• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام المقابلات

Serokê PYD: Em Bi Diruşma Xweseriya Demokratîk Ji Bo Rojavayê Kurdistanê Ketine Rê

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: المقابلات
240 18
A A
Serokê PYD: Em Bi Diruşma Xweseriya Demokratîk Ji Bo Rojavayê Kurdistanê Ketine Rê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

13 Temmuz 2011 Çarşamba Saat 08:21

Em dikarin bêjin ku bi karanîna çekan û kuştina însanê sivîl, tu çareseriyê nayînê berovajî vê yekê her ku diçe aloziyê kûrtir dike.

Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslum Mehemed di derbarê rewşa Sûriyê, aloziya siyasî, rewşa rêxistinê Kurdên Rojava û li ser rewşa tevgera PYD’ê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên malpêra lekolin.org…

-Rewşa Surîye ber bi ku ve diçê?

Em dikarin bêjin ku bi karanîna çekan û kuştina însanê sivîl, tu çareseriyê nayînê berovajî vê yekê her ku diçe aloziyê kûrtir dike. Dîse bikaranîna çekan li hember sivîlan di qada navnetewî de zextên li ser Sûriyê zêde dibin û girêk kortir dibe. Tişta ku Sûriyê dibêje di warê reforman de hîna di warê gotinê de ye.  Hin guhertinê seran sera kirin, lê ji bo Sûriyê karibe zextên navnetewî û herêmî ser xwe rakê, dibe bi awayekî cewherîn guhertina bike. Ger em behsa tiştên hatiye kirin bikin. Di warê teorîk de serok komarê Sûriyê rewşa awerte rakiriye, lê di warê piratîk de hîna tê meşandin. Weke mînak rewşa girtinê  ya rastgele û xistina wan ya zîndanê û 60 rojî di bin çavan de hiştin hîn berdewame.

 -Hûn kuştin û girtinê rastgele têne kirin çawa dinirxînin?

‘Dİ PİRATÎKÊ DE REWŞA AWERTE BERDEWAM E’

 Hêzên Ewlekariyê hîna weke berê girtin û rêbazên xwe yên berê li ser girtiyan dimeşînin. Di rewşeke wiha de kes nikarê behsa rewşa çareseriyê bike. Her çendê serok komarê Sû riyê Beşar Esad diyar kiribû ku wan kiryarên berê dev jê berdabin jî, lê rêbazên girtin û tirsandina gel bi çekan û xistina zîndanan hîn bedewam dike. Ger em di vê derbarê de mînak bidin di roja Îna derbasî de li seranserî Sûriyê 28 însan hatin kuştin, hîna rev ji Sûriyê berv bi Lubnan û Tirkiyê berdewam dike. Em dikarin bêjin alozî kûrtir dibe.

-Civîna we ya hefteya berê ya muhalifa ku wek partî hûn jî tevlîbûn hûn çawa şîrove dikin?

‘CİVÎNA ME ERÊNÎ NÛ’

Tu civîn di navêra Hikumet û Muxalefetê çê nebûn. Lê du civînên cûda hatin li darxistin. Yek ji wan ji bo avakirina Koordinasyona Guhertina Netewên li Sûriyê. Em bi xwe jî beşdarî vê yekê bûn ku di heftiya derbasî de pêk hatibû. Em dikarin bêjin cara yêkem bû ku civîneke wiha bi serkef û bi encam çêbû. Di civÎnê de 11 partiyên Kurd amadebûn, lê tenê 5 ji wan peyman îmze kirin. Em dikarin sedema ne morkirina van partiyan vedigere ser wan û berpirsyariya wê ew bi xwene. Ji ber di deqeya dawî de xwe paşve kişandin, sedema paşvekişandina wan jî dibe ku hin aliyan gotibê xwe paş ve bikşînin. Van partiyan di roja pêncşemê de daxuyaniyek dan û gotin em bi peymanê re nînin û me mora xwe navêtiye bin peymanê.  Lê em 5 partî girêdayî peymana xwe ne. Ji ber em vê yekê weke bi çavê muxelefeyeke netewî lê dinêrin.  Em kesên di nava peymanê de em nasdikin. Tu girêdan wan bi derve re nîne û tu berjewendiyên derve cihê xwe di nav wan de xwe nabînin. Peymana ku me mor kir, di çapameniyê de hate belav kirin. Nav û partiyên ku beşdar bûne hemû hatin aşkere kirin. Dîse di civîna me gelek zengîn bû di warê tevlibûna aliyê cûda û ji hemû pêkhateyên netewan Ereb, Kurd, Partiyên Marksîst, Partiyên Kimonîst û Partiyên Cepgir. Bi giştî nêzî 20 Partiyan beşdarî civînê bûn. Ji Partiyên Kurd yên beşdar. Partiya me PYD, Partiya Elpartî ku serokatiya wê Nesreddîn, Partiya Çepgir bi serokatiya Mehemed Musa, Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê bi serokatiya Cemal Şêxbaki û Partiya Yekîtî ya Kurdên Sûriyê bi serokatiya İsmail Emê. Hemû partiyên beşdar girêdayî bend û peymana civînê ne”.

-Hûn li ser belavbûna muhalefeta Kurd û ne li hevkirinê çi dibêjin?

‘MUXELEFETA SÛRİYÊ BÊ HÊZE’

Hêzên dagirker ji bo muxelefeta Kurd belav bikin û bê bandor bêlin gelek rêbaz bi karanîn. Hertim ew dûrî hev hiştin. Van hêzan heman rêbaz li ser muxelefeta Ereban jî pêk aniyê. Muxelefeta Ereban jî, ji hev bela welaye, nikarin li ser mijarekê li hevbikin. Ji ber vê em 20 partî li hev civiyan û me Koordînasyonek sazkir û me nav lê kir koordînasyona guhertina demokratîk a netewî li Sûriyê. Piştî civîn bi dawî hat di roja pêncşemê 30.06.2011 an de me Îlana wê kir. li ser bendên hatine nîqaş kirin, emê xebatên xwe yên demokratîk bimeşînin.

-Hûn Civîna duyemîn ya ji aliyê kesên nêzî desthilatê ku hate kirin çawa dinirxînin?

Di heman rojan de civîneke din li Otela Semîr Emîs roja Duşemê pêk hat.  Ev civîn temsîla muxelefetên nake ji ber tu kesayêtên muxalîf beşdarî vê civînê nebûn.  Kesayetên nêzî muxelefetên bûn, lê ne muxelefet bûn. Di encama civÎna wan de belevoke derxistin û daxwaza rewestandina çekan û girtinên rastgele kirin. Em dikarin bêjin ev civîn, Civîneke şeklî bû.

-Li ser raperîna gel ya li rojavayê Kurdistan ê hûn dikarin çi bibêjin?

‘ Jİ BO AŞTÎ Û AZADİYÊ EMÊ GEL Bİ HERIKÎNİN KOLANA’

 Gelê Kurd beşek ji civaka Sûriyê,  mafê wî ya ramanê û çalakiyên aştiyane heye.  Daxwazên xwe yên demokratîk hene li vî walatî. Tiştekî xwezayî ye ku hemû gelê Sûriyê di nava raperînê de be û gelê Kurd jî raperîna xwe bike. Ji ber Kurd jî li herêmên xwe ne mafê wan yên daxweza mafan heye. Em Kurdan di 15 Adarê de dest bi serhildana nekir. Beriya wê Kurdan dest bi serhildanê aştiyane kiri bû. Roja ku partiya me hatiye avakirin heyanî roja îro Kurd di nava çalakiyan de ne. Di encama vê yekê de bi dehan girtî, zîndanî û işkece bi ser Kurdan de hatin û bi dehan windahiyên me çêbûn. Kurdan ji her kesî bêtir ji destê rêjîmê kişandiye. Ji ber vê pêwîstaya Kurdan ji her kesî pêtir bi demokrasiyê heye. Ji ber vê em gelek xwezayî dibînin ku gelê Kurd derkevê kolanan û daxwezên xwe li meydana bîne ziman. Di bê ku asta va çalakiyan hîn bilindtir bibe û rewşên aloztir jî derkevin. Di bê ku ev belavî hemû herêmên Kurdan bê. weke bajarê Helebê ku girseyeke me ya bi hêz û mezin li wir heye. Heyanî niha hîna me girseya xwe nexistiye tevgerê. Ger pêwîst bike emê vê yekê bikin. Tabî dema em vê yekê dibêjin, wê di çarçoveya daxwazên me yên aştiyane de pêk were. Em hêvî dikin ku desthiladar jî şîdetê bikar neyîne û bi ser girseyê de neçê”.

-Hûn  xwefeskirina KCK-Rojava de û ji nûve avakirina mekanizmayeke din çawa dinirxînin?

TEVGERA CİVAKA DEMOKRATİK A ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ, TEVGEREKE SÎWAN YA TEVAHÎ SÛRİYÊ YE

Weke têzanîn PYD partiyeke di sala 2003 an de hate sazkirin û KCK- Rojava rêxistineke civakê ye ku di sala 2007an de hate avakirin.  Yanê em partiyeke siyasî bûn me nûneriya koma civakê dikir. Komeke rêxistinê civakên sivîl di bin siya KCK-Rojava de. Lê niha şert û merc hatin guhertin. Em niha di demeke hesas de jiyan dikin û ji bo em karibin rewşa heyî baş binirxînin, em dixwazin hin rêxistin û partiyan jî di bin sîwaneke nû de bicivînin. Li ser vê bingehî KCK- Rojava biriyara feskirina xwe da û hin bendê ku di peyaman rêxistinê de hebûn dane guhertin. Ji ber vê li cihê KCK- Rojava, me Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê hate sazkirin. Xebat dike ku hemû  rêxistin û partiyê Rojavayê Kurdistanê di bin siwanekê de bicivin û hemû kesên beweriya wan bi demokrasî û azadiya gelan heye, di nava xwe  de bihebîne. Em modela rêxistinê ne tenê ji bo rêxistin û partiyê Kurdan, her wiha Ereb, Kurd û Aşûrî dikarin cihê xwe tê de bigirin. Em di baweriyê de bûn ku guhertineke wisa bê kirin.  Ji ber  taybetmendiya me weke tevgera Apocî em bi qalibên sar ên ku xwe li hember guhertinan girtî nînin. Guhertina di bin dirûşma  ‘ SÛRİYA DEMOKRATİK Û RÊVEBİRİYA XWESERİYA DEMOKRATİK Jİ BO ROJAVAYÊ  KURDİSTANÊ’ hate li darxistin.    Taybetmendiyeke me ya din heye ku em dikarin bi awayekî  rihet li gor şert û mercên cihanê  û herêmê xwe biguherin.  Ev pêngaveke serkeftiye ber bi s azadiyê ye.

-Peyameke we dawî ji bo gelê Kurd heye?

‘SERKEFTİNA ME, Dİ YEKİTİYA ME DEYE’

Ji bo gelê me yê Rojava de tişta herî ji bo me pêwîst di şert û mercên niha ku welatê me Sûriyê têre derbas dibe.  Em yekîtiya xwe avabikin û hevdû hembêz bikin.  Rêya serkeftin û misogeriya bi destxistina mafên netewî di yekîtiyê re derbas dibe. Banga min wê du alî be. A yekemîn banga min ji bo gelê me ye, ku girêdana xwe bi partiya me PYD’ê re bi hêz bikin û bi nirxên tekoşîna azadiyê û Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê derkevin.  Banga min ya duyemîn ji bo partiyên Kurdane. Heyanî niha ji bo yekîtiyê tu xebateke nehatiye kirin, hertim li hember hev di nava nakokiyan de ne.  Banga me ji bo wan jî bi awayekî xûn sar nakokiyên xwe bidin aliyekî û ew jî, ji bo yekîtiya netewî kar bikin.  Di vê derbarê de, em amadene ku tişta bikeve ser milê me em pêk bînin. Dîsa em bang li gelê Ereb dikin ku tekoşîna gelê Kurd nasbikin û ji bo yekîtiya di navbêra Kurd û Ereban pêk were kedekê raber bikin.  Ji ber tevgera me tevgera tevahiya Sûriyê ye. Yên ji dil û can ji bo Sûriyeke Demokratîk tekoşînê dikin, di karin xwe li dora tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê- TCD- ROJAVA xwe bicivînê”.

‘EM HEMÛ Jİ BO BİRATİYÊ TÊ BİKOŞİN’

Destlilata Sûriyê ji bo karibe aloziyê li gor berjeweidyên xwe çareser bike, bi hemû aliyan ve di nava tevgerê de ye. Em rêxistinê Kurd û Ereb yên dilxazên Sûriyeke Demoratîk çama emê nekaribin di bin yek sîwanekê de li hev bicivîn û pirsgirêkên xwe yên civakî û azadiyê çaerser nekin. Li gor min sîwana herî gincaw jî Tevgera Civaka Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ye.   

Mehemed Hesen

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

    

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

29 Ocak 2013 Basın Bültenleri

Sonraki Haber

Karayılan: AKP Savaş Kararı Aldı-1

Benzer Haberler

ROJ HACK: SÜRECİN RUHUNA UYGUN OPERASYONLAR YAPILACAKTIR
المقابلات

ROJ HACK: SÜRECİN RUHUNA UYGUN OPERASYONLAR YAPILACAKTIR

15 مارس 2020
المقابلات

‘KÜRDİSTAN’DA ÇATIŞMALAR DEVAM EDERKEN DAIŞ’E SEVKİYAT YAPILIYORDU’

15 مارس 2020
OK: AKP SUR, CİZRE, SİLOPİ’DE KÜRT HALKININ ONURU İLE OYNAMIŞTIR
المقابلات

OK: AKP SUR, CİZRE, SİLOPİ’DE KÜRT HALKININ ONURU İLE OYNAMIŞTIR

15 مارس 2020
Sonraki Haber
Karayılan: AKP Savaş Kararı Aldı-1

Karayılan: AKP Savaş Kararı Aldı-1

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist