• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام تحديثات

Ciwanên Xwe Bi Sirûdan Oxir Kirin

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: تحديثات
256 2
A A
Ciwanên Xwe Bi Sirûdan Oxir Kirin
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

23 Mayıs 2011 Pazartesi Saat 18:15

Amed, Colemêrg, Agirî û Helebê ji bo cangoriyên xwe dîsa reş girêdan. Duh çar cenazeyên ciwanên kurd ji aliyê sedhezaran ve hat rakirin.

Amed, Colemêrg, Agirî û Helebê ji bo cangoriyên xwe dîsa reş girêdan. Duh çar cenazeyên ciwanên kurd ji aliyê sedhezaran ve hat rakirin. Gelê kurd bihêrs û inyad li pakrewanên xwe xwedî derketin û wan di rêwîtiya wan ya dawî de bi tenê nehiştin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ramazan Terzîoglu (Zinar Oramar) ê ku li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, pêr ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn navçeya Geverê ya Colemêrgê. Piştî agahiya cenaze li navçeyê belav bû, bi deh hezaran kes li ber buroya hilbijartinê ya namzetê serbixwe yê Colemêrgê Adîl Kurt civiyan. Li vir posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên Terzîoglu û 10 gerîlayên HPG’ê yên din hatin vekirin. Girsê gelek alên PKK’ê hilgirtin û bi sloganan ber bi Mizgefta Navendî ve meşiya. Piştî cenazeyê Terzîoglu anîn mizgeftê, hejmara girseyê zêdetir bû. Li ber mizgeftê dengê sloganên “Tolhildan û tîlîliyên jinan bilind bûn.
Komek ciwanên navê “hêza parastina cewherî li xwe kirin, posterên 10 gerîlayên HPG’ê û posterê Serokwezîr Erdogan ê ku xwîn ji devê wî diherike û “Teccal Erdogan nivîsîbû hilgirtin. Girseyê bandajên reş ên şînê nîşan didin bi milên xwe ve girêdan û wêneyên Terzîoglu bi sîngê xwe ve kirin.

500 KES PEYWIRDAR KIRIN

Piştî cenaze ji mizgefê hate girtin, ji taxa Gungorê di ser pira Abdullah Canan re anîn rêya Wanê û ber bi Goristana Bajirgê ve meşiyan. Nûnerên rêxistinên sivîl û BDP’î, 500 kes jî bo ewlehiyê peywirdar kirin û maseya qrîzê ya ji 6 kesan pêk tê ava kirin. Ciwanan li pêşiya girseyê alên PKK’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hilgirtin û bi meşa leşkerî meşiyan. Girsê bê navber sloganên “Şehîd namirin , “Qatil Erdogan, “Bijî Serok Apo û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne berz kirin. Li pişt ciwanan şaredarên Colemêrgê, Gever, Şemzînan, Çelê, Bajirgehê, rêveberên BDP’ê, namzetên serbixwe yên Colemêrgê Esat Canan û Adîl Kurt, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Îsmaîl Akbulut, Endamê Meclisa BDP’ê Huseyîn Dag û rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî cih girtin.

Komînên 22 gundan, welatiyên gundên derdorê, meclisên taxan û gundan tevli meşê bûn. Ji taxan kom bi kom girse tevli meşê bûn. Li kolanên Geverê tu kes tunebû û hejmara girseyê herî dawî gihîşt 80 hezaran. Di dema meşê de hemû xwendekarên dersxaneyan ji dersan derketin û tevli meşê bûn. Her wiha gelek welatiyên astengdar jî bi wesayîtên xwe tevli meşê bûn.

LI CIHÊN DÛR BICIH KIRIN

Piştî meş gihîşt qereqola tîmên taybet, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û BDP’ê barîkat pêk anîn. Tîmên taybet jî li hinek cihan sekvan bicih kirin.

Di merasima definkirinê de birayê Terzîoglu Yakup Terzîoglu xwe avêt ser gorê û cenazeyê birayê xwe hembêz kir. Vê yekê di nav girseyê de demên hestiyar pêk anîn. Yakup Terzîoglu, got “Serê gelê me sax be. Em nagirîn. Em dijminê xwe kêfxweş nakin. Em bi kuştinan bihêztir dibin. Înşelah xwedê dê êşa zarokan bide Erdogan. Ji bo xwîn bê rawestandin û ji Teccal xelas bibin, bila hemû kes dengên xwe bide şehîdên xwe.

‘GULE LI KURDAN DIKEVE’

Piştre Namzetê Blokê yê Colemêrgê Esat Canan jî diyar kir ku 10 rojin gelê kurd gelek cenaze rakirin û zarokên xwe defin kirin û wiha got: “Her çiqas em destê xwe ji bo aştiyê dirêj dikin jî, Erdogan fermana kuştina kurdan dide. Bi kuştina mirovan, ev pirsgirêk çareser nabe. Lê bila kesên ciwanên kurd dikujin baş bizanin ku her guleya li PKK’ê dikeve, li gele kurd dikeve. Îşkenceya li cenazeyên PKK’iyan tê kirin li kurdan tê kirin. Êdî em dixwazin ev baş bê zanîn. Serokwezîr her tim banga ‘kurdan bikujin’ dike. Xweda jî kesê ji bo dengan kurdan dikuje, efû nake.

‘ERDOGAN DECAL E’

Piştre namzetê herêma 2’yemîn Adîl Kurt axivî û ji gelê kurd re sersaxî xwest. Kurt, wiha got: “Zinar Oramar û şehîdên gelê kurd yên din, mifteya azadiyê ne. Em amade ne ku ji bo armancên wan hemû bedêlan bidin. Gelê kurd li hemberî van pêkanînan ji Erdogan re gotiye teccal. Em jî ji teccal re dibêjin êdî bes e.

Gerîlayê HPG’ê Mustafa Arvîn li Bazîdê bi girseyî hate definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mustafa Arvîn ê eslê xwe ji kurdên Rojhilatê Kurdistanê ye, li navçeya Bazîda Agiriyê ji aliye 10 hezar kesan ve bi dirûşmeya “Şehîd Namirin hate definkirin. Girseya ku piştî definkirinê meşiya, rastî mudaxaleya polîsan hat.

Malbatê cenaze bir mizgefta li kêleka Goristana Bazîdê. Cenazeyê ku ji aliyê 10 hezar kesan ve hate pêşwazîkirin pişti wecîbeyên olî, bi meşê birin goristanê. Di meşê de namzetê Blokê yê Agiriyê Halîl Aksoy, namzeta Blokê ya Îdirê Pervin Buldan, şaredarên BDP’î yên herêmê jî di nav de 10 hezar kes amade bûn. Girsê piştî meşê li ser gorê rêz girt û bi dirûşmeya “Şehîd namirin cenazeyê Arvîn defin kirin.

Piştî definkirinê, Halîl Aksoy, anî ziman ku êdî dema gotinê qediyaye û wiha got: “Gelê kurd şervanekî din ê azadiyê defin kir. Lê bila bizanibin ku em ji têkoşîna xwe venagerin. Me şehîdek da vê axê, lê me bi hezaran sond xwar. Hemû bi armanca Kurdistan û Serokatiya azad jiyan. PKK’ê agirbest îlan kiriye jî, dîsa operasyon didomin û gerîla şehîd dikevin. Ez jî wekî her kesî dibêjim şehîd namirin.

Namzeta Blokê ya Îdirê Pervîn Buldan jî got heta niha kurdan êşên xwe di dilê xwe de veşartin, lê êdî dê veneşêrin. Buldan, da zanîn ku piştî hikûmetê biryara şer da, li Kurdistanê ciwan tên kuştin.

Apê Arvîn Kasim Arvîn jî, anî ziman ku operasyonên leşkerî yên li dijî HPG’ê bi tu awayî nayên qebûlkirin û wiha got: “Bi salan e gelê kurd zilmê dibîne. Êdî gelê kurd zilmê qebûl nake. Girsê piştî cenaze defin kir, ber bi Konê Çareseriya Demokratîk ve meşiya. Dema girsê dest bi meşê kir, polîsan mudaxale kir û bûyer derketin.

‘Bila Erdogan jî vê êşê bibîne’

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Aktaş ê di operasona li çoltarê Bedlîsê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê girseya zêdehî 50 hezar kesan ve bi diruşma “Şehîd namirin hate definkirin. Dayika Aktaş Xezal Aktaş, bertek nîşanî Serokwezîr Erdogan da û wiha got: “Çi sûcê zarokên me heye bi çekên kimyevî tên qetilkirin? Tu îzaha vê ne di îmanê ne jî di îslamê de heye. Bi rojî girtinê naçin bihuştê. Bi nimêjê naçin bihuştê. Cihê wan dojeh e.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê Ridvan Aktaş ê di operasyona li Bedlîsê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê 50 hezar kesan ve li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Cenazeyê Aktaş li Mizgefta Bayramaoglu bi tevlibûna namzetên serbixwe yên Bloka Ked Demokrasî û Azadiyê yên Amedê Emîne Ayna, Leyla Zana, Nursel Aydogan, Altan Tan, Şerafettîn Elçî û Wekîlê Hatîp Dîcle M. Alî Aydin û bi deh hezaran kesan, bi sloganên “Bijî serok Apo , “Şehîd namirin , “Tolhildan û “Ey şehîd çeka te li erdê namîne anîn qada ber mizgeftê.

Piştî nimêja cenaze, girseyê darbest ber bi Goristana Yenîkoyê ve bir.

Welatiyên li hemberî polîtîkayên tunekirinê yên AKP’ê bi hêrs bûn, afîşên namzetên AKP’ê û Serokwezîr Erdogan yên li ser rê, çirandin. Her wiha welatiyan qamerayên mobeseyê jî dan ber keviran. Gelek dikandaran hewl dan dikanan bigirin, lê welatiyên beriya meşê ji wan xwest ku dikanên xwe negirin. Dîsa jî dikandaran bi girtina derabeyên dikanên xwe, hêrsa xwe ya li hemberî AKP’ê, nîşan dan.

Piştî definkirina cenaze, dayîka Aktaş, Xezal Aktaş, axivî û wiha got: “Ez naxwazim êşa ku îro min li vir kişandiye, tu dayîkên kurd yên din bikişînin. Lê hêviya min ji xwedê, hevsera Erdogan heman êşê bibîne. Bila ew jî vê êşê bibîne. Çi sûcê zarokên me heye ku wan bi çekên kîmyevî dikujin? Cihê vê yekê di îslamê de tuneye. Cihê wî dojeh e. Qey em ne mirov in, me wek mirov nahesibîne? Êdî bes e. Ma êdî dê heta kengî ev şer bidome? -Azadiya Welat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

İran’da Kürt öğrencinin infazı ertelendi

Sonraki Haber

01-10 Temmuz Kronolojisi

Benzer Haberler

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor
تحديثات

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor

5 مايو 2020
NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor
تحديثات

NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor

5 مايو 2020
Başkanlık Rejimi ve Ekonomi
تحديثات

Başkanlık Rejimi ve Ekonomi

5 مايو 2020
Sonraki Haber
01-10 Temmuz Kronolojisi

01-10 Temmuz Kronolojisi

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist