza dayik e, dayik jî pîroz e, yek jî azadiye. Ji xwe di serdemên kevnar de mirovan vala vala ji dayik, vegera xwezayê û ji azadiyê re negotine amargî! Hemû bi heman bêjeyê tê binavkirin. Mîna tiliyên destekî ji hev nayê cûdakirin. Mirov cûda bike wê aliyek wê kêm bimîne. Xweza bê dayik, dayik bê azadî nikare jiyan bike. Jiyan bibe jî wê bê wate û nava wê vala be.
Xweza di ahenga xwe de her tişt din ava hevsengiyê de berdewam dike. Tu tişt ji derveyî rola xwe ya xwezayê tevnagere. Dema mirov zindîbûn a xwezayê çavdêrî bike, mirov efsûniya wê eşkere dikare bibîne. Gelek bûyerên balkêş rojane di xwezayê de diqewime. Mînak mori yê bi mirovan pir biçûk dixuyin, di cîhana wan de ahengeke xurt heye. Havînan her dem amadekariyê xwe yên zivistanê dikin, gelek caran barên ji xwe mezintir radikin da ku zivistan a xwe bi aramî derbas bikin. Cardin komunalizmek û rengê xebateke kolektîf ya pir xurt di navbera wan de heye. Weke mînak herdem bi komî dixebitin û di navbera xwe de ji bo kar beşan avadikin weke mînak komek ji wan axa bin erdê dikişînin devre da ku ji xwe re cîh çêbikin, beşek jî qûtê xwe dikişînin hundir. Nîzama xwe jî tu car xeranakin, bi rêzekê li pey hev in. Dema ji cîhekî aheng a wan xira bibe, demekê di kar ê wan de gengeşî derdikeve.

Weke vê mînaka berbiçav, gelek mînakê din jî mirov dikare ji xwezayê bide. Moz jî mînakeke pir xweşe. Di navbera wan de jî beşkirin a kar heye. Mozên karker, mozên nêr û moz a mê yanî kralîçe-ece. Her kes karê xwe dizane û li gor wê tevdigere. Mozên karker weke navên xwe herdem li ser kar in. Diyar diyar digerin, dibin mêvanê gul û kulîlkên hezar rengî, tiştê jê pêwist jê digre û dibe kevara xwe. Lê tenê vê jî nake, di destpêkê de jî hatibû ser ziman di xwezayê de di nava zindiyan de ahengek pir xurt heye. Çawa di mirov û ajalan de nêr û mê heye, heman tişt ji bo nebatan jî derbas dibe. Yanî din ava dar, gîha û kulîlkan de du cins hene û dema moz ên karker, dibe mêvanê kulîlkan tovên kulîlka derbasî yên din dike û bi vî awayî kulîlk jî dikarin zêde bibin. 

Mirov bi xwezayê re çiqas bibe dost, dostaniya xwezayê û parastvaniya wê hîn bêtir tê famkirin. Ger însanek xwezaya tê de ku rola dayikê dilîze binase, xweza tu car nahêlê mirov tengav bibe. Bi hezaran cûre fêkî û sewzê xwe, bi dar û kaniyên xwe çavkaniya jiyanê ye.
Li gel çermesoran ax pîroz e, ji xwe di gotineke pêşiyan ên çermesoran de jî dibêje, ezê çawa kêrê li zikê diya xwe bixînim. Cardin di gotineke din dibêjin, “em naxwazin zirarê bidin dara. Çi wexta pêwîst bike em destpêkê tutinê îkramê wan dikin, û tu carî em derveyî pêwistiyên xwe zêde bikarnaynin. Ger em bê yî ku hestên wan nefikire û beriya em wan jêkin tûtinê îkram nekin wê hemû darên li daristanê wê rondikan bibarînin û wê ev dilê me jî birîn bike. Girêdana bi xwezayê pîroz e, lê mixabin di roja me de texrîbatên pir mezin hene, gelek ji van jî êdî vegera wê nîne. nemaze li bajaran bi taybet ji aliyê serdest û emperyalîstan ji bo berjewendiyan hemû nîrxên pîroz binpê dibe û xweza tê kuştin. Bi kuştina xwezayê pêşeroja hemû zindiyan jî bi xwe re tê kuştin.

Gerîla jî zindîbûna xwezayê dizane û xwe jî ji yek perçeyê xwezayê dihesibîne. Bi qasî pêwistiya xwe jê sûdê werdigre, zêdetir ê wê jî diparêze. Ji lewra dizane ku wê bi qasî ew xwezayê diparêze zêdetirê wê xweza jî gerîla diparêze. Xweza jî weke dayikê pîroz e ji bo mirovan. Lê hezar û sed mixabin ku bi taybet piştî pergala kapîtalîst serdest bû roj bi roj xweza texrîp kir û êdî gihîştiye wê astê ku êdî mirov nikare li gelek bajaran bijî. Ji bo xwe din av xaniyên ji betonê dîl bikin hemû dar û daristan tê jêkirin. Avheva ji ber qirêjiyan êdî gihîştiye asteke xeternak. Ji ber wê çawa demekê gotina me vegera welêt bû, ji ber welêt tu car pîrozahiya xwe wenda nake. Ev car jî em bêjin vegerin xwezayê. Dilê xwezayê bigrin. Ger em dixwazin pêşeroj a me hebe, divê em xwezayê biparêzin, dewlemend bikin û xwe ji sepandinên pergala kapîtalîst dûr bixînin. Ji lewra ne jiyan dimîne ne jî poşmaniya dawiyê dibe çareseri…

Salar Mendo

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Derdorparêz Li Hember Santralên Nukleerî Dibêjin ‘Bese’

Sonraki Haber

İstanbul Zirvesi Anlaşmazlıkla Sona Erdi

Benzer Haberler

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı
المرأة

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı

13 أغسطس 2021
Düşmanlık Kurdistan’ın İnsanına, Dağına, Taşına, Toprağına
علم البيئة

Düşmanlık Kurdistan’ın İnsanına, Dağına, Taşına, Toprağına

17 يونيو 2021
علم البيئة

DOĞASINA SAHİP ÇIKMAYAN NE KÜRT NE DE YURTSEVER OLABİLİR

29 يونيو 2020
Sonraki Haber
İstanbul Zirvesi Anlaşmazlıkla Sona Erdi

İstanbul Zirvesi Anlaşmazlıkla Sona Erdi

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist