• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام المشاركات

Sıltan Temmo Nivîsî – TİRYAQA DAÎŞÊ

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: المشاركات
254 3
A A
Sıltan Temmo Nivîsî – TİRYAQA DAÎŞÊ
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

09 Eylül 2014 Salı Saat 11:27

Hêzên navnetewî yên komploger bi daxwaza perçekirina rojhilata navîn, hemû cûre lîstikên xwe pêşdixin.

Di serdema sedsala nû de biryar dane ku hevpeymana “sykes bîko” bi dawî bînin, êdî rojhilata navîn ji nû ve perçebikin. Ev rêjîmên desthilatdar yên ku weke encama wê hevpeymanê derketine navê nikarin ji bercewendiyên hêzên navnetewî re bibin bersiv. Di dirêjahiya dîroka nûjen de gelek caran hêzên sermayedar yên rojavayî destwerdana rojhilata navîn kirine ji bo pêkanîna bercewendiyên xwe, lê gelê rojhilata navîn baş tê negihiştiye bê ev bercewendî çine?

Her dem siyasetmedar û stratejîsyen û aborîzan û nivîskaran bal kişandine ser bercewendiyên hêzên sermayedar yên rojavayî di herema rojhilata navîn de û ev yek bi petrol û zêr û zîvên vê axê ve girêdane, ev tê wê wateyê ku tenê milê wê yê maddî dîtine û şirove kirine. Ji ber vê yekê herdem kêm mane û dijminê xwe baş nasnekirine û kaos jiyankirine, weke ku em dizanin deriyê hemû rêjîmên rojhilata navîn ji karsazên rojavayî re vekirîne û rê ji holdîng û fabrîkayên wan re vekirîne, hêzên rojavayî çi bixwazin ji rojhilata navîn, pir bi hesan rêjîmên heremê yên weke xulam ji wan re dixebitin pêşkêş dikin, ev yek petrol be yan jî çi zengîniyê ser erd û bin erdê heremê be, her çiqas rewş wiha be jî lê eşkereye ku bercewendiyên hêzên sermayedarên rojavayî van tiştan derbas dikin û armanca wan ya sereke ne petrol û ne zêr û zîvên heremê ye, armanca dawî û sereke ya van hêzên rojavayî şikandin û binxistina rihê şaristaniya rojhilata navîne,  her wiha windakirina çand û dîroka pêkhateyên rojhilata navîne, bi wateyekê zelal ew milên moral (manewî) yên gelên heremê ji xwe re kirine armanc.

Hêzên rojavayî ku dixwazin şaristaniya rojava weke şaristaniya yekemîn di cîhanê de bidin nîşan dan, piştî lêkolîn û şopandinên bi deh salan gihiştine vê encamê:”şaristaniya rojava nabe şaristaniyek gerdûnî, bi hebûna şaristaniya rojhilata navîn, pêwîstî bi binxistina şaristaniya rojhilata navîn heye”. Ji bo pêkanîna vê armancê misyon dane hêzên islamî ku ew bi xwe pêkhateyek bingehîn yên rojhilata navîne, lê hêzên rojavayî û di pişta wan de aqilmendên mason yên navnetewî pir baş fayde ji naveroka islamê ya hişk û sert dikin, ew baş nasdikin ku islam ne tenê ol û baweriye, islam bi sed sala weke sîstema dewlet hatiye bi rêvebirin, ji emewiya bigre ta bighêje osmanliya herdem islam xwe berfereh kiriye û şer kiriye ji bo tenê rengê xwe belav bike, û baweriyên mîna xiristyan û yehûdî û zeredeştî derew derxistiye, û xwestiye çanda islamî ya ereb bike çanda desthilatdar ya rojhilata navîn û çandên din yê cihê reng qebûl neke û red bike, di roja me ya niha de em rastî vejîneke pir bi xwîn ya tevgerên islamî tên, heger hûn baş bişopînin di hemû pevçûnên bi xwîn yên di rojhilata navîn de şûna tevgerên islamî têde heye, ev yek ne rast lê hatineke. Hêzên rojavayî bi zanebûn dest dirêjî nava van tevgeran dikin û wan ji bo armanca xwe ya sereke bi kar tînin, ji bo reşkirin û binxistina şaristaniya rojhilata navîn.

Çapa nûjen ya tevgerên islamî ku pir bi tundî derdikeve pêşberî me”devleta îslam ya îraq û şam” bi kurt nivîsa (DAÎŞ) weke tevgerekî ku bi misyona çewtkirin û belavkirin û tunekirina şaristaniya rojhilata navîn radibe, ew weke nexweşiyekê ketiye laşê heremê de, weke jehrekê pir bilez bi rih û moralê pêkhateyên rojhilata navîn de diçe, û ji xwe re çand û dîroka hezaran salan yê gelê heremê armanc digre û dixwaze tune bike, pêxwasên çola û bêjiyên şaristaniya rojava pir bi hovane êrîş dibin ser bawerî û çand û hebûna pêkhateyên resen yên afrînerê şaristaniya rojhilata navîn, DAÎŞ ne tenê hêzeke leşkerî ye, ew hêzeke bi bername û pîlan û bawerî ye, hêzeke bi zanebûn hatiye amadekirin û xwedî misyoneke mezine.

DAÎŞ weke rêxistin encamê inflasyona rêjîmên desthilatdar yên rojhilata navîn derdikeve pêşberî me, ev yek weke şensekî dîrokî li ser maseyekê zêrîn ji hêzên rojavayî re hate pêşkêşkirin û van hêzan jehra xwe berdan laş û mejiyên vê rêxiştinê û ew serxweş xistin bi tundetûjiya bi xwîn ya baweriya islamê, her wiha bûye weke navendek sîxurên hêzên rojavayî û yên heremî, DAÎŞ bûye weke cenewarek ku hemû hêzên desthilatdar wê ji bo bercewendiyên xwe bi kar tînin, di serê van hêza de amerîka û avrûpa bi rêka vê rêxistinê nava xwe ji mirov û komên islamî yên tund paqijkirin, berê wan dan rojhilata navîn di bin navê cîhadê, û her wiha bi rêka vê rêxistinê rengekî pir bi xwîn û nebaş û paşverû dide ola îslamê û hiştiye ku ola islamê di navbera misilmanan de bibe cihê guman û lêpirs û gengeşiyê, her wiha bi rêka vê DAÎŞ ê, hêzên sermayedar yên rojavayî dixwazin neqşe rê ya rojhilata navîn ya mezin çêbikin li ser bingehê şerê navxweyî yên pêkhateyên rojhilata navîn, weke çawa bi xurtî agirê di navber ŞÎAA û SUNNA gur dikin, her wiha çawa xiristyanê mûsilê hatin koçberkirin û bi hovane êrîş birin ser kurdên êzîdî xwediyê dîroka 3 hezar sal, û 200 hezar êzîdî koçber kirin, 3000 jinên êzîdî ji xwe re birin( sebaya) li gorî ola islamê, 5000 êzîdî kuştin, her wiha li gelek cihên cuda li îraq û sûrî pir wêneyên bi xwîn yê vê rêxistinê hene, ew xizmeta kûr kirina nakokiyên di navbera pêkhateyên rojhilata navîn dike û şerê zengîntiya şaristaniyê dike û dixwaze tune bike, desthilatdarên heremê ji bo parastina desthilatdariya xwe ji vê rêxistinê sûd werdigrin û berê wê didin milet û pêkhateyan, ev yek îran dike, sûrî dike,  turkye dike, qatar dike, saûdî dike, urdun dike. Lê bila ew baş zanibin ku ew tenê dawî û hilweşandina xwe dereng dixin, ev agirê ku ew bi xwe gur dikin, bê çare ew wan di şewitîne û wê wan bişewitîne. DAÎŞ weke cenawerekî dev bi xwîn êrîşî her kesî dike û artêşên rêjîmên sûrî û malikî bi bindixe û pir bi hovane kuştinê dike û seriyan ji laşa vediqetîne û pesnê xwe bi vê yekê dide û li ser ragihandinê şerekî pir bi zanebûn û bi bandor dide meşandin, artêşên ku hejmarê wan sed hezaran derbas dikin li ber vê rêxistinê nikarin ber xwe bidin, artêşên xwedî top û tank û firok û mûşek nikarin xwe li ber vê rêxiştinê bigrin… Ev tê wateya ku ev rêjîm li hemberî vîrûsê DAÎŞ ne xwedî sîstemek parastinê ne….! Vîrûsê DAÎŞ pir bi hesan dikare laş û mejiyê wan perçe perçe bike, gelo çare çiye ji vê halê( nexweşiyek kevn ne diyar)….?

Weke hêza yekemîn ku şerê DAÎŞ kir, yekîneyên parastina gel bi kurt nivîsa YPG di roja me de weke hêza herî xurt ku beramberî DAÎŞ ber xwe dide û bê navber serkeftina bi dest dixe, yekîneyên parastina gel çiye? Û hêza xwe ji çi digre…….? Her nexweşiyek dermanê wê heye, her jehrek tiryaqa wê heye… rêxistina DAÎŞ ku jehra perçe kirin û tune kirina çand û şaristaniya rojhilata navîn berdide laş û mejiyê gelên hereme, û bi kiryarên dij mirovahî komkujiyan pêk tîne, tenê yek hêz dikare jêre bibe tiryaq û wê bê bandor bike û koka wê hişk bike, ev hêz yekîneyên parastina gelên rojhilata navîne, ev hêz hêza xwe ji biratiya gelên rojhilata navîn digre, ji mafê xwe parastina cewherî digre, ji mozaik û zengîntî ya çandên rojhilata navîn digre, ji dergûşa mirovahî û biratî û şaristaniyê digre, YPG û HPG weke hêzên sereke ku li ser vê şopê dimeşin û xwedî ev raman û bawerî ne, eşkere ye ku YPG û HPG parêzvanên hemû nirx û bawerî û çand û dîroka rojhilata navînin bi hemû pêkhateyên xwe, YPG û HPG di meydanên şer de, weke melkemotê DAÎŞ tên naskirin, bi hêzeke biçûk lê bi baweriyeke serkeftinê xurt şer dike, bi çekên leşkerî pir bi sînor lê bi moralekî bê sînor xwedî li nirxên gelan derdikevin, ev yek bi serê xwe tiryaqa DAÎŞ ê ye. Li rojavayê kurdistanê bi sadean xort û keçen kurd û ereb û xiristyan tevlî refê YPG û HPG bûne û di fermana şengalê de bi sedan xort û keçên êzîdî tevlî refê YPG bûne û weke pêwîstiyeke bi lez yekîneyên berxwedana şengalê YBŞ hate avakirin, nav çi dibe bila bibe, pir giring nîne..! ya bingehîn ewe li ser bingeha xwe parastina cewherî û di rêka biratî û yekîtiya gel û çandên rojhilata navîn de xwe bi rêxistin kirine.

Hemû gelên rojhilata navîn vê yeke baş nasbikin” kurd,ereb, tirk,firs, asûrî, ermenî, suryanî”  her wiha hemû ol û baweriyên rojhilata navîn vê yekê nasbikin”misilman, xiristyan, yehûdî, êzîdî”, vîrûsê DAÎŞ xwe li ser ol perestî û netew perestiya me dide jiyan kirin û bi vî awayî wê dawî li biratiya gelên rojhilata navîn bîne, û ewê bibe ser sedema dijminatiya bi hezaren salan, hemû ol û bawerî û çand û netewên heremê vê yekê baş nasbikin û bibin xwediyê tiryaqa DAÎŞ ê û piştgiriyê bidin YPG û HPG li ser riya sazkirina hêza parastina rojhilata navîn.

Sıltan Temmo

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi                                                                                          

www.lekolin.org – www.navendalekolin.com – www.lekolin.net

Etiketler: araştırmaDAISEkurdiKurdishkurdistanLekolinTIRYAQATurkishTürkiye
Önceki yazı

AMED HALK İNİSİYATİFİNDEN SERHİLDAN ÇAĞRISI

Sonraki Haber

Li hemberî Veguhertina Gundan, em bi gunda xwe ve bijîn û gunda xwe bidin jîyîn !

Benzer Haberler

Kadın Bir Gerillanın Bakışı
التحليل السياسي

Kadın Bir Gerillanın Bakışı

11 أكتوبر 2022
ŞER!
التحليل السياسي

ŞER!

29 سبتمبر 2022
Bu Genci Tanıyor Musunuz?
التحليل السياسي

Bu Genci Tanıyor Musunuz?

23 سبتمبر 2022
Sonraki Haber
Li hemberî Veguhertina Gundan, em bi gunda xwe ve bijîn û gunda xwe bidin jîyîn !

Li hemberî Veguhertina Gundan, em bi gunda xwe ve bijîn û gunda xwe bidin jîyîn !

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist