• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام المقابلات

‘Dema Jiyana Azad e’

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: المقابلات
251 11
A A
‘Dema Jiyana Azad e’
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

30 Mayıs 2013 Perşembe Saat 00:53

Ok der heqê tengezariya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de got, “Pêwîste hemû Kurd li mafên hev rêzdar bin. Gelê Kurd dixwaze bi tenê azadî û yekitiyê bibihîze.

“Em dibêjin azadiya gelê Kurd, Kurdistan û Rêber Apo bi hev ve girêdayî
ye. Divê em di serî de ji rêber Apo û ji xwe bawer bikin. Erkên civakê
hîn zêdetir bibin, ji ber rola civakê û saziyên sivîl girîngtir dibe.

Endamê
Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, di pêvajoya çareseriyê de bal kişand
ser girîngiya makezagonê a nû û got “Divê makezagonê di warê nasnameyê
de xwe nespêre yek rengî, divê azad û demokratîk be. Ok der heqê
tengezariya navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de got, “Pêwîste hemû
Kurd li mafên hev rêzdar bin. Gelê Kurd dixwaze bi tenê azadî û yekitiyê
bibihîze. Ok, li ser vekişîna hêzên gerîla ji Bakurê Kurdistanê,
Konferansên Aştî û Demokratîk, rêveçûna pêvajoya çareseriyê û bûyerên li
Başûr û Rojavayê Kurdistanê diqewimin nerînên xwe parve kirin.

Pêvajoya ku bi Newrozê re dest pê kir , we navê wê  pêvajoya demokratîkbûnê lê kir. Taybetmendiyên vê pêvajoyê çi ne?

Nameya
Rêbertî ya ku di Newroza Amedê de hatiye xwedin  ji bo me weke
dekleresyon û menefestoyê bû. Bê guman ji bo me wateyek wê ya stratêjîk
heye, Rêberê me rewşa cîhanê, rewşa Rojhilata Navîn û hêza wê ya heyî û
rewşa ku îro mirovatî tê de ye, bi perspektîfeke dîrokî nirxand. Her
wiha 40 sal têkoşîna tevgera me û têkoşîna gelê Kurd û rastiya
dagirketiyê hemû tişt dan ber çavan û careke din analîz kir û Rêberê me
xwest gaveke stratêjîk bavêje. Ji ber vê em vê pêvajoyê weke pêvjoyeke
nû bi nav dikin. Ev pêvajo jî pêvajoyeke siyasî, civakî û demokratîke.
Heyanî niha gelê Kurd bi têkoşîna xwe pir encam bi dest xistin, Rêbertî
jî dibêje “Mirovê Kurd yên ku di dîrokê de bê kesayet mabû careke din
bû xwedî kesayet. Ji ber êdî ne pêkane ku gelê Kurd bi riyên
asîmlesyonê ji rastiya wî were dûr xistin û êdî riya vê yekê hatiye
girtin. Ji ber bi derketina şoreşê re çandek derkete holê. Ji nû ve
kesayetek avakir. Ji ber ku şoreşê mirovên Kurd yek bi yek girte dest û
ji nû de afirand. Her wiha riyên komkujî û jenosîdê jî hatin girtin, ji
ber dagirkeran di dîrokê gelek tişt bi serê gelê Kurd anîn, mîna komkujî
û qirkirinê. Êdî dagirkerên ku li ser Kurdan dagirkeriyê dikin nikarin
vê yekê jî bikin û encamê bi dest bixin.

Heyanî niha gelek
hedefên me hebûn me pêk anîn, lê yên me pêk ne anîne jî hene. ji ber vê
Rêbertî got “Ger derfet hebe, zemînê vê yekê çêbibe û dewleta Tirk jî
amede be û gavên ber bi çav bavêje, di aliyê hişmendî de guhartinên
bingehîn pêşbikevin em dikarin hedefên xwe yên ku nîvçe mane jî bi
têkoşîneke siyasî pêk bînin. Nameya Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd bû,
bi taybet ji bo gelê Turkiyeyê, kêmnetewên din û civakên olî û hemû
kesên azadîxwez xwedî wate, girîng û nêzîkatiyeke dîrokî bû. Her wiha
weke em dizanin ku hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn hev bandor dikin, bi
taybet dema ku pirsgirêk ya Kurd be, hîn zêdetir bandor çêdibe. Lewma
ji bo azadiya gelê Kurd û hemû gelê herêmê ev nêzîkatiyeke nû bû, ji bo
di herêmê de jiyaneke wekhev pêk were wê ev gav bi xwe re gelek destkeft
û serkeftinan bîne. Rêberê me di vê mijarê de jî ji xwe bawere û
tevgera me jî vê pêvajoyê fêm dike û dixweze bi girîngiya vê pêvajoyê
gavan bavêje û bibe bersîv. 

Hûn qala têkoşîneke nû dikin. Têkoşîneke çawa?

Dema
ku em dest bi vê pêngavê dikin ev nayê wateya ku em têkoşînê didin
rawestandin, yan jî têkoşîn bi dawî dibe. Berovajî ev têkoşîn hîn nû
dest pê dike, lê wê têkoşîn bi şêweyeke nû bi rêve biçe. Vê carê wê
têkoşîn bi baweriyeke hîn xûrtir û bi zanebûneke xwe dispêre zanebûneke
nû têkoşîna me dest pêdike. Di vê mijarê de jî amedekariyên me hene, hem
di aliyê tevgera azadiyê de hem jî di warê gel de me amedekariyên xwe
kirine. Lewma wê ji vir û şunde erkên civakê hîn zêdetir bibin, ji ber
rola civakê û saziyên sivîl girîngtir dibe. Erkên me yên demokratîk,
siyasî û civakî hîn zêdetir wê derkevin pêş. Bi taybetî pergala tevgera
me dîsa peradîgmaya ku Rêbertyê afirand, rêxistin kir derbasî nava
civakê kirin û derxistina holê ya îradeya gelê Kurd a demokratîk erka
herî sereke ye. Her wiha em dixwezin di vê pêvajoyê de siyeseteke xwe
dispêre gavên siyasî û dîplomatîk bi rê ve bibin. Ji ber vê em dixwezin
di vê pêvajoyê de nêzîkatiya tevgera xwe hîn zelaltir ji her kesî re
eşkere bikin û em dixwezin ji berê zêdetir têkoşîna vê yekê bidin.

Em
dixwezin ev pêvajoyê  weke hemleyekê were dîtin, hemleyeke siyasî,
demokratîk û civakî ye û bila qet tu kes nekeve rehawetê û em nebêjin ku
êdî her tişt çareser bû. Lê mirov bêje ji vê pêvajoyê tu encam nayên
girtin, ev jî şaş e.  Bawerkirina pêvajoyê bawerkirina siyaset û Rêberê
me ye. Ev nayê wê wateyê ku em ji dewleta Tirk yan jî ji hikûmeta AKP’ê
bawer dikin, ji xwe tu sedem nîne ku em bawer jî bikin. Ger em ji vê
bawer dikin emê encam bigirin.  Gelê Kurd di dîrokê de pir caran ji
aliyê pir kesan de hatiye xapandin, lê PKK’ê heyanî niha tu caran nehat
xapandin û têkoşîna 40 salî îsbata vê ye. Ji vir û şunda jî tu hêz
nikare Rêberê me û tevgera me bixapîne. Em bawerin me di vê xetê de her
dem serkeftin jiyan kirin, emê dîsa jî serkeftî ji vê pêvajoyê derkevin.
Divê gelê me vê yekê wiha bizane û xwedî heyecan û coş hebe û her dem
li xetê xwedî derkeve.

Divê em her dem xwedî li azadiya Rêbertî
derkevin. Ev mijareke exlaqî ye. Her mirovê Kurd ne tenê Kurd jî hemû
mirovên azadîxwez, demokrat û li dijî dagirkerî û dîl bûnê, divê hêz
bidin vê pêvajoyê û ji bo azadiya Rêber Apo îmzeyan bidin. Em dibêjin
azadiya gelê Kurd, Kurdistan û Rêber Apo bi hev ve girêdayî ye. Divê em
di serî de ji rêber Apo û ji xwe bawer bikin. 

Piştî vekişîna hemû komên gerîla wê ev hêz di çi pozîsyonê de be?

Paşde
kişîna gerîla hem li ser bingehê biryara Rêberê me ye, hem jî yek ji
pêdiviyên vê pêvajoyê ye. Gelek nîqaş di vê mijarê de pêk tên û guman
hene ji ber bû mijara şîroveyê. Ew komên tên başûrê Kurdistanê. Pir
vekirî em tînin ziman ku vekşîna gerîlan ne ji bo hesabên cuda ye. Hinek
kes bi guman nêz dibin û dibêjin “PKK hêzên xwe vedikşîne gelo hesabên
wan yên veşartî hene? Yan jî wê hêza xwe li dijî Îranê bi kar bîne û
şer bike? Her wiha hikûmeta navendî ya  Îraqê ne rihet bûne xwe anî
ziman û got “Gelo PKK hêza xwe dikşîne ji bo Kerkukê ye? Em vê yekê
pir aşkere tînin ziman ku gumanên wiha bê bingeh in. Paşdevekşîna hêzên
HPG’ê tenê ji bo pêwîstiya vê pêvajoyê ye. Em dixwezin di bakûrê
Kurdistanê de pêvajoyeke nû bipêşbixin, ev pêvajo jî xwe dispêre
siyasetê û daxazî ewe ku bi riya muzekereyan di vê hemleyê de encam bê
bi dest xistin. Di vê çerçoveyê de em hêzên xwe paşde dikşînin, ne ku em
ji bo bi Îran, Iraq an dewleteke din re şer bidin dest pêkirin vê
hemleyê birêve dibin. Me ev di daxuyaniya çapemeniyê de jî anî bû ziman,
belkî kêm mabe. Mînak li hember dewleta Îraqê tu hesabên me yên leşkerî
nînin, Îran her wiha. Dema ku em hêzên xwe dikşînin sînorên başûrê
Kurdistanê, em vê li ser bingehê hesabeke din ya leşkerî nakin. Em xet û
riya Rêbertî dişopînin ew jî xeta siyemîne. Ev pêvajo pêşkeve em encam
bigirin jî yan jî ev pêvajo binkeve û em encam negirin jî, wê di
siyaseta me ya Rojhilata Navîn de tu guhertin li hember van dewletên
mijara gotinê ne çênebe.

Di mijara ka wê hêza me ya leşkerî jî
xwedî sekneke çawa be? Hêzên me yê gerîla tu caran bê perwerde nabe ji
xwe jiyana me bi xwe perwerde ye. Li gorî rastiya vê pêvjoyê û li gorî
şert û mercên em tê de dijîn, bê guman wê hêzên gerîla xwe perwerde
bikin, xwe bi rêxistin bikin. Û pilanên me ya perwerdê yên bîrdozî,
siyasî, rêxistinî û leşkerî hene. Ji ber bê guman hêzeke leşkerî divê
perwerdeya xwe ya leşkerî jî bibîne û xwe ji her tiştî re amede bikin.
Sedema sereke ya kişandina hêzên xwe jî avakirina derfetên gotubêj,
muzekere û pêvajoya siyasî ye.Wê gerîla ji berê zêdetir bi bawerî,
pilan, displîn jiyana xwe bi rêxistin bike.

Tevî
vekişîna gerîlayan jî agahî û nûçeyên ku herêm tên bombebaran kirin
belav dibin. Helwesta we li hember hewldanê provokatîf wê çi be?

Ger
operasyon li ser gel yan jî li ser hêzên HPG’ê yan jî li ser civaka
medenî pêk werin, ev yek qet nayê qebûlkirin. Ji ber xizmeta vê pêvajoyê
nake, heyanî niha li gorî agahiyên ku ji me re tên, raste hin caran
leşgerên Tirk dikevin nava tevgerê, nêzî gundan dibin, lê heyanî niha
operasyonên di asta îmha de li ser me pêk nehatine. Ger weke operasyonên
ku bi hişmendiya berê li ser me pêk dihatin, dîsa pêk werin, wê du rewş
derkevin holê.

Yek wê li ser hêz paşde vekşandinê sedî sed bandor bike.

Du
em her dem weke hêza parastina xwe ya rewa dixin dewrê. Em li kur bin
jî ger êrîş pêk hat weke mafekî rewa emê xwe biparêzin. Lê em bawer
nakin ku di vê astê de ye. Her çiqas ku navê wê operasyon be jî, lê weke
berê di asta operasyonên tinekirinê de, operasyon li ser me nehatine
meşandin. Ger tiştekî wiha hebe jî em hêzên xwe paşde nakşînin û werin
ser me, bê guman li kû û di çi demê de dibe bila bibe em ê jî bersîv
bidin. Rewşeke wisa wê xeteriyê li ser pêvajoyê jî bi xwe re bîne, ev
yek ne li gorî berjewendiyên dewletê ye jî. Em dixwezin pêvajo bê
pirsgirêk bi rêve biçe. Lê ger hinek kes bixetimînin yan jî derveyî rih û
mejiyê vê pêvajoyê werin ser me,  emê jî tedbîrên xwe bigirin.

Em werin ser gavên ku pêwîste dewleta Tirk an hikûmeta AKP’ê biavêje. Ji bo encamgirtinê Makezagona nû çiqasî girîng e?

Ev
pirs bi xwe mijar û sedema têkoşînê ye. Di vê mijarê de jî hem
hevdîtin, muzekere û têkoşîn heye, ger gelê Kurd bêje ji xwe pêvajoyê
dest pêkiriye û wê bi xwe bi rêve biçe û em têkevin nava atilbûnê wê
demê kes tu tiştî nade kesî. Pêwîste em ji berê pirtir xwedî kar û xebat
bin, her wiha divê em mafê gelê Kurd rast bînin ziman û wiha bikin
rojeva her kesî. Ji ber vê pêwîste di makezagonê  de mafê gelê Kurd were
naskirin. Yanî divê di makezagonê de tenê rengê netewekî dernekeve pêş.
Yan wê dewlemenidiya hemû gelan di makezagonê de were ziman, yan nabe
tenê li ser navê netewekî makezagon were amedekirin. Ger wiha be em şaş
dibînin. Rastiyek heye ji dîrokê û vir de hem di herêmê de, hem jî di
hemû Tirkiryeyê û Kurdistanê de dewlemendiyek heye û kêmnetew û civakên
olî hene. Divê em çavên xwe ji van re negirin û em vê rastiyê bibînin û
her wiha jê re rêz nîşan bidin. Berovajî di cihê ku em ser van bigirin
divê em wan bikin xwedî îrade û divê di makezagonê de li gorî azadî û
mafê wan hemû bên bi cîhkirin. Ya herî girîng jî divê di warê nasnameyê
de jî xwe nespêre yek rengî, nasnameyeke serdest û ya din jî bindest be
wê ji aliyê tu kesî ve neyê qebûlkirin. Ji bo me her dem wekehevî
girînge, her wiha divê cewherê makezagonê azadî û demokratîk be.

Konferans ji bo pêvajoyê girîng in

Çar
konferansên hatine pilankirin di rojevê de ne. Ya Enqerê pêk hat,
amadekariyên yên din jî didomin. Hûn ji van konferansan çi hêvî dikin?

Pêvajoya
ku bi rêve diçe yekser bi nêrîn û pêşniyarên Rêberê me pêşdikeve. Ev
çar konferansên ku pêk werin jî yek konferansa Enqerê bû ji xwe ew pêk
hat. Em helwesta wan ya di konferansê de derketiye jî girîng dibînin. Ji
ber bi vê konferansê em civakeke demokratîk hedef dikin. Tevî
rewşenbîr, şoreşger, entellektuel, kesayetên ku nebzê civakê digirin,
sosyalîst û jin em îrade û nêrînên wan jî girîng dibînin. Her wiha
helwesta wan di vê pêvajoyê de jî wê çi be, wê par bikin. Me bi xwe jî
ev konferans şopand, weke sê atolye yanê di heman demê de weke sê
konferansan bi rêve çû. Ji xwe runiştina dawî bi hev re bû. Li gorî
baweriya me nîqaşên berfereh pêk hatin û ev konferans jî gihîşt armanca
xwe. Ya din jî kesayetên ku beşdar bûne kesayetên ku civak ji wan bawer
dikin û vê konferansê roleke mezin leyîst. Û hemû kesên ku keda wan di
vê konferansê de heye û hemû kesên ku beşdar bûne em wan pîroz dikin.

Her
wiha di rojeva me de konferansa bakûrê Kurdistanê ya ku li Amedê pêk
were heye. Ev konferans jî wê heyanî 15 rojan pêk were, armanc ji vê
konferansê nêrînên gelê Kurd di vê pêvajoyê de derxistina holê ye. Ka
Kurd çawa li vê pêvajoyê temaşe dikin, pêşniyara gel bi xwe çi ye û cihê
girîngiyê ye ku îradeya gelê Kurd di vê pêvajoyê de derkeve holê. Her
wiha ji bo çareseriyê çi perspektîf, model û çi pêşiniyarê gelê Kurd
hene em dixwezin bizanin. Weke tê zanîn niha li Tirkiyeyê rojeva
makezagonê dide nîqaş, ji ber vê pêwîste mafê gelê Kurd bi çi awayî di
makezagonê de cihê xwe bigire, her wiha ji bo çareseriyê destûreke çawa
pêwîst dike, wê di vê konferansê de îradeya gelê Kurd xwer nîşan bide.
Belkî ev cara yekeme ku wê konferanseke wiha were li darxistin, di vê
konferansê de jî wê hemû partî, hêz, kesayet, oldar û nûrerên eşîrên
Kurd jî amedebin.  Em jî weke tevgera azadî hêviyên xwe tînin ziman,
pêşniyarên xwe bi wan re par dikin û heyecan û coşa xwe didin wan û ji
wan digirin.

Her wiha konferansa Ewrûpa jî di rojevê de ye ew jî
wê gelek kes beşdar bibin, û di demeke bi qasî du mehên din wê ew jî pêk
were. Ne tenê gelê Kurd wê beşdarî vê konferansê bibin her wiha dostên
gelê Kurd jî wê beşdar bin. Em vê konferansê girîng dibînin ji ber ne
tenê wê diyaspora beşdarî vê konferansê bibin yanê civaka Kurd ya
derveyî welat, her wiha dostên me, saziyên medenî, di asta dewletan de
kesayetên di warê siyasî û dîblomatîk de xwedî hişyarbûnin wê cihê xwe
tê de bigirin. Li gel vê her çiqas ku gelê me di bin şert û mercên zextê
de derketin derveyî welat, lê careke din karîn ku rêxistina xwe
avabikin, wê gelê me jî beşdar bibe.

Konferansa çarem jî
konferansa neteweyî ye weke her kes dizane ku me gelek caran aniye ziman
û bû rojev, derveyî me jî gelek rêxistin û hêzan anîne rojevê. Lê
heyanî niha tu gavên ber bi çav nehatin avêtin. Ev jî kêmasiyeke giştî
ye, Rêberê me careke din pêwîstiya vê konferansê dît û anî rojevê. Weke
tevger me jî ev pêwîstî dît, li ser vê bingehî me jî dest bi kar kir û
me bi gelek rêxistin û partiyan re hevdîtin pêk anînin, weke PDK, YNK,
GORAN, Yekgito û komên Îslamî û gelek tevger û partiyên başûr re
hevdîtin pêk hatin. Her wiha hevdîtinên me bi hêzên derveyî başûrê
Kurdistanê re jî pêk hatine. Di van hevdîtinan de nîqaşên me di derbarê
girîngiya konferansê de jî pêşketin û nêrîn bi hev re hatin parkirin.
Hemû hevdîtinan de nêzîkatiyeke germ derketiye holê û wan jî pêwîstiyeke
wiha girîng dîtine. Ger ev hevdîtin û parkirin berdewam bike em bawerin
ku wê naveroka konferansa netewî jî di demeke kin de hîn zelaltir bibe.
Ji ber bi salane di vê mijarê de têkoşîneke me heye, lê piştî van
hevdîtinan em bi hêvî ne û em bawer dikin ku wê konferansa netewî di
demeke kin de pêk were.

Çavdêriyên we ji hevdîtinên bi hêzên başûrê Kurdistanê re çine? Ji yekîtiya neteweyî re çiqasî amade ne?

Dema
ku me hevdîtin pêk anîne tu kesî nerazî bûna xwe ne aniye ziman, yanê
herî kêm nehatiye gotin ku em li dijî konferansa netewî ne. Di vê mijarê
de ya girîng ew e ku ev hêz çiqas cewherî ne, bi dil nêz dibin û çiqas
amedene ev girînge. Raste hevdîtina me bi YNK’ê re jî pêk hatin û tenê
ev hevdîtin ne li ser binghê konferansê bû. Hevdîtina me li ser pêvajoyê
bi giştî bû. Bi taybet pêvajoya ku li bakûrê Kurdistanê dest pêkiriye.
Me hîn zêdetir nêrîn girtin û agahî dan. Di hemû hevdîtinan de germahî
coş û heyecan hebû û her kes pêwîstiya konferansa netewî qebûl dikin. Di
hemû hevdîtinên ku me pêk aniye de me ev rastî dît ku vê carê
hewildanên me kar û xebata me ya ji bo konferansa netewî wê encam bigire
û em hêvî dikin wê di navbera çend mehan de pêk were.

Ast û beşdariya Kongreya KNK’ê we çawa dît?

Di
rojên dawiyê de Kongreya KNK’ê jî pêk hat ew jî bi salane ku li derveyî
welat kar û xebat bi rêve dibin, lê piştî demeke dirêj ev cara yekeme
ku kongreya xwe ya asayî wiha bi beşdarbûneke rengîn, germ û xûrt pêk
tê. Tevlêbûn ji ber çarperçeyên Kurdistanê pêk hatin, piraniya partî û
rêxistinên Kurdan jî beşdar bûn û di warê parkirinê de jî, vê konferansê
bi xwe coş û heyecan bi xwe re aniye. 

‘Ji îradeya Rojava re rêzdar bin’

Tê
zanîn di dema dawî de careke din hikûmeta herêma Kurdistan deriyê sînor
ê Rojava girt.  Gelo ev helwest zirarê nade hewldanên yekîtiyê?

Di
her çar perçeyên Kurdistanê de gelê Kurd dixweze tiştekî bibhîse û
bibîne. Ew jî azadî û yekîtiya gelê Kurd e. Tiştê di vê pêvajoyê de jî
tê nîqaşkirin jî ev e, derveyî vê mijarên deriyên sînor girtin, hêz li
hember hev amedekirin, bê guman ev xizmeta yekîtî û rizgariya gelê Kurd
nake. Dibe ku di navbera hinek rêxistinên Rojavayê Kurdistanê de hinek
pirsgirêk hebin, lê ev ne sedeme ku ji Başûrê Kurdistanê yan jî ji Bakûr
an jî Rojhelatê Kurdistanê hinek kes xwe amede bikin weke hêzeke
leşgerî û ji bo mudexelê debas bibin. Pêwîste hemû Kurd û hemû perçe li
hember mafê hev pir rêz nîşan bidin.   Divê hemû pirsgirêkên ku hene bi
riya nîqaşan û muzekereyan were çareserkirin, ji bo me ev girînge.
Derveyî vê hêz nîşandan, li ser hev mudexele kirin, gelê Kurd naxweze
tiştên wiha bibhîse û bijî. Em di bawariyê de ne ku wê ev pirsgirêk jî
çareser bibe û divê em bi hişmendî û zimanê çareseriyê nêz bibin. Ji ber
ev ne pirsgirêkeke ku neyê çareserkirine.

Medya Dêrsım / Yeni Özgür Politika

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.navendalekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

HEVPEYVÎNA ÎBRAHÎM EHMET YA 1995 A BI ABDULLAH ÖCALAN RE – BEŞA 1

Sonraki Haber

KADIN ETRAFINDA HAYAT OYUN TADINDA…

Benzer Haberler

ROJ HACK: SÜRECİN RUHUNA UYGUN OPERASYONLAR YAPILACAKTIR
المقابلات

ROJ HACK: SÜRECİN RUHUNA UYGUN OPERASYONLAR YAPILACAKTIR

15 مارس 2020
المقابلات

‘KÜRDİSTAN’DA ÇATIŞMALAR DEVAM EDERKEN DAIŞ’E SEVKİYAT YAPILIYORDU’

15 مارس 2020
OK: AKP SUR, CİZRE, SİLOPİ’DE KÜRT HALKININ ONURU İLE OYNAMIŞTIR
المقابلات

OK: AKP SUR, CİZRE, SİLOPİ’DE KÜRT HALKININ ONURU İLE OYNAMIŞTIR

15 مارس 2020
Sonraki Haber
KADIN ETRAFINDA HAYAT OYUN TADINDA…

KADIN ETRAFINDA HAYAT OYUN TADINDA…

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist