• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام المرأة

Êşa Hezarê Salan

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: المرأة
251 7
A A
Êşa Hezarê Salan
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

16 Temmuz 2011 Cumartesi Saat 07:06

Keda jin ev çend hezar sale ku tim, daim tê dizîn û bîna ku yê ev ked afirandiye ne jine, lê tê tamaşekirin.

Keda jin ev çend hezar sale ku tim, daim tê dizîn û bîna ku yê ev ked afirandiye ne jine, lê tê tamaşekirin. Lewma ku jin di dîrokê de carekê wenda kiriye û heta roja me ya îro bi serxwede nehatiye. Ji lewra piştî ew dem her kû çûye jin gelek tiştên mezin û bi nirx wenda kirine. Zilamê zordar yan desthilatdar, bi awayekî pir di binre binre ew xapandiye. Ji keda wê bidûr xistiye û bi rêbazên cur be cur sîstema xwe ya hov daye avakirin.   Helbet ku li gelek welat şerên dijwar ên ji bo azadiyek bi rumet hatine meşandin. Her wiha glek kesên ku şerê azadiyê meşandine piraniya wan jin bûne jî hebûne. Di heman demê de pir kesên ku pêşengtiya şoreşên ji bo azadiyê dikirin jinbûn û wan ji bo azadiyê bi serbixin an bikin malê tevahiya malbata mirovahiyê niha ne li ser rûyê erdêne. Ji ber ku wan şoreş bi cangoriya xwe mohrkirine. Wan jinan bi cangoriya xwe rûpela dîrokê mohrkirine û ji bo tema azadiyek bi rumet bi mirovahiyê bidin temandin dîrok bi xwîna xwe nêvîsandine û serkeftinên pir mezin bi destxistine. Her wiha bi kedên mezin ên bê hempa xebatên xwe dane meşandin û encamên giranbuha ji tekoşîna xwe wergirtine. Lê belê jin ji ber ku pirsgirêkên civakê, pirsgirêkên jinê, pirsgirêkên derunî, aborî, sosyal û siyasî ji bingehîn ve negirtine dest û analîz nekirine ew berhem û destkeftiyên mezin ên dîrokî îro dibin malê zilam ê desthilatdar. Raste her çiqas piştî wêna bi zor û zehmetî kar û hewldan dabin jî lê bi temamî nekanîn xwe ji nêrîna zilam a pênc hezar salî rizgar bikin. Her tim jiyan di nava çarçeveya sîstemê de digirtin dest û nekanîn jiyaneke nû biafirînin.

Li berçavane ku jinan di şoreşên ku çêbûnede kedên pir mezin xerckirine. Jinan ji bo ku şoreş bi serbikeve titiştê ku nedaye nemaye û dîsa jî gotiye ger ji canê min tiştekî din bihatir û binirxtir hebûya min ew jî ê gorî rizgariya vê şoreşê kiribûya. Lê belê rexmî vêna jî di şoreşên ku çêbûnede rola jin di hindirê civakê de weke xwe maye û bîna ku yên ked ji ber vê şoreşê de dabin ne jin bê lê tê temaşekirin. Lewma di roja me ya îro de jî, ji ber ku zihniyeta zilam a çors nehatiye guhertin, demokratîkbûna civakê jî pêknehatiye û ew zihniyeta desthilatdar di heman wextê de li pêşiya demokratîkkirina civakê jî dibe asteng û ji bo ku civak demokratîk nebe çi ji destê wêna tê dike. Gelek eşkereye ku rêyên diçin berî vî şoreşbûnê di pêşengtiya jin de çêdibin û ev di dîrokê de jî wihabû ye. Lê bi rastî tişta sosret ew e ku piştî şoreş çêbûne ji ber ku hewceya zilam bi jin namîne, zilamê çors dîsa jinê dinava çar dîwaran de hepsdike. Ji ber vê em dikanin mînaka şoreşa Rusya bidin. Piştî ku şoreş bi serdikeve, mînak Rusya , ji bo gelê xwe, ji bo jin jiyaneke bextyarî nekanîbû avabikin.

Ji bilî şoreşa azadiya gelê Kurd ti şoreşan pirsgirêkên jin bi rengekî esas nehate destgirtin û gelek eşkere bû ku ji bo jin xebatên girîng nehatin kirin û di heman demê de pêdivî jî pê nehate dîtin. Her wiha di hemû şoreşan de jin bîna xala duyemîn hate dîtin û bi hezarê salane ku zilam çawa xwestiye welê jiyankiriye. Dîsa di roja me ya îro de jî bi heman rêbazan û têgihan jiyandike. Yanî ez dikanim bêjim ku azadiya jin tû carî li xweşiya zilam naçe û ji lewra her tim dixwaze ku jin bindest bê û bi halê xwe razî bê. Ji ber ku zilam ji jina xudan vîn, cesaret, bihêz û azad ditirse. Ji lewma zilam dizanî ku ji bo azadiya jin zanebûyîn û kûrbûyîn pêwîste. Ji ber wê, her tim di nava çar dîwaran de hîştiye û dûrî zanebûnê kiriye. Her wiha dizanî jin zana bibe wê şerên pir dijwar bi zihniyet û têgiha zilam a serdest re bike.

Di dîrokê de ji bilî kesayeta Rêber Apo pir kêm li hemberî jinê dilsozbûne û ji bo jin tekoşîn dane. Lewma Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji vî aliyê xwe ve pir taybete ji serokên hemû cîhanê. Her wiha taybetmendiya rêber gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrîn û nirxdayîna wî ji bo jiyana mirovahiyê bû û a herî taybet jî dema ku dest bi çêkirina şoreşê dike ji xwe ji pirsgirêka jin dest bi çêkirina şoreşê dike. Heta roja me ya îro jî nirxên gelekî taybet dide azadiya jin. Em hemû dizanin ku azadiya jin û jina azad di Rojhilata Navîn de gelekî bi zehmete. Jî ber ku derdora jin bi kevneşopiyên pir kûr hatiye girtin û hêdî weke bêtonê bûye. Lê tam li dijî vêna rêberê me Rêber Apo ji bo jin û civakê xebatên gelekî bihêz dane û pirsgirêka azadiya jin mîna pirsgirêka bingehîn girtiye dest û şîrove dike. Ji ber vê rêberê me got ku ger jin azad nebe civakjî ne gengaze ku bigihiê azadiya xwe û azadiya jin bîna azadiya welat girte dest.

Lê ez tû carî ne di wê baweriyê deme ku zilam rast ji jin hezbike, zilam di hezkirina xwede jin dikûje, giyana wê tûnedike û piştrejî derdikeve dibêje ku ez hezdikim. Ez dibêjim ku ev kirinên zilam ji derveyî mirovahiyê ne û eleqeya wan bi însaniyetêre tûneye. Zilamê xwediyê zihniyeta desthiladdar hertim ji jina bê vîn, cesaret û bê zanebûn hezdike. Lê rêberê me ji xwest ku jin azad bike, bike xwedî vîn, cesaret, siyaset, felsefe û zanistiyên pir mezin. Di roja me ya îro de jin gihaye wê asta ku bikane şoreşê bi xwe çêke û bibe xwedî azadiyeke bi rumet… Her wiha li hemû qadan jin îro bûye xwedî cesaret û nêrînên gelekî kûr û binirx. Dîsa jin gavên dîrokî ên pêşveçûnên siyasî, îdeolojî, felsefîk û zanistiyên pir kûr. Ji nirxdayîna Rêberê gelê Kurd a ji bo jin, dewletên xudan berjewendiyên ferdî, dûrî nirxên gelan û civakan, di roja me ya îro de êrîşên bê hempa li beramberî ramanên Rêberê me çêdikin û di nava tirsên pir mezin dene. Ji ber ku ramanên rêberê me ji feydeya tevahiya malbata mirovahiyê ye.  Dewletên desthilatdar bîna ABD, Tirkiye û hemû dewletên desthilatdar di nava tirs û fikarandene û serûbinbûne.

Ne di dîroka beriya sedsala 20 an û ne jî ya niha de tû rêberên ku mîna Rêber Apo fêdekariyê ji bo jin û ji bo tevahiya malbata mirovahiyê bike derneketiye. Rêberê gelê kurd ji bo tevahiya cihanê got ku ger jin azad nebê civak jî azad nabê û azadiya jin azadiya tevahiya mirovahiyê ye. Tevahiya jinên Kurd ji bo ku serokekî wan bînm Serok Apo heye gelek bi şansin.

Nergiz Mustefa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info
   
 

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Greenpeace: AKP Hükümeti Nükleerden Vazgeçmeli

Sonraki Haber

Bedenini Ateşe Veren Ayık Hayatını Kaybetti

Benzer Haberler

Kendini Bilmezlerin Hezeyanları
المرأة

Toplumsal Sorunların Aşılmasında Çıkış Özgürlük Hareketidir

23 نوفمبر 2021
Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı
المرأة

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı

13 أغسطس 2021
İktidarların sistemsel krizlerine karşı Devrimci Kadınların Çözümü
المرأة

İktidarların sistemsel krizlerine karşı Devrimci Kadınların Çözümü

1 أغسطس 2021
Sonraki Haber
Bedenini Ateşe Veren Ayık Hayatını Kaybetti

Bedenini Ateşe Veren Ayık Hayatını Kaybetti

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist