• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام الشبيبة

Baas li Başûr Xwe Birêxistin Dike

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: الشبيبة
254 3
A A
Baas li Başûr Xwe Birêxistin Dike
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

07 Nisan 2010 Çarşamba Saat 09:37

Hate îdîakirin ku Partiya Baasê ya Iraqê li Herêma Kurdistan û Iraqê careke din xwe bi rêxistin dike.

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

” ”

Hate îdîakirin ku Partiya Baasê ya Iraqê li Herêma Kurdistan
û Iraqê careke din xwe bi rêxistin dike.

Partiya Baasê ya Iraqê sala 1968’an bi derbeyekê leşkerî
hate ser kar û bû desthilatdar. Piştî ku serokê wê Sedam Huseyîn roja 30’ê
Kanûna 2006’an hate darvekirin, ev partî her çend siyaset lê hatiye qedexekirin
jî serokê wî yê niha kesê wekî zilamê duyemîn ê Baasê tê zanîn Hizet Al Dûrî
ye. Li Iraqê biryara girtina Durî jî heye lê hej jî nehatiye girtin û cihê wî
nediyar e. Partiya Baasê niha li Iraqê careke din xwe bi rêxistin û xurt dike.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin niha li Iraqê 588 kesên sereke yên Baasê
di nava xebatek lez û bez ya nepenî de ne û tê îdiakirin ku niha ji 22 şaxan
zêdetir buroyên wan hene. Tenê li Iraqê 560 kesên sereke hatine destnîşankirin.
Li her bajêrekî 28 kes serkêşiya şaxekê dikin ku ji nû ve hatiye avakirin. Li
Bexdayê jî 3 şax ava kirine û 2 şax jî li derveyî Iraqê kar dimeşînin.

Piştî dengeyên siyasî guherîn

Çavdêrê Siyasî Aware Mam Wisû Dizeyî li ser mijarê diyar kir
dema piştî 2003’yan dema ku Hikûmeta Iraqê ji nû ve hate avakirin hinek alozî
di warê mezheb û dengeyên siyasî de pêk hat û wiha got: „Li Iraqê alozî zêde
bûn. Ev yek bûn sedem ku Baasî carek din bibin xwedî hêvî û ji bo vegerin ser
sehneya siyasî ya Iraqê xebat dan destpêkirin.“ Dizeyî der birî ku şiiyan jî
têkeliyên xwe bi Îranê re nebirîn û kurd jî li hember şiiyan nebûn alternatîfek
baş. Dizeyî li ser mijarê wiha axivî: “Ev yek jî ne li gorî berjewendiyên
Amerîkayê bû. Ji bo vê yekê Amerîka pêwîst dît, ji bo projeya xwe yê nû li
heremê xurt bike, alîkariya Lîsta Al Iraqiya ya Baasiyan bike û alîkariyê ji
wan bixwaze.

Li herêma Kurdistanê dikevin nava tevgerê

Dizeyî da zanîn ku niha Baas li Herêma Kurdistanê jî xwe bi
rêxistin kiriye û wiha got: “Ev kesên ku Baas li Herêma Kurdistanê li ser wan
xebatê dimeşîne ev in beşa yekemîn ew kes in ên ku berê di nava Baasê xwedî
peywir û erkên bilind bûne. Beşa duyemîn jî ew kesên berê girêdanê wan bi Baasê
re hebûye û niha jî di nava Hikûmeta Herêmê de di astên bilind a hikûmetê de
cih digirin. Niha Baas ji wan daxwaz dike ku di warê istixbaratî de alîkarî
bidin wan ji bona ku nakokî di navbera Herêma Kurdistanê de zêde bikin.

‘Kerkûk dikeve destê Baasê’

Dizeyî da zanîn ku her çiqas li bajarê Kerkûkê bi piranî
kurd bijîn jî, bajar niha di destê baasiyan de ye. Dizeyî ji vê rewşê şaştiyên
siyaseta kurdan a li Kerkûkê berpirsyar girt. Dizeyî wiha got: “Encamên
hilbijartina 7’ê adarê aşkera kirin ku niha Lîsteya Al Iraqiye ya Eyad Alawî ku
listeke baasiyan e li bajarê Kerkûkê xurt e û vê lîstiyê li Kerkûkê ji Lîsteya
Hewpeyamaniya Kurdistanê zêdetir deng girtiye.

Careke din dixwaze bibe desthilatdar

Partiya Baas niha li Herêma Kurdistan û Iraqê careke din xwe
bi rêxistin dike. Li gorî agahiyên nû baas bi riya rêxistinên xwe, şerê çekdarî
bi awayekî nepenî dimeşîne û bi riya Lîsteya Al Iraqiye ya Eyad Alawî ku bi
alîkariya Amerîkayê 91 kursiyên parlemantoyê qezenc kirin. Têkoşîna wê ya esasî
ji bo wê yekê ye ku bibe desthilatdar. Li gorî agahiyan niha Baasê li Iraqê 22
şax ava kirine. Li her bajarekî şaxek hatiye avakirin û bi tenê li Bexdayê
zêdetirî 3 şax hatine avakirin û xebatên xwe didomînin. Lê 2 şaxên din li
derveyî Iraqê karê xwe dimeşînin û cihê wan tam nediyar e.

Xwedî 10 grûbên çekdar e

Niha li Iraqê gelek grûbên bi navên cuda yên girêdayî
rêxistina Al Qaîdeyê hene. Lê li gorî îdiayên çavdêrên siyasî niha li Iraqê 10
grûbên çekdar ên Baasiyan hene. Tê gotin ku ‘Eniya Cîhad û Guhartinê’ şerê
çekdarî li Iraqê dide meşandin û gelek komên cuda di bin banê wê de ne. Ev enî
jî di 6’ê îlona 2007’an de li Iraqê hatiye avakirin. Berdevkê wî yê çapmeniyê
jî Dr. Nasir Aldîn Al Hûsnî ye.

Li gorî îdiayan navên rêxistinên niha li Iraqê bi navê Baasê
çalakiyan pêk tînin ev in

1) Ketaib Sewret Eşrîn

2) Ceyiş Raşidîn

3) Ceyiş Muslimîn fî Al Iraq

4) Hereket Islamiyet Lîlmucahîdî Al Iraq

5) Serayî Cûnd Al Re’man fî Al Iraq

6) Serayî De’we we Al Ribat

7) Ketayîb Al Temekîn

8) Kerayîb Mihemed Al Fatîh

9) Ceyîş Tab’în

10) Ceyîş Cîhad

Kurtedîroka Partiya Baasê:

Partiya Baas partiyeke ereb a neteweger û şovenîst e. Di
roja 7’ê nîsana 1947’an li Sûriyeyê ji aliyê kesekê xiristiyan yê bi navê
‘Mîşêl Efleq’ ve hatiye avakirin. Her wiha kesên bi navê Selah Al Beytar û
Celal Seyid û Wehîb Xanim di avakirina partiyê de xwedî roleke bingehîn bûne.
Baasiyên ku bi riya xwendevanên zanîngehê xwe birêxistin dikirin di sala
1952’an de li Iraqê jî hate avakirin û serokê wî jî ‘Fuad Al Rekabî’ bû. Rekabî
wê demê li koleja Hendese ya Bexdayyê dixwend. Xebatên Baasiyan bi nepenî
dihatin meşandin….

 

Baasiyan di demeke kurt de gelek berpirsyarên di nav sîstema
leşkeriyê de xistin bin kontrola xwe. Roja 8’ê Sibata 1963’yan bi derbeya
yekemîn Serokê Komarê Iraqê yê wê demê Abdulkerîm Qasim ku kesekî komunîst bû,
kuştin. Lê nikarîn desthilatdariyê bi temamî bigirtin dest xwe. Di 30’ê tîrmeha
1968’an de derbeya xwe ya dûyemîn pêk anîn. Pêşengiya vî darbeyî ji aliyê Sedam
Huseyîn ve dihate kirin. Wê demê gihiştin armanca xwe û Ahmed Hesen Al Bekir
wekî serokomar hate destnîşankirin. Bekir ji ber sedemên tenduristiyê di 16’ê
hezîrana 1979’an de desthilatdarî radestî Sedam Huseyîn kir…

Baasî her ji roja ku li Iraqê hatine ser kar heta roja
têkçûna wan a di 2003’yan de bi timî kurd, şiî, neteweyên ne ereb perçiqandin û
di qetlîaman re derbas kirin. Di sala 2003’yan de Amerîka li hemberî rejîma
Sedam şer da destpêkirin û di 9’ê Nîsana 2003’yan de Partiya Baasê ji
desthilatdariyê dûr xist û rêxistina wan a li Iraqê jî qedexe kir. Ev yek jî di
Zagona Bingehîn ku di sala 2005’an de hat pejirandin de jî bi cih kir û qanûn
dibêje ku li Iraqê Baasî careke din nikarin bên ser kar û xwe bi rêxistin
bikin.

Têkiliya Baasê bi Sûriyeyê re di warê hizr, fikr û gelek
aliyên din de xurt e, ew bi Partiya Baasê ya Sûriyeyê re di nava têkiliyê de
ne.

Serbaz Sıyamend

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Kadın ve politika

Sonraki Haber

Emekçiler ve Anayasa

Benzer Haberler

Gençlikte Zihniyet Devriminde Fedailiği Yakalamak Özgür Toplumun Sarsılmaz İnşasıdır
الشبيبة

Gençlikte Zihniyet Devriminde Fedailiği Yakalamak Özgür Toplumun Sarsılmaz İnşasıdır

15 أبريل 2021
21. Yüzyılda Soykırım ve Toplumsal Direnişte Gençliğin Rolü
الشبيبة

21. Yüzyılda Soykırım ve Toplumsal Direnişte Gençliğin Rolü

17 مارس 2021
DOĞRU VE BÜTÜNLÜKLÜ MÜCADELE
الشبيبة

DOĞRU VE BÜTÜNLÜKLÜ MÜCADELE

10 سبتمبر 2020
Sonraki Haber
Emekçiler ve Anayasa

Emekçiler ve Anayasa

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist