• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام مقالات

PDK Kurdistana Mezin Dixeniqîne!

Yayınlayan Lekolin
11 أكتوبر 2020
Kategori: مقالات
267 15
A A
PDK Kurdistana Mezin Dixeniqîne!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di navbera Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê PDK ve xendek tên kolan, di êrîşên li dijî PKK ên li sînorê Bakurê Kurdistan piştgiriya Dewleta Tirk tê kirin, dîwar tên bilindkirin û di sînorên Rojhilatê Kurdistan de jî PDK ji bo ku Dewleta Tirk bîne li sînor bi cîh bike, li pey dek û dolaban e.

PDK xwedî dîrokek kevnare. Lê dîroka ku PDK xwediyê wê ye, ji bo gelê Kurd û azadiya gelê Kurd bi kiryar û buyerên rûreş dagirtiye. Her ku li Kurdistanê dest bi têkoşînek hatibe kirin û ew têkoşîn li dijî dewletên Tirkî, Îran û Surî be ji bo ku yekgirtina gelê Kurd çêbe û beşên Kurdistan ên di bin dagirkeriyê de ne rizgar bibin piştgiriya hemû gelê Kurd pêwîstî hatiye dîtin. Dîroka têkoşîna Kurdan vê yekê piştrast dike û nîşan dide ku ger tevgerekî Kurdistanî ava bûbe, gelê Kurd bêyî ku lê binêre li kîjan beşî têkoşîn dimeşîne piştgirî daye wê tevgerê. Haya gelê Kurd jê heye bêyî ku yekitiya gelê Kurd çêbibe, Kurdistana Mezin azad nabe. Armanc û hedef Kurdistana Mezin be, hewildanên yekitiya netewî wek erkekî nebe nabe tê dîtin û xebatên ew tevgerên Kurdistanî li ser vê mijarê gur dibin.

Niha di vê serdema em tê de dijîn de jî bi dehan rêxistin, partî û saziyên Kurdistanî hene. Ger ku di xeyal û hestên van partî ango rêxistin anjî saziyan de Kurdistanekî mezin nebe, bixwazin tenê ji bo hin beş rizgar bibin an jî di destê wan de bimîne wê çi bikin-çi nekin hemû di PDK û malbata Barzanî de xwe dide der.

Yek ji bûyerên ku vê yekê piştrast dike, êrîşên dewleta Tirk a li ser xaka Başurê Kurdistan û piştgiriya PDK a ji bo van êrîşane. Dibe ku tenê ev bûyera di dema niha de tê dijîn neyê nîşandan. Nexasim dîroka PDK, li dijî tevger û rêxistinên bi armanca Kurdistana Mezin tevgeriyane tijî xiyanetan ve dagirtiye. Lê bûyera êrîşên li dijî Başurê Kurdistan a ji aliyê dewleta Tirk, wek bûyerên berê li pişt perdeyê namîne. PDK nikare vê yekê jî ji gel û raya giştî veşêre. Çend bûyerên din ên bi vî rengî hene em wan jî bi bîr bixin. Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de PDK xwedî bertekek çawa ye û di êrîşên li dijî Êzîdxanê de PDK xwedî bertekên bi çi rengî ye di kolana xendekên di navbera Rojava û Başur de xuya dike. Li hemberî Şengalê her ku gef bê xwarin, ger piştgiriya PDK ji bo wê gefê çênebe, nabe. Her hêzek dema gefan li Şengalê dixwe, PDK jî piştgiriya hêza ku gefan li Şengalê dixwe dike.

 

ENKS Her Car Piştgirî Da Dewleta Tirk

Bê bîra we hemûyan ku dewleta Tirk dema êrîşê Efrînê kir hin partî bi wê yekê piştrast bûn ku wê dewleta tirk piştî dagirkirina Efrînê wê cîh bide wan jî. Di aliyê leşkerî de wê çeteyên dewleta tirk di Efrînê de bi cîh bibûna di qada civakî de jî wê ENKS bi cîh bibuna. Niha ji aliyê herkesî ve hat dîtin ku dewleta tirk ne bajarê Efrînê, yek gûndekî jî nedaye ENKS. Li ruxmê vê jî hevkariya vê partiyê a bi dewleta tirk re hîn jî didome û ew bixwe jî her car dubare dibêjin ku “em nikarin têkiliyên xwe ên bi dewleta tirk re qût bikin.”  Her devera ku Kurd lê dijîn û rihê Kurdistana Mezin her li pêş digirin, xebatên weke xebatên ku ENKS dimeşîne hene. ENKS hîn jî di hevdîtinên ku di Rojavayê Kurdistan de pêş dikevin hewil dide her car bi cureyekî din pirsgirêka raber bike. ENKS milê PDK ê li Rojavaye.

Dewleta Tirk piştî êrîşên Efrînê dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê dixwarin û yek ji şertê ku Rojavayê Kurdistanê dagir neke hatina pêşmergeyên Roj destîşan kir. Wisa dida nîşan ku ger pêşmergeyên Roj bên ser sînorê Rojava û Tirkiyê wê êrîş nekin. ENKS, ev şerta ku dewleta Tirk destnîşan kirî her tim dixist rojeva xwe û bi vê yekê re dixwest Rojavayê Kurdistanê bi temamî bidest bixe. Ew rengê Kurdîniyê ku dewleta Tirk dipejirand, pêşmergeyên Roj bûn. Piştî gefên dewleta Tirk li ser Rojava zêde bûn ENKS hewil da Efrîn bi Kurdan bide ji bîr kirin. Lê kes bi gefên ENKS nexapiya û ew şerta ku Rojavayê Kurdistanê dixe bin serweriya dewleta Tirk, qebûl nekir.

 

PDK Hemû Qadan Ji Bo Partiyên Kurdan Girtiye Lê Ji Bo Dewleta Tirk Vekiriye

Em mijara din jî vebêjin. Dewleta Tirk êrîşên xwe ên bi armanca qirkirina Kurdê azad bi piştgirî û ji nedîtî ve hatina gelek hêzan zêde kiriye. Yek ji ew hêzên ku piştgiriya van êrîşan dike jî PDK ye. Şêwazê piştgirî dayînê jî bi cureyên wek;

  • Bi rêya rêxistina xwe ya istixbaratê Parastin endamên xwe di qadên gerîla de bi cîh bike û ji wan agahiyan bigre bide dewleta tirk
  • Ji bo hatin û çuyîna PKK bide sekinandin bi dek û dolaban xwe di herêmên gerîla de bi cîh bike
  • Sedemê êrîşên li ser Başurê Kurdistan wekî PKK nîşandan
  • Hemû qadên ku PDK lê serwere ji artêşa Tirk re heta dawiyê vekirin
  • Li hember her tevgerekî Kurdistanî xebatên sîxurtî, parçekirin ango tasfiyekirin e.

Ev her 5 xalên ku me destnîşan kir, sekna PDK a li hember tevahî Kurdistanê eşkere dike. PDK bi çi armancî deriyên Başurê Kurdistan heta dawî ji bo dewletên dagirker vedike û çima ji bo ku êrîşên li ser PKK tên kirin bihêlin ku ji nedîtîve tê, piştgirî dike? Kiryarên PDK bi vê re sînordar namînin li sînorên Rojavayê Kurdistan wekî ku di 2014’an de kirî xendekan dikole. Ji bo ku êrîş bi ser Şengalê de bê kirin li gel hemû hêzan hevdîtinan pêk tîne. Biryara dawî a ku Hikumeta İraqê di derbarê Şengalê de da, destpêkê ji aliyê PDK ve hat erê kirin. Ku tû gumanê min nîne ev biryar bi piştgirî dayîna PDK jî hatibe dayîn! Her cîh û qadê ku têkoşîna Azadiyê tê de dimeşe dibe hedef û armanca PDK. Di Rojhilatê Kurdistan de bi salane li gor têkiliyên xwe ên demkî di êrîşên li hember Kurdan ên Îranê de dibe alîkar. Hewil dide bi destê ENKS Rojavayê Kurdistanê bi giştî bixe bin serweriya Dewleta Tirk. Ku nekarî bixe bin serweriya wê jî, ji bo ku êrîş bi serde bibe her cure lîstokan dileyize. Li Bakurê Kurdistan bi endamên xwe hewil dide di nav gelê Kurd de li hember partî û rêxistinên Kurdistanê bê hêvîtiyê ava bike.

Armanca PDK Ji Van Kiryaran

Di xeyalên hemû Kurdên têkoşer de Azadî û serbestî heye. Lê hêzên mêtîngeh ên Kurdistanê ku PDK yek ji wan e, hewil dide bi her awayî tevlîheviyan biafirîne û hêviyên Kurdên têkoşer bipelixîne. Li her deverê dibe sedemê tevlîheviyan û bi hemû endamên xwe bi dirûtî derewan hewil dide bertekên gelê Kurd ji xwe dur bigire. Ji bo ku ji xwe dur bigre jî PKK a ku ji aliyê hêzên mêtingeh ve wek rêxistinekî terorî tê nasîn dike armanca xwe. Sedema wek rêxistinekî terorî dîtina PKK a ji aliyê wan hêzan ve armanca PKK a ku azadî û serbestiyê dixwaze ye. PKK ji bo ku şerê azadiyê dide weke terorîst tê binavkirin. PDK jî bi armanca ew hêzên ku Kurdê Azad napejirîne tevdigere û hewil dide di nav hemû Kurdan de PKK wek rêxistinekî terorî û sedema êrîşên bi ser Kurdistanê de tê nîşan bide. Gelo PDK wekî ku tohmetan li PKK dike, sedemê êrîşên li ser Kurdistanê tên ne ew bixwe be?! Ev yek nikare wek pirsek jî bê dîtin. Ji ber ku raste rast wisaye. PDK bi hemu kiryarên xwe hewil dide hêviyên Kurdistana mezin bixeniqîne û Kurdên li Rojhilat, Bakur, Rojava ji xwere bike qurbanî, Kurdên Başurê Kurdistan jî wekî ku niha dike ji bo xwe bike pêlîstok!

 

Firat Alî

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Önceki yazı

ME DERDÊ HER KES FÊMKİR LÊ YÊ KOMARA SÊDARÊ A ÎRANÊ FÊM NEKIR!

Sonraki Haber

Dewleta Tirk Dixwaze Di Ser Azeriyan de Îranê Tevlîhev Bike!

Benzer Haberler

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek
مقالات

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

8 يناير 2023
Yeni Gündem Algılarıyla Yenilgilerin Kamufule Edilmesi
مقالات

Yeni Gündem Algılarıyla Yenilgilerin Kamufule Edilmesi

4 يناير 2023
Çöktürme Planı Çerçevesinde Kültürel Soykırım Saldırıları
مقالات

Çöktürme Planı Çerçevesinde Kültürel Soykırım Saldırıları

21 ديسمبر 2022
Sonraki Haber
Dewleta Tirk Dixwaze Di Ser Azeriyan de Îranê Tevlîhev Bike!

Dewleta Tirk Dixwaze Di Ser Azeriyan de Îranê Tevlîhev Bike!

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist