• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام دراسات

Rastiya Sipahê Qûdis A Komara Îslamiya Îranê

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: دراسات
254 3
A A
Rastiya Sipahê Qûdis A  Komara Îslamiya Îranê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

13 Ekim 2011 Perşembe Saat 04:51

Şoreşa sala 1979 li Îranê bi sedemên taybet di dîroka herêmê û cîhanê di cihek pir girîng digire.

Şoreşa sala 1979 li Îranê bi sedemên taybet di dîroka herêmê û cîhanê di cihek pir girîng digire. Şoreşa Îslamî li ser bingeha şiroveyek nû ji mezhebê Şîa ji bo, ji hevxistin, têkşikandina hikûmeta Muhemed riza şahê pehlevî  di gorepana dîroka de rol lîstiye. Bi dest girtina desthilatdariyê ji hêla Xumeynî ve serdemek nû hate dest pêkirinê. Bi taybet sîstema rêveberiya vilayeta Mutelq di wateyek din de VÎLAYETÊ FEQÎH hate damezrandinê. Di vê çerçovê de teoriya vêlayetê siyasî a Feqîh hate rojevê û bi berfirehî hate şîrove kirinê. Ayetûlla Xumeynî di yekemîn gotina xwe de wiha dibêje. Emê şoreşa xwe bigehînin gohê giştî cîhanê û xebatê me divê di vê çarçovê de pir zêde bibe. Ji bo ku ev yek pêk were divê di makezagona Îranê de ev yek bê destnîşan kirinê.Di vê çarçovê de di xala 10 a makezagona Îran ê de ev mijar bi vî rengî hatiye destnîşan kirinê.

Giştî Musulmanê cîhanê yek umetin û wezîfeya dewleta Komara Îslamî a Îranê ye ku giştî siyasetê xwe ji bo yekîtiya Musulmana û xebat ji bo avakirina yekîtiyek sîyasî, ekonomîk û çandî  di despêka her xebatê de cih digire. Ev perspektiv bû sedema avakirina hêzên ku bikare di çarçova vê armanca mezîn de gavan bavêje di netîcê de pêwîstî bi damezrandina hêzên leşkerî wekî artêş û sipahê pastaran bi avayekî taybet li ser hate  rawestandinê. Ev hêz ne tenê ji bo parastina sînorê dewletê belkî ji bo cîhad kirin di rêka xudê de şer bike û qanûnê xudê ji bo ku di cîhanê de belav bibe, ev wezîfeya esasî a hêzên leşkerî ye bi vî rengî di makezagonê de tê diyar kirinê.

Li gor gotinê Ayetullah Xumeynî ji bo ku ev yeke pêk were, divê, ji bo bi cih anîna vê erkê despêkê çarçoveya wê di makezagonê de were destnîşan kirinê. Ev wezîfe di despêkê de ji sipahê pastaran, duvre jî hêzek hê zêdetir pirofesyonel bi navê Sipahê Qudis,  dikeve dewrê û pêwîsti çi bibe, pêkdîne.

Şekilê fermandariya sipahê bi vî rengî hatiye destnîşan kirinê. Di serî de fermandariya giştî Cigîrê fermandarî ku li jor bi fermandariya giştî û li jêr de jî bi hêzên pêncane ve girêdayî ye.

Farmandariya giştî a sipahê ji hêla rêberê olî ve tê destnîşan kirinê. Cigirê farmandariya giştî ji hêla wî bixwe û bi teyîd kirina rêberê olî ve tê destnîşan kirinê.

PÊNC HÊZÊN BINGEHÎN KU DI BI BANÊ SIPAHÊ DE CIH DIGIRIN

-Hêzên bejayî

-Hêzên hewayî

-Hêzên deryayî

-Hêzên bexwedaniya besic

-Hêzên qudis(sipahê qudis)

Du saziyên din jî di sipahê de hene yekemîn buroya nunertiya vilayetê Feqîh ya din saziya parastina Îtlaat ê ye ku her du navend bi rêberê olî ve girêdayîne. Her pênc saziyê din ku xwe serbixwe didin diyar kirinê lê pir diyare ku raste rast bi lîderê olî ve girêdayî ne.

SÊ WEZÎFEYÊ BINGEHÎN DI SIPAHÊ DE

1.    Parastina çekdarî li şoreş û pergala îslamî

2.    Perwerde û rêxistin kirina artêşa 20 mîlyonî

3.    Sazkirina Hizbûllah di giştî cîhanê de

Mijara sêyem di roja îro de Sipahê Pasdaran bi navê Sipahê Qudis wekê wezifeya xwe a serekî dibîne herwisa Xumeynî di wesiyetnameya xwe de jî gotiye ku avakirina Hizbûllah di seranserê cîhanê de divê Sipahê Pasdaran pêkbîne.

SIPAHÊ QUDIS

Bingeha Sipahê Qudis ku wekê hêza çalakî a dervayî sînorê Îranê ye, dema şerê di navbera Îran û Iraqê de hatiye avêtinê. Di vê serdemê de ku Sipahê Pasdaran bi alîkariya hêzên başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Seddam dest bi alîkarî û pilansaziyên hevbeş kirin. Ev beşa Sipahê Pasdaran ku vê wezîfe birêve dibin bi navê Sipahê Qudis ku wezifeya xebatê leşkerî li dervayî sînorê Îranê dimeşîne dest bi şer li dijî Seddam kirin. Piştî demekî bi bikaranîna Şîa yên Iraqî di çarçova meclîsa Alayê Îslamî li dijî rejîma Seddam xebat meşandine.

Farmandariya giştî a Sipahê Qudis bi destê Qasim Sûlêymanî ku di sala 2010 de wezifeya herî jor de, wate serleşkerî ji wî re hatiye dayînê. Ev kes bi caran ji hêla Emerîka ve bi mebesta mudaxalê kirin di kar û barê hundurîn yê Iraqê de hatiye mehkûm kirinê.

Di gelek dezgehê ragihandinî de hejmarê Sipahê Qudis 5000 -15000 kesan hatiye destnîşan kirinê.

Serketina şoreşa Îslamî li Îranê bûye çavkaniya pêşxistina Îslamê li çend deverê rojhilata navîn, bi taybet Şîa yê Lubnan û Iraqê. Bi îdam kirina Muhemed baqir sedir di sala 1980 de ku rêberê Şîa yên Iraqê û serokê manewî yê Hizbûllahê bû, bûye sedem ku Şîa yên Iraqê xwe nêzîkî Îranê bikin. Komara Îslamî beşek mezin ji wan girt perwerdê û di encamê de hêzêk leşkerî ji wan daye damezrandinê. Beşek mezin ji kesên ku li Iraqê penaber bûne û derbazî Îranê bûne bi avayê gurpên biçûk di perwerdê de derbaz dikin û di encamê de di artêşa leşkerê BEDIR  de têne rêxistin kirinê. Gelek ji wan kesan demek şûnde derbazî Sipahê Qudis dibin û di şerî li hemberî Seddam de cîh digirin.

Ev nêzîkbûna Komara Îslamî di encama vê yekê de pêşket ku rêxistina Mûcahidên Xelq li Îranê derbazî Iraqê bûn û li hemberî Komara Îslamî di gel artêşa Seddam de cih girtine. Herwisa li ser vî esasî yek ji fermandarê Sipahê Pasdaran dibêje, me ev hêz ji bo tolhiladanê li Seddam rêxistin kiriye. Leşkerê Bedir ji hêla Komara Îslamî  ve bi taybet ji bo teror kirin û çalakî kirin di nav axa Iraqê de hatine bikar anînê.

Sipahê Pastaran li kêleka leşkerê Bedir dest bi damezrandina hêzek din bi navê Sipahê Qudis kir. Ev hêz bi mebesta azad kirina bajarê Qudis û tune kirina Îsrail hatiye damezrandinê û navê xwe jî, ji vê yekê digire. Berxwedaniya gelê Filistîn bûye sedem ku Xumeynî jî girîngî bide wan û ji bo wan piştgiriyek taybet pêşxist. Herçende di şerê Iraq û Îranê de Yasêr Erefat piştgiriye Seddam dikir lê disa jî  Komara Îslamî dest jî Filistîn ber nedan. Di şerê Iraq û Îranê de Sipahê Qudis bi pilansaziyek taybet wekî hêzên parastina sînor, bi avayekî aktîv başdarî kiriye. Di heman şerî de Sipahê Qudis partiyên Kurd yê başûrê Kurdistanê li dijî Seddam bikar aniye. Ev hêz li Efxanistanê jî bi piştgîrî kirin bi Ehmed Şah Mesud li dijî Şorevî jî rol lîstiye, ev yeka heya şer li dijî Taliban jî berdewam dike. Di şerê Yugoslavya de jî Komara Îslamî ji bo piştgîrî kirina şervanê Îslamî li dijî hikûmeta Yugoslavya li Bosna beşdarî kiriye.

Perwerde kirin,pêşxistin û sermayegozarî kirin li ser hêzên Îslamî wezîfa bingehîn a Sipahê Qudis e. Sipahê Pasdaran bi sedema dirêj kirina şerê Iraq û Îranê û kêm bûna teqemeniyê, hêza şer berdewam kirinê, winda kiriye. Lewra divê bi alîkariya Sipahê Qudis hin pilansaziyên taybet pêşbixe. Arteşa Iraqê ji hêla lojistîkî de pir bi hêz tevdigeriya lewra Sipah hewildide ku bi têk birina çavkaniyên aborî artêşa Iraqê lewaz bike di encamê de bi alîkariya partiyên Kurd li başûrê Kurdistanê çalakiyên li ser fabrîqeyên petrolê, ku rola serekî Sipahê Qudis girtiye ser xwe, darbeyên mezin li artêşa Iraq daye. Ev yekemîn çalakiya dervayî sînorê Îranê ye ku sipahê qudis encam daye. Di encama çalakiyên bi vî rengî, Iraq bi avayê 2 herêma hate dabeş kirinê(başûr-bakûr).

Di encama şerê di navbera Iraq û Îranê de gelek ji Şîa yên Iraqê bi sedema zextên ku rijîma Seddam li ser wan ferz dikir berê xwe dane Îranê û li vir penaber bûne. Muhsên rizayî yek ji serokê hêzên Sipahê Pasdaran di vê mijarê de wiha şîrove dike.

Me nêzîkî 300-500 kes ji van penabera di perwerdeyek taybet de derbaz kir duvre me di nav wan de çendin kes neqand û bi vî rengî me gelek kes beşdarî rêxistina leşkerî a Bedir kir. Di heman demê de gelek ji leşkerên dîlê Iraqî jî ku li Îranê hatine girtinê divê rêxistinê de li ser biryara xwe beşdar bûne.

Piştî ruxandina rijîma Seddam ji hêla Emerîka ve leşkerê Bedir gelek ji wan vegeriyan Iraqê û di gelek cihê girîng yê hikûmetê de cih girtine û ji dewleta Îranê emir digirin. Ev hêz bi serokatiya Muqteda El Sadir bi navê Cêyşêlmehdî hebûna xwe diparêze.

Li rex vê Komara Îslamî ji bo piştgîrî kirin bi Hizbûllah û Filîstînê re ji hêzên Sipahê Qudis heya roja îro bikar dîne.

Endamê Sipahê Qudis ne tenê di kuştina dijberê rijîmê û terorê, wekî nûnerê dewleta Îranê li her devrê cîhanê erkdarin. Baylos, nûner û berpirsê buro û saziyên medenî wekî erkên Sipahê Qudis hatine destnîşankirinê. Serokkomar Ehmedînejad yek ji endamê sipahê qudise.
Di vê serdemê de sipahê qudis li hemberî her êrîşê ku ji hêla Emerîka ve li ser Îranê pêşkeve piroje û pilansazî girtiye rojeva xwe.

General Kuwîn Bergner berdevkê artêşa Emerîka di konferasekî de di derbarê Sipahê Qudis de wiha dibêje:

Hêzên qudis ji bo sipahê pastaran çalakiyên di asta navnetewî de encam dide. Herwisa di encam dana çalakiyên teroristî, rehîn girtin, qaçakçîtiya çekan…, de rolek girîng dileyîze. Temîn kirina teqemenî û çek ji bo hêzên dijberî Efxanistan û Iraqê Sipahê Qudis rol girtiye ser xwe. Teror kirina sekreterê giştî yê partiya demokrat ê Kurdistana Îranê doktor Ebdûlrehman Qasimlû herwisa serok wezîrê herî dawî yê hikûmeta Şah  Şapûr Bextîyar wekî mînak ji kiryarê Sipahê Qudis e. Gelek caran Dewletên Yekbûyî yê Emerîka Sipahê Qudis a Komara Îslamî bi sedema piştgîrî kirin bi hêzên dijberî dewletên Iraq û Efxanistanê mehkûm kiriye. Teror kirina kesayetiyên siyasî li derveyî sînorê Komara Îslamiya Îranê bi giştî bi destê Sipahê Qudis ve têne meşandinê.

Li gorî beşek ji belgeyên Wikileaks ku tê de hatiye berê ku kes pê bifikire Sipahê Qudis gelek ji endamê xwe di nav axa Iraqê de bi cih kiriye. Li gor van belgeyan çend firokewanê ku di şerê Iraq û Îranê de di topbaran kirina bajarên Îranê de rol girtine kifş kirine û di çarçoveya pilansaziyên taybet de tiror kirine. Herwisa di van belgeyan de hatiye destnîşan kirinê haya sala 2008 nêzîkî 180 ji wan firokewana hatine teror kirinê.

NASNAMEYA SERDAR SER LEŞKER QASIM SULÊMANÎ

Di başa yekem de bi giştî li ser dîroka Sipahê Qudis, peywendiyê wê bi Sipahê Pasdaran û herwisa wezifeyên ku girtiye istîyê xwe bi kurtî hate şîrove kirinê. Di vê beşê de nasnameya berpirsê Sipahê Qudis tê nirxandinê.

Di despêka meha îlonê sala 1996 de dema ku hêzên Taliban li Efxanistanê ber û pêşve diçûn, Qasim Sulêymanî ji bo fermandariya Sipahê Qudis hate erkdar kirinê. Erkdar kirina Sulêymanî divê mijarê de, ji xwe de nebû belkî hin sedemê wê hene. Sulêymanî li bajarê Kirmanê(başûrê rojhilatê Îranê) hatiye dinê û ev herêm ji hêla jêrsaziya civakî, coxrafî û çandî de pir dişêbe civaka Efxaniyan. Li rex vê yekê di mijara şer de jî xwediyê ezmûnê girînge. Bi taybet di şerê li rojhilatê Kurdistanê de pir serkeftinê mezin bidest xistiye. Herwisa di şerê Iraq û Îranê di hêla farmandarî û ezmûnê şerê çekdarî de wekî kesekî bi hêz tê naskirinê. Bi salan li sînorê di navbera Îran û Efxanistanê de li hemberî qaçakçiyên mevadên hûşber şer kiriye. Bi liber çav girtina van taybetmendiyan rayedarên Komara Îslamî ew di posta farmandariya Sipahê Qudis de erkdar kiriye. Dakû bikare di herêmê wekî Iraq û Efxanistanê de bihêz tevbigere. Cihê ku Sulêymanî ji hatiye dinê yek ji gundê vilayeta Kirmanê ye ku pergala eşîrtiyê tê de hakime. Belkî jî ev yek bûye sedem ku wî li Efxanistan û Iraqê erkdar bikin. Pergala vî gundî ji hêla sosyal ve gelekî dişîbe Efxanistanê.

Di asta siyasî de, berpirsyariya diyar kirina siyasetên Komara Îslamî, li Iraq, Libanan, Xeze û Efxanistan bi destê Serdar Sulêymanî de ye. Heya  di gelek belgeyên ku ji hêla Emerîka ve têne belav kirinê Sulêymanî wekî kesê duyem di pergala Komara Îslamî de dibînin.

Di dema herî dawî de ev kes ji hêla rêveberiya Emerîka ve wekî alîgirê terorîzmê di asta cîhanê de hatiye nasandinê. Di belgeyên fermî yê wezareta derva a Emerîka de ev yek hatiye destnîşan kirinê.

Rejîma Îranê demek kurt piştî şoreşê bi dengê nerazî li Kurdistanê re rû bi rû ma lewra ji bo bêdeng kirina şerê di navbera Kurd û Azeriyan divê kesekî erkdar bike ku tu peywendiyê xwe bi tu eşîretî re nebe. Bêguman kesekî wek Qasim Sulêymanî ku  di majara eşîrtiyê û azmûnê şer de li pêşe bijarteya herî başe. Li ser vî esasî ji bo çewsandina dengê gelê Kurd derbasî Mahabadê bû û dengê gel birî.

Eger kesek bixwaze ku di Sipahê de bibe xwediyê erkek mezin divê li Kurdistanê wezîfe bimeşîne ev yek ji şertê Sipahê Pasdarane ku di dema dabeşkirina erkan de li ber çav digire. Mînak ji ber ku Ehmed Mutevesilyan di şerê li dijî Kurdan de serkeftî bû ew wekî nûnerî Sipahê li Libnanê erkdar kirin ku duvre hate kûştinê. Li ser vî bingehî ger îro Sipahê Qudis bi rêveberiya Serdar Sulêymanî de tê meşandinê sedema wê a bingehîn eve ku di şerê li rojhilatê Kurdistanê de rolek mezin listîye.

Serdar Sulêymanî di şerê Iraq û Îranê de jî di gelek çalakiyan de cîh digire. Bi taybet di çalakiyên wekî rizgar kirina bajarên Dizfûl û Dêhloran herwisa parastina Endîmişk, çalakiya fethûlmûbîn, îşkalkirina bajarê Sulêymanyê beşek ji wan çalakiyan ne. Piştî ku ev şer bi dawî bû Serdar Sulêymanî berê xwe dide rojhilatê Îranê û li dijî qaçaqçiyên vê herêmê şer dike. Şer li dijî qaçaqçiyan ji hêla hikûmeta Îranê ve ji aliyê Sipahê Pasdaran re tê dayînê ku heya roja îro ev wezîfe jî hêla Sipahê ve têmeşandinê.

Ji bo erkdar kirina Sulêymanî hin sedemên cuda jî hene wê di dirêjiya mijarê de were nirxandinê.

Guhertinê ku di welatên cîranê Îranê de rû didan wekî Efxanistan, ev yek ji bo Îranê tehdîdek mezin bû. Lewra pêwîstî bi tedbîrên cuda hate dîtinê. Iraq bi embargoyên navdewletî re rû bi rû maye û di encamê de ji bo Îranê tehdîd nebû. Îran di reqabeta bi Erebistan û Emerîka de jî hatiye şikandinê û di şerê di Yugoslavya yê de jî serkeftî nebû û di Ewrûpa de bê bandor bûye. Bi derketina Taliban re êdî Îran bi talûkê hesiya û dest bi rêxistin kirina Şîa yên bajarê Hezarê, beşek ji Farisan ku li wir dijiyan sermayegozarî kir û li dijî talûkê kete nav liv û tevgerê. Di vê serdemê de 9 dîplomatê Îranî ji hêla Taliban ve hatin kûştinê. Ev bûye sedem ku Îran di sîyaseta xwe a li Efxanistanê, li ber çav derbas bike. Rayedarên Komara Îslamî di derbarê siyaseta xwe a li Efxanistanê de wiha dibêjin me piştgîriya komek taybet nekir. Carek li pişta Şîa yan, duver me piştgîriya Borhanedîn rubanî kir lê Pakistanê herdem piştgîriya Taliban kir û di encamê de jî serkeftî bûn. Îro jî diyar bûye kû bihêzterîn tevger li Efxanistanê Taliban e.

Serdar Sulêmanî bi neçarî beşek ji sipahê qudis ji bo parastina berjewendiyê Îranê li ser sînorê Efxanistanê cihgir dike. Rû bi rû bi Taliban re nakeve şer. Belkî bi cihê şerê di nav axa Efxanistanê li Tacikistanê piştgîriya cepha hevgirtî a Îslamî dike ku ev jî bi navê hevgirtina bakûr tê naskirinê. Bi vî rengî beriya şer, yekîtiya Şîa yan li hemberî Taliban dide avakirinê. Di encamê de her kesî li dijî Taliban tehrîk dike.

Bêguman di serdema ku Taliban bi hêz dibe û Serdar Sulêymanî jî dibe farmandarê giştî di Sipahê Qudis de ev yek tesadufî nîne û di çarçova pilansaziyên ku di dema berê de hatine kirinê de ev yeka pêş dikeve.

ENCAM

Di roja îro de di pergala Komarê Îslamî de ji parlementera bigire heya wezîr û waliyan bi giranî endamê Sipahê Qudisin. Kadroyê ku têne erkdar kirinê li gor taybetmendiyê her herêmê têne perwerde kirinê. Ji hêla bîr û bawerî, civakî û coxrafîk ve li ser herêma têne belav kirinê. Komara Îslamî di her deverê cîhanê de ne li ser esasê ku di çarçova mafê mirov an jî li gorî xwezaya xebatê diplomatik belkî bi giranê li ser esasê zêhniyeta parastinê û ewlekarî nêzîk dibe. Her di  vê mijarê de Dêyvîd Petiriryûs berpirsê CIA dibêje pirsgirêka me a bingehîn di dîolomasiyê eve ku em ne bi wezareta derva a welatekê re rû bi rûne, belkî em bi dezgehekî Îstixbaratî re mijûlin mebest Sipahê Qudis e.

Cemşîd Ensar

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

 

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Saddam’dan Erdoğan’a, Kimyasal Ali’den Kimyasal Necdet’e Enfal Gerçeği

Sonraki Haber

Li Ezazê teqîn: 2 mirî gelek birîndar hene

Benzer Haberler

İşgalci Türk Devletinin Savaş Suçları ve Uluslararası Sessizlik
دراسات

İşgalci Türk Devletinin Savaş Suçları ve Uluslararası Sessizlik

14 ديسمبر 2022
TC’NİN İKİNCİ YÜZ YILINDA DEMOKRATİK CUMHURİYETİ
التحليل السياسي

TC’NİN İKİNCİ YÜZ YILINDA DEMOKRATİK CUMHURİYETİ

13 ديسمبر 2022
Devlet Eliyle Üzeri Örtünmek İstenilen Taciz Ve Tecavüz Olayları BÖLÜM – 2 SON
دراسات

Devlet Eliyle Üzeri Örtünmek İstenilen Taciz Ve Tecavüz Olayları BÖLÜM – 2 SON

12 ديسمبر 2022
Sonraki Haber
Li Ezazê teqîn: 2 mirî gelek birîndar hene

Li Ezazê teqîn: 2 mirî gelek birîndar hene

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist