• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام من القارئ

QSD Jİ BO SURİYÊ PÊŞEROJEKE DEMOKRATÎKE

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: من القارئ
255 3
A A
QSD Jİ BO SURİYÊ PÊŞEROJEKE DEMOKRATÎKE
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

15 Ocak 2016 Cuma Saat 11:57

Guhertin û pêşketinên şoreşa Surî di rewşeke ne diyare de ye, kes nizane wê rewşa Esed çawa be yan jî rewşa hêzên muxalifan wê çawa be, ji ber ku her ku diçe planên dewletên derve li ser Surî pir dibe, li gorî ku tê zanîn di Surî’de sê hêz hene rejima Esed, Kurd û muxalefet lê her yek ji wan siyaseta û armanca wan ji hev çudaye

Guhertin û pêşketinên  şoreşa Surî di rewşeke ne diyare de ye, kes
nizane wê rewşa Esed çawa be yan jî rewşa hêzên muxalifan  wê çawa be, ji ber ku her ku diçe  planên dewletên derve li ser Surî pir dibe,
li gorî ku tê zanîn di Surî’de sê hêz hene rejima Esed, Kurd û muxalefet  lê her yek ji wan siyaseta û armanca  wan ji hev çudaye.

Rejîma
Surî û armanca Rusiya di Surî de:

 Ji
berêve têkiliyê dewleta Surî û Rusiya di asta jor de ye û wekî  ku tê zanîn di dîrokê de hevalbendên hev  yên kevinin di mile têkiliyê diplomasi,
aborî, leşkeri û her wiha.

 Piştî şoreşa li Suriyê  rola Esed lawaz bu  lê bidestek dayîna dewleta Rusiya yek ji
dewletên xwedî hêz di dünya yê de rê da ku rejîm li ser desthilatdariya xwe
dewam bike.

Ji ber wê rewşa rejîma Surî piştî alîkariya
Rusîya jê re di her milîde hişt ku rejîma Surî 
ji nüve hukmê xwe dirêj bike û mijarê çûna Esed ji holê rake heta
hilbijartinê dewleta Suri  pêk were û bi
taybet ev alîkarî di 2015’an de derket pêş, di milê leşkerî hem bi
cihikirina  bargehên leşkeri di Derya yê
Spî û hem êrîşên hewayî nêzî  2000
noqteyên ku tê de çeteyên Daiş’ê  û hêzên
muxalif  bi cih dibun bombebaran kirin
û  wekî 
navendên wan yên leşkeri dihat nasîn 
(REQA, DÊRA ZORÊ, İDLİP, bajarokên derdora Şam’ê).

Armanca Rusiya ya sereke ewe ku bi navê ku
li hemberî çeteyan şer diki dest dayîna li ser cihê stratijîk wekî Heleb,  ji ber ku Heleb cihekî kevnare û bajarê
duyemîn di Suriyê de di milê ardnîgarî û dimografiya xwe pir girînge.
Rusiya  gelek balafir û bargehên xwe yên
şer di balafirgeha  Latikiyê  bi cih kiriye ji ber ku bajarê Latikiyê
piraniya gelê wê alîgirên rejîmênin û malbata Esed tê de ye. Rusiya dixwaze
Derya’yê Spî têxe bin kontrola xwe de ji bo wê planên xwe li ser bakur û
rojhilatê Suriyê berfireh kiriye.

Rejîm di destpêka şoreşê  heyanî niha di gelek cihan de xwedî
hakmîyetekexwe heye mînak di Şam, gundewarê Şam’ê, Latikiye, Tertus, Heleb,
Suydaa’de. 

 Ev 
destekdayîn bi alîkarya Rusiya tenê namîne, dewleta İran û
Huzbullah’a  Lubnan’ê ji
perwerdekirina  leşkeran gelek
fermandarên xwe yên pispor şandin Surî, û bi hijmarên mezin tevlî nava artêşa
Surî dibin û şerdikin.

Bi giştî Rusiya û İran û Hizbullah’a
Lübnan’ê alîgirên rejîma Esed’in, zaten ev hemu ji bo berjewendiyên wan yên
taybet û gelek hewl didin ji bo rejîmê biparêzin, ji ber vê gelek sivîl hatin
qetilkirin û gelek komkujî pêk hatin lê tevî ewqas hovitî jî civaka navdewletî
bê deng di mîne.

Qaşo
hêzên muxalifin:

 Di
mile din de hêzên muxalifên  Surî  hene armanca wan ewe ku rejîma Surî
hilweşînin, dewletek islamî avabikin û piraniya wan di bin navê islamiyetê qaşo
cîhadê dikin  sivîlan hedef dikin,
komkujiyan  pêk tînin, Hêzên muxalif  5% di bin kontrola wan de ye.

Hinek grupên islamî Turkî  alîkariya wan dike wekî artêşa azad dixwazi
dewletek islamî sunî avabike.

Artêşa islam ya ku dewleta Erebistan’a
Siudî  piştgiriya wan dike, ev grup
dixwaze dewletek islamî Umewî  avabike.
Gelek grupên din dewleta Qeter alîkariya wan dike.

Hinek grupên islamî wekî Daiş di bin nave
cîhadê şer dikin û dixwazin dewletek islamî li Şam û İraqê avabikin. Piranîya
wan li bajarê  Reqqa, Dêra Zorê û
İdilib’ê cihê xwe digrin.

 Ehrar El Şam û Cebhet El Nusra alîkariya xwe
ji Turkî digirin ji bo wê li bakurê Surî şerdikin  û êrîşî kantona Efrîn’ê li ser sînor dikin da
ku  Cerablûs û Ezaz têxin bin kontrola
xwe de ji ber ku li Cerablûs’ê Turkmen hene, Turkî dixwaze bi riya Ehrar El Şam
û Cebhet El Nusra bi hinceta parastina pêkhateya Turkmen derbasî Cerablûs bibe
û herêmek ewleh avabike ji bo kantona Kobanê û Efrîn’ê nebi yek.

Riya di navbera Heleb û  Ezaz, Ezaz û Efrîn  riyên 
serekene ji ber vê  dijmin Efrîn
dorpêç kiriye û her tişt li ser qut kiriye.

Yekbuna
fikir û armanc:

Rejim û hêzên muxalif yan jî çete, fikrê
wan yê yek ol û yek netew, yek dewlet, derket holê. Ji ber wê gel pêwistî bi
hêzek ji  bo hemu pêkhatî tê de cih
bigrin dîtin daku parastina xwe bi xwe bikin ji ber ku grupên çekdar dixwazin
her kesî bi hovitî bikin musliman. Her kes dixwazi li gor berjewendiyê xwe gel
birêvebibe û pêkhateyên din li ku derê bin û çawa jiyan bikin ew jî ji wan re
ne girînge, yan wê bibin wekî wan hov û zilm û işkence li gel bikin hetanî ku
bibin kole û li hemberî tiştên ku dibe bê deng bibin û qebulbikin.

Hêzên
Suriya demokratîk  û rola wê:

Di 11 / 10/2015  hêzên Suriya demokratîk  QSD ê hate ragihandin, ev  hêz beşek leşkeriye ji hemu pêkhateyan pêk tê
wekî Ereb, Kurd, Suryan, Elewî, Turkmen, şîaa û h.w.

yekîneyên ku tê de cih digirin:
kowalisiyona Erebî, Surî, Artêşa Siwar, hêzên Senadîd, Burkan El Furat. Kombunên
taburên Cizîrê, meclisa leşkeri ya suryanî, YPG,YPJ.

•             Armanca
wê ewe ku parastina hemu pêkhateyan bike û avakirina civakek xweser ne tene ji
bo  netewek  yan ji bo mezhebek, ev hêz ji bo hemu gelên
Surî pêşerojek  azad û demokratik hêvî
dike û li ser wî bingehî tekoşîna xwe berdewam dike û her ku diçe gelek tabure
tevlî dibin ji ber ku bawerî bi idiyolojiya wê tînin û naskirine ku çawa
rêveberiya xweseriya demokratik ji bo hemu civak bê cudabun pergalek wekhev
avakiriye û parastina sivîlan kiriye dê ev hêz jî jiyaneke aram avabike.

Hêzên Suriya demkratîk 16%  di bin kontrola wê de ye  û bi taybet di demên dawî de gelek gund û
cihên stratîjîk wekî gundê Tinib, Keştar, Şewarxa,  Bendava Tişrînê, ev hêz di demek kin de
serkeftinîn cur be cur bi dest xist ji  ber vê metersiyek li ser dijmin û dewletên
derve çêkir.

Li gorî ku tê xwiyakirin DAİŞ bi taybetî dê
bi aqilmendiya Tirkiyêyê êrîşen xwe yên li ser QSD’e bidomîne, Lê di çarçoveya
peymana bi Tirkiyê re, DAIŞ wê ji rojhilatê Ezaze xwe vekişîne

u çeteyên Ehrar El Şam, El Nusra û Sultan
Murad li heremê bicîh bike. Li aliyê din ger ku DAİŞ ji aliye hêzên QSD’e ve ji
Minbice bê derxistin, wê rejîma Suriyeyê jî hewl bide ku li herêma

Babe
bi cih bibe.

Bi giştî planên dijmin li ser Surî perfireh
dibe, dewleta Tirk û rejîma Surî gelek hewldidin ji bo  QSD ‘e li suriyê bê bandor bihêlin û
tunebikin.

 Bi
tevî ku gelek şoreşên rabune ne gihiştine encamên serkeftî ji ber  yekbuna 
dewletên desthilatdar, lê şoreşa li Rojava  û Surî dê encamek serkeftî bi dest bixe, ji
ber ku idiyolojya wê azadiya hemu pêkhateyane, gel bewerî bi vê pergalî anîne û
heyanî ku bighêjen azadiyê dê bi tekoşînek bê hempa li ber xwe bidin.

 

Sema
Şiyar

Kürdistan
Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com
– www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com

 

 

0

21

:” ”

:””

” “,” ”

Rejîma
Surî û armanca Rusiya di Surî de:Qaşo
hêzên muxalifin:Yekbuna
fikir û armanc:Hêzên
Suriya demokratîk  û rola wê: Babe
bi cih bibe.Sema
ŞiyarKürdistan
Stratejik Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com
– www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com 

Etiketler: araştırmaboDEMOKRATIKEJikurdiKurdishkurdistanLekolinPESEROJEKEQSDSURIYETurkishTürkiye
Önceki yazı

KÜRTLER YENİ BİR SOYKIRIMA KARŞI YPS İLE KARŞI DURUYOR

Sonraki Haber

İran Hayalet Füze Denemesi Yaptı

Benzer Haberler

Batman Belediye işçilerinden AKP-Erdoğan rejimi ve kayyımına İslamiyet dersi
من القارئ

Batman Belediye işçilerinden AKP-Erdoğan rejimi ve kayyımına İslamiyet dersi

15 مارس 2020
Kapitalizm, fabrika ayarlarına mı dönüyor?
من القارئ

Kapitalizm, fabrika ayarlarına mı dönüyor?

15 مارس 2020
Herkes AKP’li olmak zorunda mı? Tabi ki “Hayır!
من القارئ

Herkes AKP’li olmak zorunda mı? Tabi ki “Hayır!

15 مارس 2020
Sonraki Haber
İran Hayalet Füze Denemesi Yaptı

İran Hayalet Füze Denemesi Yaptı

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist