• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام التحليل السياسي

Encama referandomê çi dibe bila be, erêkirina xayîntiya barzanî ya beramberî Kurdistanê ye

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: التحليل السياسي
239 18
A A
Encama referandomê çi dibe bila be, erêkirina xayîntiya barzanî ya beramberî Kurdistanê ye
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

21 Eylül 2017 Perşembe Saat 11:33

Pergala cîhanê ya ku hewl dide bi hegemonya cîhanî xwe mayînde bike, ji ber stratejiya wê ya nav Rojhilata Navîn, Kurdistanê ji xwe re navend digire. Stratejî û polîtîkaya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Îngîlîz û Îsraîl li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê dimeşîne, çavkaniya xwe ji çanda desthilatdariya hezarî salan a sargoniyan digire

Hêcetên ku dibin sedema
şer, talan û komkujiyan li ser gelên herêmê bê navber dodimin. Di vê rastiyê de
xala bingehîn divê mirov serê xwe li ser bêşîne û hewl bide fêm bike, rastiya
Kurd a civakî û dîrokî ye. Nexwasim em Kurd pirsa çima Kurdistan ji bo cîhanê
girînge? Ji xwe bikin û bersivek wê zanistî û felsefîk bidin, emê bikarin
encamên ku di roja me de rû didin baştir fêm bikin. Çawa her av bi serkaniya
xwe tê pênasekirin. Her darek bi kok, an jî axa xwe tê pênasekirin. Kurdistan
jî ji ber dewlemendiyên wê yên bin erd û ser erd ên bêhempa, çanda xwe ya
kevnare ya civakî û dîrokî li Rojhilata Navîn bi çavkaniya xwe ya Mezopotamya
tê naskirin û watedar dibe. Di vê wateyê de Mezopotamya bi çanda xwe ya heyberî
û giyanwerî ve dibe serçaveya serkeftin û binkeftinên cîhanê tevê. Lewma hemû
hêzên li cîhanê neçarin ku, li xwezaya Mezopotamya li hebûna xwe bigerin. Weke
birêz Abdullah Ocalan pênase dike “mirov li kur winda kiriye, divê cardin wir
li xwe bigere. Ev, ne tenê ji bo gelên herêmê derbasdare. Hêzên hegemon ên
cîhanê jî karîn xwe li ser rastiya herêmê ya civakî û dîrokî sazûman bikin. Ji
ber desthilatdaran xwe li ser lewazî û qelsiyên pêşketinên civakî saz kirin. Paşverûtiyên
ku, kevneşopiyan diparêzên û didin jiyîn, ji bo hêzên li pey desthilatî dikevin
dibin amûrên xwe nepixandin û mezinkirinê.

Weke tê zanîn zanista mirovahî û hemû zanistên din li ser
bingeha lêkolîna rastiyên li Mezopotamya hatine jiyîn pêş dikevin. Her ku
tiştek nû derdikeve, pêwîstî bi lêgerînên nû çêdibe. Çanda lêgerîn û xwe
nûkirinê jî, pîvana bingehîn a ax û gelên Mezopotamya ye. Lê belê, gelek caran
em dibînin ku, sedema paşverûtiyên xwe didin jiyîn û mayînde dikin,
statîkoperestiya li herêmê weke nexweşiyek bêderman berdewame.

Îro pirsgirêkên sazûmaniya netew dewlet a di bin şaristaniya
kapîtalîzmê de dijî, di tevayî dîroka şaristaniyê de kaos û krîza herî mezin û
pergalî dijî. Ev kaos û krîz ne derveyî ye, pergalî ye. Yekem careke ku pergala
şaristaniyê di rewşek wiha re rûbirû tê. Bi taybet piştî hilweşandina
Sosyalîzma Pêkhatî ev krîza şaristaniyê hîn kûrtir kiriye.

Di pêşketina dîroka gerdûnî de konaxên xwe yên girîng hene.
Mîna ku şaristanî di bin pergala kapîtalîzmê de gihîştiye asta xwe ya herî
dawî êdî mêtîngerî, dagirkerî, desthilatgerî cîhanekî nû nemaye ku pergala xwe
ya hegemonyayê bide meşandin. Her çendî tevgerên Sosyalîzma Pêkhatî, Têkoşînên
Rizgariya Netewî û Tevgerên Demokratên Sosyal dijberî pergala kapîtalîzmê
têkoşîn dida meşandin jî, lê ev herdu bizavên cuda cuda û dijberî hev dihatin
dîtin, di rastiyê de ev herdu bizav heman bûn û yek bûn. Em di paradîgmaya xwe
ya nû de van herdu dijberên hizrî yek paradîgmaya hizrî dibînin û digirin dest.
Ji bo vê di serdema me ya îro de hewildanên mîna Têkoşîna Rizgariya Netewî,
Tevgerên Demokratên Sosyal û Netew Dewlet temenê wan dawî bûne. Jixwe tevgerên
Têkoşîna Rizgariya Netewî û Tevgerên Demokratên Sosyal bi hilweşandina
Sosyalîzma Pêkhatî re li ser dika dîrokê rabûn. Di roja me îro de jî krîz û
kaosa herî mezin pergala Netew Dewlet e. Îro netew dewlet ji tevayî pirsgirêkên
mirovahiyê re nikare bibe bersiv. Çi çareseriyên ku ji bo mirovahiyê pêşkêş
dike, li şûna krîz û kaosê bide çareserkirin, hîn kûrtir dike. Mînakê vê yê
herî li ber bi çav mudaxaleyên ji bo Rojhilata Navîn didin pêşxistin û ev jî ji
krîzê kûrtir kirin wêdetir naçe.

Jixwe tevayî mudaxaleyên pergala kapîtalîzmê yên ev 200 sal
e li ser Rojhilata Navîn dide meşandin, pirsgirêkên heyî nade çareserkirin. Ji
bo vê jî Şerê Cîhanê Yekem, Duyem û îro jî Şerê Cîhanê Sêyem li Naverast û bi
taybetî li ser Kurdistanê didin meşandin. Ji aliyê kapîtalîzmê ve mudaxaleyên
mîna pergalên mandeter, burjuwayên komprador, Îslama radîkal û nerm, sosyalîzma
zanistî, netewperestî, monarşî, teokratîk, olîgarşîk, ûnîter û hwd. berhewa
mane. Qet û qet ji Rojhilata Navîn re nebûne çareserî. Ev çavkaniya xwe ji
çand, dîrok û hegemonyaya Rojhilata Navîn a 10 hezar sal digire. Heta cih bi
cih tê gotin ku şerê çanda medeniyetan (şaristaniyan). Hemû pêkanîn û
pêkhateyên ji aliyê şaristaniya kapîtalîzmê ve li ser Rojhilata Navîn dayîne
pêkanîn rola pasûmanê jî nekiriye, pirsgirêk hîn kûrtir kiriye. Qeyrana pergala
kapîtalîzmê bi her awayî di Rojhilata Navîn de xwe dide der.  Pergala kapîtalîzmê ya herî lewaz û qels li
Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê tê jiyîn.

Dewletên Yekbûyî Emerîka di bin navê Projeya Rojhilata Navîn
A Mezin de mudaxeleyî Rojhilata Navîn û Kurdistanê dike. Navê vê mudaxaleyê di
nav hizra kapîtalîzmê de pergala federal, konfederal cardin çareseriyê bidin
pêşxistin. Lê ev mînaka avakirina federal û konfederal a çareseriyê li Başûrê
Kurdistan û Iraqê bi her awayî xwe weke bêçaretiya aloz daye der. Ji ber ku
hemû çareseriyên di bin navê netew dewletê de bên pêşkêşkirin, aloziyên heyî
hîn kûrtir dike. Ji ber ku forma netew dewlet êdî li ser dika dîrokê cihê xwe
nagire, ev forma netew dewlet ji aliyê kapîtalîzm û bi taybet ji aliyê Îsraîl
ve netew dewleta Kurd dayîna avakirin cihê xwe nagire. 

Rastiya referanduma ku, niha li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn
jî hewldana kûrkirina qeyrana li Kurdistanê ye. her çendî rastiya referanduma
heyî bi babetên cur be cur tên nîqaşkirin û şîrovekirin, armanca sereke zêde
nayê bilêvkirin. Hêza bingehîn a bikaribe rewşa Kurd û Kurdistanê di çarçoveyek
mayînde de çareser bike û rêya yekane diyar bike Yekbûn û hevgirtina Gelê
Kurde. Lê em dibînin ku, ji ber rastiyên malbat, mezheb û eşîran Rêbertiyek
gelêrî dernakeve pêş. Rêbertiyek li aliyekê bimîne, hevgirtinek nav civakî bi
xwe diyar nîne. Civaka Kurd hêj zagonên xwe yên jiyanî, rêgezên xwe yên çandî û
pergala xwe ya bikaribe li dijî dagirkeran biparêze ava nekiriye. Bes em
dizanin ku, ji bona vê jî berî her tiştî yekgirtinek civakî tê xwestin. Li
dagirkeriya ku îro li ser Kurdistan û Gelê Kurd tê meşandin, bûye sedem ku,
Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di nava şerek mayîn nemanê de be.

Îro li Kurdistanê her roj şer, talan û qirên welatên serdest
tê meşandin. Ji bona parastina nirxên civakî bi hezaran ciwanên keç û xort, bav
û dayîk, ya girîng zarokên delal tên qetilkirin. Keçên me tên li bazarên
dagirkeran tên firotin. Xortên me tên revandin di destê welatên emperyal de pê
tên lîstin. Termên dayîkên me li kolanan dirizin. Kurdistan tevî hemû
dewlemendiya xwe di nava birçîbûnê de bêzar ketiye. Neçarî dijminê xwe tê
kirin. Zagonek ewlekarî û parastina gelemperiya gelê Kurdistanê tine ye.
pergalek ku gelê Kurd bikaribe çarenûsa xwe diyar bike û li ser vê xwe perwerde
bike û zanistiya çanda kevnare ya civaka xwezayî pêş bixe tine ye. neçarî çavlêkirinên
çand û pîvanên civaka ferdperest a tinekirin û xilaskirinê tê kirin. Ciwanên me
di nava kiryarên xirab de tine xerçkirin û tinekirin. Her roj keç û jin tên
qetilkirin.

Belê, di nava evqas pirsgirêkên civakî de hewldana
referandoma qaşo Dewletoka Kurdistanê tê çi wateyê. Helbet erêkirina vê rastiyê
radestbûna hemû hêzên dagirkere. Ji ber ku, her çendî Barzanî ne di wê zanebûnê
de be, rastiyê de referandoma erêkirina xayîntiya xwe ya li dijî Gelê Kurd
mîsoger dike. Serkeftina referandoma Barzanî, serkeftina hevkarî û îxaneta
Barzanî ya bi R. T. Erdoxan, Trump û Potîn re ye. serok wezîrên k udi roja me
ya îro de, di rastiya civaka ber bi tinebûnê ve diçe de, li ser qetla jinan û
firotina jinan xwe mezin kirine rave dikin. Ez bawerim Barzanî jî xwe di wê
astê de dibîne ku, bûye koleyê vê rastiyê ku, nikare bêyî wan tevbigere.
Dewletên ku îro wateya xwe xilas bûne, li her derê li ser qetla gelan xwe didin
jiyîn, ji bona dirêjkirina temenê xwe êrîşî Rojhilata Navîn û Kurdistana pîroz
dikin. Lê mixabin em dibînin ku, Barzanî jî dixwaze di lanetkirina vê pîrozbûnê
de rista bingehîn bilîze. Em tev dizanîn ku dema Barzanî hewl da civaka Kurdên
Başûrê Kurdistanê û gelê Şengalê DAÎŞ’ê bike û dema hewl da destkeftiyên
Rojavayê Kurdistanê radestî Tirkî bike, bênamusiya xwe ya bingehîn erê kir. Çi
te namusek ji mala xwe firot, çi te mala xwe da bênamusekî. Ti ferqa xwe
tineye.

Lewma di pêvajoyek ku ti fermiyeta zagonî ya siyaset,
perwerde, hukumet û jiyanek serbixwe ya civakî tine de hewldana referandoma
Kurdistanek Serbixwe tenê kiryarên xayîntiya Barzanî nixwumandin û di heman
demê de erêkirina vê xayîntiyê ye. madem Kurdistanek serbixwe tê xwestin, çima
yekbûna gelê Kurd zêdetir, yekbûna bi Emerîka, Îsraîl û Tirkî re erê dike? Çima
beşdarî cıvata giştî ya gelê Kurd nabe û erê nake? Çima ji bilî xwe, li heremê
ti partiyek din napejirîne? Ya girîng çima ewqasî dijminatiya parazvanê
Kurdistanê PKK’ê dike. Barzanî jî baş dizane ku, PKK nebe Barzanî ne dikare li
herêmê erk bigire, ne jî hebûna wî ya li nav cîhanê diyar be. Ji ber ku di
rastiyê de Barzanî sîxûrê li dijî Gelê Kurd ê nav-netewî ye.

Encama referandomê çi dibe bila bibe, encam naguhere.
Biryara Kurd bi hev dana şerkirin, Kurd bi destê Kurd dana tinekirin û çanda
Kurdistanê kirina malê hêzên dagirkere. Mixabin li herêmê jî yê ku bikaribe vê
pêk bîne Birêz Barzanî ye. lê ew dîsa jî ne di wê ferqê de ye ku, biryara
tinebûna xwe dide.

Zînê Lehî

Navenda Lêkolînên
Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmaBARZANIbeberamberibilacidibeEncamaerekirinakurdiKurdishkurdistanKurdistaneLekolinreferandomeTurkishTürkiyexayintiyaYAYE
Önceki yazı

KJB’den Newroz Mesajı

Sonraki Haber

Li Dêra Zorê çi dibe ?

Benzer Haberler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed
التحليل السياسي

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

15 يناير 2023
2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?
التحليل السياسي

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

10 يناير 2023
Yemen Senin Değil De Kürdistan Mı Senin?
التحليل السياسي

Teşhir Oluyorlar ! – EDİTÖRDEN

6 يناير 2023
Sonraki Haber
Li Dêra Zorê çi dibe ?

Li Dêra Zorê çi dibe ?

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist