• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام اخبار

Dagirker Li Efrînê Di Kiryarên Qirêj de Sînor Nasnakin

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: اخبار
247 13
A A
Dagirker Li Efrînê Di Kiryarên Qirêj de Sînor Nasnakin
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

29 Kasım 2018 Perşembe Saat 10:23

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, bi sedan sivîl hatine revandin û kuştin. Bi sedan mal hatine talankirin û çeteyan dest danîne ser mal, milk û zeviyên sivîlan. Êdî hatiye astekî wisa ku dagirker di kiryarên xwe yên qirêj de sînor nasnakin.

Ev 7 mehin binpêkirinên dewleta
Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê didomin. Rewşa Efrîn ji çarçoveya talan,
dizî, revandin û işkence dûrneketiye, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê
kiryarên xwe yên kirêt û xirab zêde kirine û gef li wan dixwûn ji bo sivîl
neçar bimînin ji Efrînê derkevin. 

Ji ber kiriyarên wan ên hovane ev
demeke derketina sivîlan ji Efrînê zêde bûye. Dewleta Tirk jî sud ji vê rewşê
digire. Bi dehan sivîl ji ber mayinên dewleta tirk ku li derdora Efrîn kiribû jiyana
xwe ji dest didin. Her wiha malbatên çeteyan di malên sivîlan de tên bicîh
kirin.  Her ku diçe rewşa welatiyên Efrîn
xirabtir dibe. Bi taybet bi kêmbûna xizmetguzariyê  û metirsiyên 
gelên Efrînê ji gefa dagirkeran zêde bûye  bi hiceta ku têkiliya wan bi tevgerê re heye.

 

2 HEZAR Û 500 SİVÎL HATİNE
REVANDİN

Ji destpêka dagirkerina Efrînê ve
zêdeyî 2 hezar û 500 sivîl hatine revandin, di nav de 145 jin û zêdeyî 850 kes
çarenûsa wan ne diyar e.

Çeteyên dewleta Tirk digrin ser
gundan, ciwan û zilamên gund direvînin û îşkence li jinan dikin. Her wiha
milkên wan talan dikin. Piranî gundiyên ku ji aliyê çeteyan ve tên revandin jî
aqubeta wan ne diyarin. Ji ber ku çete wan ber bi cihên ne diyar ve dibin. Li
gor agahiyan kesên ku ji aliyê çeteyên 
Ehrar El Şerqiye û Firqet Hemze ve dîl tên girtin bi armanca ku fidiyê
bidin çeteyan hatine revandin.

Gelek caran welatî tevî malbatên
xwe ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin îşkencekirin û
pereyên wan hat dizîn. Li gel vê yekê mal û milkên ku tên dizîn jî çete di
navbera xwe de difroşin. Hat zanîn ku çend welatiyên ku hatibûn revandin bi
kehrebe (ceyranê) îşkence kirin û kuştin.

Di dîroka 02.10.2018´an de
çeteyên Firqêt Elhemzet, hewil dan ku mal û erebeyên sivîlên gundê Holîlê yê
girêdayî navçeya Reco bidizin û talan bikin, lê dema ku sivîlên gund pê hesiyan
yekser pevçûn navbera sivîlan û çeteyan de derket holê, piştre çete ji gund
vekişiyan. Û piştre bi saetekê çeteyan mayînek destan li kêlek Şaredariya gundê
Hec Xelîl teqandin û xistin stûyê sivîlên gundê Holîlê û bi vê hincetê 3 sivîl
ji gund girtin. Yek ji girtiyan muxtar Celal Bîlik bû ku piştî lêdan û
îşkenceyê hat berdan. 

 

GUNDİYAN ÎŞKENCE DIKIN Û Lİ JINAN
DIDIN

Çeteyên Firqêt Elhemzet kiryarên
pir hovene derheqê  gundiyan dikin, bi
êvarî bi hinceta teftîş(kontrol)kirinê oparsiyona li ser gundan çêkdikin. Lê li
gor agahiyan di operasyonekê de ku li ser gundê Goliya Jorîn û yê Jêrîn kirin
de, jinên gund kom kirin û gul(nemîn) avêtin derdorî wan û lêdan. Lêdana jinan
li ser zilamên gund  bikar anîn û îşkence
kirin. Piştre sivîl hatin gel Polîsa Medenî li navneda navçeyên ji bo ku
giliyek derheqê van kiryaran de pêşkêş bikin, lê ew gilî  red kirin û qebûl nekirin.

 

DÎROK Û ŞARİSTANİYA EFRÎN WİNDA
DİKİN!

Di heman demê de Artêşa Tirk a
dagirker û çeteyên wê hewl didin dîrok û şaristaniya Efrînê winda bikin.
Çeteyan piştî ku Keleha Nebî Hûrî rûxand, niha jî Girê Endare, Girê Cendirêsê û
hindek deverên din ji gundê Meydan Ekbes û Elbîske yên navçeya Raco dikolin û
diziya şûnwaran dikin.

Binpêkirinên hekûmeta Tirkiyê
gihişt asta ku ji holêrakirina dîroka hêrêma Efrînê.

Hat zanîn ku talan û dizî li
keleha Nebî-horî ku li gundewarê bakûrê bajarê Efrînê li ser sînorê Tirkiyê ye
bi awayekî rast e rast hat kirin.

Li gor raportên çavdêriya Sûrî ya
ji bo mafên mirovan bi belge û video piştrast dike ku yên dizî û talanan dikin
ji aliyê faktorekî operasyonên 
leşkerî  li Efrînê dimîne hatiye
lidarxistin. Ew feyleqa yekemîn e bi ser artêşa netewî ya ku hekûmeta Tirkiyê
avakiriye .

Bi destpêka ji hevketina
ewlekariya civakî û belavbûna berpirsyariya di 
navber her du aliyan , rêjîma sûriyê û girûpên bi navê muxalîfa ku xwe
bi opezsyonê temsîldikin , di heman demê de tinebûna berpirsyariya rêjîma
sûriyê li ser wan herêman , ev cihên arkelogî bê kontrol man hişt ku hikûmeta
tirkiyê bi rêya çeteyên bi ser wê ve ku diziyê û talanan pêk bînin , teştê
balkêş ewe ku bi aweyeke aşkere çeteyên talana kolandina binerdan bi amurên
herî pêşketî dikin. Her wiha hat zanîn ku ew amûr ku bi rêya dewleta Tirkiyê
hatine piştgirîkirin ji bo lêgerîne cihên dîrokî li Efrînê.

Di 06.10.2018 an de dagirkerên
Turkan ji bo şûnwar û tiştên dîrokî yên li Efrînê lêkolîn destpêkirin. Vedîtin
û lêkolîna derbarê tiştên şûnwaran û yên dîrokî yek ji mijarên xwe yên herî
sereke ye. Bi riya maşîneyan gira Hilobiyê girêdayî navçeya Şera yê dîrokî
dikolînin û xerab dikin.  Her wiha gira
Meydankê yê dîrokî yê li rojavayî gundê Meydankê ye dikolînin û xirab dikin. Li
gel vê jî  keleha Nebî Hûrî  jî xirab dikin û wêran dikin bi hîceta ku li
şûnwaran digerin.

 

BERHEMÊN ZEYTÛNAN DESTESER DİKİN

Di  27.10.2018 an de Dewleta Tirk a dagirker û
çeteyên wê hemû berhemên zeytûnan li gundê Feqîra yê Êzidiyan desteser kirin. Li
gor agahiyan, çeteyan herêmeke taybet ji bo zeytûnan ava kir da ku ji wê derê
ber bi Tirkiyeyê ve bişînin. Bi taybet hilbirînên zeytûnan tên talan kirin û
nahêlin ku welatî biçin nava zeviyên xwe.

Li gorî çavkaniyên herêmî,
çeteyan li gundên navçeyên Şera û Bilbilê, zeviyên di navbera gundê Naza û
devera Keleha Nebî Horî de, deşta gundê Qizilpaş, Bilêlê, Alçiya, gundên li ser
sînorê Ezazê  bi deh hezaran dar ji zeytûnan hilbirandine.

Her wiha berhemên zeytûnan li
gundê Telef, Keferzêta yê navçeya Cindirêsê, gundê Marata, Coqa, Tor Tewîl ê
navenda bajarê Efrînê dizîn û darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mustefa Şahîn
ku beriya çend meha ji aliyê çeteyan ve li bajarê Efrînê hatibû kuştin,
desteserkirin.

Çavkaniyekî diyar kir ku çete li
nava zeviyên gundên Berbenê yê Racoyê, gundên Sêwiyê û Heyatê yê Mabatayê
 digeriyan da ku nas bikin bê ka şênî zeviyan berhef dikin yan na. Dema
yek bibînin, zeviyên wî desteser dikin.

Destdirêjiya leşkerên artêşa Tirk
a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji dema dagirkirina wan a herêma Efrînê
ve derbarê welatiyên kantona Efrînê de zêde dibe. Li hemberî van destdirêjiyan
jî rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û civaka navneteweyî û
herêmî bêdengiya xwe didomînin. Ev destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê hemû
pîvan û qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan derbas kiriye.

 

NİRXÊN PÎROZ TÊN XİRAKİRİN

Artêşa Tirk a dagirker hovîtî û
kiryarên xwe yên qirêjî li Efrînê didomînin û cihên olî xira dikin. Li gorî
çavkaniyekî ji navçeya Mabata, çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî
artêşa Tirk a dagirker, cihê pîroz ê Elewiyan ê bi navê Av Gîrê xira kir û
tiştên li wê derê dizîn. . Her wiha kiryarên hovane derbarê civaka Êzidî de jî
didomînin û hemû cihên wan ên pîroz tên rûxandin.

 

DEMOGRAFİYA EFRÎN TÊ GUHERTİN

Dewleta tirk û çeteyên wê li gel
dizî, kuştin û talankirinê, dixwaziin guhertina demografya jî pêk bînin. Her
wiha xwezaya Efrîn dişewitînin û daristanan tine dikin.

Piştî ji cihkirina bi sed hezaran
kes ji bajarê Efrînê li bakûrê sûriyê û di çarçoveya pêşvebirina gavên ji
guhirtina demografîk de niştecihgehên resen didin koçberkirin û li şûna wan
malbatên çeteyên ên ji Şam, Humis, Dera û hwd li kantona Efrînê bi cih dike.
Artêşa dagirker bi armanca ku mayîna malbatên çeteyan li kantonê mayinde bike,
niştecihgeh û avahiyan ji bo wan ava dikin.

Her wiha malbatên ji îdlîb û
cerablûsê tînin jî di malbatên efrîniyan de bicîh dikin. di dîroka 19.09.2018
de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malbatên Idlibî li gundê Kokana Jêrîn a
navçeya Mabatayê li malên welatiyên Efrînî bi cîh kirin.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker
zêdetirî 80 malbatên ji gundewarên Hums û Hemayê li herêma Xirabê Şera bi cih
kirine. Li gel berdewamkirina guhertina demografyaya herêmê, hejmara malbatên
ku li Efrînê bi cih bûne hema bêje bi qasî hejmara şêniyên wê yên resen bûye.

Girêdayî mijarê “Meclisa
herêmê” ya ku fermanên xwe ji MİT digire di vê heftiyê de daxuyaniyek
derxist, avakirina avahî û niştecihgehan ragihandin. Armanca dagirkeran ji vê
yekê ew e ku hebûna malbatên çeteyan li herêmê rewa û mayinde bike. Li ser vê
yekê dest bi avakirinê li herêma Çiyayê ya rojavayê gundê Mêremîn ê navçeya
Şera kirine. Dagirkeran bi sedan malbatên ku ji Xûta û Qelemûn ên gundewarên
Şamê koçber bûne li gundên navçeya Raco û Cindirêsê bi cih kirin û nahêlin
şêniyên kantonê yên resen vegerin malên xwe.

Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên
wê darên çiyayê Satiya ya girêdayî navçeya Cindirêsê û çiyayên navçeya Meydankê
şewitandin, li navçeya mabata û taxa mehmûdiyê ya girêdayî efrîn agir bi darê
welatiyan xistin.

Di heman demê de Artêşa Tirk a
dagirker û çeteyên wê Firqet El-Hemzat, Sultan Murad, Feyleq El-Şam, Ehrar
El-Şam û hin girûpên din darên gund û navçe û navenda bajarê Efrînê qût dikin û
difroşin.

 

NASNAMEYÊN TİRKİYÊ TÊN FERZKİRİN

Hêzên dagirker li gel kuştin,
revandin, îşkencekirin û talankirina milkan, polîtîkayên asîmîlekirinê jî dimeşînin.
Dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide bi rêya ferzkirina ziman û çanda tirkî, nasname
û çanda kantona Efrînê biguherîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên
wê piştî ku 18‘ê Adarê Efrîn dagir kir, bi armanca qirkirinê polîtîkayên
asîmîlekirinê ango ferzkirina ziman, çand û rêbazên xwe yên jiyanî li ser gel
dan meşandin.

Polîtîkayên asîmîlekirinê di
çarçoveya qedexekirina ziman û qirkirina çand û şaristaniyan de sînordar nema,
dagirkeriya Tirk niha hewl dide nasnameya Tirkiyeyê bi nasnameya Sûriyeyê
biguhere û şêniyên Efrînê wek koçber li ser xaka xwe nîşan bide. Dagirkeriya
Tirk nasnameyên tirkî ku gotina wesîqeya nasnameya biyanî li ser hatiye
nivîsandin, li şêniyan belav dike.

Dema ku mirov li kiryarên
Tirkiyeyê binêre, wê bibîne ku hemû peymanên navdewletî derbas kirine, ne tenê
der heqê mirovahiyê de, heta ku xweza jî ji hovîtiya Tirkiyeyê nefilitî.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmacetedagirkeriEfrinkurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Sömürgeci Maşa, Hizbul-Kontra

Sonraki Haber

TC Efrin’de “Etnik Temizlik Yapıyor

Benzer Haberler

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER
اخبار

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

12 يناير 2023
MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER
اخبار

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

9 يناير 2023
MİT İşgal Bölgelerinde ‘’El Tehrir’’ İsimli Yeni bir Çatı Örgüt Oluşturdu – ÖZEL HABER
اخبار

MİT İşgal Bölgelerinde ‘’El Tehrir’’ İsimli Yeni bir Çatı Örgüt Oluşturdu – ÖZEL HABER

23 ديسمبر 2022
Sonraki Haber
TC Efrin’de “Etnik Temizlik  Yapıyor

TC Efrin’de “Etnik Temizlik Yapıyor

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist