• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام تاريخ ولغة كوردستان

Kevintirîn Şanoya Kurdan Ecel-Î Qeza

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: تاريخ ولغة كوردستان
244 15
A A
Kevintirîn Şanoya Kurdan  Ecel-Î Qeza
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

22 Mayıs 2012 Salı Saat 08:09

Şanoya bi navê “Ecel-î Qeza (mirina bi qezayê) ya ji aliyê ji Kurdên Anatolyaya Navîn Ebuzziya Mehmet Tewfîk ve di sala 1872’yê de hatiye nivîsandin,

Şanoya bi navê “Ecel-î Qeza (mirina bi qezayê) ya ji aliyê ji Kurdên Anatolyaya Navîn Ebuzziya Mehmet Tewfîk ve di sala 1872’yê de hatiye nivîsandin, evîna mîrê yek ji eşîretên Kurdan ên li Serhedê Pertew Beg û keça Waliyê Erziromê Ehmed Paşayê Laz ê li dijî Kurdan Nîmet Xanimê, vedibêje. Ev şano di dîroka Osmaniyan de yekemîn şanoya Kurdan a herêmî ye.

Her çendî Wezareta Çandê ya Tirk, Ebûzzîya Mehmet Tewfîq weke yek ji nivîskarên Tirk û nivîsên wî weke berhemên Tirkan nîşan bide, jî lê nivîskar bi xwe ji Kurdên Anatolyaya Navîn e û Ecel-î Qeza jî weke yekemîn berhema şano ya Kurdan tê zanîn.

MALBAT TEWFÎQ

Ebuzziya Mehmet Tewfîq di sala 1849’ê de li Stenbolê ji dayîk bû, bi xwe ji baskê Hespêşan a eşîreta Şerefî ya Kurdên Serhedê ye. Hespkêşan jî navê berê yê navçeya Cîhanbeylî ya Konsyayê ye. Malbat Tewfîq ji aliyê kesên li herêmê ve weke malbata Hecî Hesenî tê zanîn. Tê gotin ku Hecî Hesenî, di sedsala 13’yan de dema, begê Sêwasê Înbî Kurdî tê Konyayê, li bajaroka Koçhîsar a Konyayê bi cih bûye. Piştî ku eşîreta Şerefî tê vê bajarokê, navê wê dibe Şerefîkoçhîsar.

Ebuzziya Mehmet Tewfîq tevî Kurdî û Tirkî, zimanên Erebî, Farsî û Frensî pir baş dizanî. Ebuzziya di sala 1866 beşdarî cıvata bi navê “Osmaniyên Nû yên ku dixwest meşrûyetê bînin Osmaniyê, dibe û di sala 1872 de yekem berhema xwe Ecel-î Qeza dinivîse. Piştî çend mehan Sûtal Ebdulezîz ew sirgunê Rodosê dike.

YEKEM ŞANOYA HERÊMÎ

Ecel-î Qeza rexneya herî dijwar ku bi rêya Kurdan li hemberî Dewleta Osmaniyan hatiye kirin. Di wê demê de hin wêjevanan, vê berhemê birin beramberê berhema Shakespear Romeo-Juliet. Ev berhem cara yekemîn di meha mijdarê de li “Şanoya Gedîkpaşa ya Osmaniyan a ku nû hatibû vekirin derket ser dikê. Ev yekem şanoya herêmî bû ku dewleta Osmaniyan de hat nîşandan. Ecel-î Qeza xwedtî taybetmendiyek romantîk û dramatîk e.

MIJAR: PIRSGIRÊKA KURD!

Mijara sereke ya piyesê (şano) mîrê yek ji eşîretên Kurdan ên li Serhedê Pertew Beg e. Evîna mîrê yek ji eşîretên Kurdan ên li Serhedê Pertew Beg û keça Waliyê Erziromê Ehmed Paşayê Laz ê li dijî Kurdan Nîmet Xanimê, vedibêje. Waliyê Erziromê li hemberî eşîra Kurdan komkujî pêk tîne û sirgun dike.

Pertew Begê Kurd û Nîmet Xanim bi qasî cîhanekê ji hev hez dikin, lê ji ber xwîndariya (doza xwînê) ya di malbatan de nagihin hev du.

Mijara şanoyê, li bajarê Erziromê yê herêma Serheda Kurdistanê diqewime. Li gorî mijara şanoyê, ev bûyer piştî ku II. Mehmûd dest bi tunekirina mîrên Kurdan kiriye hatiye. Mehmûdê Duwemîn ê Osmanî, di bin navê xurtkirina Osmaniyan de, mîr û xaneyên Kurdan hemû wêran kir û li şûna wana waliyên xwe bi cih kirin. Kurdan li hemberî vê yekê li ber xwe dan û waliyên Osmaniyan nas nedikirin. Ji ber vê jî di vê demê de oldarên Kurd bûn pêşeng. Mînak di şanoyê de Şêx Hilûsî efendî heye. Ehmed Paşayê Laz rûreş û şermezar dike, Kurdên ku hatine kuştin weke şehîd bi nav dike. Her wiha, bi rêya şanoyê, nêzîkatiya dewleta Osmanî ya li hember çand, ol û baweriya Kurdan jî nîşan dide.

EHMEDÊ LAZ KOMKUJIYÊ KURDAN

Fîgurê sereke yê piyesê Pertew Begê 22 salî ye, di şanoyê de kincên Kurdî li xwe kiriye. Pertew Beg kurê xanedaneke Kurdan a 300 salî ye, temenê wî ne di qesir û serayan de, li zozanan, çiyayan û konan de di şert û mercên zor de derbas bûye. Ji oldarê Kurd Şêx Hilûsî ders girtiye, sengeleyek ê Kurd ê ji Serhedê ye. Tevî bavê û birayên wî 40-50 Kurd li qontara zozanên çiyayên Serhedê bi fermana Ehmed Paşayê Laz hatine kuştin. Eşîreta Kurdan jî bavê Ehmed Paşa kuştine..

“MEZNAHÎ LI KURDAN NAYÊ!

Di piyesê de diyalogên mîna “Meznah ji xortên Kurdan zêde ye, li min tê hene. Ehmed Paşayê Laz dijminê serê Kurdan e. Bi ya wî Kurd hov û wehşî ne. Koçeriya wan jî nîşaneya hovitî û nezaniya wan tê. Ji ber wê jî zewaca keça xwe Nîmet Xanimê ya bi Pertew Beg re naxwaze bîne bîra xwe jî. Vê yekê wiha vedibêje “Dê dest ji sera û xanedanan berde û biçe li konên Kurdan raze… Bêşermê, bapîrê te bi destê wan hat kuştin. Ez kî me? Pertew kî ye? Ez îro wezîrek ê padîşah im… Lê ew Kurdek e…Kurê segek devbixwîn e… Asiyek e… Heydûd e. Heta niha şûrê xwîna bavê pêve bi kar tînin. Li şûna bidim wê, ez ê bispêrim axê? Bila bisekitin.

PLANA BERDAHA HEV A EŞÎRETAN

Mirov dikare di nava rêzikên şanoyê de hewldanên tunekirina mîrên Kurdan ên li Kurdistanê û xurtkirina desthilatiya li ser mîrên Kurdan bibîne.: “Gava Şerogol serî hilda, mirov Pertew Beg jî bikuje, dê eşîreta wê jî serî hilbide, ev yek nabe. Ev der sînor e…Ez ji efendiyên xwe hîn bûme aramiya li ser sînorên dewletê çiqas girîng in… Ger du eşîret bêne ba hev dê bibin hêz. Di hin rêzikan de mirov dibîne ku Ehmed Paşayê Laz, dixwaze eşîretên Kurdan û eşîreta Karapapakları a Tirkemenên li Qersê berde hev “Ez bi rêya Fazil Beg agahî ji Pertew Beg re bişînim. Qane bikim…. Bila ji eşîreta xwe re binivîsîne… Bila çend siwaran bixwaze…Ez ê serê sibê wî jî bigirim…Em ê bi hev re biçin. Dikare bi siwarên ku ew dixwaze re bê… Em ê di wê demê de şerê siwarên Şerogol bikin… Ez ê di demek guncaw de zilamek amade bikim… Dê Pertew Beg bikujin… Em ê piştre bêjin Şerogoliyan kuştin… Bi vê hincetê eşîret li hemberî me ranabe û dê bi ser Şerogoliyan de biçin. Ev yek dê hêzeke mezin bide me.

PEYAMA JI BERHEMÊ

Di dawiya piyesê de Nîmet Xanim dimire. Piştî ku Pertew Beg vê yekê dibîne, qîmîşê canê xwe dibe.N Nîmet di şeva tarî de siyek dibîne û dibêje qey siya bavê wî ye û ji tirsan dimire. Piştî Pertew Beg dibîne Nmzet Xanim mir, xwe bi xencera bi xemil û nexşên zîvîn dikuje.

Gava mirov li aliyê civakî yê berhemê dimeyzîne, ji fîgur û nêrînên şanoyê Nîmet nunertiya kesên azadiyê dixwazin dikin, lê ji ber tirsa siya otorîteyê dimire û ev sî jî nunertiya dewleta Osmaniyan dike. Mirov dikare Pertew Begê Kurd ji du aliyan ve binirxîne A yekem mijara rastî ye, ew xortek serhildêr û asî yê Kurd e. Warê wî çiyayên bi heybet ên Kurdistanê ye. Dînê jiyaneke azad e. Stûyê xwe li ber desthilatiya Osmaniyan xwar nake, ji bo vê jî pir zêde bedel dide. Mijara duwemîn jî Kesayeta “Osmaniyên Nû ye, nivîskar endamê vê civata “Osmaniyên Nû bû û vê yekê bi asîtiya sengeleyeke Kurd îdealîze dike.

Xemgîniya dawiya vê berhemê, mirov bixwaze jî û nexwaze jî Mem û Zînê tîne bîra me. Ebuzziya di mijara şanoya xwe de pir serdest e. Di şanoya xwe de cih dide cihên weke Şoregol, Elegez, Keleha Elejgir û kevneşopiyên Kurdan. Jixwe Kurdewariya xwe venaşêre û di salên 1900’an de dibêje “Ez pir li ser vê berhemê xebitîm. Bi taybet jî gelek li ser devoka Pertew Beg xebitîm.

Di berhemê de rola sereke daye Pertew Begê Kurd ê ku sembola azadiyê ya li dijî rejîma zordar a Osmaniyan, vê yekê jî Sultanê Osmaniyan pir tirsand û di wê salê de Ebuzziya sirgunê girava Rodos a li kêleka Girava Grîtê kir. Ebuzziya li vir 3 salan di girtîgehê de dimîne û di sala 1876 piştî ku Sultan Ebdulezîz ji text tê xistin, ji girtîgehê derdikeve û tê Stenbolê. Li vê derê Kurdîzade Ehmed Ramîz nas dike. Jixwe çendek ji berhemên Kurdîzade Ehmed Ramiz di çapxaneya Ebuzziya de tên weşandin. Di sala 1900’an de Ebuzziya sirgunê Konyayê tê kirin. Li ser vî nivîskarê Kurd ê ku alîgirê nûbûnê bû zêde lêkolîn nehatiye kirin.-Konya

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Botan Halk İnisiyatifi’nden Çağrı

Sonraki Haber

Şu “dünya beşten büyüktür meselesi” ve Çollo

Benzer Haberler

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa
المرأة

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

13 أبريل 2021
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15
تاريخ ولغة كوردستان

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 مارس 2020
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14
تاريخ ولغة كوردستان

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 مارس 2020
Sonraki Haber
Şu “dünya beşten büyüktür meselesi” ve Çollo

Şu "dünya beşten büyüktür meselesi" ve Çollo

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist