• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام المرأة

Bi Zimanê Xwe Axaftin Xweştir Tiştek Heye?

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: المرأة
260 3
A A
Bi Zimanê Xwe Axaftin  Xweştir Tiştek Heye?
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

11 Aralık 2017 Pazartesi Saat 18:34

Dema ku zarokên kurdan bi zimanê dayîkê daxivin weke ku miriyek ji qebrê rabe hemû kes kêfxweş û dilxweş dibe

Bi taybet dayîk û bavên zarokan. Weke em hemû jî
dizanin çand, ziman û zarokên kurdan bi hev re hatin kûştin û tinekirin. Di
wateya xwe de qedexeya zimanê gelekê di heman demê de qexeya zarok û pêşeroja
wan e jî. Ziman û zarok du rastiyên ku girêdayî hev in û bi hev re mezin,
bedew, zindî, parastî û wêrek dibin. Zimanekî ku zarokên wî nebin ku pê baxivin
ma gelo kî û çi  wê çi ji wî  zimanî bike. Wê demê ew ziman û çand wek
miryekî ku ketiye qebrê û kî were dê bêrek din axê bavêje ser. Bi mezinbûna
zarokên Kurdan re divê ziman û çanda wan jî were mezinkirin û parastin. Bi
delaliya ku dayîk û bav didin mezinbûna zarokên xwe divê heman xîret û heskirinê
bidin avakirina warê dibistan û perwerdê jî. Ji ber ku ger dayîk vê yekê neke
zehmete ku kes û saziyek din bikare cihê erk û misyona wan bigire. Ji ber ku ti
kes û sazî biqasî dayîk û bav nêzîkî zarok û çanda xwe nîne. Divê di her warî
de jin û dayîk pêşengtiya perwerde û zimanê xwe bikin. Ji ber ku ev yek jî
têkoşînek pîroz û di cih de ye. Ger dayîk û jin vê nirxa pîroz û dest jê nayê
berdan neparêze û bi lazimiyên wê ve qadên perwerdê neyên avakirin wê gelek
rastiyên me li ber çerxa bişaftnê ve biçin û vegera wê jî dibe ku dereng be. Ji
bo wê jî divê dayîkên me hemû bi qasî ku rojane giringiyê didin nan û avê, divê
wisa girîngî ji perwerdeya bi zimanê dayîkê jî were dayîn.  Ger rojane her dayîk û jinek vê yekê neke
divê bizane ku nûxsanbûn û qusûrek mezin li himber ked û nirxa xwe dike. Ji bo
ku em zelal û baş riya parstina çand, ziman û zarokên xwe bikin divê misoger em
pergala perwerdeya netewa demokratîk sedî sed têxin meryetê. Divê em ti caran
nebin ji wan kes û malbatan ku yên girîngî û xemê bi perwerdeya zarokên xwe
nekin.

 Her zarokekî Kurd ku bi çand û zimanê xwe
mezin nebe, divê hemû kes bizane ku bêmafiyek mezin li wî/ê zarokê hatiye
kirin.  Ango ew zarok ji dûrî hemû heq û
mafê xwe yê mirovbûnê hatiye mezin kirin. Ew zarok biyaniyê erd, çand û
erdnîgariya xwe ye. Ji ber ku ev biyanîbûn wê bihêle nizanibe  ew zarok tovê kîjan gul û Beybûnê ye.

 Carna hê em xweşik nizanin bi zimanê xwe li
gel dayîk, bav, heval û dostên xwe baxivîn em dikevin bin bandora gotinên der û
dora xwe û wek em nijadperstiyê dikin hemû kes êrşî me dike. Em hê xweşik
nizanin gotar û helbestekî bi zimanê Kurdî 
bixwînin,  em hema dikevin bin
bandarek wiha ku ger em behsa ziman û çanda Kurdî bikin em nijadperest û xwe
perestin. Ger tu li ser  felsefe û
bîrdoziya netewa demokratîk bi çand û zimanan re peywendîdar bî wê ti caran sî
û tirsa nijadperstiyê nekve li ser hizir û ramanên te yên perwerdê.  Bi gotina dijmin ku her tim ji Kurdan re
dibêje “nijadperst û cudaxwaz em jî ji wê gotina dijmin bawer dikin ku bi
rastî em nijadperest û cudaxwaz in. Dijmin û mejiyê dewletê vê gotinê ji me re
dibêje, lê ka em ji hizir û bîra mirovahiyê bi pirsin, gelo me bi destê xwe
çiqas tirs û xof ji xwe re daye çêkirin ji bo em tenê  dijminê xwe razî bikin. Dijmin ji me re
gotiye bi Kurdî naxive, me gotiye bi ser çavan, bi Kurdî nelîze, me gotiye bi
ser çavan,  cilên Kurdî li xwe nekin, me
gotiye bi ser çavan. Ji me re  gotiye
navên kurdî li zarokên xwe nekin me gotiye bi ser her du  çavan. Her tim me gotina dijminê xwe ji ya
heq û mafê  xwe girîngtir ditiye û me
wisa kevirên nû  li ser dîwarê  jiyana xwe ya pêşerojê zêde kirine.  Ev kêmanya 
bav û kalên me yên berî bi sedê salan bû. Ma gelo wê dapîr û dayîkên me
destûra vê bide ev xwelîserî dubare bibe. Na! Teqez divê dapîr û dayîkên me
destûra vê bêhişiyê nedin û her tim bi dengê xwe bikin qebeqeb. 

Di vê
rastiyê de tişta ku mirov divê herî zêde li ser bihizire helbet hest û ramanên
welatparêziyê ye. çima? Ji ber ku hebûn xwe li ser bingeha hişê welatparêzî ava
dike. Digihîne nasname. Bi ziman dike. bi dîrok dike. Bi rojane dike. Her roja
di ferqa hebûna xwe de jiyîn, pênaseya serkeftina li dijî dijminê faşizan ê
bişaftinê ye. Lewma çawa ku dewletê ji bo avabûn û pêşveçûna xwe di serî de
malbat esas girtiye û girîngî daye, divê em jî wek civaka Kurd berî her tiştî
malbatên xwe ji nû ve avabikin. Di vî warî de malbata demokratîk girîng e.
Malbata azadîxwaz girîng e. Malbata perwerdekirî girîng e. Malbata sazûmankirî
girîng e. Herî zêde jî malbata rêxistinkirî girîng e. Ev jî bi kesayetên
malbatê yên demokratîk, perwerdekirî û rêxistinkirî pêk tê.

 Bihar Deniz                                                                 

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html

 

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

                                                                 

Etiketler: araştırmaAxaftinbiHeyekurdiKurdishkurdistanLekolinTistekTurkishTürkiyeXweXwestirZimane
Önceki yazı

26/27.06.216 BASIN BÜLTENLERİ

Sonraki Haber

AKP için Son Bahar

Benzer Haberler

Kendini Bilmezlerin Hezeyanları
المرأة

Toplumsal Sorunların Aşılmasında Çıkış Özgürlük Hareketidir

23 نوفمبر 2021
Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı
المرأة

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı

13 أغسطس 2021
İktidarların sistemsel krizlerine karşı Devrimci Kadınların Çözümü
المرأة

İktidarların sistemsel krizlerine karşı Devrimci Kadınların Çözümü

1 أغسطس 2021
Sonraki Haber
AKP için Son Bahar

AKP için Son Bahar

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist