• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام المرأة

Îxanet Li Bin Dikeve

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: المرأة
259 11
A A
Îxanet Li Bin Dikeve
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

28 Ekim 2017 Cumartesi Saat 05:18

Roj ew roje ku dîrok careke din li ber dengê rastiyê dest bi nivîsandina heqîqetek nû dike û hewl dide rûyê îxaneta ku dixwaze rastiya dîrokê berevajî bike derxe holê, her wiha bibe dengê bi milyonan kesî û rastiyên ku di tarîtiyê de mane derxîne ronahiyê

Ji bo ku ti wextî rastî di
taritiyê de namine. Ev bû bîst sal Rêberê mirovatiyê xistine nava tecrîdeke ku
ji hemû qanûnên mirovatiyê dûr û li hemberî wî nêzîkatiyek bê ehlaqî didin
pêkanîn û di her firsendê de hewl didin dengê rastiyê bidin rawestandin.

Di 09 Cotmeha 1998’an de dewleta faşîst a tirk û hevkarên wê
yên xwe firoş bi rêbazeke nemerdane û qomployeke qontrewarî hewl dan ku dengê
Rêber Apo bidin qutkirin. Lê ya rastî ew Erdoxanê ku bîst û çar demjimêran bi
parsektiya xwe li ber deriyê dewletan digeriya ji bo ku vê îxaneta xwe bi ser
bêxe ti riyên faşîzane nema serî lê neda. Lê ya rastî her çiqasî ev qomploya
navdewletî ya bi destê dewleta faşîst a tirk û hevkarên wê yên xwe firoş di 9’ê
Cotmeha 1998’an de hatibe destpêkirin û her çendî em dîroka komployê weke 9’ê
Cotmehê jî qebûl bikin, lê qomplo ji zû ve hatibû pîlankirin. Lê ji bo ku ev
qomplo fermî bikin û dîrokek diyar lê bikin li benda hevkarên xwe yên xwefiroş
û bê ehlaq ên weke KDP’e, YNK’e û rayadarên ABD’ê bûn ku werin ba hev û ev
pîlana xwe ya faşîzane fermî bikin. Lewma piştî derketina Rêbertî ji Sûriyê û
şûnde êrişên faşizan ên li hemberî têkoşîna azadî û demokrasiyê vê riyê îxanetê
yê qomployê diyar bû ku ji berê de hatiye pîlankirin, hîn zêdetir piştrast kir.
Ji ber ku piştî demeke kin a destpêkirina qomployê û şûnde tevgerên leşkerî yên
ku ji aliyê partiya xwefiroş KDP’e û artêşa faşîst a Erdoxan ve hatî
destpêkirin lingek sereke yê vê qomployê bû. Ji ber ku dixwestin bi girtina
Rêbertî re, bê ku dem di ser qomployê re biçe û wext winda bikin li Başûrê
Kurdistanê bi destê îxaneta KDP’e, li Bakurê Kurdistan jî bi destê dewleta
faşîst a tirk di kesayeta Rêbertî de Tevgera Azadî tine bikin û gelê kurd di
nava bêdengiyê de bifetisînin.

Ji ber ku hedef û pîlanên KDP’e ya xwefiroş û Erdoxanê faşîst
ew bû ku piştî derketina Rêbertî ji Sûryê wê bikaribin li gorî xwe li ser Gelê
Kurd pîlan û bernameyan çêbikin, yanî wer bawer dikirin ku bi girtina Rêbertî
re Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê dê were ber tinebûnê. Ji ber wan li gorî xwe
digotin jixwe ji aliyê moral û derûniyê ve Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê
hilweşiya ye. Lê di rastiyê de ne Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hilweşiya, yên ku
hilweşiyan û tine bûn Erdoxanê faşîst û artêşa xwe bû û her wiha hevkarên wî
yên xwefiroş bûn. Ji ber helwesta Rêber Apo, berxwedaniya Gel û Tevgera Azadiyê
van hesabên wan yên faşîzane di qirika wan de hêla. Ji ber Rêber Apo bi
derketina xwe ya ji Sûriyê re dizanibû ev qomploye û Tevgera Azadiyê şiyar
kiribû. Yanî gotibû ev êrişên ku demil wext li Başûrê Kurdistan û Bakurê
Kurdistanê hatine destpêkirin bêguman bi mîsogerî parçeyek sereke yê vê
qomployê ne. Bêguman ev rastiyek bû ji ber ji wê rojê heta niha bîst sal di ser
vê qomploya navnetewî re derbas bû, raxmê ku qomplo ji aliyê kîjan kesan ve hatiye
destpêkirin bi hemû rûyê xwe yê tazî ve derketiye holê jî, lê her roja ku çû
hîn bêtir Barzaniyê xwefiroş bi dewletên faşîst re kete nava hevkariyê. Yanî
wer dizanî ku ger Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tine bibe, ew ê bi rehetî jiyan
bike. Lê di rastiyê de her kes dizane ne wisa ye, her kes dizane ku îxanet û
xwefirotin ketiye xwîna wî. Ji ber wê bê ku îxanet bike ew nikare kêliyek jî
bisekine.

Lewma bi destpêkirina vê îxanetê re di 15’ê Sibata 1999’an de
Rêber Apo li Kenyayê bi qorsanwarî girtin û birin Îmraliyê. Ji wê rojê heta
niha bi desteka van kesên xwefiroş kêlî bi kêlî ev tecrîd girantir dibe. Yanî
dixwestin bi tecrîdkirina Rêbertî ya li Îmrali, tinekirina PKK’ê û
bêrêxistinkirina gel xwe li Rojhilata Navîn serwer bikin. Her wiha li gorî xwe
navek bernameyek bidin pêşxistin. Yanî dixwestin Rojhilata Navîn li gorî xwe
şekil bidinê û bi bername bikin. Bêguman ev jî di sêrî de dixwestin bi destê
kurdê xwefiroş Barzanî bikin. Lê her çendî kesên komploger vê qomployê bi
rêxistin kirin û xwestin bigihêjin hedefa xwe, lê têkoşîna Rêber Apo û Tevgera
Azadiyê ev xeyalên wan di qirika wan de hêla.

Belê îro li her çar hêlên Kurdistanê zilm û hovêtiya ku tê
meşandin bêguman parçeyek yê qomploya ku di sala 1998’an de hatiye pêkanîn e.
Lê bila her kes vê yekê baş bizane ku çiqasî dewleta ku bûye dewleta DAÎŞ’ê
hewl bide tecrîdê li ser Rêber Apo giran bike û bi hewldanên xwe yên DAÎŞ warî
operasyonan li ser Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bide çêkirin, wê têkoşîn û
berxwedana Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jî li hemberî dewleta faşîst a DAÎŞ’ê
xurt bibe û li hember faşîst Erdoxan bin nekeve. Her wiha dê ev têkoşîn li hemû
qadan heta lûtkeyên herî jor bilind bibe. Bi taybet divê ev têkoşîn ji aliyê
jinên Kurd ve di asta herî jor de ev berxwedana xwe ya xurt bikin hêza rizgarkirina
Rêber Apo. Yanî divê jin li seranserê kurdistanê bi têkoşîn û çalakiyên xwe
jiyan li dewleta DAÎŞ’ê ya Erdoxanê faşîst bike dojeh û nehêlên Erdoxanê faşîst
û hevkarên wî yên xwefiroş nefes bigirin. Bêguman li her derê di pêşengiya
jinên serhildêr de têkoşînek bê hempa tê meşandin, ev mîsoger e. Lê belê ji bo
ku tecrîda li Îmrali ji holê rabe divê çalakiyên jinan di asta ku nefes li
dijmin qut bike de be. ji ber em baş dizanin ku rastiya qomployê wê bi
berxwedan û têkoşînê hilweşe û ji holê rabe.

Lê ji bo ev pargala faşîst a îxznetkar ji holê rabe, divê
pergala îxnetê baş were naskirin da ku bikaribin li hemberî vê pergala faşîst
têkoşînek bê sînor were dayîn. Bêguman têkoşîna ku îro li seranserê cîhanê di
bin rêbertiya jinê de tê meşandin vîna jinê ya berxwedanê dide xwiyakirin.
Lewma ev berxwedaniya tê meşendin cihê rûmetê û şanaziyê ye.

Jiyan Bihar

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Jiyan Bihar

Etiketler: araştırmabinDikeveixanetkurdiKurdishkurdistanLekolinLITurkishTürkiye
Önceki yazı

BASIN BÜLTENLERİ 08/09 MAYIS 2016

Sonraki Haber

İçten Çöken AKP ve Derin Devlet Darbesi

Benzer Haberler

Kendini Bilmezlerin Hezeyanları
المرأة

Toplumsal Sorunların Aşılmasında Çıkış Özgürlük Hareketidir

23 نوفمبر 2021
Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı
المرأة

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı

13 أغسطس 2021
İktidarların sistemsel krizlerine karşı Devrimci Kadınların Çözümü
المرأة

İktidarların sistemsel krizlerine karşı Devrimci Kadınların Çözümü

1 أغسطس 2021
Sonraki Haber
İçten Çöken AKP ve Derin Devlet Darbesi

İçten Çöken AKP ve Derin Devlet Darbesi

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist