• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام تاريخ ولغة كوردستان

Berhemên Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî Bi ‘Salname-Ehmedê Xanî’ Li Pêşberî We Ne

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: تاريخ ولغة كوردستان
245 19
A A
Berhemên Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî Bi ‘Salname-Ehmedê Xanî’ Li Pêşberî We Ne
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

08 Ekim 2010 Cuma Saat 12:58

Helbest û nivisên Fîlozofê kurd Ehmedê Xanî û nivîsên nivîskarên kurd ên der barê wî de bi “Salnama Ehmedê Xanî” hate komkirin.

Helbest û nivisên Fîlozofê kurd Ehmedê Xanî û nivîsên nivîskarên kurd ên der barê wî de bi “Salnama Ehmedê Xanî” hate komkirin. “Salnama Ehmedê Xanî” ku ji hêla Mehmet, Nîhat û Bahar Gultekîn ve hatiye amadekirin bi kurdî û tirkî dê derkeve pêşberî xwendevanan. Amedekaran salnameyê diyar kir ji bo salnamê rêxistinên civakî û ronakbîrên Bazidê piştgirî û alîkariyeke mezin dane wan. Amadekaran, diyar kir ku wan armanc kir ku hemû berhemên Xanî di pirtûkekê de kom bikin û pêşkeşî xwendekaran bikin.

Helbestvan û fîlozofê kurd Ehmedê Xanî kesayetiyekî wisa ye ku bê alikarî û piştgiriya dewletekê navê wî li cihanê deng veda ye. Berhemên wî bi zimanên cuda hatine wergerandin. Li ser jiyan, helbest û felsefeya wî bi hezaran nivîs hatine nivisandin. Helbest û nivisên Xanî û her wiha nivîsên nivîskarên kurd ên der barê Xanî de bi “Salnama Ehmedê Xanî” hate berhev kirin. “Salnama Ehmedê Xanî” ku ji hêla Mehmet, Nîhat û Bahar Gultekîn ve hatiye amadekirin bi kurdî û tirkî dê derkeve pêşberî xwendevanan. Di amadekirina salnameyê de rêxistinên sivîl ên civakî û ronakbîran jî alîkarî da.

‘Em dixwazin xebatên Xanî sistematîze bikin’

Yek ji amadekarê salnameyê Mehmet Gultekîn ku pêşgotin nivîsandiye li ser kesayetiya Xanî wiha got: ” Xanî piştî mirina wî, helbestvanê Bedlisî Ahmed Faîk, berhema Xanî di sala 1730’an de wergerîna osmanî. Navê Xanî û berhemên wî di sala 1830’an û pê ve li kovarên Ewropayê cih digire. Wê salê misyoner F. Martin von Zaremba, bi Mela Mehmud Bayazidî û melayekî bir eşîra Zîlan re dikeve nava têkiliyê û der barê Xanî de agahiya wergire. Piştre di nivîsên oriyantalîstên wekî Alexander Chodzko, Prof. Dr. Richard Gosche û Dr. O. Blau de em rastî agahiyên der barê Xanî de tên. Piştre bi hevkariya xebatên konsolxaneyê Rus ê Erziromê peywirdar Alexander Jaba û Mela Mehmud Bayazidî gelek nivîsên Xanî gihiştin Rusya û Ewropayê. Ev pêvojay ku di sala 1856’an de ji hêla zanyarên rojava ve dabûn dest pê kirin, wekî bihara Ehmedê Xanî tê hesibandin. Dawiya sedsala 19’mîn de bi derketine kovarên kurdî xebatên der barê Xanî de taybetî ji hêla malbata Bedirxaniyan ve pêş ket. Bi vê yekê berhema Xanî ya nemir Mem û Zîn di sala 1919’an li matbaayê hate çapkirin. Nivîskar û Lêkolîner Mehmed Emîn Bozarslan di sala 1992’an de bang li UNESCO û gelek saziyan kir ku bi munasebeta salvegera nivîsandina Mem û Zînê ya 300’an xwest ku 1995 bibe sala Mem û Zînê. Di van salan de di kovarên wêjeyî û çandî yên wekî Armanç, Pirs, Lêkolîn, girîng de nivîsên lêkolînê yên li ser Ehmedê Xanî bi hejmarên taybet hatin weşandin. Bi vê xebatê der barê Ehmedê Xanê de bi dehan pirtûkên lêkolînê, wergera Mem û Zîn en bi zimanên biyanî û hemû berhemên Xanî çapên nû hatine weşandin. Ev asta em tê de neçare ku em xebatên Xanî sistematîze bikin.”

Di amadekarina salnameyê de piştgiriya rêxistinên civakî

Mehmet- Nihat û Bahar Gultekin, diyar kir ku ramana salnameyê bi piştgiriya rêxistinên civakî û ronakbîrên li Bazidê derket holê. Nivîskaran balkişand ku armanca amadekarina salnameyê berhev kirina destnîvisên Xanî, nivîs, şirove û nûçeyên der barê Xanî de di salnameyê de bên weşandin, pêkanîna panel û semîneran û berhevkirina arşivekê ye.

‘Salname pêş xebateke’

Mehmet Gultekîn diyar kir ku amadekarina salnameyê ne dawiye pêş xebateke û wiha domand, “Ev pirtûke ji 2011’an û pê ve dê her sal bi awayekî periyodîk dê bê amadekirin. Bi vê yekê em dixwazin der barê xebatên salnamayê de agahî bidin xwendevanan û kesên ku ji bo berhem û nasandina Xanî ked dayîne bibirbînin. Wekî encam em bikarin bibêjin ku ji bo serkeftina projeyê me pêwistî alîkariya kesên ku li ser kurdî serê xwe diêşînin û saziyên bi mijarê re eleqedar, heye. Em hêvî dikin ku bi van xebatên hevkar Ehmedê Xanî dê demekî dirêj de di nava wêjeya cihanê de cih bigire.”

Di “Salnama-Ehmedê Xanî” de nivîsên nirxandin, şiroveyê yên Rohat Alakom, Perwîz Cîhanî, M.Emîn Bozarslan, Hecî Cefer, Prof. Namik Açikgoz, Heyder Omerî, Martin Van Bruinessen, Amîr Hasanpour, Prof. Îzeddîn Mustafa Resul, Murad Ciwan, Şefîk Beyaz, Ayhan Geverî, Doç. Dr. Kadrî Yıldırım, Cevdet Baycan, H. Mem, Canan Korkmaz, Eskerê Boyik, Mehmet Aktaş, Abdullah Varlî, Cemşît Bender,Şeyhmus Dîken, Sadik Yalsizuçanlar, Sabrî Erîk, Cîhan Alkan-Nusret Yildiz û Jan Dost û Helbestên Xanî cih digirin.

Di Salnameya ku ji weşanên Belge derketî de komiteyeke weşanê ya ji 25 kesan pêk tê jî heye. Di nava vê komîteyê de ji Şaredara Bazidê Canan Korkmaz heta serekeyê navçeyê û esnafên navçeyê pêk te. DİHA

Azîm Yacan

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Halk İnisiyatifi’nden Diyarbakırlılara Çağrı

Sonraki Haber

HÜDA PAR NEREDEN BESLENİYOR

Benzer Haberler

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa
المرأة

Tanrıça Kültürüne Yüreğini ve Zihnini Dayayan Kürt Asıllı Hitit Kraliçesi Puduhepa

13 أبريل 2021
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15
تاريخ ولغة كوردستان

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-15

15 مارس 2020
Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14
تاريخ ولغة كوردستان

Tarih Şimdidir-Kürdistan Tarihine Özlü Bir Bakış-14

15 مارس 2020
Sonraki Haber
HÜDA PAR NEREDEN BESLENİYOR

HÜDA PAR NEREDEN BESLENİYOR

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist