• kurdî
  • Turkish
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • الرئيسية
  • اخبار
  • مقالة
  • بحث
  • التحليل السياسي
  • حقائق
  • الكل
    • الدراسات الاستقصائية
    • الإعلانات
    • ريبورتاج
    • المحررين
    • علم البيئة
    • اقتصاد
    • المرأة
    • الشبيبة
    • الصحافة الاجنبية
    • تاريخ ولغة كوردستان
    • من نحن
    • تصريحات صحفيه
    • تحديثات
    • التاريخ
    • وثائقي
    • نصوص
    • من القارئ
    • وجهات نظر
    • المشاركات
    • تكنولوجيا
    • حقائق
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Anasayfa اقسام علم البيئة

‘Ax Û Av’: Mînaka Jiyana Ekolojîk e

Yayınlayan Lekolin
15 مارس 2020
Kategori: علم البيئة
256 3
A A
‘Ax Û Av’: Mînaka Jiyana Ekolojîk e
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

18 Şubat 2011 Cuma Saat 17:41

Kolektîfa “Ax û Av” ku di bin baneya Şaredariya Wêranarê de hatiye avakirin, dê malên kerpîçan ava bikin. Projeya “Ax û Av” ya Wêranşarê ku bi beşdariya 70’ê malan

Kolektîfa “Ax û Av” ku di bin baneya Şaredariya Wêranarê de hatiye avakirin, dê malên kerpîçan ava bikin. Projeya “Ax û Av” ya Wêranşarê ku bi beşdariya 70’ê malan xebatê dimeşîne dê starda wê di 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bê dayîn. Projeya ku jiyan û civaka ekolojîk armanc dike, dê hemû malbat bi hevre û tifaq bixebitin. Her wiha piştî malên kerpîç bên avakirin, dê li hewşên malan baxçeyên organîk bên çandin.

Kerpîç, li herêma ku deşta wê fireh û germahiya wê zêde li dijî serma û germayê bi ax, av û kayê tê çêkirin. Heriya ku bi kayê tê stran, di qalibên darînî û 4 qozî de, tê bi teşekirin û piştî ku tê hişkirin di dîwarên avahiyan de tê bikar anîn. Li Rihayhê ku barana wê kêm û havînan germahiya wê zêde ye, gelek zêde tê bikar anîn. Avahiyên deştên Cizîr, Nisêbîn, Qozer, Wêranşar, Serêkaniyê û Harranê li gundan wan bi piranî bi kerpîçan hatine avakirin. Ji ber ku li van deştan havîn dirêj û germa gelek zêde ye, her wiha barana vê herêmê jî kêm e, welatî zêdetir ji bo sazkirina avahiyan amûrê kerpîçan bikar tîne. Hem lêçûna wan, hem jî ked û mesrefa wan pir kêm e. Her malbat bi derfetên xwe dikare ji bo têra xanî û avahiya xwe kerpîçan çêke û avahiya xwe saz bike. Şaredariya Wêranşarê jî bi boneya jiyanek ekolojîk û civakek kolektîf pêş bixe, projeya kolektîfa ‘Ax û Av’ pêş xist. Şaredariya BDP’î ya Wêranşarê, li Taxa Şirnaxê 35 donim zevî temîn kir û bi alîkariya 70 malan dê xebatê bimeşîne. Her wiha xaniyên ku ji kerpîçan bê avakirin dê li hewşê wan avahiyan baxçeyên organîk bê çandin. Şertên ji bo malbat di vê projeyê de cih bigirin, divê berê xaniyên wan tune be û kadibin di karê projeyê de bixebitin. Malbatên di nava projeyê de cih bigirin û Navenda Çand û Hunerê ya MED’ê têkildarî projeyê civîn pêk anîn. Kordînatorên projeyê diyar kirin ku malbat her tiştî bi derfetên xwe ava dikin û ji bo jiyanek ekolojîk mînak e. Kordînatoran, anî ziman ku di vê projeyê de maf û vîna zarok, jin û hemû endamên malbatê wekhev e û xwezayî ye. Kordinatoran, da zanîn ku her tişt ji ax, av û kayê pêk tê û tu lêçûn û mesrefa wêtune ye. Kordînatoran, da zanîn ku ji bo tenduristiyê jî gelek baş e û di warê parastina ekolojî û derdorê de jî mînaka herî baş e.

Jin û zarok dê xwedî gotin bin

Kordînatorê projeyê Metîn Yegîn diyar dir ku dê vekirina vê xebatê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û 21’ê Adarê Cejna Newrozê de vekin û wiha got: “Me bi malbatên ku di projeyê de cih bigirin re hevdîtin pêk anîn. Di vê projeyê de hemû zarok û jin dê xwedî vîn û gotin bin. Ev projeyek elolojîk û demokratîk e.”

Her tişt xwezayî ye

Yegîn, anî ziman ku her tişt xwezayî ye û kes di vê projeyê de nabe xwedî mulk. Yegin, da zanîn ku armanca wan a bingehîn jiyanek ekolojîk û demokratîk û her wiha civakek bi tifaq û kolektif ava bikin. Yegîn, destnîşan kir ku kolektîfa “Ax û Av” armcan dike ku her kesî têxe nava jiyana xwezayî û ekolojîk û wiha berdewam kir: “Di vê projeyê de zevî ne aydî tu kesî ye. Her wiha dê beton jî neyê bikar anîn. Her tişt dê ji xwezayê be. Ev proje dê bi kedek kolektîf pêk bê. Her kesê ku di nava vê projeyê de cih bigre neçar e di vê projeyê de kedê bide û bixebite. Em armanc dikin ku vê projeyê di 1’ê Gulanê roja Cejna Karkeran de bi dawî bikin.”

Dê jiyana hevpar pêş bikeve

Endamê Kolektîfa Ax û Avê Mehmet Ekîncîler jî da zanîn ku ew di projeyê de jiyana hevpar dibîne û baweriya wî ew e ku dê bi vê porejeyê feraseta jiyana hevpar pêş bikeve. Ekîncilar got ku malên bi kerpîç li gorî malên din baştir in û wiha berdewam kir: “Me bi malbata xwe re xwest ku di vê projeyê de cih bigirin. Ez bawer im em ê bi civake nû re jiyaneke hevpar bidin despêkirin. Hilberîner em in. Ji bo jiyana wê derê ez ji niha de pir bi coş im.” Hevsera Ekîncîler, Zerga Ekîncîler jî xeyala bi cîranên xwe re dike. Zerga Ekîncîler got ku ew ê bi malbatên Ax û Avê re jiyaneke hevpar bijîn û bi gotinên “dê maleke me û baxçeyeke me hebe” baweriya xwe ya ji bo jiyaneke alternatîf anî ziman. Kurê malbatê Halîl Ekîncîler ê 15 salî jî hestên xwe wiha anî ziman: “Ez ê bi hevalên nû re bim. Li wir ez ê jiyaneke cuda bijîm. Ewil ez li dijî projeyê derketibûm. Lê piştî ku min ev proje fêm kir fikrên min guherî û jê hez kir. Yek jî dibêjin dê ev mal pir xweşik bin. Ez jî pir meraq dikim. Rewşeke cuda û hevaltiyeke nû bi benda me ye.”-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Doğal Tedavide Bitkiler

Sonraki Haber

Telegraph: Rus İstihbaratının Türkiye’deki Varlığı Artıyor

Benzer Haberler

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı
المرأة

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı

13 أغسطس 2021
Düşmanlık Kurdistan’ın İnsanına, Dağına, Taşına, Toprağına
علم البيئة

Düşmanlık Kurdistan’ın İnsanına, Dağına, Taşına, Toprağına

17 يونيو 2021
علم البيئة

DOĞASINA SAHİP ÇIKMAYAN NE KÜRT NE DE YURTSEVER OLABİLİR

29 يونيو 2020
Sonraki Haber
Telegraph: Rus İstihbaratının Türkiye’deki Varlığı Artıyor

Telegraph: Rus İstihbaratının Türkiye'deki Varlığı Artıyor

Öne Çıkan Yazılar

  • Komünar Sitesi Yayında

    Komünar Sitesi Yayında

    1186 Paylaşım
    Paylaş 474 Paylaş 297
  • Ermenistan 2 Gerillayı Neden Ve Nasıl Teslim Etti

    834 Paylaşım
    Paylaş 334 Paylaş 209
  • Sihad Barzani Komutasında MİT Yeni Üsler Kuruyor!

    1133 Paylaşım
    Paylaş 453 Paylaş 283
  • 30 Yıllık Serxwebûn Arşivi İnternette

    1015 Paylaşım
    Paylaş 406 Paylaş 254
  • İstihbarat ve Türk Devlet Geleneği –DOSYA 1

    994 Paylaşım
    Paylaş 398 Paylaş 249

Önerilenler

Özel Savaş Politikalarının Merkezi Amed

 Kerkük Karışacak! -ÖZEL HABER

2023’te Kürtleri Büyük Zafer TC’yi Yıkım Bekliyor Neden Mi?

MİT Rojava İşgal Operasyonu İçin Urfa’da Arap Aşiretleriyle Toplandı – ÖZEL HABER

Cinayet ve Katliam Çetesi MİT’in Unuttuğu Gerçek

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Tüm Yazılar
KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2020 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist